Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,613
Wêne
  123,344
Pirtûk PDF
  22,043
Faylên peywendîdar
  124,654
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Qirkirina Dêrsîmê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Di cihê lêgerîna me de bi rastnivîsa rast bigerin, hûnê encamên xwestinê bibînin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Qirkirina Dêrsîmê
Qirkirina Dêrsîmê
=KTML_Bold=Qirkirina Dêrsîmê=KTML_End=

Di sala 1937 'an de li eyaleta #Dêrsim# ê li bakurê Kurdistanê tarîtiyeke mezin dest pê kir.
Kurdshop – Di seranserê dîroka nûjen de li Rojhilata Navîn bi qasî ku gelê Kurd di bin zextan de bû, tu netewe û kesayetên girêdayî tu netewên din neketine bin zextên pergalên siyasî. Bi taybetî piştî ku sîstema modern a dewlet-netewe li Rojhilata Navîn û ji aliyê dewletên dagirker ên Kurdistanê ve hat hizirandin û ji bo çêkirina wê xebitîn Bi dehan tevgerên li dijî dijmin û dagîrkerên Kurdistanê bi pêşengiya rêberên Kurdan hatine meşandin Di vê nivîsê de ez ê çarenûsa yek ji van lîderan nîqaş bikim.
Di sala 1937 'an de li eyaleta Dêrsimê li bakurê Kurdistanê tarîtiyeke mezin dest pê kir. Leşkerên Tirk ên êrîşî herêmê kirin, li gorî çavkaniyên cuda di navbera 65 û 70 hezar Kurdên Zaza de jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes dûr xistin. Martin Van Bruinsen, di nivîsa xwe ya Kurd paqijkirina nijadî û tepisandina serhildana Dêrsimê de bûyerê bi berfirehî vedibêje. Hêzên bejayî û asmanîyên Tirkiyê bi hemû hêza xwe pîkol kirine da ku kurdan biçewisînin û wek jêderên jorê dan xuyakirin ku 50 hezar heta 70 hezar kes li Dêrsimê hatine kuştin. Çavkaniyên dewleta Tirk her çend van îstatîstîkan red bikin jî, hejmara mirovên li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dane bi 12 hezarî re didin ber hev.
Di gotara bi sernavê Ji sala 1937'an heta 1938'an li Dêrsimê çi qewimî de hat gotin ku di 4'ê Gulana 1937'an de civîna Desteya Wezîran û Meclîsa Tirkiyê hatiye nîqaşkirin:
Divê Dêrsim bê qedexekirin. Divê Kurd li nava civaka Tirkiyê asîmîle bibin. Divê hêzên çekdar li hemû Dêrsimê bigerin û heta li şikeftên ku mirov xwe lê vedişêrin bigerin û divê her kes ji işkeftan derkeve û bên kuştin û veguhestin û sirgûnkirin.''
Di gotareke din a bi navê Tirkiye û Grûpên Ziman û Etnîkî de hat ragihandin ku nêzî 700 hezar mirov neçar mane welêt biterikînin, mal û halê xwe bicîh bihêlin û herî kêm 350 hezar kes di rêze-êrîşan de hatine kuştin.
Ev tevger di dema paqijiya etnîkî ya Ermeniyan de hat meşandin û bû parçeyek ji plan û bernameya dewlet-netewebûyînê ku di dema avabûna Komara Tirkiyê de ji aliyê Ataturk ve destpê kir.
Lê belê gelek delîlên dîrokî îspat dikin ku rejîma Tirk ne tenê ji kurd jenosîd, di heman demê de Ereb jî jenosîd kiriye. Mûsa Anter di pirtûka Bîranînên xwe de di rûpela 64 'an de wiha dinivîse: Li navçeya Hatay ya Tirkiyê, ereb hebûn lê ji wan gotibûn bêjin em tirk in! Karsazekî ereb bi navê Mistefa Fendî, ku xwedan kargeha cotkariyê bû û wek nûnerê beşek ji ereban dihat nasîn û tevî ku tirkiya wî zêde baş jî nebû, di gotarekî de rû li hejmarek welatiyên ereb kiribû û gotibû: Wellehî em tirk in! Bîllehî em tirk in! Tillehî em tirk in! Bi Quran em tirk in…!
Di wê serdemê de ku serhildana Dêrsimê destpê kiribû û li aliyekî din, êrişên li dijî wê serhildana kurdan jî berfirehtir dibûn, Mûsa Anter, ku di dema bûyerên Dêrsimê de hebû, li ser rêberê serhildana Dêrsimê, Seyîd Riza dibêje: Seyîd Riza rêberiya serhildana Dêrsimê dikir. Xanima wî, Besê jî pêşengtiya grûpeke gerîlayî dikir. Ji ber wê jî her roj li rojnameyên Stenbolê êrişî Besê Xanim dihat kirin.
Fermandeyê wê demê yê hêzên asimanî yên Tirkiyê, Muhsîn Batûr sala 1985 di gotarekî de bi navê “Serpêhatî û Nerînên Piştî Perdeya Sê Dewrên Cuda” de dinivîse: Sala 1938 bi yekcarî em li Elezîzê bicîh bûn lê piştî hatina fermanekî ji Enqerê, ligel yekîneya xwe beşdarî rêgirîkirina tevgera Dêrsimê bûn. Lê bila xwîner biborin, ez naxwazin wan tiştên ku wê demê rû dan, binivîsim.”
Ew bûyerên ku fermandeyê hêzên asimanî yên wê demê yên Tirkiyê xwe ji nivîsandina wan vedidize û rûyê wî nayê vebêje, kuştar û komkujiya kurdên Dêrsimê ye ku ji aliyê yekîneyên asimanî yên wî ve hatibû encamdan.
Mûsa Anter di rûpela 70 ya pirtûka xwe de, behsa bîranîna xwe ligel yek ji efserên pilebilind yên artêşa Tirkiyê dike ku beşdarî serkutkirina serhildana Dêrsimê bûye. Navê wî efserî, Secacedîn bûye û wiha dibêje:
“Li Dêrsimê me dest bi operasyoneke mezin ya jinabirinê kiribû. Li nav işkeftekî de me malbatek dît ku zilamekî pîr ligel zarokekî 4-5 salî û dê û bavê wî bûn. Me yên mezin kuştin û yên din jî me bi saxî hîştin ji bo ku em zanyariyan ji wan bistînin. Lê ne tenê zanyarî nedan me, belkû dema yek ji firokeyên me yên serbazî bi ser me de firiya, wî zarokî parçeyek dar wek çek dirêjî firokê kir. Min jî ferman da wî bijî bikujin û yekser hat kuştin.”
Em di vir de li aliyekî hovîtî û zilma serbazên tirk li dijî kesên sivî û pîr û belengaz dibînin û li aliyekî din mirov dibîne ka çawa bi rengekî hovane zarok kuştine. Helbet tişta balkêş, helwesta zarokekî ye li hember dijmin, tevî ku dê û bavê wî li ber çavên wî kuştine lê wî bi parçe darekî hêrsa xwe li dijî dijmin nîşan daye û ev jî ruhê serhildanekî ye ku heta niha jî li nav kurdan de maye.
Wî efserê tirk behsa hinek hovîtiyên xwe li Dêrsimê dike û dibêje:
“Rojekî me bi hezaran kurd li nav işkeftên Dêrsimê de girt û birin deştê û fermana kuştina wan hat dayîn. Fermandeyê me got, pêwîst nake ew qas fîşek bo kuştina wan were bikaranîn, ji ber wê jî wan bavêjin çemê Munzurê bila tê de bixeniqin! Me jî kom bi kom ew dibirin û ser pira Munzurê de davêtin nav çem. Yên ku nedihatin jî, me bi darê zorê dibirin û davêtin nav çem. Wan xwe dabûn hev û destê hev girtibûn ji bo ku em nekaribin bi hêsanî wan bibin lê bê sûd bû, ji ber ku yên ku nediçûn ser pirê, serbazan bi daran li wan didan û neçar dikirin berê xwe bidin pirê. Li ber pirê jî çend serbaz hatibûn bicîhkirin, ji bo ku nehêlin tu kes ji nav çem derkevin û xwe rizgar bikin.
Di piraniya çavkaniyên şer cîhanî yê duyem de hatiye behskirin ku serbazên Almana Nazî ligel neyarên xwe bi taybet cihûyan, wisa reftar kirine û ji bo ku fîşekên wan heder neçe! bi şêwazên sosret kuştine; wek birçî hîştin û xeniqandin. Ewa ku artêşa tirk û hizra faşîstî ya dewleta Tirkiyê kiriye û beşek jê li ser Dêrsim û şoreşgerên wî bajarî û xelkê sivîl de aniye, tenê beşek ji jenosîda netewî ya gelê kurd e ku ji aliyê neyar û dijminan ve di heyama sedsala borî de bi ser de hatiye û di encam de rêberên wê serhildanê bi taybet Seyîd Riza ji aliyê dijminên gelê kurd ve hatin bidarvekirin. Seyîd Riza di dema bidarvekirinê de jî bi mêrxasî çû ber dara îdamê û bi destê xwe kindir xist stûyê xwe û bo netewa xwe şehîd bû. Hizra rizgarîxwazî û ser neçamndin bo dijminan ya Seyîd Riza, heta niha jî li nav kurdan û Kurdistanê de bi rengekî bihêz maye.
Dîtin û xwandina serhildana Dêrsim ji çav û bîranînên kesên ku beşdarî serkutkirina wê serhildanê bûne, gelekî girîng e. Ji ber ku kesên han kesên normal nebûne û berpirsiyartiya wan ya yasayî hebûye. Di warê derûnê de jî şêwaza reftarên fermande û efserên tirk ligel kurdan, herî kêm bi qasî reftarên serbazên Nazî ligel cihûyan, hovane û kirêt bûye û pêwîstî bi vekolîn û dûvçûneke zêde heye û heta pêwîst e ew bûyer bibin belgefîlm û bi zimanên din jî bên tercumekirin, ji bo ku rûçkê faşîzma li dijî kurdan zêdetir derkeve holê û riswa bibe.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,675 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://kurdshop.net/ - 11-12-2023
Gotarên Girêdayî: 22
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 17-02-2023 (2 Sal)
Bajêr: Dêrsim
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 11-12-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 15-12-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 15-12-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,675 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.203 çirke!