=KTML_Bold=Nivîskar û helbestvan Ciwanê Abdal=KTML_End=
Nav û Paşnav: Mihemed Se'îd Mele sa'îd û dema nivîsandina bi zimanê kurdî navê Ciwanê Abdal tê bikaranîn, li Dirbêsiya Roavayê kurdistanê, di 13/8/1955`an de, hatiye dunyayê.
Ew bi xwendin û nivîsandinê re têkildar e: (Helbest, çîrok, şano, gotarên rexneyî, û awayên din ên nivîsandinê), her çend ev têkilî di destpêka nivîsandina wî de dest pê kir, lê ew di wê demê de, ji ber sedemên kesane yên mecbûrî, herî zêde malbatî, nehatin weşandin.
Xwendina wî: Dibistana navîn e, lê balkêşî bi nivîsandin û bi xwendinê pêş ket, mîna her kesê xwe-avakirî be.
Çend berhemên xwe di rojnameyên vedor de weşandine: Li Kurdistan- Hewlêr wek kovara Gulan El-Erebî, li Lubnanê wek rojnameya El-Kifah El-Erebî, li Şamê di rojnameyên Tişrîn, El-Isbû' El-Edebî û kovarên El-Me'rîfe, El-Turas ElŞ'ebî, El-Mewquf El-Edebî ...htd û li Urdunê wekî rojnama El-Fînîq.. çîrok û gotar, ji bilî weşandina di kovar û rojnameyên kurdî yên herêmî de li Qamişlo..
dema; Li hemû bajar û bajarokên Rojava / Hisiça, #Qamişlo# , Serêkanî, Amûdê, Dirbêsiyê, Dêrik, #Kobanî# , #Efrîn# , Heleb, Şam...hwd, li vir û wir gelek beşdarî û şevbuhêrkên wî hene, ji bilî endamtiya Yekîtiya Nivîskarên Kurd û endamê Yekîtiya HRRK.
Berhemên wî yê çapbûyî:
- Heft pirtûkên kurteçîrok hene. Du kurteçîrokên bi Kurdî, navê ya pêşîn (Lehya Qamîşa) 2002 û ya din bi navê (Hungivê Şor) 2018
- Şeş pirtûkên şano jî bi Erebî, û yek pirtûk helbest jî heye.
-Çar pirtûk helbest bi Kurdî çapkirine. Helbesta riste û ya nûjen. Ya pêşîn bi navê (Tolaziya Dil-2000),( Aso li demê dipêle 2001), (Ronî û Germe-2004).. û tê gotinê ku pirtûkek hebestî wergerandiye Kurdî ya helbestvanê Espanî yê navdar: Lorka û navê pirtûkê (Lorîkên Qereçiyan-2005)
-Yazde pirtûkên helbesta stranî bi navê: )Xeleka Zêrîn) 2018
Herwiha di kovarên Erebî û Kurdî de berhemê xwe belav dike.[1]