Dahûrandina hin peyvan
#Samî Tan#
Ji mêj ve min jî dixwest hin ti?tan li ser wan peyvên ku bûne mijara nîqa?ê bibêjim û ji bilî wê jî balê bikê?im, ser hinek peyvên din. Lê heta niha derfet çênebûn, lewre ez niha dixwazim bi derengî be jî bîr û boçûnên xwe li ser vê mijarê bibêjim. Lê belê berî ku ez ramanên xwe binivîsim, divê ez bidim xuyakirin ku bîr û boçûnên min ne ti?tên teqez û têkûz in. Bi baweriya min divê li ser van mijaran gotûbêjên berfireh bêne kirin ta ku zelal û ronak bibin. Ez ê bi van hestan û bi vê helwestê dîtinên xwe binivîsim.Tilî yan tulîLi ser dahûrandina vê peyvê tu gotineke min a dijber nîn e. Berevajî vê yekê, ez çend ti?tên ku anga?tên heyî hîn xurt bikin, pê?kê? bikim. Tilî ku li herêma me bi xwe jê re „tulî„ tê gotin, her wekî birêz Cîhanî jî bal ki?andiye serê, bingeha xwe ji çiqil û ?axeke ku bi ti?tekî din ve daleqandiye digire.Li herêma Semsûrê peyva „tula heye, tula parçeyekî guliyê darê ye. Li vê herêmê ji „tilîyê re jî „tulî tê gotin. Her wekî tê zanîn dengê /u/ di gelek peyvan de li /i/yê vedigere. Ew jî nî?an dide ku peyva „tula û „tulî ango „tilî ji heman bingehê tên.Gelo pêçî ji pênce tê?Peyva ku ez ê nerazîbûna xwe li ser dahûrandina wê diyar bikim, peyva „pêçî ye. Li gorî baweriya min tu têkiliya „pêçî yê bi „pênce re nîn e. Dema ku ez pê?î li ser binyada vê peyvê fikirim, ez gihî?tim wê encamê ku ew peyv bingeha xwe ji lêkera „pêçanê werdigire. Rayeka dema niha a pêçanê, qertafa bêjesaz /-î/ girtiye û bûye „pêçî. Çend peyvên din ku ji pêçê çêbûne ev in: Pêçek, dorpêç, derpêç...Bêjeyên ku bi pa?gira /-î/ çêbûne gelek in. Her wekî „kêrî, nêrî, serî, derî...Dema ku mirov bala xwe bide rista pêçiyan jî mirov dikare bibîne ku ew xwe li ti?tan dipêçin. Ev ramanek e, lê ramaneke din jî pi?tî ku min bi hevalekê re li ser vê peyvê gotûbêj kir, derket holê. Li gorî anga?ta wê „pêçî bi tenê ji bo lingan têne bikaranîn, pêçiyên destan nabin, ên destan „tilî ne. Li gorî anga?ta wê hevalê „pêçî bingeha xwe ji peyva „pê ango ling werdigire. Heke wisa be divê, pa?gira wê jî „çî ye, dibe ku ew jî ji „çeyê dageriya be, „çîyê. Dirûvê resen ê peyvê jî dibe „pêçe, her wekî „derîçe, xwençe, baxçe...Lê ji bo vê anga?tê hinek palpi?t pêwîst in, lewre heke wisa be, divê li herêmê, an jî di devok û zaravayekî kurdî de rengê „resen hatibe parastin. Heke di devok û zaravayekî kurdî bi vî rengî hebe, kesên ku dizanin be?darî vê nîqa?ê bibin, dê ji bo zimanê me xizmetekî ba? bikin. Heke ev palpi?t peyda nebin, ew anga?t jî bê delîl û palpi?t dimîne. Hînga em ê bigihêjin wê baweriyê ku peyvên „pêçî û tilî hemwate, lê bi domana demê re li hin herêman karbe?î di aliyê wateyê ve di navbera wan de pêk hatiye, tilî ji bo destan, pêçî ji bo lingan hatiye bikaranîn.Hîn çi ye?Ji bilî wan peyvan, ez dixwazim balê bikê?im, ser peyveke din. Ew jî peyva „hîn e. Li bal me gotineke pê?iyan heye, dibêjin, „Ne ker ket, ne hîn ziriya. Gelo dibe ku ew peyv hemwateya peyva „hesp be. Ji ber ku peyva „mehîn bi xwe jî, dibe ku „mêhîn be. Peyveke din heye ku dîsa têkildarî vê peyvê ye. Ew jî peyva „pêhîn e. Li gorî baweriya min ew jî peyveke hevedudanî ye û ji hêmanên pê û hîn tê. Ez bi xwe di devok û zaraveyekî din î kurdî de rastî peyva „hîn nehatime, heke hinek, rastî wê hatibin, min agahdar bikin, ez ê pê kêfxwe? bibim.Bîst û vîst Dahûrandina van hejmaran çima girîng e, ji ber ku ew têkiliyeke xurt di navbera zaravayên kurdî û zimanên din ên hind-ewropî de nî?an dide. Em pê?î van hejmaran rêz bikin, „bîst, sih/sî, çil/çel, pêncî/pênce, ?êst, heftê, he?tê, nod/ newêd. Bi dimilkî wekî „des, vîst, hîris, çewres, pancas, ?e?tî, hawtay, he?tay, neway. rêz dibin. Di farisî de jî ew bi vî rengî ne: Bîst, sî, çehel, pencah, ?e?t, heftad, he?tad, neved.. Dema mirov ba? bala xwe didê, di gelek hejmaran de deh/des wekî pa?gir hatiye dawiyê. Her wiha dema ku mirov bala xwe dide zimanê partî ku wekî pê?rewê zimanê kurdî tê hesibandin, mirov dibîne ku hejmara „deh wekî dimilkî „des e. Pevguherîna dengê /s/ û /h/ di cudatiyeke denganiya ya di navbera farisî û kurdî de ye. Her wekî di mînaka „masî û mahî de jî tê dîtin. Ev yek jî nî?an dide ku hejmarên kurmancî di bin bandora farisî de mane. Dimilkî di vî warî de reseniya xwe parastiye. Lê wekî diyardeyeke peyvsaziyê di her du zaravayan de jî hejmara deh wekî pa?gir hatiye dawiya peyvê.Qertafên dawiya hejmarên „hîris, cewres, pancas têkildarî hejmara des in. Di kurmancî û farisî de jî di hejmarên sih/sî, pênce (pênce)/ pencah de ev yek zelal e. Li vir divê ez bidim xuyakirin ku li gorî baweriya min hejmara pênce ku di zimanê nivîskî de wekî pencî tê bikaranîn, heke wekî pence(h) bê bikaranîn dê çêtir be.Di hejmara çil/ çehel de /ç/ têkildarî hejmara çar e, lê „-il, -el, -hel ji ku tê, ne diyar e. Ew mijara lêkolîneke berfirehtir e. Hejmarên ?ê?t/ ?e?tî/ ?e?t, heftê/heftay/heftad, he?tê/ he?tay/ he?tad, nod/ neway/ neved têkilarî hev in. Ew qertafa dawiya wan jî divê bibe warê lêkolîneke berfireh.Ti?tê ku min divê bala we bikê?in ser hejmara „bîst/vîst e. Di hejmara „bîst/ vîst de dengê /t/ ji dîsa têkildarî /t/, /tê/ û /tad/a dawiya hejmarên mîna heftê, he?tê û nodî ye. Her wiha ev /s/ nî?an dide ku hejmara wê derê ne „deh, „desa dimilkî ye. Lê „bî ji ku tê ne diyar e.Bi baweriya min ew jî ji hejmara /du/ tê. Lê ne bi forma kurmancî, ji bo naskirina wê divê mirov bala xwe partî û dimilkî. Pevguherîna dengên /d/ û /b/ dîsa diyardeyeke zimanevaniyê ye ku zimanên bakurê rojava û ba?ûrê rojavayê Îranê ji hev cuda dike. Her wekî der û ber. Me berê jî dabû zanîn ku zaravayê dimilkî zêdetir reseniya xwe parastiye û kurmancî di vî warî de zêde ketiye bin bandora zimanê ba?ûrê rojava ango farisî.Di kurmancî de peyva hev û du (hev û din) ye, di dimilkî de ew dibe jû bîn, ew „bîna vê derê ji hejmara „du tê. Navê hejmara bîst jî ji vir tê. Her wiha „bi di hin zimanên din ên hînd-ewropî de jî hemwateya hejmara „du ye. Di îngilizî de „bi wekî pê?gir tê bikaranîn. Her wekî bi-lingual (duzimanî), bi-monthly (dumehî)... Çavkanî:1- Zana Farqînî, „DAHÛRÎNA ÇEND PEYVAN: ESMAN, PÊÇÎ, SERANPÊ, TUNE Û WINDA, www.amidakurd.com2-Perwîz Cîhanî, „ÇEND GOTIN LI SER GOTARA ZANA FARQÎNÎ Û PÊÇÎ Û GUSTÎLÊ, www.amidakurd.com3- Zimanê Partî- Ferhenga Partî, Kovara Kurmancî, hejmar: 28-29-304- Hejmarên farisî, www.easypersian.com Kaynak: Dahûrandina hin peyvan - Amîda Kurd
[1]