Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,122
Wêne
  123,321
Pirtûk PDF
  22,029
Faylên peywendîdar
  124,464
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (131):Binpêkirinên li Bajeroka “Reco”, girtinên bêsûcane, “Elemşat” û piroseyên sipîkirina diravan
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her bûyereke li seranserî welêt, ji rojhilat heta rojava û ji bakur heta başûr... Wê bibe çavkanî ji bo Kurdîpêdiya!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani1
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (131):Binpêkirinên li Bajeroka “Reco”, girtinên bêsûcane, “Elemşat” û piroseyên sipîkirina diravan
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (131):Binpêkirinên li Bajeroka “Reco”, girtinên bêsûcane, “Elemşat” û piroseyên sipîkirina diravan
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (131):Binpêkirinên li Bajeroka “Reco”, girtinên bêsûcane, “Elemşat” û piroseyên sipîkirina diravan, fewdalîzim û serberdayetî û pakrewanbûna hemwelatiyekî Kurd.

Bi ser ku Turkiya dagîrker reşantiya ragîhandinî û dorpêçkirinê li ser Herêma Efrînê ferz dike; Ew bi riya alavên ragîhandinê yên pêve girêdayî û bi ser ve yan jî bi riya şand û nûnerên alav û rêxistinên cîhanî re, bi her awî hewil dide ku wêne û rûyê xwe yê reş ji binpêkirin û tewanên li Efrînê pêk tên û guhertina demografî ya rêbazkirî ku têde çêdibe, cîlaw û xweşik bike; Û nimûneya herî balkêş Gotara “Karlota Gal” Kargêra Nivîsgeha Rojnama “Niyoyork Timz” li Istanbûlê ye, ya ku li /16/Reşmeha em te de hatiye belavkirin û dayî xuyakirin ku “Efrîn herêmeke aram e û Sûrî tê de bi hebûna Tirkiyê şa ne” û herweha jî çavan ji wan qirêjiyên ku ji ber dagîrkeriya Tirkiyê gihîştine Nişteciyên Efrînê yê resen dadimrîne. Vaye emê hinek ji wan binpêkirin û tewanan hewaldin:
= Bajaroka “Reco” – navenda navçê:
Giropek wêneyên ku Ajansa Anedolê yekser di dema dagîrkirina Bajaroka Reco de belavkirine, yên ku beşekî ji wêrankirinê û çawabûna deteserkirina milîseyan ji firoşxane û malan re û nivîsandina li ser deriyan, diyar dikin.
Li Bakur Rojavayê Bajarê Efrînê bi /35/KM an, berî Sînorê Tirkiyê bi dora /3/KM an, û li orta cîgeheke çiyayî dikeve; Dora /45/rojan bi qehremanî li hember dijmin li ber xwe da, bi hemî cûreyên çekan hate bombebarankirin, /6/avahî – heryek bi çar taqan, /20/ mal, avahiya dibistana kevin, û avahiya asayîşê “ya kevin û ji dema Firensiyan ve hatibû avakirin û weke zanîwarekê tê nasîn”, bi tevayî hatin wêrankirin. Herweha jî, çar guvêşgehên zeytûnan ên van hemwelatiyan (dilovanber Hec Reşîd Reşîd – derbasgeha Riya Etmana, zaroyên Osmanî Mihik – Riya Maseka, Şukrî Omê – Riya Memala, “Se’îd Omê û Dr. Ezîz Bakîr” – nêzîk gir û derbasgeha bajêr) tevî dizîna alavên di bin kavilan de û hesinê avahiya wan, hatin xerakirin. Nanpêjgeha otomatîk ya “Elî Kenco” û dora /50/ malî jî bibeşekî hatin roxandin. Çar cîgehên xalên bijîşkiyê di dema şer de hatin aramanckirin. Û kevir û mermerên tirbeyên goristana Reco jî hatin wêrankirin û dizîn. Weha jî li dema êrişkeriyê, milîseyan kelûpelên hundir piraniya mal û dîkanan ji şênberên xwarin û vexwarinê de bigir ta zêta zeytûna, alavên malane, raxistok, amûrên elektirîka roniyê û firaxên baqirî, dizîn. Paşê jî, hemî tiştên di malên ku dest danîne ser de, û herweha jî, di dû re kebil û têl û stûn û guhêztok û amûrên toreyên elektirîkê û telîfona zemînî yên giştî, bi dehan makîne û tirektorên çandiniyê, û tevahiya amûrên herdu stasyonên ava vexwarinê yên didin bajarokê û hin gundên wê ( ya yekê li nêzîkî Gundê”Qere Baba” û ya dudiyê jî li Kaşê “Armûtê”), yên ku paşê ji nûve hatin amedekirin û sazkirin. Bi ser de jî, bi hezaran darên zeytûnê, behîv, hejîr, gûz û ihracê yên li derdora bajarokê hatin qutkirin.
Leşkerekî Tirk nîşana “Gurên Beresorî” li rex avahiyekê li “Reco” hildide, û li ser bi Tirkî bi vê wateyê hatiye nivîsandin “ez nizanim kê Roma şewitand, lê Reco me şewitand”.
Bajarok ji dora /1500/mal pêk tê, jê tenê /400/malbat têde man, û dora /1500/malbat ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin, ji bilî yên di kampa ku li nêzîkî stasyona tirênê ya hevcîwar hatiye avakirin de.
Milîseyên “Ehrar Elşerqiyê – ya têde herî bi bandor, Elfirqe Eltasî’e, Ehfad Elresûl, Lîwa’i Elşemal” bajarokê desteser dikin, û malmewalên giştiyane û taybet ên ku desteserkirine, ev in:
/-1100/mal û 80% ji dîkanan a ku digihêje dora /200/dîkan, ji aliyê hemî cûreyên milîseyan ve, hatin desteserkirin.
– Bêtirî /100/hezar darên zeytûnê û hezaran darên meywan û zeviyên çandiniyê li derdor bajarokê û hin gundên wê û vedigerin hemwelatiyên bi zorê hatine koçberkirin, ji aliyê cûrbecûr milîseyan ve hatin destesekirin.
– Bi zorê “Elşerqiyê” di karanîna herdu nanpêjgehên otomatîk (nanpêjgeha Elî Kenco ya hatiye nûkirin, û ya zaroyên Binefşê) û stasyona sûtemeniyê ya “Omer Şerîf” li bajarokê de, bû hevpar (Ortaq).
– Guvêşgeha zeytûna ya hemwelatî “Mûradî Omê” – li ser riya Gundê “Memala” -bi ser ku, xwediyê wê li Reco ye -, ji aliyê “Elşerqiyê” ve tê bikaranîn.
– Guvêşgeha zeytûna ya dilovanber “Memdûh Omê” – Derbasgeha Reco – bi ser ku hevjîna rehmetî li Reco ye -, ji aliyê “Elşerqiyê” vê tê bikaranîn.
– Guvêşgeha hemwelatî “Hesen Ebdo Kûrê” yê koçberbûyî – nîzîkî kevana derbasgeha Reco, ji aliyê “Elşerqiyê” ve (ya ku dest daniye ser malê jî û ji xwe re kiriye biryargeh û zîndan),tê bikaranîn.
– Istasyona sûtemeniyê ya malbata “Omê” li destpêka bajarokê, ji aliyê “Elşerqiyê” ve ( ya ku dest daniye ser mala malbatê û ji desteya aborî ya xwe re kiriye biryargeh ), tê bikaranîn.
– “Elşerqiyê” geraca makînan guhestiye bazara kirîn û firotina hemî berhemdayînên çandiniyê û şênberên xwarinê, û rê nade kirînkar û firoşkaran berê xwe bidin Bajarê Efrînê, da ku, li wir bazara xwe bikin.
– Artêş û Istîxbaratên Tirkiyê, avahiya dibistana amedeyî û navîn ji xwe re kirine biryargeh.
– Mala herdu hemwelatiyên bira “Mihemed û Hemo Mihik” kirine biryargeh ji Dadgeha Leşkerî re.
“Asayişa sivîlî” li pêş stasyona sûtemeniyê ya Malbata “Omê” û biryargeha wê ya li rex biryargeha “dadgehê”
– Avahiya “Navenda Telîfona Zemînî” ji “Asayîşa Sivîlî” re kirine biryargeh.
– Avahiya “Çandiniyê” ji “Niyaba Giştî û Dadgehê Lihevhatinê” re kirine biryargeh.
– Avahiya asayişê û avahiya kompaniya elektirîkê yên berê, ji “Asayişa Leşkerî” re, kirine du biryargeh.
– Malên hin sivîlan ji milîseyên “Firqit Eltasî’e, Ehfad Elresûl û Lîwa’i Elşemal” re, kirine biryargeh.
– Girop û toreyên zayendina elektirîkê yên taybet bi Ampêran, ji aliyê “Elşerqiyê” ve tên bikaranin.
Û niha jî ji bilî avahiyekê ji bo dibistana amedeyî û seretayî nemayî, û dibistana navîn (ya ku, ji bêtirî /35/salan ve hatibû avakirin) ji holê hate rakirin.
Û xelkê bajarokê tûşî hemî cûreyên binpêkirin û tewanin din jî hatin, ji kuştin û koçberkirin û girtinên bêsûcane de bigir, û ta işkencekirinê, danûstandina bêrûmetkirinî û hişk, ferzkirina vêrgî û baceyên diravî, dizînê û hin din. Hema li vê dawiyê, dema ku hemwelatiya jinebî “Diya Samêr” rojeke tenê ji mala xwe bi dûr ket, hin tiştmiştên wê hatin dizîn.
Divê were bi bîranîn jî ku, milîseyan bi hevaltiya Istîxbaratên Turkiyê, li navîna sala 2018an ev hemwelatî (Reşîd Ebdo kurê Mistefê û Sultanê, Ferîd Mistefa kurê Ehmed û Mewlîdê, Mihemed Mile Elî kurê Ednên) ji xelkê Reco girtin, bêyî ku pêşkêşî dadgehkirinê bibin, ew bi zorê veşartin, û ta niha çarenûsa wan ne diyar e.
= Girtinên bêsûcane:
– Li destpêka vê Reşmehê, destlatên dagîrker hemwelatî “Mihemed Hemo kurê Umer û Sewliyê” ji xelkê Gundê “Kumreşê” – Reco – piştî girtina wî li 19.3.2018an, ji aliyê milîseyan ve û bi hevalkariya Istîxbaratên Tirkiyê û xistina hepsa “Meydan Ekbezê” li destpêkê, paşê wendakirina wî ji ber çavan bêtirî du sal û nîvan, û li dawiyê guhestina wî bo Hepsa Maratê li Efrînê – , serbest hate berdan.
– Li 14.2.2021an, milîseyên “Firqit Elsultan Silêman Şah – Elemşat” ev hemwelatî “Ebdo Tane kurê Henên, Arêf Dilo kurê Reşîd, Mihemed Şêx Henan Kurê Mistefê, Welîd Miho kurê Mihemed” ji xelkê Gundê “Hêkiçê” – Navça Cindirêsê, li dema ku ji Gundê “Qermîliq”- Navça Şiyê ji karê kesaxiya zeytûnan vedigeriyan mal, bi behaneya ku ew revînkariyê li ser sînor dikin, girtin û işkence kirin û du qurşîn li lingê ciwan “Ebdo Tane” xistin, û piştî sê rojan ji libaxwehîştinê û lêkolînan, ew berdan.
= “Elemşat” û pirojeyên sipîkirina diravan:
Pirojeyên Elemşat ” bazarxane (mol), qehwexane, kevrebinyata nexweşxanê” li Bajaroka Şiyê û “Gergeha Erdoxan” li “Meydana Kaniyê”, di bin Ala Tirkiyê de.
Weke sipîkirin ji diravên xwe yên ne rewa re, nixumandin ji tewanên xwe re, û rewayetî ji hebûna xwe re; Li 17.2.2021an, milîseyên “Firqit Elsultan Silêman Şah” û serkêşê wê “Mihemed Elcasêm – Ebû Emşe”, bi beşdariya “Nesir Elherîrî (serokê Kiwalisyona Sûrî- Ixwanî”) û “Selîm Idrîs (şalyarê bergiriyê yê Hikometa Kiwalisyonê ya Demkî), di nav zeviyeke zeytûna ye Malbata Silêmên “Sofî” de (ye ku li derbasgeha bajarokê û piştî kevanê li aliyê rastî rêkê dikeve), “kevirê bingehîn a avahiya nexweşaneyekê li Bajaroka Şiyê danîn, û bêyî ku mafê zeviyê bidin malbatê; Herweha qehwexanak bi navê gergeha “Receb Teyêb Erdoxan”, li orta “Meydana Kaniyê”, li ser dikanên ku dest danîne ser, bi beşdariya berpirsiyarekî Tirk û cendirman, vekirin; Û bazarxaneyek(mol) li nav dîkanên ku dest danîne ser ên van hemwelatiyan ( Nezmî Şêxo û Mihemed Ibrahîm) li nêzîkî sûtemengeha “Goçer”, bi beşdariya berpirsiyarekî Tirk û cendirman, vekirin. Bi ser wê de, gelek pirojeyên din li Efrînê û Tirkiyê jî, bi diravên ku bi dizînê û malmewalên talanê çi yên giştiyane yan taybet hatine komkirin, û bace û vêrgiyên li ser xelkê navçê û gundên wê yên di bin destan de hatine ferzkirin, û bi mûçe û yadîgariyên ku ji ber nandoziya wî ji Tirkiyê re – çi li Lîbiya yan Ezerbeycanê -, hatine vekirin.
Serveşartina Tirkiyê û Kiwalisyonê ji pirojeyên “Ebo Emşe” re (yê ku bi hemî şêwan malmewalên pir talan dike) bi xwe tewankariyek e, û bi binpêkirin û tewanên ku ew û milîseyên wî dikin re hevpariyek e.
= Fewdalîzim û seberdayetî:
Pakrewanê temenmezin “Ezet Xelîl Osman”.
– Li 14.2.2021 an, pevçûnina di navêna milîseyên “Ehrar Elşerqiyê û Ceyş Elşerqiyê” de, li Taxa Rif’etiyê – Bajarê Cindirêsê, rûdan. Û li derbasgeha bajêr li pêş dîkana hemwelatî “Ebdo Mehmûd” teqînek çêbû, di encamê de, du kes birîndar bûn û ziyanin şênberî çêbûn. Û li roja din, temenmezinê birîndar “Ezet Xelîl Osman” – ji xelkê “Çeqelê Ortê û li Cindirêsê rûdine”, ji ber birîna xwe şehîd ket.
– Li 16.2.2021an, “Ebo Şiblî” (serkêşekî milîseyên “Feyleq Elşam” li Bajarê Cindirêsê) li orta Kolana pêşesazxaneyan, bi awakî mekin li Bijîşk “Ehmed Silêman – ji xelkê Gundê Gewrika” xist û sixêf jê re dan. Lê, hevkariya wî bi destlatên dagîrker re , û dostaniya wî bi Istîxbaratên Tirkiyê û hin milîseyan re, tu fêde lê nekirin.
– Li êvara 16.2.2021an, li Taxa Mehmûdiyê, makînak cîp bi bombeyeke teqîner hate teqandin, û di encamê de, kesek birîndar bû û ziyanin şênberî çêbûn.
– Li 17.2.2021an, Herêmên Şehba’i (Çadirgeha Serdemê, Gundên Til Qirahê, Kişti’arê, Ibînê…) yên tijî koçberên Efrînê, bi çend avêjtekan ji aliyê Artêşa Tirkiyê û nandozên wê ve, hatin armanckirin.
Şopa avêjtekên hatine Bajarê Efrînê.
– Li 17.2.2021an bi şev, çend mûşek bi ser Bajarê Efrînê de hatin, li hin avahiyên çarkoşeya ewlehiyê li dor Nexweşxana “Avrîn” a berê ketin, ziyanin şênberî û bêtirî deh birîndaran encam dan, û tirsek mezin di nav nişteciyan de çêkirin.
Xelatkirina xwendekarên ku rêdanên ol û bineolên Islamî wergirtine.
Di çarçewa belavkirina çanda olî – Osmanî û Ixwanî de, li 17.2.2021an û di bin serpereştiya “Mala Fetwedan û Seknê û warên olî li Efrînê ” de, “Nivîsgeha Belavkirina Olî” ya li bajêr, ji bo serkeftin û rûmetkirin û xelatkirina hejmarek xwendekarên ku “korsek giştî di zanista jêmayînan (mewarîs) de” bi dawî kirine û li ser herçar bineolên Islamî yan li ser yekê ji wan rêdan wergirtine, ahengek li dar xist.
Ma Berêza “Karlota Gal” di seredana xwe ji Efînê re, darên zeytûnê yên qutkirî, dibistanên bûne biryargehên leşkerî, nişteciyên bajêr ên Kurd û berê 95% û niha bûne 20%, firoşxane û malmewalên ji xwediyan standine û dest danîne ser, çawa navên dibistan û meydanan ji Kurdî bûne Turkî û Erebî, tunebûna Peykera “Kawayê Hesinkar” (simbola kurdî ya navdar), nedîtin?…Tu carî mirovê bi wijdan nikane çavan ji tiştên ku li Efrîna dagîrkirî bûne û hîn jî dibin, damirîne.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Ev babet 1,368 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Gotarên Girêdayî: 218
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 21-02-2021 (4 Sal)
Bajêr: Efrîn
Cureya belgeyê: Werger
Şêweya belgeyê: Dîjîtal
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Zimanê eslî: Erebî
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 03-02-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 13-02-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 13-02-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,368 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.234 çirke!