Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Cih
Qamişlo
25-05-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Ferhad Merdê
25-05-2024
Burhan Sönmez
Wêne û şirove
MEDRESEYA QUBAHAN
19-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Lenînîsm
15-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Felsefeya marks
15-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 41
07-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
ZÎMANÊ DUYEM
01-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
6 STÛNÊN ZIMAN Û ZIMANNASIYA KURDÎ
01-05-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Felsefekirin û zarok
29-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û hevoksazî
28-04-2024
Sara Kamela
Jimare
Babet 519,045
Wêne 106,467
Pirtûk PDF 19,319
Faylên peywendîdar 97,301
Video 1,395
Kurtelêkolîn
Çêkirina tevnan di Kelepûra...
Kurtelêkolîn
Xişr û bedewiyên jinên Kurd...
Kurtelêkolîn
RÊBERA HÎNKIRINA KURDÎ
Wêne û şirove
MEDRESEYA QUBAHAN
Cih
Qamişlo
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (155): Gundên”Miskê Jorin û Jêrin” ên dagîrkirî, hepsa Gundê “Îska” ya taybet bi “Feyleq Elşam”
Hevalên Kurdîpêdiya arşîvên me yên neteweyî û welatî bi awayekî objektîv, bêalîbûn, berpirsiyarî û profesyonelî tomar dikin.
Pol, Kom: Belgename | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (155): Gundên”Miskê Jorin û Jêrin” ên dagîrkirî...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (155): Gundên”Miskê Jorin û Jêrin” ên dagîrkirî...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (155): Gundên”Miskê Jorin û Jêrin” ên dagîrkirî, hepsa Gundê “Îska” ya taybet bi “Feyleq Elşam”, geregoşî û binpêkirinên din.

Serdana şalyarê hundirîn ê Turkiyê “Silêman Soylo” û hin berpirsiyarên din û herdu waliyên “Hetayê û Kilisê”, ji herêmên “Efrîn û Ezazê re – Bakurê Heleb”, di roja yekê ji Cejna Qurbanê ya pîroz de, bi rengekî ne rewa û derveyî zagona navdewletî, û serdana wî ji rêberiyên ewlehî û avahiyên navdar re yên Ala Turkiyê û wêneyên Ateturk û Erdoxan li ser hildayî re mîna “Avahiya Serê ya Hikometê ya kevin li Efrînê”, û weha kişandina hin wêneyan ji xwe re yên ku nîşanên Turkiyê bi kelkeleke ferekirinê – Osmaniya nû, di hundir xwe de dicivînin; Ji nû ve dagîrkeriya Turkiyê ji herdu herêman re, berpirsiyariya ji ber herdiwan ve, û binpêkirina seweriya Sûriyê tekez dike, û gotina dewletên “Asîtana yên gerantor” ya hercar “ku ew bi serweriya Sûriyê, serxwebûn û yekîtiya axa wê pabend û pêgir in” li erdê dixe.
“Silêman Soylo şalyarê hundirîn ê Turkiyê li avahiya “Sera Hikometê” ya kevin li Bajarê Efrînê, û Ala Turkiyê li ser hildayî, 20.7.2021 Z.”
Vaye li jêr emê hin binpêkirin û tewanan ên ku Turkiyê û milîseyên ku pêve girêdayî li Efrînê dikin û tiştê me li pêş gotiye tekez dikin, rewang bikin:
= G .”Miskê Jorin“:
Li aliyê Başûrê ji Çiyayê “Xastiya” dikeve û ji navenda Navça Cindirêsê bi /5/KM dûr e, ji /70mal=450nişte/ ji nişteciyên Kurd ên resen û malbateke Ereb (e ku ji du bira û /15/endaman pêkhatî ye, û ye ku piştî cîbecîkirina zagona çakirina çandiniyê di dawiya salên pêncî ji sedsala borî de li gund rûniştiye) pêk tê, di deh salên şer û berî wê de dora /60/ kesî jê koçber bûn, di dema êrişa li ser herêmê de dora/45/nişte zorane jê hatin koçberkirin, yên mayîn jî li gund man, û dora/30/malbat ji anîndeyan û hejmarek ji malbatên milîseyan di malên hemwelatiyên koçberbûyî ên ku dest danîne ser û çadirên ku li dor gund hatine venandin de, hatin niştecîkirin.
Û di dema êrişkeriya bi ser Herêma Efrînê de, balefirên cengê yên Turkiyê rawestgeha avê ya li hafa çiyayê Bakurê gund û ya ku avê vexwarinê dide gundên “Kora, Çeqelê Cûmê, herdu gundên Miskê” armanc kir, û bi tevahî roxand, herweha jî mala hemwelatî “Idrîs Bekir – ji xelkê gund” kire armanc û bi tevayî roxand.
Piştî ku hêzên Turkiyê gund dagîrkirin, bi behaneya nenêzîkbûnê ji biryargehên wan ên leşkerî û ewlehiyê ve, çar heyvan qedexe kirin ku xelk vegerinê, û piştî wê jê vekşîn û radestî Milîseyên “Ehrar Elşerqiyê” kirin.
Û piştî desteserkirina “Elşerqiyê” ji gund re, piştî heftakê ta rê da xelkê ku pilepile vegerin, û di wê navboriyê de hemî heyînên malan ji xwarinvexwarinê, firaxên baqirî û qizêzî, alavên elektirîkê, raxistokan û tiştên din, /3/tirektorên çandiniyê yên”Menan Hesen, Mihemed Mihemed ê ku bi Ebû Enter tê navdan, Hesen Hec Silêman”, hemî heyînên mala “Arêf Menan” tevî derî penceran û paşê jî şewtanadina wê, bi dehan matorên duloqî û zayendekên (ganerator’s) avhilkişandinê yên li ser bîran, bi hezaran baliyên çiwalên telîzî(yên ku nirxa wan qaserî /75/ milyon perê Sûrî) – yên Rêvebiriya Xweser a berê ji avahiya komelê ya ku li derbasgeha gund, û heyînên avahiya şaredariyê, û weha jî hemî keblên(kêbil) toreya elektirîkî ya giştî û guheztokê (trans) gund, û tevaya pêkhateyên bircê “Sêriyatêl” a xilyewî, dizîn.
Û “Ehrar Elşerqiyê”dest danî ser /18/malên malbatên hemwelatiyên ne li gund, dora /17/hezar dar zeytûn û hinar û gûzê, jê dora du hezar dar ên hinar û çefteliyê yên “Mihemed Mihemed – Ebû Enter” in, û herweha jî dest danî ser bidehan bîrên avê yên wan hemwelatiyan, û vêla hemwelatî “Mihemed Gorda” ya li ser riya “Miskê” – B.Cindirêsê dikeve û du hezar darên hinarê tê de; Û malên”Ekrem Hesen, Semîr Husên, Hesen Menan” û avahiya şaredariyê ji milîseyên xwe re kirin biryargehên leşkerî û ewlehiyê, li Çiyayê “Betêl” – Cîgeha”Sêriyatêl a hatiye dizîn û xezanê avê yê roxandî” navendeke leşkerî ji perwerdekirina endamên xwe re çêkir.
“Dara sindiyanê/Gêlberiyê ya Romî ya temenmezin û çarkokî, li daristana “Birîm”, li G.”Miskê Jorin” – N.Cindirêsê, berî û piştî qutkirinê.”
Herweha hemî daristanên ihracê yên li dor gund bi ser de jî darên temenmezin ên hene qut kirin û bi tevahî qir kirin, wek: Daristana “Birîm” a ku rûberiya wê dora/15/hiktar û dora/10/hezar dar ihracê û dareke sindiyanê/palûtê ye temenmezin û çarkokî têde, Daristana”Betêl” a ku rûberiya wê dora/3/hiktaran û dora hezar dar ihracê yên temenmezin têde, daristana “Ce’ifer” a ku rûberoya wê dora /6/hikataran û bi hezaran dar têde, Daristana “Hesê” ya li Bakurê gund bi /5/KM û nêzîk Gundê “Xalta” û dora /20/hiktar erd û bi dehhezaran darên ihracê têde, zincîra darên li rex riya “Bîra Resûl” ya ku bi hezaran darên sindiyanê/palûtê, merxê, qetleb, simaqê û yên din têde, û dara sindiyanê ya Romî/gêlberiyê ya temenmezin /200/sal li Geliyê “Cimkê”, û herweha qutkirina herdu daristanên “Horîk û Xoce” yên biçûk û li piş Daristana “Hesê” dikevin.
“Daristana “Birîm” li G.”Miskê Jorin” – N.Cindirêsê, berî û piştî qutkirinê.”
Û bi dehan ji xelkê gund rastî cûrbecûr girtin, revandin û dandina vêrgiyan hatin, Jê: Revandina “Dilşad Hesen” ê ciwan ji mala wî ya li gund û berdana wî piştî dandina /25/hezar dolar, girtina “Ciwan Hesen” ê xort bêtirî carekê û hercar jî êriş ser mala bavê tê kirin û tiştên wan ên kesayetî têne şikestin û dizîn, û cara dawiyê jî hate revandin, du heyvan hate wendakirin, ta ku piştî dandina bihezaran dolar hate berdan, lê ji ber birînkirina çavê wî di bin işkencê de, ew ji bo dermankirinê neçar bû here Heleb, û piştî çend neştegeriyan ji çavê wî re, hîn bi hewcî neştegeriyên din e; Li 3.8.2019an, dema ku “Henan Xelîl Cindo/32/sal” ji karê xwe yê li Cindirêsê bi matorê vedigeriya mal, li nêzîk çateriya Gundê “Miskê Jêrin” hate girtin, û pişt re li 15.9.2019an, hêzên Turkiyê bi hevaltiya zirîxeyan êriş birin ser mala wî ya li gund, hevjîna wî “Seyran Mistefa Cindo/23/sal” û birayê wî “Bawer Xelîl Cindo/25/sal” girtin, di dû re bi du mehan “Bawer” hate berdan, li Turkiyê “Henan” bi hepiskirina heta-hetayê hate sezakirin û “Seyran” jî bi du salan, divê bê zanîn ku “Seyran”diya du mendalên berşîrî” ye; Bi ser de jî revandin û girtinên din bi behaneyên çêkirî di gel sekirina mobaylên hemwelatiyan bi tuhmeta dengkirinê bi merivên wan ên li herêmên penaberiyê re, û herweha vêrgiyên diravî jî ji wan distînin; Weha jî Milîse li ser her maleke ku xwedan têde rûniştiye, û li ser her aceteke çandiniyê vêrgiyeke mehane yan werziyane lêdixin. Û di dema werza zeytûna de “Ehrar Elşerqiyê” serpereşvanekî xwe dîdine ser guvêşgeha gund a hemwelatî “Fewzî Hesen” da ku rêjeya xwe ji berhemê weke vêrgî werbigire, li kêlekê jî /2/dolaran li ser dareke zeytûnê ye ku xwedî ne li wir, û weha jî /40%/ ji berhemên hemwelatiyên ne li wir û bi endamtiya ji “Partiya Yekîtiya Demokrat – PYD” tometkirî ne, ferz bike.
“Cîgehên daristanên “Birîm û Betêl” li G.”Miskê Jorin” – N.Cindirêsê, piştî qutkirinê.”
Û milîseyan tirba Pakrewan “Beşîr Ebid Elrehman Mihemed” tarûmarkirin, û cîgehên kevneşopî û bêtirî cîyekî di nav zeviyên zeytûnan de, ji bo lêgerîna li kinz û kevneşop û entîkan û dizîn û firotina wan, bi amûrên sivik û giran kolan û tevdan, mîna: Kolan û tevdana Cîgeha “Girikê” ya nêzîk Riya”Miskê – Cindirêsê”, û weha jî Cîgeha “Birc” – ya ji pir bîr û şikeft û keleke kevin pêkhatî û /600/M li Bakurê gund dikeve.
Û herweha anînde keriyên pêz û dewarên xwe bi şêwakî bêwijdan û bê çavdêrî û hesab, di nav zeviyên çandiniyê de diçêrînin.
Û di ber beraviniya ji ber gund ve, di dema ku êriş bi ser ve hatiye de, /4/ şervanên keç û /7/ jî şervanên mêr ên Kurd şehîd ketin, û termên hinan di bin kavilan de û hin din jî li çolê servekirî çend heyvan man, ta ku li ser daxwaza li dû hev ji hemwelatiyan de, ji aliyê “Asayişa Sivîl” ve di goristana gund de hatin veşartin, bi hevkariya hin kesên gund.
“Binaxkirina termên Şervanên Kurd ên Pakrewan, li goristana G.”Miskê Jorin” – N.Cindirêsê, Havîna 2018an Z.”
= G.”Miskê Jêrin“:
Li ser taximê “Deşta Cûmê” û li aliyê Bakurê navenda Navça Cindirêsê dikeve û bi /4/KM jê dûr e, ji dora/40mal=200nişte/ pêk tê – jê /sê malbat=dora 40nişte/ Ereb in û yên din jî nişteciyên Kurd ên resenin, dora /60/nişte jê di navboriya salên şer de koçberbûn, /35/nişte di dema êrişê de zorane hatin koçberkirin, dora /105/nişte jî vegerîn gund û malên xwe, û /12/malbat ji anîndeyan di gund de hatin niştecîkirin, bi ser de jî bi dehan malbat di çadiran de li derdorê.
Milîseyên “Ehrar Elşerqiyê” gund desteser dikin, û rêbendeke wê di gund de heye – li ser çateriya riyên ku dighînin “Bajarê Cindirêsê, Gundê Çeqelê Cûmê, herdu gundên Miskê û Gundê Xalta”.
Û piştî dagîrkirina gund Milîseyên “Elşerqiyê” hemî heyînên malên van hemwelatiyan”Hesen û birayê wî Ebid Elrehman Mirşid, Henan Seydo, Arif Heyder – Hevjînê Pakrewan Ferîde/Serhildana 12.3.2004an” yên koçberkirî bi behaneya têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, bi tevahî dizîn, ji xwarinvexwarinê ve bigir ta alav û zayendokên “ganerator’s” elektirîkê, raxêstok, firaxên baqirî û qizêzî û tiştên din, û weha jî dizîna tirektorek “masî” û tevî kilfetor û gîsnê wê û avkêşok”xetas” û zayendoka”ganerator” elektirîkê yên “Arêf Heyder”; Herweha dest danî ser malmewalên çandiniyê yên hemwelatiyên koçberkirî, jê: Çandingeha hemwelatî “Mihemed Behcet Ne’isan” a ku /1000/ darên henarê û /50/darên gûzê têde) bi ser de jî avkêşok”medexe” û tirektoreke çandiniyê ye biçûk; Û bi guvêşgeha zeytûna ya ya “Sadat Hesen û Mihemed Çento – ji xelkê Gundê Xalta” re -bi behaneya ku ewê xelkê bişîne cem wan da ku zeytûnê xwe biguvêşin- bû hevpar, û bi ser de jî rêjeya xwe ji berhema zêtê xelkê û vêrgiyên li ser malmewalên ên ne li wir ferzkirî, werbigire.
Weha jî Milîseyên “Elşerqiyê” zaretgeha “Şêx Mihemed” a li Rohilatê gund, ji bo lêgerîna li kevneşop û tiştên wê kola, tevda û bi tevahî wêran kir, û bi ser de jî dara tûyê ya temenmezin a li kêlekê qut kir.
“Zaretgeha “Şêx Mihemed” li G.”Miskê Jêrin” – N.Cindirêsê, berî û piştî kolandin û tevdan û wêrankirinê.”
Û bi dehan ji xelkê gund rastî cûrbecûr girtin, revandin, işkencekirin, kêmrûmetkirin û dandina vêrgiyên diravî hatin, mîna girtina van hemwelatiyan”Henan Sîdo kurê Hemo, Şêx Mihemed Sîdo kurê Hemo, Ednan Sîdo kurê Xelîl, Riyad Sîdo kurê Mihemed, Azad Sîdo kurê Ebdo, Mirşid kurê Xelîl, Ebid Elrwhman Mirşid kurê Arif, Mihemed Hebeş kurê Isma’îl, Ristem Sîdo kurê Ehmed, û du kes ji pêkhateya Ereb ew jî ev in: Şêx Ehmed Edê û Mihemed Mihemed Mengawî” li Avdar û Nîsana 2018an Z, piştî borandina /3-6/heyvan ji bendkirinê ew hatin berdan, piştî dandina her yekî ji wan vêrgiyeke cuda; û piştî berdanê bi dora /3/heyavan “Şêx Ehmed Edê” û dora salkê jî “Mihemed Mihemed Mengawî” ji ber nexweşiya ku bi sedema işkencekirinê bi wan re çêbûye, jiyana xwe ji dest dan.
Û anînde keriyên pez û dewarên xwe bi şêwakî hovane, bê wijdan, û bê çavdêrî û seza di nav zevî û erdên xelkê de diçêrînin.
= “Feyleq Elşam” û Hepsa “Îska“:
“Cîgeha hepsa G.”Îska” – Şêrewa, û cîgeha bargeha leşkerî ya Turkiyê li Bakur Rojavayê gund.”
“Fyleq Elşam” Milîseyeke Ixwanî ye, bi Kiwalisyona Sûrî ya rikber ve girêdayî ye, û bi ser Hikometa Eledalê we Eltenmiyê ya Turkî ve ye; Bi Artêşa Turkiyê re di sê talanên dagîrkeriyane ji hin herêmên Bakurê Sûriyê re (Mertala Feratê – Diri’i Elfûrat, Şaxa Zeytûnê – Xusin Elzeytûn, Kaniya Aştiyê – Nebi’i Elselam) hevkarî kiriye; serkêşê wê yê giştî “Munzir Siras – Ebû Ûbade ye – endamê siyasî ya Kiwalisyonê”, serkêşê wê yê leşkerî “Fedil Elah Elhecî – Ebû Yamên” e, “Heysem Mehmûd Rehme ji serkêşên piş perdê yên Feyleqê û emîndarê giştî yê Kiwalisyonê ya niha ye”, û “Mihemed Nezîr Elhekîm jî yek ji kesên piş perdê yên Feyleqê” û endamê rêzanî yê kiwalisyonê ye; Desteserkirineke fere ye “Feyleqê” li H.Efrînê (li navçên Reco, Bilbilê, Şera, Başûrê N.Cindirêsê û Başûr Rojavayê Şêrewa) heye, û hepseke wê ye bi dizî li Bajaroka Ekbez Meydanê ya sînorî – Reco û di bin serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê de heye, têde işkencekirin û dan û standinên hişk bi revandî û girtiyên Kurd re hatin kirin û bi sedan jî bi riya wê hepsê bi awakî zorane hatin veşartin, Jê: “Mistefa Ibrahîm kurê Mistefê (Qesab)/30/sal ji xelkê heman bajarokê û ji sê sal û nîvan ve, û hemwelatî “Ehmed Şêxo kurê Seydo û Qedriyê /23/sal” ji xelkê Gundê “Kêla” – N.Bilbilê yê ji 29.3.2018an ve.
“Munzir Siras” serkêşê giştî yê Milîseyên “Feyleq Elşam”.
Û hepseke taybet e “Feleqê” jî (odeyên mezin ên li komane û biçûk ên tekane) li G.”Îska” – Şêrewa heye, û ji Avdara 2018an ve, bi awakî berdewam revandî û girtî ji gund û bajarokên têkel ên di bin bandora wê de, têde têne bendkirin û hemî cûreyên işkence û dan û standinên hişk têne bikaranîn, û ta niha hemwelatî “Hesen Seydo kurê Şukrî/44/sal – ji xelkê gund ji 6.11.2018an ve” û “Elî Xelîl kurê Xelîl/40/sal – ji xelkê Bajaroka Celemê ji dora salekê û du heyvan ve” têde bendkirî ne; Bê ku tuhmetên raberî wan bûne were zanîn an jî ta bi rengekî wêneyî li pêş dadgehên ku destlatên Turkiyê li Efrînê çêkirin bêne dadkirin.
Û Wê li 13.5.2021an hemwelatî “Welîd Me’imo kurê Heyder/40/sal” ji xelkê G.”Îska” piştî bendkirina salekê û neh heyvan berda.
Û hejmarek biryargehên leşkerî yên Feyleqê li gund hene, û bargeheke leşkerî ye Turkiyê jî li ser girê li Ro’avayê gund heye.
Û hemwelatî “Mihemed Hesen Misto” ji xelkê Gundê “Bi’iyê” – Şêrewa, li 4.6.2021an di Nexweşxaneyeke Efrînê de mir, ji ber nexweşiyên ku bi sedema işkencekirina govdeyî û derûnî ya ku di Hepsa “Îska” de vêre çêbûne, li ser destê wan milîseyên ku ew du caran di navboriya heyvên Nîsan û Gulanê de revandine.
= Bêserûberî û serberdayetî:
– Li Siba Yekşemê 18.7.2021an, otombîlek cîp e sentefê ye ku li nêzîk Nexweşxana “Dêrsim” li dawiya çûnûhata vêlata li B.Efrînê sekinî bû, bi bombeyeke teqîner teqiya, di encamê de makîne şewitî û kesek birîndar bû, û jêderine ragîhahndinê yen xwecihî tekez kirin ku makîne ya “Qusey Elehmed” peyamnêrê Kanala “Elcezîrê Yekser – Mubaşer” e.
“Teqîna makînakê li Efrînê, 18.7.2021an Z.”
-Li heman rojê “Yekşem”, bi sedema nakokiya desteserkirina li ser malmewalên hemwelatiyan, pevçûnina bi çekên sivik û orte, li hundir Bajaroka Reco, di navêna Milîseyên “Ehrar Elşerqiyê” û “Firqê nehan – Elfirqe Eltasî’e” de rûdan, û di encamê de ziyanên şênberî çêbûn û ji herdu aliyan hin birîndar ketin, û tirs kete nav sivîlan.
= Binpêkirinên virdewêve:
– Li 17.7.2021an, destlatên dagîrker hemwelatî “Mistefa Bekir kurê Mihemed/32/sal” ji xelkê Gundê “Dodê – Meydana” – N.Reco berdan, û hêjaye bê zanîn ku girtina wî /15/rojan dirêj kir, dan û standinek hişk jî pê re hate kirin, û vêrgiyeke diravî jî jê hate standin.
– Jêdereke xwecihî tekez kir ku destlatên Dagîrkeriya Turkiyê dest danîn ser zeviyeke çandiniyê ye hemwelatî “Ebdo Misto Necar” yê koçberkirî ji xelkê Bajaroka “Basûtê” û ye ku dikeve navêna B.”Basûtê” û Gundê “Kurzêlê” û di ber riya giştî re, û ji dora meh û nîvekê ve bêtirî du hezar darên biber jê hilkirin, herweha milîseyan dest danîne ser mala “Ebdo Necar” li bajarokê jî.
– Li 13.7.2021an, Milîseyên “Feyleq Elşam” hemwelatî “Behrî Kedo Kedo/65/sal” ji xelkê Gundê “Xezîwê” – Şêrewa revandin û çar rojan bend kirin, ta ku piştî işkencekirinê û ferzkirina dandina /12/hezar dolar -bi behaneya ku wî makîna pîkab “Honday” rêkiriye Heleb ji xwedên (zavê xwe) re – ew berda.
– Milîseyên “Feyleq Elşam” ya ku Gundê “Birc Ebdalo” – Şêrewa desteser dike, li vê dawiyê riyeke axî û bi bermayên perçekevirên hûrik raxistî, ji kîs xelkê gund (150malbat×25dolar= 3750dolar) vekir, ji çateriya gund ve – di ber coya ava avdanê re – ta Cîgeha “Tilemûs” ya nêzîk Şikefta “Duderiyê” ya kevneşopî û li hafa gund, da ku bargeheke leşkerî lê ava bike.
Ji bo parastina yekîtiya axa Sûrî û serweriya Sûriyê, seknandina tewanan, û vegera penaber û yên zorane hatine koçberkirin bi rengekî aram bo cî û warên wan, danheva keda hemî Sûriyên li ser welatê xwe bi xîret (Kurd, Ereb, Dirûz, Elewî, Aşûr, Çerkez, Turkman, Misilman, Mesîhî, Êzdî, Ermen…HWD) gerek e.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Ev babet 344 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | hthttps://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Gotarên Girêdayî: 109
Belgename
Dîrok & bûyer
Kurtelêkolîn
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 25-07-2021 (3 Sal)
Bajêr: Efrîn
Cureya belgeyê: Werger
Şêweya belgeyê: Dîjîtal
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Zimanê eslî: Erebî
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 03-02-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 12-02-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 12-02-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 344 car hatiye dîtin
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
RONÎ WAR
Kurtelêkolîn
Xebateke kesk di rêya Kurdistanê de Êko-nasyonalîzma Şerîf Bacwer û hevalên wî
Pirtûkxane
6 STÛNÊN ZIMAN Û ZIMANNASIYA KURDÎ
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Jiyaname
KUBRA XUDO
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Jiyaname
Kerim Avşar
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Jiyaname
AYNUR ARAS
Jiyaname
Viyan hesen
Kurtelêkolîn
Pirên pêwendiya di navbera Başûr û Rojhilat û nebûna baweriyê
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Pirtûkxane
ZÎMANÊ DUYEM
Kurtelêkolîn
Gelo pirsa Kurd, pirsek navdewletiye?
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Kurtelêkolîn
Mezopotamya û şaristaniyetek bo hemû mirovahiyê
Kurtelêkolîn
RÊBERA HÎNKIRINA KURDÎ
Cihên arkeolojîk
Temteman
Wêne û şirove
MEDRESEYA QUBAHAN
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Pirtûkxane
Felsefeya marks
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Pirtûkxane
Lenînîsm
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 41
Jiyaname
Ferhad Merdê

Rast
Kurtelêkolîn
Çêkirina tevnan di Kelepûra Kobaniyê de
05-05-2024
Aras Hiso
Çêkirina tevnan di Kelepûra Kobaniyê de
Kurtelêkolîn
Xişr û bedewiyên jinên Kurd li ber çavên geştyarên bîhanî
05-05-2024
Aras Hiso
Xişr û bedewiyên jinên Kurd li ber çavên geştyarên bîhanî
Kurtelêkolîn
RÊBERA HÎNKIRINA KURDÎ
19-05-2024
Sara Kamela
RÊBERA HÎNKIRINA KURDÎ
Wêne û şirove
MEDRESEYA QUBAHAN
19-05-2024
Sara Kamela
MEDRESEYA QUBAHAN
Cih
Qamişlo
25-05-2024
Burhan Sönmez
Qamişlo
Babetên nû
Cih
Qamişlo
25-05-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Ferhad Merdê
25-05-2024
Burhan Sönmez
Wêne û şirove
MEDRESEYA QUBAHAN
19-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Lenînîsm
15-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Felsefeya marks
15-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 41
07-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
ZÎMANÊ DUYEM
01-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
6 STÛNÊN ZIMAN Û ZIMANNASIYA KURDÎ
01-05-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Felsefekirin û zarok
29-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û hevoksazî
28-04-2024
Sara Kamela
Jimare
Babet 519,045
Wêne 106,467
Pirtûk PDF 19,319
Faylên peywendîdar 97,301
Video 1,395
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
RONÎ WAR
Kurtelêkolîn
Xebateke kesk di rêya Kurdistanê de Êko-nasyonalîzma Şerîf Bacwer û hevalên wî
Pirtûkxane
6 STÛNÊN ZIMAN Û ZIMANNASIYA KURDÎ
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Jiyaname
KUBRA XUDO
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Jiyaname
Kerim Avşar
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Jiyaname
AYNUR ARAS
Jiyaname
Viyan hesen
Kurtelêkolîn
Pirên pêwendiya di navbera Başûr û Rojhilat û nebûna baweriyê
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Pirtûkxane
ZÎMANÊ DUYEM
Kurtelêkolîn
Gelo pirsa Kurd, pirsek navdewletiye?
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Kurtelêkolîn
Mezopotamya û şaristaniyetek bo hemû mirovahiyê
Kurtelêkolîn
RÊBERA HÎNKIRINA KURDÎ
Cihên arkeolojîk
Temteman
Wêne û şirove
MEDRESEYA QUBAHAN
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Pirtûkxane
Felsefeya marks
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Pirtûkxane
Lenînîsm
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 41
Jiyaname
Ferhad Merdê

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.375 çirke!