Ciwanmerd Kulek an jî Yunus Eroğlu wergêr û nivîskarekî ciwan ê kurd e ku di sala 1984an de li gundê Dêrîşê yê qezaya Stewra #Mêrdîn#ê hatiye ser dinyayê. Wî di sala 2004an de dest pê kir bi kurdî binivîse û heta niha (2014) çar pirtûk nivîsandine û çend pirtûkên ji sê zimanên cuda wergerandine bo zimanê kurdî. Ji bilî zimanê xwe ew bi îngilîzî, spanî û tirkî jî dizane. Ciwanmerd Kulek ji 2014an û vir ve li Stembolê dimîne.