$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Dîlan Dûrmûş
Nasnav: Aryena Welat
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Pakîze-Bahattîn
Dem û cihê şehadetê: 2022 / Herêma Zapê
$Kurtejiyana şehîd:$
Piştî ku partiya me PKK di destpêka salên 1990'î de li gelek herêmên Bakurê Kurdistanê girseyî bû, dewleta Tirk a dagirker ji bo gelê me ji partiya me dûr bixîne û bike dijmin, gelek rê û rêbaz ceriband. Şewitandin û valakirina gundan, sîstema cerdevaniyê çend ji van rêbazên sereke ne. Lê belê xelkê me ku berê xwe li azadiyê ye, bi dilsoziyeke mezin xwe li PKK'ê girt ku navê jinûve hebûnê ye, ewladên xwe yên herî hêja tevlî nava refên azadiyê kir, bi vî rengî bersiv da van polîtîkayên dijmin. Malbata hevrêya me Aryena ku ji Tetwan a Bedlîsê ye, li zexta cerdevaniyê ya dijmin rast hat, lê belê tawîz ji rûmeta xwe neda. Dijmin gelek caran êrîşî vê malbata me ya welatparêz kir, zext lê kir. Piştî ku gundê wan hate şewitandin û valakirin, ji neçarî koçî Stenbolê kir ku metropolekî Tirkiyeyê ye. Lê belê ti carî çand, zimanê Kurdî neterikand, dilsoziya xwe ya bi nirxên azadiyê dewam kir, xeleka qirkirinê ya ku dijmin dixwest bixe stuyê wan, şikand. Hevrêya me Aryena li nava malbateke bi vî rengî welatparêz û hêja, li cihekî dûrî welatê me Kurdistanê ji dayik bû, bi çanda bingehîn a Serhedê mezin bû ku ji malbata xwe girt. Ji ber vê yekê ti carî ji cewhera xwe qut nebû, dilê wê timî bi welêt lê dida. Komkujiyên ku dijmin li Kurdistanê dianî ser jin, zarok, tevahiya gelê me, dîlgirtina Rêberê me ku sedema hebûna me ye, bi hevrêya me Aryena re hêrseke mezin çêkir. Mîna her ciwanek û jineke Kurd a bi wijdan nekarî xwe li vê rewşê rabigire û biryar da ku tevlî nava refên têkoşînê bibe. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku têkoşîna herî xurt a li dijî dewleta Tirk a qirker bi mayina li nava refên gerîla dibe û sala 2019'an beşdarî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Aryena bi eşq û îdîayeke mezin tevlî nava refên greîla bû, hîn di destpêka gerîlatiyê de tevlîbûnek bi rengê fedaîtiyê ji xwe re kir esas. Ji ber vê yekê jî bi perwerdeyê û alîkariya hevrêyên xwe di demeke kurt de pêngavên mezin di kesayetiya xwe de avêt, bû gerîlayeke şareza. Di nirxandineke xwe de ji bo jiyana PKK'ê got 'Jinûve vejîn, jinûve hebûna mirovan, rizgariya ji koletiyê ku dijmin li me ferz dike'. Demekê li Heftanînê û Garê kar kir, bi pratîka xwe ya serketî li pêş bû û weke milîtaneke YJA Starê pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Bi hêrsa di dilê xwe de ya li dijî dijmin, her roj hîn bêhtir têkoşiya, ji bo pêkanîna xeyalên fedaîbûnê û bersiva ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me tevlî nava karên Hêzên Taybet bû.
Bi perwerdeya li nava karên Hêzên Taybet her roj tiştên nû hîn bû, xwe ji aliyê leşkerî û îdeolojî ve roj bi roj xurtir kir. Bi taybetî di felsefeya azadiya jinê de ya Rêberê me xwe kûr kir, ji bo bibe jineke azad bi gavên ji xwe bawer bi pêş ve çû. Lê belê pê zanîbû ku bi fedaîtiya bi rengê Zîlan, baweriya bi rengê Bêrîtan, dilsoziya bi rengê Viyan dikare azad bibe, ji bo vê armanc xwe jî fedaîtî weke rêbazeke jiyanê nirxand. Hevrêya me di her kêliya jiyanê de fedaîbûn temsîl kir, di têkiliyên hevrêtiyê de, di her wezîfeyê de bi ser ket, li ser xeta fedaîtiyê meşiya. Hevrêya me Aryena ku ji dil û pak bû, bi vî rengî li hevrêyên xwe nihêrî, nêzîk bû. Her wiha bi asoyê xwe yê fireh ê wateyê, hewl da ku her hevrêyên xwe fêhm bike, wan hîs bike û xwe kir pêşenga hêza çareseriyê. Hevrêya me Aryena lêkolîn dikir, qîma xwe bi ya heyî nedianî, her tim tiştên nû eşkere dikir, bi van taybetmendiyên xwe di demeke kurt de ji bo hevrêyên xwe hemûyan bû çavkaniya hêz û moralê. Li pêşberî bedewiya cografya Kurdistanê ku berê nedîtibû, mat may, bû heyranê wê û xweza hîs kir, fêhm kir.
Bêguman hevrêyeke me ya fedaî ya ewçend bedew, helwesta wê ya li dijî dijmin jî wê gelekî zelal û tund bûya. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bû yek ji wan hevrêyên me ku bersiva destpêkê da. tevî tîma bi tevger, çawa ku dijmin xwe danî qadên gerîla, derb lê da. Li hemberî êrîşên giran ên dijmin, bi hevrêyên xwe di heman çeperê de bi rengekî fedaî şer kir, bi wêrekiya xwe pêşengî ji hevrêyên xwe re kir, heta nefesa xwe ya dawî bi fedaîtî şer kir û şehîd bû. Naskirina hevrêyeke ewçend hêja, şerê li gel wê di heman çeperê de ji bo me şensek bû û em soz didin ku xeyalên wê yên azadiyê teqez pêk bînin.[1]