$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Cûdî Kahraman
Nav paşnav: Cûmhûr Kahraman
Cihê jidayikbûnê. #Colemêrg#
Dayik-Bav: Cevahîr-Husnu
Dem û cihê şehadetê: 2022 / Wan
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Cûdî li nava malbateke ji eşîra Mamxurî ji dayik bû, ku yek ji eşîrên welatparêz ên Kurdistanê ye û bi sedan ewladên xwe yên hêja da Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê. Li gundekî Colemêrgê ji dayik bû. Malbata hevrêyê me Cûdî ji ber ku dijmin gundê wan şewitand, neçar ma bar bike Colemêrgê. Ji ber vê yekê hevrêyê me Cûdî rastiya dijmin di zarokatiyê de nas kir û li hemberî dijmin bû xwedî hêrseke mezin. Ji ber dilsoziya malbat û eşîra wî ya bi welat re, hîn di zarokatiyê de Partiya me nas kir û bi ciwantiyê re weke her ciwanekî Kurd ê bi rûmet beşdarî nava karên şoreşê bû. Destpêkê tevlî nava karên ciwanan bû û bi taybetmendiya xwe ya dilnizm û kedkar bal kişand, bû wesîle ku gelek ciwanên Kurd tevgera me nas bike û tevlî nava têkoşînê bibe. Ev karê xwe yê serketî di dema xwendina zanîngehê de jî dewam kir û êdî weke kadroyekî bi rengekî çalak tevlî nava kar bû. Li metropolên Tirkiyeyê û gelek bajarên Kurdistanê kar kir, di danîna hîmên şerê me yê gel ê şoreşgerî kedeke girîng da. Ji ber çalakbûn û encamgiriya xwe ya di nava kar de bala dijmin kişand û sala 2011'an dîl kete destê dijmin. Li zindanên Mêrdîn û Sêrtê hate hiştin û qada zindanê ji bo xwe weke akademiyekê nirxand. Li hemberî her cûre êrîşên dijmin tawîz ji sekna xwe ya milîtaniyê neda, siyaseta dijmin a dîlgirtin û qutkirina ciwanan ji têkoşînê di şexsê xwe de pûç kir û bi sekna xwe bersiva pêwîst da dijmin. Hevrêyê me Cûdî nêzî 3 salan têkoşîna xwe li zindanê dewam kir û sala 2014'an piştî ku ji zindanê derket ji qada Wanê tevlî nava refên gerîla bû.
Ji dema ku tevlî nava refên gerîla bû heta kêliya şehadetê timî têr û tijî jiya, ji bo azadiya gelê me têkoşiya û bû milîtanekî mînak. Piştî ku ji zindanê derket bi kelecaneke mezin tevlî karên pratîkî bû û her tim hewl da ya herî rast û baş bike, lewma timî li ser kesayetiya xwe disekinî. Mekanîzmaya rexnedayinê ku taybetmendiyeke esîl a şoreşgerî ye, her tim bi kar anî, li ser xeta hevrêyên xwe yên şehîd bûne xwe nirxand. Ji ber vê yekê hevrêyê me Cûdî timî xwe kêm dît û hîn bi çalak tevlî kar bû. Di dawiya her pratîkê de serketinên xwe ji xwe re kir tecrûbe, bi hevrêyên xwe re parve kir, li ser aliyên xwe yên kêm ên bersivê nadin pêvajoyê sekinî û hewl da wan ji holê rake. Çavkaniya pirsgirêkan ti carî li derveyî xwe nedît, ti carî xwe li hincetekê negirt û her tim hewl da bibe hêza çareseriyê. Bi vî rengî xwe ji hevrêyên xwe û qada lê kar dike berpirsyar dît, tevlîbûna xwe jî bi vî rengî kir. Hevrêyê me Cûdî ku haya xwe ji pêvajoya giran a şer hebû, baweriya xwe bi wê anî ku bêyî tevlîbûneke rast û milîtanî bersiv ji vê pêvajoya dîrokî ya gelê me û tevgera me re nikare bê dayin û bi vê têgihiştinê tevlî kar bû. Hevrêyê me Cûdî ku di karên ciwanan û pêvajoya zindanê de derfet dît ku ji aliyê teorîk ve xwe bi pêş ve bibe, bi têgihiştina ku şoreşgerî tenê bi agahiya teorîk nabe, aliyê xwe yê pratîkî hîn bêhtir da pêş. Bi tevlîbûna xwe ya kedkarî û durust, di hin astan de fermandarî kir û ji bo hevrêyên xwe bû cihê baweriyê. Her tim ji xwe re kir esas ku bi hevrêyên xwe re di nava ahenngiyê de be û karekî kolektîf bike. Bi vê taybetmendiyê bû fermandarekî welê ku hemû hevrêyan dixwestin pê re kar bikin. Di têkiliyên bi hevrêyên xwe re timî dilnizm bû û bi saya vê taybetmendiya xwe li nava hevrêyan bû cihê hurmetê. Her tim hewl da xwe bi pêş ve bibe, hem tiştên nû hînî hevrêyên xwe kir hem jî di her bûyerê de tiştên nû hîn bû, ders wergirt. Bi saya vê taybetmendiyê di rêbaz ût aktîka şerê serdema nû de ji bo bicihanînê pirsgirêk nejiya. Bi taybetî ji nêzîkatiyên neyînî yên li rastiya şerê serdema nû nayên dersên pêwîst wergirt û ev yek kir zemînek ji bo derbê li dijmin bixe.
Hevrêyê me Cûdî herî dawî bi wezîfeya endametiya fermandariya eyaleta Wanê tevlî kar bû, taybetmendiyên fermandariya pêşeng a dema nû di kesayetiya xwe de afirand û xwest ji Rêber Apo û hevrêyên xwe yên şehîd re bibe bersiv. Her wiha weke gerîlayekî azadiyê bi berpirsyariya bersivdayina li daxwazên azadiyê yên gelê me hîn bêhtir tevlî kar bû û xwest li qadên din ên Kurdistanê mîna hevrêyên xwe têkoşîna li dijî dijminê qirker mezintir bike. Ev kûrbûn û hewldanên pratîkî kir ku hevrêyê me Cûdî bibe yek ji fermandarên pêşeng ên serdema nû û bibe milîtanekî Apoyî yê mînak ji hevrêyên xwe re.[1]