Nav:Osman Hec Elî Osê
Nasnav: Mihemed Şêx Osman
Dîroka jidayîkbûnê: 1941
Dîroka koçkirinê: 20-08-2023
Cihê jidayîkbûnê: #Kobanî#
Cihê koçkirinê: Kobanî
=KTML_Bold=Jînameya Osman Hec Elî Osê=KTML_End=
Osman Hec Elî Osê bi navê xwe yê rast di nasnameya fermî de Mihemed Şêx Osman tê naskirin, ew kesayetekî welatparêz û civakî di dîroka 1941'ê de li gundê şarevanî ya girêdayî navçeya Çelebiyê ya bajarê Kobanîya ser bi Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Wî heta refa 5'an li Kobaniyê xwendiye, çiku tenê heta refa 5'an hebûye, di peyre xwendina navîn di refa 6'an de temam dike. Ew di nav malbateke dîndar de mezin bûye. Bavê wî xwedî dikandarekî mezin yê caw bûye.
Bavê wî di sala 1957'an de wî di temenekî zûtir dizewicîne, ango bi awayekî teqlîdî di temenê 16 saliya xwe de dizewice. Ew bi hevalên xwe yên mîna Omerê Ebdoyê Helebî, Omerê Mixtêr, Mehmûd Salih Baqir, Mistefa Ibrahîm û Mihemed Elî Osê di sala 1958'an de tevlî nava partiya Demokrata Kurdistanî li Sûriyayê ya li bajarê Kobaniyê dibe, sikerterê partiyê jî Dk.Nûredîn Zaza bû.
Osman Hec Elî Osê di ber xizmeta çand û siyaseta û doza kurdî de gelek rastî zext û zoriyan hatiye û hatiye girtin jî. Wî karibû bi dehan xortên kurd ên welatparêz tevlî nava refên partiyê dikir, da ku geşedanên doza kurdî li herêmê mezintir bibe.
Wî di dema xwe de di dibistana ermeniyan ya Ûsama Bin Zêd de mamostetiya zimanê erebî dike. Bi dehan kesên ji wir derdiçûn, dibûn xwedî dermanfiroş, diktor û endazrar. Ji ber mamostetiya ku di dibistanên ermendiyan de dikir, xelkê wekî ku ew ermen e nas dikir.
Kesayetê welatparêz û naskirî di dîroka 20-08-2023'an de li bajarê kobaniyê koça xwe ya dawî dike.[1][2]
Çavkanî: Ji hevpeyvîna radyoya Miştenûr Fm