Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  587,350
Wêne
  124,635
Pirtûk PDF
  22,130
Faylên peywendîdar
  127,036
Video
  2,194
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,688
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,893
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,781
عربي - Arabic 
44,355
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,813
فارسی - Farsi 
15,977
English - English 
8,539
Türkçe - Turkish 
3,843
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
95
Svenska - Swedish 
80
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,582
Cih 
1,186
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,824
Kurtelêkolîn 
6,847
Şehîdan 
4,577
Enfalkirî 
5,128
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,508
PDF 
34,784
MP4 
4,044
IMG 
235,392
∑   Hemû bi hev re 
275,728
Lêgerîna naverokê
Ew rojên ku Nîştiman ê hemûyan bû, bîranîn an jî rexneya siyasî?
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya ji bo kurdîaxêvên xwe agahiyên girîng arşîv dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ew rojên ku Nîştiman ê hemûyan bû, bîranîn an jî rexneya siyasî?
Ew rojên ku Nîştiman ê hemûyan bû, bîranîn an jî rexneya siyasî?
Ew rojên ku Nîştiman ê hemûyan bû, bîranîn an jî rexneya siyasî?

Di çend salên borî de, awayê nivîsîna bîranînan di nava nivîskarên Kurd de gelek zêde bûye. Ew yek ji çend aliyan ve bo Kurdan giring e. yekem, ev e ku nivîskarên Kurd di wan bîranînan de beşeke zêde ya bûyerên siyasî û civakî ku xelkê asayî nizanin, eşkere dikin û xwandevanê Kurd hûrgiliyên bûyerên derdora xwe dizane û rêyekê dibîne ku wan bûyeran şirove bikin. Ji aliyê din ew berhem weke amûrekî xav li ber destê nivîskarên serdemê ye û dikarin valahiyeke mezin dagrin.
Tevî ku ew bîranîn bi tena serê xwe ne dîroke, lê belgeyên baş in bo piştrastkirina dîroka hevçerx. Tevî ku ew tevger vedigere bo zêdetir ji 10 salan berî niha lê piştî pirtûka Çêştî Micêwir a Mamosta #Hejar# gelek zêde bûn. Piştî belavbûna pirtûka Çêştî Micêwir bertek û nerînên cuda derketin. Kesên wek dîrok lê temaşe kirin gelek tişt têde dîtin ku guman li rastiya wan kirin, lê kesên weke hizra siyasî ya nivîskar temaşe kirin, ew bi giring nezanîn û gotin ku mamosta Hejar ew pirtûk di berjewediya aliyekî diyar de nivîsandiye. Lê kesên weke serbihora nivîskar û edîbek temaşe kirin, hem zimanê wê bi bilind nirxandin û hem jî geheştin wê baweriyê ku dibe bîranîn bi temamî wek wan tiştan nebe ku li ser erdê çêbûye, dibe ku hin mijar hatibin jibîrkirin, dibe ku hin tişt bi şaşî di bala wî de mabin, an jî dibe ku hin kes aciz kiribin û hin kesên din mezin kiribin. Eger em her yek ji van nerînan berçav bigrin, dîsan bo me xuya dibe ku pirtûkekî giring e, rewşa siyasî û civakî ya serdema jiyana nivîskar şîrove dike.
Yek ji wan pirtûkên ku di salên borî de her di vî warî de hatiye nivîsandin, bi pozetîf û negatîf şîrove li ser hatine kirin, pirtûka helbestvanê Kurd e ku piştre bû siyasetvan ku ew jî Heval Kwêstanî ye. Navê pirtûkê Dema ku Nîştiman a Hemûyan bû ku bi zaravayê Soranî dibe, ‘’Ew Katey Nîştiman Hî Hemûan bû ye, her piştî ku derket, du desteyan li hember hev bertek nîşan dan. Grubekê digotin ku Heval Kwêstanê wekî endamê Komeleya Rençderan rastiyên dîrokî berovajî kirine û tiştên nerast xistine stûyê rêberên siyasî yên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi taybet jî nerîna wî derbarê Nûşîrwan Mistefa rexne kirin û digotin ew tolhildana siyasî ye û Heval Kwêstanî dixwaze bi vê rêyê kesekî wek Nûşîrwan Mistefa lînç bike. Grubeke din vegotin û nivîsên wî bi karekî baş, netirs û wêrek didan zanîn.
Min çend mijar ji vê pirtûkê girtin.
Yek: Heval Kwêstanî jî wekî gelek kesên din ku bîranînên siyasî û civakî nivîsandine, tenê tawanbaran dibîne, çi wê dema ku li Radyoya Şoreşê bûye û çi serdema ku wek kadroyek erkên xwe cîbicî kirine, xwe ji hemû şaşî û kêmasiyekê dûr digre.
Lê dîsan jî pirtûka Heval Kwêstanî li cem min pirtûkek giring e. Ji ber ku ew pirtûk tenê hin bîranînan li xwe nagre, nivîskar rêbazeke edebî bo gotina serbihora xwe bikar tîne. Ew rêbaz dibe sedem ku nivîsa wî ji berhemê kesên din ku bîranînên xwe dinivîsin cûda be. Wate hem dawiya bîranînên wî wek romanekê ye û hem jî destpêka her beşekê weke romanekê şîrove dike û pêde diçe. Zimanekî edebî yê dewlemend jî bikar aniye ku ev zimanê paqij bi kêmî di nav nivîskarên niha de tê dîtin.
Herweha giringiyeke din a pirtûka Heval Kwêstanî ew e ku bûyeran şirove dike.
Wek tê zanîn di nivîsadina serbihoriyan de tenê tiştên çêbûne tên tomarkirin, nivîskar sedemên wan bûyeran şîrove nake û nirxandinê jêre nake û rexne jî nake, çawa bûyer çêbûne dinivîse lê ya ku Heval Kwêstanî kiriye cûda ye. Ew pirtûk tenê behsa wan serpêhatiyan nake ku di nava şoreşê de bi ser wî de hatine.
Pirtûka Dema Ku Nîştiman A Hemûan Bû tevî ku serbihoriya kesekî ye, heman demê de rexne kirina rewşa şoreşê ye li Başûrê Kurdistanê. Hejmareke kêm a nivîskaran û bi taybet nivîskarên aktîv ên siyasî ew kar kirine. Ew behsa bûyerên nava partiyekê de dike ku heta niha bixwe têde endam e û her ji aliyê wê partiyê ve weke endamê Parlementoya Iraqê hat hilbijartin. Ew behsa hemû şaştiyên serdema şoreşê dike. li şûna ku partiyên dijber rexne bike, serkirdatiya partiyekê rexne dike ku bixwe têde endam e û gelek karên giring bo wan kirine. Weke mînak du rêberên naskirî û navdar ên wê partiyê Celal Talebanî û Nûşîrwan Mistefa rexne dike, herweha ew rexneyên ji Nûşîrwan Mistefa digre tûnd in û bi hemberkirina li gel wan rexneyên ji Celal Talebanî digre, eşkere û berçavtir in, rexneyên wî asta herî bilind a desthilata wê demê ya partiya wî û serdema nûneratiya wî bixwe jî rexne dike.
Di nava pirtûka Heval Kwêstanî de, xwendekar tenê bedewiyên şoreşê nabîne, lê dizane ew şoreşa ku bi hezaran xortên Kurd xwîna xwe jêre dane di gelek qonaxan de rastî gendeliya siyasî û desthilatê bûye, weke mînak ew kesên ku Nûşîrwan Mistefa bi eşkere û bê ti sedemekê wan dikûje.
Heval Kwêstanî behsa tevahiya wan bûyer û tesfiyatan dike ku ji aliyê Nûşîrwan Mistefa ve hatine kirin, bi hûrî behsa wan dike, tevî ku tiştên wesa derbarê Celal Talebanî de nabêje lê tîne ziman ku Calal Talebanî jî agahdarê wan karan bû û xwe bêdeng kiriye.
Rexneya herî tund li hember Celal Talebanî ku heye dibêje; bi hewlên wî Komeleya Rençderan ku bixwe statûyeke siyasî ya bihêz bû li Başûrê Kurdistanê, ji wate û têgeha xwe hat valakirin û bi pêşniyara wî Nûşîrwan Mistefa bû sekreterê wê partiyê, ev jî di demekê de ku qet baweriya Nûşîrwan bi vê rêbazê nebû. Ew rojaney Nîştiman Hî Hemûan Bû awayeke din a helwêst û bîranînên siyasî nîşanî me dide. [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 596 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://kurdshop.net/ - 13-05-2024
Gotarên Girêdayî: 11
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 13-08-2019 (7 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 10-05-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 14-05-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 13-05-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 596 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.75 çirke!