Navê pirtûkê: PÊȘMERGE
Navê nivîskar: REHÎMÊ QAZÎ
Cihê çapkirina pirtûkê: Stockholm
Navê çapxaneyê: NÛDEM
Sala çapê: 1997
Çapa Yekem: Êrîvan 1960
Çapa Duwem: Bexda 1962
Çapa Sêyem: Stockholm 1997
Ev berhema di destê we de, di sala I958'an de ji aliyê Rehîmê Qazî ve hariye nivîsandin. Berhem têkoşîn û xebata siyasî-civakî ya serdema
Komara Kurdistanê radixe ber çavan; jiyana pêşmergetiya wê demê, zor- destiya dagîrkerên Kurdistanê, zilm û bindestiya hundurî bi awayekî sa- de digihîne me û behsa bûyerên rasteqînî û awayê xebata siyasî, kulturî û
eskerî ya wê demê bi uslûb û awayê romankî tîne zimên.
Ev pirtûk, bi celebê pirqehremanî hatiye nivîsandin. Qehremanên wê
çend kes in. Tîpên mîna Mîrza Qutas çêkirine ku, li Kurdistanê sembol
û nimûneyên belavkerên bîr û fikrên neteweyî ne. Ev dikarin bibin alavên baş ji bo lêkolînerên vî warî. Tîpên mîna Mîrza Qutas, ku ne tenê li
rojhilata Kurdistanê, belko li seranserî Kurdistanê jî hene, ew tîp in ku
xebata neteweyî ya destpêkê meşandine.
Rehîmê Qazî, di sala 1925'an de li rojhilata Kurdistanê, li gundê Gwîgceliyê, li navçeya Mukriyanê hariye dinyayê. Ew ji malbateke bi nav û
deng e. Vê malbata han di riya xebata azadiya Kurdistanê de gelek sehîd
dane. Yek ji wan ku ji aliyê hemû kurdan ve rêz û hurmet jê re tê girtin û
bi minnet tê yadkirin, Qazî Mihemmed e. Rehîmê Qazî, yek ji wan 60-70 kesan e ku di sala 1946'an de ji aliyê
Komara Kurdistanê ve ji bo xwendin û perwerdekirina kadroyan çûbû
Bakûyê. Piştî çûyina wan bi pênc-şes mehan, bûyera ji holêrabûna Ko- mara Kurdistanê diqewime, gelek ji wan xwendevanên kurd vedigerin
Kurdistanê. Lê Rehîmê Qazî û çend kesên din li wir dimînin. Paşê ew
Pêşgotina weşanxanê

dest bi xwendina akademîk dike û di sala 1954'an de reza xwe ya doktorayê li ser tevgera neteweyî ya kurd, pêşkêşî unîversîteya Bakûyê dike.
Dr. Rehîmê Qazî di salên xwe yên koçberiyê de, li Sovyetê, vala nase- kine. Dema ku Barzanî diçe Sovyetê, Rehîmê Qazî bi wî re dikeve têkiliyê û têdikoşin ku serokatiyek nû li Kurdistanê bê avakirin. Dr. Rehîmê
Qazî jî bi Mele Mustefa Barzanî re di nav vê serokatiyê de cih digire. Lê
ev kar zêde dewam nake. Ew û çend hevalên xwe bi hecma yekrûpelî rojnameya Kurdistan diwesînin. Ew vî karê han 13-14 salan didomînin.
Dr. Rehîmê Qazî, ev romana bi navê PÊŞMERGE, di salên xwe yên
koçberiyê de nivîsandiye. Pqmerge cara yekemîn di sala 1960'î de li Êrîvanê û di sala 1962'an de jî li Bexdayê tê çapkirin. Di sala 1964'an de li
Bakûyê bi zimanê azerî tê weşandin. Li Kurdistana Iraqê, ji aliyê edebiyatnas û pisporan ve pêswaziyek bas li romanê tê kirin.
Piştî ketina Şah û hatina Xumeynî, Rehîmê Qazî vedigere Kurdistanê.
Ew besdarî kongeraya çaran ya Partiya Demokrat a Kuristana îranê dibe
û ji bo endametiya Komîteya Navendî tê helbijarrin. Di sala i98i-82'an
de ji ber hinek sebebên polîtîk ew careke din ji Kurdistanê derdikeve û
vedigere Bakûyê. Ew brosurekê bi navê Mihakemeya Qazî Mihemmed û
pirtûkekê bi navê Qazî Mihemmed û Tevgera Rizgarîxwaziya Gelê Kurd
dinivîsîne.[1]