Navê pirtûkê: Hêka Kelandî û Noka Kelandî
Navê nivîskar: #Rêdî Seîd#
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Wardoz
Sala çapê: 2022-09-23
Hijmara Rûpel: 248
Hêka Kelandî û Noka Kelandî
Seta Werzebayê ji 5 pirtûkan pêk tê. Bi giştî 50 çîrokbêjên herêmên curbicur; 212 çîrok, xebroşk, destan û serpêhatî gotine. Di vê pirtûkê da 17 çîrokbêj û 56 berhemên wan hene. Rêdî Seîd nêzî heft salan mîna derwêşan li gundan û civatan bû mêvan û wî ew berhemên mîrateya me ya devkî qeyd kirin, bi baldarî deşîfre kirin û li ser kaxizê raxistin, ango ew ji mirinê rizgar kirin.[1]