Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,794
Wêne
  123,936
Pirtûk PDF
  22,082
Faylên peywendîdar
  125,640
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Îsmaîl Îbrahîm - Îsmaîl Dêrik
Pol, Kom: Şehîdan
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya arşîvên me yên neteweyî û welatî bi awayekî objektîv, bêalîbûn, berpirsiyarî û profesyonelî tomar dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Îsmaîl Îbrahîm
Îsmaîl Îbrahîm
Nasnav: Îsmaîl Îbrahîm
Nav û paşnav: Îsmaîl Dêrik
Cihê jidayikbûnê: Dêrik - 1960
Dîroka tevlîbûnê:Dêrik - 1984
Dîrok û cihê şehadetê: Wan #26-06-1990#

=KTML_Bold=Jînameya Şehîd:=KTML_End=
Gelên ku tiyên azadiyê ne şoreşger û têkoşer afirandin. Di nava zar û zêcên xwe de hezkirina welat çand da ku hêvî û armancên wê bi cih bînin. Gelê Rojava ji gelên azadîxwaz û aştîxwaz e ku bi hezaran têkoşer afirandin. Yek ji wan jî şehîd Îsmaîl Dêrik e.
Îsmaîl Îbrahîm di sala 1960'an li gundê Girê Şêra (Til Xenzîr) ê herêma Koçerat tê dinê. Di sala 1984'an de tevî refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibe û di 26'ê Hezîrana 1990'î de şehîd dibe.
Îsmaîl Dêrik di malbateke welatparêz de mezin dibe ku bi ramanên rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Malbat ji 4 bira û 5 xwişkan pêk tê. Îsmaîl ê herî mezin e. Malbata şehîd Îsmaîl li gundan dijî ku debara xwe bi çandinî û xwedîkirina sewalan peyda dikir.
Xwendina xwe ya seretayî li dibistana gundê Til Xenzîr temam dike, piştre diçe bajarê Dêrikê da ku xwendina xwe ya asta navîn û amadehiyê li wir berdewam bike, di wê demê de dibistanên navîn û amadehî li gundên Dêrikê tune bûn. Îsmaîl sala 1979'an bawernameya amadehiyê ji Dibistana Yûsif El-Ezman diqedîne û diçe Şamê da ku fakulteya endezyariya medenî bixwîne.
Di sala 1983'yan de diçe Beyrûtê paytexta Lubnanê û tev li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz dibe. Sala 1984'an diçe çiyayên Kurdistanê. Di sala 1985'an de dîsa vedigere Rojava da ku xwendina xwe ya zanîngehê temam bike. Li gel xwendinê xebatên siyasî û rêxistinî di nava partiyê de didomîne.
Sala 1986'an dîsa diçe Beyrûtê û ji wir diçe çiyayên Kurdistanê. Di sala 1986'an de vedigere Lubnanê û beşdarî Kongeya Sêyemîn a PKK'ê li Beqaayê ya Lubnanê dibe, ku li wir Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê (ARGK) tê damezirandin ku dikeve şûna Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK). Di kongreyê de gelek biryar ji bo pêşxistina xebatên partiyê û zêdekirina hejmara endamên wê hatin dayîn.
Di kongreyê de şehîd Îsmaîl wek endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê tê hilbijartin. Îsmaîl kesê yekemîn ji Rojava ye ku dibe endamê komîteya navendî ya partiyê û yek ji damezirînerên Eniya Rizgariya Kurdistanê ye.
Şehîd Îsmaîl li gelek herêmên Rojava, Sûriye û Bakurê Kurdistanê kar û xebatê dimeşîne.
Di dawiya meha Hezîrana sala 1990'an de di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de li herêma Wan ya Bakurê Kurdistanê şehîd dibe.
Birayê şehîd Îsmaîl Dêrik, Zinar Îbarahîm di salvegera şehadeta birayê xwe de ji ANHA'yê re axivî. Zinar dibêje: Şehîd Îsmaîl di dawiya sala 1970'yî de tevî çend hevalên xwe Ezîz û Sefwan tev li tevgera siyasî dibe. Destpêkê pirtûk ji zimanê erebî wergerî zimanê kurdî dikir û belavokên rêber Abdullah Ocalan jî werdigerandin.
Zinar bi domdarî dibêje: Şehîd Îsmaîl bi sîfetên xwe yên baş dihat naskirin ku ji jiyana gundîtiyê wergirtiye. Di civaneke aştiyane de mezin bû. Ji destpêka ciwantiya xwe de rihê welatparêziyê li gel wî xurt bû, her ku mezin dibe ev taybetmendî zêdetir dibe ta tev li refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû.
Zinar anî ziman ku şehîd Îsmaîl di dibistanê de yê yekemîn bû, cave malbatê li derçûna wî bû, kengî xwendinê xwe biqedîne da ku di aliyê madî de alîkariyê bike ji ber ku yê mezin bû. Lê piştî xwendina xwe qedand qebûl nekir ku wekî karmend li gel dewletê bixebite, rêya azadiyê pejiranad û tev li refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû. Şehîd Îsmaîl ev biryar da ku da ku azadiyê ji gelê xwe re bîne ku mêtîgerên Kurdistanê ji dest biribû. Şehîd Îsmaîl hemû hêz û enerjiya xwe xist xizmeta doza xwe.
Zinar diyar kir ku şehîd Îsmaîl di hemû waran, çandî, civakî, siyasî û ta hunerî mutemekin bû, ji ber ku hertim pêşeng bû. Bi exlaq û mutewazinbûna xwe dihat naskirin, ji ber wê cihê xwe di dilê her kesî de çêkir.
Zinar anî ziman ku şehîd Îsmaîl di zimanê Kurdî de gelek xurt bû, bi dehan pirtûkên erebî wergerî kurdî kirin, di nav de pirtûka Kesayetî û gelek pirtûkên Rêbertî.
Birayê şehîd, Zinar got Şehadeta Îsmaîl ji bo malbatê birûskek bû û valahiyeke li herêmê çêkir, ji ber wê bi dehan xort û keç da ser şopa wî û tev li refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûn, gelek wan şehîd bû. Di merasîmê wî de xwişka min şervîn Dêrik çeka wî hilgirtin û beşdarî refên Tevgera Rizgariaya Kurdistanê dibe û di sala 1998'an de şehîd dibe.
Zinar di dawiya axaftina xwe de got, şehadeta Îsmaîl û hevalên wî Medenî û Ceger li herêmê deng veda ji ber ên destpêkê bûn ku li herêmê şehîd dikevin.
Hevalê şehîd Îsmaîl ê zarokatî û xwendinê Remezan Hesen bi bîr xist ku wî û şehîd Îsmaîl rojên xwe li gund derbas kirin ta merheleya seretayî bi dawî bû, piştre bi hev re diçin Şamê da ku xwendina xwe ya zanîngehê temam bikin.
Hesen li ser kesayeta şehîd Îsmaîl, meyl û xebata wî ya siyasî ev tişt parve kir: Şehîd Îsmaîl xwedî rihekî welatparêz bû, ev yek di sala 1977'an de di dema ciwantiya wî de diyar bû. Di sala yekemîn a fakulteya endezyariya medenî li Şamê di sala 1979'an me odeyek li devera Mezayê kirê kir, em salekê li wir man. Piştre şehîd Îsmaîl biryar da ku ji Mezayê biçe Rukenedîn, ji ber ku taxa Meza ji bo çalakiyên siyasî ne guncaw bû ku hêzên ewekariyê yên rejîmê lê pir bûn. Ji ber vê taxa Ruknedîn pejirand ji ber ku Kurd lê hene û mala siyasetmedar Osman Sebrî lê bû.
Hesen wiha domand: Pîrozbahiya Newroza 1979'an ku Eyn Fîca ya Şamê tê bîra min. Şehîd Îsmaîl Newroz bi rê ve dibir, her tim banga pîrozbahiya şahiyên neteweyî dikir. Di wê demê de rejîma Sûriyê şahî qedexe kiribû.
Endezyar Hesen bi bîr xist ku piştî xwendina zanîngehê bi dawî kir, têkiliyên wan qut bû, ji ber ku ew vedigere herêmê û şehîd Îsmaîl diçe Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a Lubnanê û got hevdîtina dawîn piştî 4 salan ji qutbûnê bû, di sala 1988'an bû.
Remedan Hesen jî piştrast kir ku şehîd Îsmaîl bi taybetmendiyên xwe yên baş û mutewazîbûna xwe gelek kes kişandin aliya xwe, şehadeta wî bandoreke mezin li herêmê çêkir, piştî şehadeta wî bi dehan ciwanên herêmê da ser rêya têkoşîna wî ya şoreşgerî.
Ji kesayetên ku ji zarokatiyê de bi şehîd Îsmaîl bandor bûn Yûsif Hacî ye û dibêje: Dema ku şehîd Îsmaîl ji zanîngehê vedigeriya şêniyên gund mezin û biçûkên wê serdana wî dikir, ji ber mutewazî bû û rêz ji derdorê re digirt û ji ber têkiliyên wî yên civakî cihekî xwe di civakê de çêkir.
Hacî destnîşan kir ku xwendekarên gundê Girê Şêra bi kesayeta şehîd Îsmaîl ve girêdayî ne, bi dehan xwendekar tev li refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûn û wiha anî ziman: Şehîd Îsmaîl li Bakurê Kurdistanê çalakiyên siyasî yên tevgerê meşandin, bi taybet li Wanê cihê ku lê şehîd bû. Bi dehan ciwanên Bakurê Kurdistanê piştî şehadeta wî tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûn.[1]
Ev babet 1,173 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 16-05-2023
Faylên peywendîdar: 10
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Şehîdan
Zimanê babetî: Kurmancî
Rojbûn: 00-00-1960
Dîroka Şehadetê: 26-06-1990 (30 Sal)
Cih (Şehîdbûn): Wan
Cihê jidayikbûnê: Dêrik
Cureyên Kes: Leşkerî
Cureyên Kes: Berdevkê leşkerî
Netewe: Kurd
Partî: PKK
Welat - Herêm (Şehîd): Bakûrê Kurdistan
Welatê jidayikbûnê: Rojawa Kurdistan
Zayend: Nêr
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 16-05-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Emîr Siracedîn ) ve li ser 16-05-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Emîr Siracedîn ) ve li ser 16-05-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,173 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.178 KB 16-05-2023 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 4.922 çirke!