$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Tolhildan Artêş
Nav paşnav: Mehmet Vûral
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Îdê-Abdûlhalîm
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Nûrhak li yek ji navendên berxwedanê ku têkoşîna me ji roja pêşî ve li herêma Serhatê ku agirê berxwedanê yê Kurdistanê tim li ser quntarên çiyê geş dibe, li Wanê ji dayik bûye. Hevrêyê me Nûrhak di malbat û derdoreke ku çanda welatparêzî û berxwedanê tê de esas, tê dinê û bi kevneşopiya têkoşînê mezin bû. Bi heyraniyeke mezin a ji bo Rêber Apo û gerîla, bi xeyalên roja ku tevlî nava refên gerîla bibe mezin bû. Hevrêyê me yê ku ji pêkanînên dijmirovahî yên dewleta Tirk a dagirker a li dijî gelê me yê bindest gelekî hêrs bû, di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû û hêrs û kîna xwe veguherand qada têkoşînê ya rêxistinkirî.
Hevrê Nûrhak ku li Xakûrkê perwerdeya xwe ya şervaniya nû qedand, bi coşeke mezin li heman qadê dest bi pratîkê kir. Hevrêyê me ku demeke dirêj di nava pratîkên giran ên kedê de cih girt, di nava hevrêyên xwe de bi kesayetiya xwe ya kedkar , fedekar û bi helwesta xwe ya bê tawîz a li ser jiyan û xebata rêxistinî tê naskirin. Her tim xwedî moralek bilind bû û moralê derdora xwe bilind dikir. Hevrêyê me yê ku bi Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û şehîdên wê yên nemir re xwedî girêdanek bênavber û azweriyeke mezin e, ti carî şehîdên me ji bîr nekiriye û jiyana wan bi hevrêyên xwe re parve kiriye. Ji bo ku têkoşîna me ya di bin pêşengiya felsefeya Rêber Apo de pêşketiye, baştir were fêmkirin, her tim di nava hewldanek de bû. Hevrêyê me Nûrhak ku li ser esasê bilindkirina nirxan bi xebata di nava Partiyê de cih girtiye, di avabûna gelek nirxan de bûye alîkar û coş û kelecana wî ya di nêzîkatiya li peywirên Partiyê de şopên nayê jibîrkirin li ser hemû hevrêyên xwe hiştiye. Hevrêyê me ku taybetmendiyên kesayetiya milîtanî ya ku di xeta Rêber Apo de dikare bersivê bide pêwîstiyên serdemê bi pêş xist û di demeke kurt de di xeta fermandariya pêşeng de pêşketineke mezin nîşan da, karî bi şêwazê milîtanî nêzî wezîfeyan bibe û bi serketineke bilind bi encam bike.[1]