Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,530
Wêne
  123,334
Pirtûk PDF
  22,043
Faylên peywendîdar
  124,619
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Berpirsîyarîya Rewşenbîr û helwesta sîyaseta şaş
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Wêneyên dîrokî dewlemendiya netewî ye! Ji kerema xwe re, bi logokên xwe, nivîs û rengên xwe, nirxa wan kêm nekin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Berpirsîyarîya Rewşenbîr û helwesta sîyaseta şaş
Berpirsîyarîya Rewşenbîr û helwesta sîyaseta şaş
=KTML_Bold=Berpirsîyarîya Rewşenbîr û helwesta sîyaseta şaş=KTML_End=
Cano AMEDÎ

Dem hene sed salan carek bi dest dikeve. Derfet û firsatên zêrîn di demên dîrokî de derdikeve holê. Piştî şerê yekemîn û yê duyemîn ji ber ku gelê Kurd ne xwedî hêz û organîzasyon bûn, ji wan demên zêrîn îstîfade nekirin. Ne xwedî rêxistin û pêşengîyek demî bûn, li ser masê cîhê wan ji alîyê dijmînê wan ve hatibû dagirtin.
Niha jî gelê Kurd bi demek dîrokî û zerîn ve rûbirû ye. Em dikarin bêjin: bingeha şerê sêyemîn dest pê kirîye û heta kîjan demî wê bajo em nizanin. Lewra sîyasetmedar û partîyên me yê qirase, di bin bandora salên 1970 an de, di bin sîya îdeolojî û olan de de ketine nava zikrê. Ne haya wan ji sîyaseta dinê heye ne jî rastîya îro ku bandora xwe li dunyê belav dike qebûl dikin!
Rewşenbîr û zanayê me, weke murîdên şexan, her yek di bin kon û çadirekî de li pey xwarin û berjewendîyên şexsî dimeşin, ji şaşî û çewtîyan re fetwa derdixin û kêmasî û xirabîyên civakî li gor daxwaza serdestan şîrove dikin. Civatê weke kerîyê pez kedî dikin. Em baş dizanin ku rol û berpirsîyarîya rewşenbîran li dijî şaşî û çewtîyan derketin e. Ew bi helwestên xwe yên azad civatê perwerde dikin û rê û rêbazên demkî pêşkeşî partî û rêxistinan dikin. Wan kontrol dikin, rexne dikin ji bo ku li dijî berjewendîyên civatê tevnegerin. Civatek kedî kirî, her tim kolê hêzên serdest in. Ger hûn li ser navê rewşenbirî û pêşengîyê civatê yek deng, yek reng û xwedî yek berçavkekî bikin, hûnê zirara herî mezin bidin civatê… Divê rewşenbîr ne li pey post û maqaman be, ne jî li pey berjewendîyên şexsî be. Divê di hemû deman de, xwedî şopek rast û zelal be. Li ber tu hêzekî an li ber tu derîyekî xwe netewîne û xwe nefiroşe! Di dirokê de mînakên balkêş hene! Lê yên dixwazin dikarin li jiyana Mamoste Îsmaîl BÊŞİKÇÎ binhêrin û jê dersan bigirin….
Dagirker û hevalbendê wan welatê me perçe kirine. Sînorên erdnîgarî û yên dêrûnî (psîkolojîk) di mêjîyê me de çê kirine. Lİ gor dabeşkirina perçan, bingeha mêjîyê civata me perwerde kirine. Emwek netew û welat nafikirin û bihevre tev nagerin. Ji bo me perçê em lê dijîn û partîya me ye, serokê me esasî ye! Ji bilî me herkes, hemû hêz û qewet nebaşin, çewt in, şaş in û xayin in! Em li dijî birayê xwe yên perçê din, pir êrîşkar û dijwarin! Çavsorîya herî mezin, em li dijî hev dikin. Dijmînê rûreş êrîşê me dike, em sedemên êrîşan, birayê xwe nîşan didin û neyartîya wan dikin. Em li wan gefan dixun: “ka emê çi bînin serê we!” Zana û rewşenbîr jî li çepikan dixin û fetwayê xirabîyê şîrove dikin. Tu kes napirse gelo hûn çima ewha dikin, çima hûn derîyên biratîyê digirin? Hun çima li hemberî birayê xwe tûj in, li dijî neyarê xwe xwedî gazin û lome ne! Em dikarin ji bo tiştekî pir sivik, îradeya hevûdu binpê bikin; lê qîmetê bidin dijmînê xwe!
Em rojek ji rojan, ji xwe napirsin, gelo Gelê Kurd, çima heta îro ji fersend û derfetên dîrokî sûdmendîyek (jê îstîfade kirinek) berbiçav wernegirtîye? Gelo bê tifaqî qedera me ye? Gelo ŞAM, BAXDAT, TAHRAN û ENKERA çima bi me şêrîn e? Çima HEWLÊR, MAHABAD, AMED û QAMİŞLO tehl û tirş e? Çima em şêrîn û qîymetên xwe bi tehlê xelkê diguherin? Çima?
Di salên 1970-1980 an de, cîhên “pîrozgeh” Moskova, Pekîn, Tîran, Rîyad, Wasington û London bûn(!) Demek li welatê me û li Dunyê bayê “Maoperest”, “Stalînperst”. “Enver Xocaperest” belavbû bû. Xuyaye neyarên gelê Kurd ji bo berjewendîyên Kurdîstanî pêşnekevin, dixwazin gelê Kurd ji hev dûr bixin. Kî rexneyek an helwestek cûda digire, bi tawanbarîya murîdîyê bi nav dikin. Dixwazin di nav civatê de, bibêjin: “filankes ….perest e!” Kirasê li ser wan e, dixwazin li herkesî bikin.
Çima em hevdû di nav çamûra “îdelojî û olîtî” yê de digevizînin?
Çima em hevdû bi “îzm” û “cî” yan gunehbar dikin?
Çima her tim li ser şopa “îzm û perestî” yan dimeşin?
Çima her tim weke murîdan kêmasî û şaşîyên şexsên xwe pîne dikin?
Çima berjewendîyên gelê Kurdîstanê dikin qurbana berjewendîyên partî û hizban?
Çima pêwendî û têkilîyên nav xwe li ser hûqûqa biratî û Kurdîtîyê serast nakin?
Çima bendavan di nav xwe de ava dikin û biratîya navxwo binpê dikin?
Çima biratîya gelên serdest ji wan re ji ya gelên wan şêrîntir e?
Çima ji îradeya serdestên mêtinkar û nîjadperest re hurmet dikin, lê ji ya birayê xwe yê demokrat re nakin?
Bi kurtayî pêwîstîya me hemûyan bi parastina yekrêzîya berjewendîyên Kurdîstanî heye. Tu partî, tu serok an tu kesayetek, bi serê xwe nikare rewşa welatê me biguherîne.
Gavên hevpar, helwestên hevpar, armancên hevpar û berjewendîyê hevpar me digihîjîne berjewendîyên giştî û Kurdîstanî..
Em baş dizanin ku pêwîstîya me hemûyan, bi qasî av û nan bi helwestên netewî û Kurdîstanî heye.
Ev helwestên hanê, ji bo rizgarîya netewa Kurdîstan, bi qasî nan û av pêwîst e!!!! [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,664 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://portal.netewe.com/- 02-06-2023
Gotarên Girêdayî: 44
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 29-07-2021 (4 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Komelayetî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 02-06-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 03-06-2023 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,664 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.203 çirke!