Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,064
Wêne
  123,206
Pirtûk PDF
  22,020
Faylên peywendîdar
  124,344
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
12 ÎLONÊ 1980 destpêka şikandin û têkçûnê ye. (4)
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Xebatên xwe bi formateke baş ji Kurdipediyayê re bişînin. Emê wan ji bo we arşîv bikin û ji bo we biparêzin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Cano AMEDÎ
Cano AMEDÎ
12 ÎLONÊ 1980 destpêka şikandin û têkçûnê ye. (4)
Cano AMEDÎ
Sedemên ji dervayê me pir in. Bi kurtayî, kêm xwendina sîyaseta navnetewî, nezanîya têkilîyên navbera dewletên dagîrker, sîyaseta di navbera her du sîsteman de û nenaskirina pergalên rêvebirîya dagîrkeran bi serê xwe problem bûn.
Tune bûna sîyasetek îtifaqên rasteqîn, lawazbûn û tunebûna karên dîplomasî bi xwe re malwêranî anî holê. Têkilîyên Tirkîyê û NATO yê, têkilîyên Tirkîyê û Sovyetê, girîngîya jêopolîtîkbûna heremê û rolên dewleta Tirk, dewleta Îran û sîstema Baasî`yan ji bo herdu sîstemên dijber çi bûn; baş nehatbû zanîn.
Di bijartina hevalbendên îttîfaqên derva de, kadroyên wê demê ne xwedî tecrûbe û zanyarîyên mezin bûn. Di nav herdu sîstemên statukoparêz de bê dost û bê hevalbend bûn. Di warê dîplomasî û îttîfaqên rasteqîn de xam û nezan bûn.
Sîyaseta derva li gor berjewendîyên netewî ne dimeşîya. Berjewendîyên rêxistinî, rê nedida berjewendîyên netewî. Têkilîyên li ser bingeha berjewendîyên rêxistinî hatin damezrandin, demek şûnda dest û lingê xwedîyê xwe girêdida.
Bi giranî rêxistin û partîyên Kurd ji xwe re weke Qîble Moskow, Pekîn û Tîran hilbijartibûn. Nakokîyên navbera wan dewletan de, li Kurdistanê di nav refên şoreşgeran de dibû sedemên pefçûn, kuştin û veqetandinan. Ev tabloya hanê bi serê xwe trajedî û wêneya wê demê radixe ber çavan!
Dewleta Tirk, du sal berîya 12 îlonê, dest bi amedekarîya hilweşandina tevgerên Kurd kir. Hêzên xwe, tevger û aparatên xwe ji nûve dîzayn kir. Sosyolojîya civakê û ya rêxistinan baş tahlîl kiribû. Pişt re berê wan dan “bin xetê”…
Çima “mazûbanîya” Rojhilat, Başûr an “biraderê mezin” Sovyetê nehat qebûl kirin, ya “bin xetê” pêkhat? Sedemên bingehîn çi bûn? Ji bo çi Şam/Sûrî? Çima ne Rojhilat û ne Başûr bû?
Rola yekîtîya Sovyetê, rola dewleta Bûlgarî ku berdevkê Sovyetê bû, rola Partîyên Komunist ya Tirkîyê Sûrî û İraqê çi bû? Têkilîyên di navbera Kemalist û Baasîyan de çi bûn? Kê ji bo çi, li dijî pergala emperyalîzmê Baasî û Kemalîst weke hevparên xwe yên pêşverû didîtin? Di seneryoya “bin xetê” de rolên Baasîyan, Kemalîstan û ya hevrêyan (Tavarîşan) çi bûn?
Eger rojekî bi zimanêkî zelal û ji dil, bersîva van pirsan bê dayin, ez bawerim wê gelek rûpelên tarî ronî bibin! Berîya 12 îlonê sekreter û endamên komîta navendî yên kîjan partîyan bi balyozxana Sovyetê re, bi ya Bulgarîyan re hevdîtin kirin?
Berî 12 Îlonê kîjan serok û sekreter çûn Sofya`yê dive, êdî bê gotin! Bê ronî kirin! Kîjan hêz bûn, çend meh berê hişyarîya hatina 12 Îlonê girtibûn? Di biryara “paşve kişandinê” de rol û telkîna hevrêyan gelo hebû an na?
Hatina 12 îlonê gelek vekirî û li ber çawan bû, çima tu amadekarîyek pêk nehat? Min bi xwe heta îro bersîva van pirsan ne bihîstîye. Piştî 12`yê îlonê, çima hemû rêxistin û partîyên Kurd derbasî Sûrî bûn? Li gor min, bersîva gelek pirsan, di bersîva vê pirsê de veşartîye! Ez di wê bawerîyê de me ku gelek kadro û tevgerên wê demê hînê jî haya wan ji wê TOFANê tune ye, an naxwazin rû bi rû bibin!
Çima hemû partî û rexistinên Kurdistana bakûr, li Sûrî bi hev ketin û perçebûn? Çima çareserî li ser rîya Şamê û Ewropa dîtin, divê bê zelal kirin! Xwedîyê wê asoyê û wê projeyê kî bûn? Geşkirin û pifkirina agirê nav rêxistinan de ji alîyê kê ve dihat meşandin? Ew problemên li qadê dihatin çareser kirin, çima bi destê hinek alîyan dibûn problemên kor û bêçare?
Eger tevgera netewî bersîva van pirsan bi şêweyek zelal û objektîf bide, ez bawerim wê ji bo sibêrojê karekî pîroz bikin. Divê mirov bi aqlê selîm, bi têgiştin û zanyarîyên demê, hevdû ne êşîne û bi hev ra li bersîvên van pirsan bigere. Wê bidome…[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,679 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://portal.netewe.com/ - 06-06-2023
Gotarên Girêdayî: 12
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 30-10-2020 (5 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 06-06-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 07-06-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 07-06-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,679 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.141 çirke!