$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Kemal Evîn
Nav paşnav: Gaffar Kaya
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Asiye-Suleyman
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Kemal li bajarê Colemêrgê yê welatparparêz ji dayik bû ku li gel êrîşên înkar, îmha û asîmîlasyonê yên deleta Tirk a faşîst mêtinger ti carî dest ji çanda berxwedanê û dilxwaziya jiyana azad bernedaye û her tim di nava têkoşînê de ye. Hevrêyê me Kemal li vê xakê mezin bû ku têkilî û girêdana civakî ya bi nirxên Kurdistanî û kevneşopiya berxwedanê ya dîrokî xurt e. Ev taybetmendî di kesayetiya xwe de jî bi cih kir. Hevrêyê me di temenekî biçûk de zext û zordariya dewleta Tirk a mêtinger dît û kete nava lêgerîna têkoşîna li dijî dagirkeran. Di dema xwendina zanîngehê de felsefeya Rêber Apo û berxwedana dîrokî ya PKK'ê ji nêz ve nas kir û gihîşt wê baweriyê ku zemîna têkoşîna rasteqîn ji bo ciwanên Kurd, çiyayên qedîm ên Kurdistanê ye, lewma sala 2013'an ji bajarê serhildanan ji Colemêrgê tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.
Hevrêyê me li Avaşînê perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê bi serketî qedand, li heman qadê ji bo demekê xebitî û piştre derbasî herêma Qendîlê bû. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm li her qadê têkiliyeke xurt bi hevrêyên xwe re danî û bi tevlîbûna xwe ya kedkar û bê şik, li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Bi pratîka xwe ya serketî veguherî gerîlayekî xwedî tecrûbe û sala 2014'an li hemberî êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ'ê yên barbar, ji bo parastina gelê me tevlî koma destpêkê bû ku berê xwe da qadên Mexmûr û Kerkûkê. Hevrêyê me Kemal ku di têkbirina çeteyên faşîst de xwedî roleke mezin bû û wezîfeya xwe ya parastina gelê me ji êrîşên qirkirinê bi serketî bi cih anî, piştre tevî hevrêyên xwe vegeriya çiyayên azad ên Kurdistanê. Hevrêyê me di taktîkên gerîlatiyê de di demeke kurt de şareza bû û xwe timî bi pêş ve bir. bi perwerdeya pisporiyê re xwe di gelek taktîkên cuda de profesyonel kir, weke şervanekî bi tecrûbe û fermandarekî pêşeng derbasî Zagrosan bû. Li qada Çarçelayê tevlî gelek çalakiyan bên ên li dijî dagirkeran hatin kirin û bû xwedî kedeke mezin di lêdana derbên giran a li dijmin. hevrêyê me Kemal taybetmendiyên welatparêziyê yên civaka ji nav hat bi perwerdeyên li nava partiya me kûrtir kir û pêwîstiyên wezîfeya demê bi serketî bi cih anî. Hevrêyê me li dijî êrîşên tunekirin û qirkirinê yên li ser gelê me bi rengekî fedaî şer kir, ji bo parastina hebûna gelê me ya bi îradeya azad, bêrawestan kar kir. Li qadên herî zehmet ma, têkoşîn meşand û ji hevrêyên xwe re hem bû piştevan hem jî bû pêşeng. Hevrêyê me Kemal ruhê fedaî yê Apoyî li her qada ku lê ma bi pratîka xwe nîşan da.[1]