Romana #Helîm Yûsivî,# Sobarto, ji şeş deriyan pêk têt. Her deriyek beşekî ji jiyana Silêmanê lehengê romanê vedike. Nivîskar xwendevanên xwe li ber deriyê heftan dihêle û bi vî awayî pêşniyarî wan dike ku ew bi xwe mijara deriyê heftan li gora herşeş deriyên din li cem xwe saz bikin. Romana Sobartoyê bi giştî behsa evîna Silêmên ya ji bo Belqîsa xemsar û çîroka serboriya dînbûyina Silêmên teva hin agahiyên civakî û rexneya wan dike. Ji bo awayê nivîsandinê û yê vegotinê, û bi giştî jî, ji bo têgihîştina tevna romana Sobartoyê, em ê jî mîna romannivîsî ji deriyê yekem dest pê bikin.