$Helbestvan û çîroknivîsê kurd Xemgîn Remo$
Di sala 1961ê de, li gundê Tehlika malbata CEMÎL paşa, çavên xwe li jiyanê vekiriye, li wê bihişta piçûk, li nav dar û şînkayiyên wê, zaroktî û beşê yekem ji xortaniya xwe lê bûrandiye. Li destpêka sala 1980ê, bi helbestê dest bi nivîsandina kurdî kiriye, her wiha li nîva sala 1985an dest bi nivîsandina kurteçîrokan kiriye, û ji zûde bi karê wergerandinê jî mijûle. Ji destpêka salên notî de berhemên xwe li gelek govarên wêjeyî li roava û başûr û bakur diweşîne û her wiha di gelek malperên kurdî de jî berhemên xwe weşandiye.
Ji pirtûkên wî yên çapbûyî :
1-AXÎNA DİL, helbest, Şam 1991
2-KESKAYÎYÊN KİZİRÎ, helbest, ji weşanên govara ZANÎN, Şam 1996.
3-PÊLÊN EVÎNÊ,helbest, ji weşanên govara SORMEY, #Qamişlo# 2005
4-AYETÊN ÇİYA, helbest, ji weşanên saziya SEMA , Imarat Dubey 2008.
5-ŞEVÊN DEŞTA MÊRDÎNÊ, çîrok, ji weşanên hevgirêdana KAWA ya rewşenbîriya kurdî, Beyrût 1998 .
6-KEPEZÊ XEWNA, çîrok, ji weşanên yekîtiya nivîserên kurd, Duhok
2008 .
7- SİRÛDÊN JANÊ, helbest ji weşanên çand û huner Qamişlo 2020
8 – GİRYÊ BÊ DENG, çîrok ji weşanên çand û huner Qamişlo 2021
Wergerandin: Lİ SER QADÊN Bİ BERHEM, roman, orhan KEMAL, li hêviya çapêye.
ASOYÊN HİNERÊ, werger, 13 de, xelekên tilfizyonê li RONAHÎ t.v hatine weşandin.
Komek pirtûkên destnivîs jî hene ku ji helbest û çîrokan pêk tên, li hêviya çapkirinê ne ..
1 – JANA HÊVİYAN, helbest
2 – AWAZÊN VEDERİYÊ, helbest
3 – GERÎNOKÊN DEMÊ, helbest
4 – WEZÊN ÊGİR, çîrok
[1]