Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
17-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
13-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
RONÎ WAR
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
KUBRA XUDO
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 517,456
Wêne 105,717
Pirtûk PDF 19,161
Faylên peywendîdar 96,464
Video 1,307
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnameg...
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
Biwêj û Gotinên Pêşiyan
Kurdîpêdiya rojane dîroka Kurdistanê û Kurdan tomar dike.
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Biwêj û Gotinên Pêşiyan

Biwêj û Gotinên Pêşiyan
=KTML_Bold=Biwêj û Gotinên Pêşiyan=KTML_End=
Dr. #Dilawer ZERAQ#

Biwêj
Serê pêşîn, min divê bêjim, çendî ku biwêj wekî hêmanên çandî û folklorî tên zanîn û qebûlkirin jî, ez wekî kesane, li ser berhevkarîya xwe ya 25 salan û lêkolîn û hûrgerîya ku min li ser biwêjan kiriye û di çarçoveya ferhenga xwe ya biwêjan de ew ji hev cihê kirine, wisa difikirim ku biwêj, ji alî avabûna xwe ve, pareke zêdetir ji hêmanên zimên in.
Her wiha, dibe ku hejmareke zêde ya ji biwêjan xweyî çîrokekê bin û rasterast bi jîyana çandî û folklorî ve vebestî bin. Lê belê, ji alî avanîyê (struktur) ve û ji alî hêmanên ku tê de bi rola xwe radibin ve, biwêj her tim berê me didin zimanîbûna xwe.
Berî ku ez li ser jihevcudabûna biwêjan dest bi behskirina xwe bikim, ez ê çend pênaseyên biwêjan ya ji berhevkarên ku ferheng jî amade kirine, wekî jêgirtinê derpêş bikim û ji bo aqûbeta pêşkêşîya xwe û ji bo (hev)pêwendîyê, li ser pênaseyan raveyên xwe bikim.
Pênaseya Biwêjê:
• “Bona ristek bibe biwêj gere: Peyvên wê ristê xweş lihevhatibin, ji du peyvan kêmtir nebin, wateyek wan ya hêsa hebin, sal û zeman ser de derbas bibin, di nav gel giştî de belav bibin, ji alî gel ve hatibin pejirandinê.” (Şêxmûs Aslan- Ferhenga Biwêjan-Beşa Taybetiyên Biwêjan-Çap û Weşan: Soz Gazetecîlîk Basin Yayin)
Ji awayê pênaseya Şêxmûs Aslan û em ji gotinên “Peyvên wê ristê xweş lihevhatibin, ji du peyvan kêmtir nebin, wateyek wan ya hêsa hebin” fam dikin ku ew pêşî biwêjan wekî hêmanên zimên dide der û paşê jî ji gotinên “di nav gel giştî de belav bibin, ji alî gel ve hatibin pejirandinê” fam dikin ku biwêjan beşek ji çand û folklorê qebûl dike.
• “Biwêj, komek peyv in ku ji aliye gel ve hatine pejirandin, gelekên wan ne li ser wateyên xwe yên rasteqîn in, di wateyeke mecaz de têne bikaranîn, jêderka wan nayête zanîn, gelemperîyê nakin û rewşeke cihê îfade dikin.” (Abdulkadîr Bîngol, Gotinên Pêşiyan û Biwêjên Botan-Beşa Pêşgotinê-Weşanên Nûbihar)
Gotinên Bingol ên wekî “komek peyv in ku ji aliye gel ve hatine pejirandin, gelekên wan ne li ser wateyên xwe yên rasteqîn in, di wateyeke mecaz de têne bikaranîn” nîşan bi naverokeke zimanî dikin û digel wê jî gotina “jêderka wan nayête zanîn” berê me dide foklorîkbûna biwêjan.
• Ev gotinên hêja ku bi tecrubeya hezaran salan hatine parizandin; nifş bi nifş di karvaniyê de hatine ceribandin, dû re bûne berhemên civakî. Tov û renge gelan in, giyan û keda civakê ne. Bi gotineke din karpêkên dest û lepên gel bi xwe ne. Ev gotin nirxên gelan in. (Ferhenga Biwêjan- Amadekar: Mustafa Borak-Beşa Pêşgotinê-Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê)
Em ji pênase û raveya giştî ya Borak fam dikin ew biwêjan bi tevayî dihêle ser çandîbûn û folklorîbûnê.
• Biwêj: Hêman û dînamîkên herî girîng û bibandor ên zimanekî ne. Ji bo dîyarkirin û têgihîştandina têgihan, bi mantiq û qalibên arizî yên wî zimanî hatine (ve)dîtin û afirandin. (Çavkanî bo pênaseyê: Ferhenga Biwêjan A Mezin- Amadekar: Dilawer Zeraq-Beşa Pêşekê-Weşanên Lîs)
Wekî ji pênaseya min jî dîyar e, ez biwêjan wekî hêmanên girîng û bibandor yên zimên qebûl dikim; û digel wê jî, helbet neyîn nakim û ji ber çavan nadim alî ku hejmareke zêde biwêj, wekî jêderk û wekî xweyîçîrok, li ser çand û foklorê ne.
Taybetîyên Berbiçav yên Biwêjan:
1. Qalibî û formal e: Ji der ve guherîn tê de çênabe, dikare hêmanên dîtir di hundir de bihewîne û dem tê de diguherin. Qalibê biwêjê naguhere û ji hev de naşikê.
Mînak:
Dîzik avêtin nav lingên (yekî): 1) Astengî çêkirin. 2) Ji bo pêknehatina tiştekî (an jî karekî) hincet peyde kirin.
Ew hewş e, lê ne ew rewş e: Gelek dem û tişt di ser (wî/ê) re derbas bûn.
Pê li mala cinan kirin: 1) Yek hêrs kirin û berdan canê xwe. 2) Tevgerên wisan kirin ku kesên xetere û belakir berê xwe bidinê, (an jî êrîşî wî bikin).
Gava em bala xwe didinê, (yekî) ya ku wekî hêmana dîyarker ya biwêjê ye, dikare biguhere û çi kesê mê çi jî nêr û çi jî jîndeyên dîtir dikarin di şûna wê de (yekî) cî bigirin û wekî hêmanên ji derve de têkevin navê. Her wiha, peyvên di biwêjê de jî dikarin biguherin. Herçî qalib û forma avanîyê ye, naşikê û naguhere.
2. Mecaz e:
Biwêj: Devê (yekî) girê dan
Bikaranîna wekî hevokeke asayî:
Wan keçik girt, ji bo ku neqîre bi paçekî devê wê girê da û revand.
Di vê hevokê de, forma “devê (yekî) girê dan” wekî lêkerekê û bi wateya xwe ya esasî û yekem hatiye bikaranîn.
Bikaranîna mecazî:
Besnayê bi gotinekê devê zilamê xwe girê da.
Di vî awayê bikaranînê de, forma heyî, bi mecaza xwe ve hatiye bikaranîn û biwêj wekî qalib û formeke tevdeyî û neşikîyayî, barê mecazê û wateya pêreyî (connotation) hilgirtiye.
3. Hevokî ne:
a) Gramatîk û qalibî ne:
Nanê xwe bixwe!: 1) Bi wateya, “li karê xwe miqate be (an jî li berjewendîya xwe bixebite)” tê gotin. 2) Bi wateya, “ji şer û pevçûnê dûr bimîne” tê gotin.
Li sifreya hazir mêze ke!: 1) Bi wateya, “bala xwe bide vê gavê (an jî a girîngtir mercên şênber a vê gavê ye)” tê gotin.
Di van biwêjan de, ji alî gramerê û ji alî sazbûna hevokan ve kêmasî tune. Forma wan çi be jî, ji wateya xwe ya yekem dûr in û bi temamî li ser mecaza xwe li kar in.
b) Dergramatîk û qalibî ne:
Ka ez ka ew?: 1) Bi wateya, “ez ne wekî wî/ê me ew jî ne wekî min e” tê gotin. 2) Bi wateya, “tu eleqe û nêzikîya wî/ê pê re tune ye” tê gotin.
Ev awa biwêj, wekî formeke “nîvhevokî, derbirana kêmhiştî an jî hevokên kêmhiştî” ne. Lê belê, wekî wate temam in û li ser mecaza xwe li kar in.
4. Ji hundir ve tên parçekirin û ji hev tên firehkirin lê ji hev naşikên û gava ji hev parçe dibin jî paşê hin parçeyên wê dîsa bi form û qalibekî din yê biwêjî bi hev ve dibin;
a) Çavên (yekî) çûn ser hev: Çûnserheva çavên (yekî)
b) Destê (yekî) sivik bûn: Sivikbûna dilê (yekî)
Ev biwêj, bi awayê xwe yê ne reşkirî, resen in û qalibê esasî ne. Lê gava qalib bişikê jî, du an jî zêdetir hêman car din tên ba hev, bi hev ve dibin û awayekî din yê derbiranê ava dikin.
5. Bi mînandinê ne:
– Eynî çiftexas e: pir spî ye, pir tenik e
– Wekî gayekî ye: Pir xurt e, pir girs e
– Mîna ava daran e: Hem zelal e hem jî bêtehm e.
– Nola sola bênelçe: 1) Ji bo wî cîyê ku her kes, hema bêpirs û pirsîyar dikevîyê û derdikevîyê, tê gotin. 2) Ji bo cîyê ku tu pergal û sazûman tê de tune ye, tê gotin.
Ev reng biwêj, bi peyvên mînandinê (rengpêdanê) li kar in. Û peyv, tişte, kes, heyîn û zindîyên ku tên mînandin, bi hemû taybetîyên xwe yên heyî, carinan bi yek an jî du taybetîyên xwe li kar in.
Di biwêja “wekî gayekî ye” de, tenê “xurtbûn û girsbûn-qerasebûna” gayî (gê) hatiye mînandin. Lê wekî wate, mexelhatina gê, kayîna wî nehatiye mînandin.
6. Hevoka gramatîk in; lê wekî rengûawa derbiran in û mecaz in:
Ez ji te re dizanim: Ez ê wisa bikim ku tu bêşa xwe, cezayê xwe bidî
Gor bi gor çûn: Perîşan bûn. Malik lê bûn mîrat
Ez li ku dixim deng ji ku tê: Ez balê dibim ser mijarekê ew behsa mijarekê din dike.
Ji alî gramatîkbûn û sazbûnê ve kêmasîya derbiranan tune. Lê belê ew jî li ser wateya mecazî û pêreyî li kar in.
7. Wekî hikm û daraz in, lê wekî rengûawa derbirana mecazî ne:
Gayê nîrekî ne: hemû jî, ji alî taybetî û karakter û fikir û kirinên xwe ve wekî hev in.
Dizê neqebekê ne
Pincarê avekê ne
Wateya her sê biwêjan jî yek e. Û her sê jî hikmekî, darazekê didin der. Lê belê hikm û daraza wan ne li kar e û gotin wateya xwe ji mecazên xwe hildidin.
8. Nifirî û duayî ne û wekî derbiran vediguherin:
Duayî:
Destê Xwedê li pişta te be!: Destê Xwedê li pişta (yekî) bûn
Nifirî:
Devê te hişk be!: Devê (yekî) hişk bûn
Hem biwêjên nifirî hem jî yên duayî, ne hemû lê piranîya wan, di hîm û esasa xwe de biwêjên resen in. Di mînakan de alîyên reşkirî, resenîya wan nîşan dide. Alîyê din jî awayê şikestî û jinûveavakirî ya biwêjê dide der ku dibin nifir û dua.
9. Du peyvên bihevgihandî û baneşanî ne û wateya mecazî ji hundir ve dide der:
Heyran qurban!-Qurban heyran!: Bi wateya, “Çi tu xwe wisa dibî esmanan, tu vî îşî nekî jî dibe, ez bi te nemame” tê gotin.
Melek Tamsar!: 1) Ji bo kesê ku hema cirnexweşî dikin tê gotin. 2) Ji bo kesê ku qet eleqeya wî pê tunebe jî xwe dixe nav hemû xeberdanan tê gotin.
Ev awa biwêj, carinan dermentîqî ne jî. Biwêja “heyran qurban” ji du gotinan pêk tê ku her yek bi tena serê xwe tê bikaranîn. Lê di vir de li dû hev û bi hev re tên gotin û li ser wateya mecazî li kar in.
Biwêja “Melek Tamsar” ji du peyvan pêk tê ku peyva “tamsar” mecazê çêdike û bi rengûawayê peyva “Melek”ê jî wate saz dibe.
10. Lêkerî û hevedanî ne û bi giştî navdêr û lêker wekî mentîq li hev nakin:
Aqil girtin
Biha şikandin
Çal kirin
Lat ajotin
Di hîma xwe de, ev reng biwêj, lêkerên hevedanî ne. Lê ji ber ku beşek di van lêkeran de, peyv û lêker li hev nakin, ji hev naxwin; loma jî wateyeke mecazî ji wan çêdibe û ev reng lêker dibin, lêkerên hevedanî yên biwêjî.
11. Rengdêrî ne û her yek ji biwêjeke resen ya hevoka saz ava bûye:
(Yek) agirçav bûn
(Yek) Devbelaş bûn
(Yek) cangiran bûn
Ev reng biwêj, di esasa xwe de biwêjên resen in. Hêmanên wê ji hev şikîyane lê ji hev neketine û du an jî sê hêmanên wê car din bi hev ve bûne û rengdêrek ava kirine. Û ev awa rengdêr, ne wekî rengdêrên sade ne û ne bi wateya yekem in. Yanî ne wekî rengdêrên “sor, reş, tarî…” ne. Ev awa rengdêr xweyî wateya mecazî ne.
Mînak: Biwêja, “(Yek) Devbelaş bûn” ji jihevşikîn û jihevparçebûna biwêja resen ya “Devê (yekî) belaş bûn”ê çêbûye û rengdêra “devbelaş” jê maye. Û gava ev rengdêra mecazî tê kesanekirin û bi (yekî, filankes û kirdeyekê) re tê bikaranîn û bi wateya mecazî li kar dikeve.
12. Biwêjên rengdêrî vediguherin yên lêkêrî:
(Yek) Devbelaş bûn-Veguherîna li awayê lêkerî: Devbelaşî kirin
(Yek) Dilreş bûn-Veguherîna li awayê lêkerî: Dilreşî kirin
Ev reng biwêj, ji rengdêrên mecazî çêdibin. Rengdêrên mecazî, bi lêkerên alîkar re tên bikaranîn û dibin hoker, di forma “lêkerên hevedanî” de qalib digirin û li ser mecaza rengdêrê li kar in.
Gotinên Pêşîyan (Pirsên Pêşîyan-Gotinên Bav û Kalan-Gotinên Kal û Bavan- Gotinên Mezinan)
Ez li ser gotinên pêşîyan wisa difikirim ku ew ji pareke zêdetir sedema çêbûna xwe ve, çandî û folklorî ne û pareke pir hindik ya zimanîbûnê heye di wan de.
Pênaseya Gotinên Pêşîyan:
• “Pêşkêşiya pirsên (pêşîyan dz) pir zor e. Bi kemanî divê merov wek pêşya be. Me hin pirsê pêşyê xwe: Dibên sê wêne –şikil-dost-yar-hene: (…) 1-Dostê xwarnê 2- Dostê tolazyê 3-Dostê ji can. (…) Pirsên pêşyê me pir dewlemend in. Ê ma niha em ne incax bi pirtûka karibin vê fikra civatî bidin bi zanîn.” (Musa Anter-Gotnê Pêşyê Kurda-Amadekar: Huseyîn Denîz-Beşa Pêşgotinê-Weşanên Kaynak-1991)
Musa Anter, di vê pênaseya xwe ya ku zêde nayê famkirin de, bi gotina “fikra civatî bidin bi zanîn” dide der ku ew gotinên pêşîyan wekî berhemên gel û çandê qebûl dike.
• “Gotinên Pêşiyan ne tene beşek ji zargotina gel e, hindek ji wan şîret in, hindek mînak in, hindek jî serhatîyên sosret û balkêş in ku ceribandina hezar salan di nava xwe de dihewînin.” (Gotinên Pêşiyan-Amadekar: Mehmet Oncu-Beşa Pêşgotinê-Weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê-2009)
Ji vê pênaseyê em fam dikin ku M. Oncu gotinên pêşîyan bi tevayî wekî berhemên gel û yên zargotinê qebûl dike.
• “Gotinên Pêşiyan, wekî mirovên alim jî dîyar kirine, ji dev yan jî ji pênûsa/qelema zanayekî, yan jî helbestvanekî yê xelkê hemûyan bawerî û ewleyî pê aniye çêbûne; ji ber dilsoziya wê ya mantiqî û hêjayiya wê ya civakî bi sedan salan nifş bi nifş hatiye veguhêztin. (…) Gotinên pêşiyan malê giştî ne, ango çêkerên wan ne kifş in.” (Abdulkadîr Bîngol, Gotinên Pêşiyan û Biwêjên Botan-Beşa Pêşgotinê-Weşanên Nûbihar-2005)
Her wiha di vê pênaseyê de jî gotina “Gotinên pêşiyan malê giştî ne” folklorîkbûn û anonîmbûna gotinên pêşîyan bi me dide zanîn.
• “Gotinên Pêşiyan, wek bîr û rayê civatê yên mişterek in. Gotinên Pêşiyan wek mirarîyên ziman in. Ev ji sal û zemanan nisilîne heya îro hatine.” (Salih Omerî-Gotinên Pêşiyan- Amadekar: Salih Omerî-Beşa Pêşgotinê-Weşanên Deng-2005)
Di vê pênaseya S. Omerî de, gotina “wek bîr û rayê civatê yên mişterek in” anonîmbûn û folklorîkbûna gotinên pêşîyan û gotina “Gotinên Pêşiyan wek mirarîyên ziman in” jî zimanîbûna wan bi pêş de tîne. Û Omerî, pareke zimanî jî dide gotinên pêşîyan.
Taybetîyên berbiçav yên Gotinên Pêşîyan:
1. Ji hevoka gramatîk pêk tê û tenê li ser demekê dimîne; yanî di gava gotin û bikaranînê de, dema esasî ya gotinên pêşîyan naguhere û ew dem jî bi giştî dema fireh û niha ye.
Ga dimire çerm dimîne mêr dimire nav dimîne
Dilê tirsonek sînga gewr nabîne
2. Metaforîk e: yanî tiştekî ku nayê zanîn bi tiştekî ku tê zanîn û xuyayî tê vegotin û destnîşankirin. Û di gelek gotinên pêşîyan de, rîtm û beşavendek (qafîyekek) xuya heye.
Şêr şêr e çi (ne) jin e çi (ne) mêr e
Jin û mêr tevr û bêr
3. Armanca wan şîretkirin-pendkirin e
Dijminê bavan nabin dostê lawan
Neçe wî erdê kesê te lê (tu)nebe.
4. Hîn û perwerde dikin û rê li ber dixin:
Agir bi darên hûr hilke
Mastê biharan bidin neyaran
Me divê em bêjin, biwêjên ku şîret-pend dikin jî di heman demê de hîn û perwerde dikin û rê li ber dixin û yên ku hîn û perwerde dikin û rê li ber dixin jî şîretê-pendê dikin.
5. Hikm-daraz heye di wan de û pênase dikin:
Dijminê biaqil ji dostê bêaqil çêtir e
Zexel dihere mexel-Dest destan nas dike
6. Encamek û tespîtek didin der:
Her ketinek rabûnek e
Dawîya şevreşîyê hevyveron e
Lêv ji diranan pêştir in
7. Ji ber ku armanca gotinên pêşîyan gihandina wateyekê ye û ji bilî armanca xwe tu tişt li xwe nakin bar, hevokên sazkirî sivik û ne kompleks in û ji bilî “û”yê, gihanek tune ne di wan de.
Me divê em bêjin, hema rewş û derav ji bo biwêjan jî li dar û li kar e.
8. Gotinên Pêşîyan di hundirê xwe de de ji hev fireh an jî teng nabin û wekî biwêjan ji hev naşikên û ji hêmanên xwe avanîyeke dîtir yên di rengê gotinên pêşîyan de ava nakin. Lê belê li ser armanca gotinê, mirov dikare wan parçe bike û her parçeyek, bi nîşankirin û bibîrxistina (referekirina) wateya esasî û tevdeyî, bi tena serê xwe bi kar bîne.
Mînak:
G. P: Şahidê rovî qemçika (terîya) rovî ye
a) Em guh nadin qemçika rovî; gotina paşîyan parçekirî ye û tenê beşa “qemçika rovî” hatiye bikaranîn.
b) Divê rovî bêyî terîya xwe bipeyive: gotina paşîyan parçekirî ye û tenê beşa “qemçika rovî” hatiye bikaranîn.
c) Em ê li rovî jî li terîya wî jî hişyar bin: gotina pêşîyan parçekirî ye û her du beşên gotinê bi awayekî ji hev cihê û ji hev serbixwe hatiye bikaranîn û wateya gotinên pêşîyan ya esasî û tevdehî di nav parçeyan û di hevpêwendîya wan de hatiye parastin û ji wateya esasî ya gotinên pêşîyan armanc û wateyeke dîtir ya resen hatiye afirandin.
Çavkanî :Diyarname
Parvekirin
[1]
Ev babet 341 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://candname.com/ - 19-11-2023
Gotarên Girêdayî: 9
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 11-12-2022 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Çand
Kategorîya Naverokê: Edebî
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 19-11-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-11-2023 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 341 car hatiye dîtin
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Jiyaname
KUBRA XUDO
Cihên arkeolojîk
Temteman
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Kurtelêkolîn
Destpêka Nivîsandina Kurdan
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
RONÎ WAR
Kurtelêkolîn
Cureyên helva Urmiyê yên herî baş û bi navûdeng
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Kurtelêkolîn
Çanda xwarinê ya Kurdan
Jiyaname
Viyan hesen
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Kurtelêkolîn
Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Jiyaname
AYNUR ARAS
Jiyaname
Kerim Avşar
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Jiyaname
Necat Baysal
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî

Rast
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
24-04-2024
Burhan Sönmez
Rojnameya Serbestî
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
24-04-2024
Burhan Sönmez
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Şekroyê Xudo Mihoyî
Babetên nû
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
17-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
13-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
RONÎ WAR
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
KUBRA XUDO
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 517,456
Wêne 105,717
Pirtûk PDF 19,161
Faylên peywendîdar 96,464
Video 1,307
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Jiyaname
KUBRA XUDO
Cihên arkeolojîk
Temteman
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Kurtelêkolîn
Destpêka Nivîsandina Kurdan
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
RONÎ WAR
Kurtelêkolîn
Cureyên helva Urmiyê yên herî baş û bi navûdeng
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Kurtelêkolîn
Çanda xwarinê ya Kurdan
Jiyaname
Viyan hesen
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Kurtelêkolîn
Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Jiyaname
AYNUR ARAS
Jiyaname
Kerim Avşar
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Jiyaname
Necat Baysal
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.422 çirke!