پەرتوکخانە پەرتوکخانە
لێ گەڕیان

کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!


گەریانا دەست نیشانکری





لێ گەڕیانا هویر      کیبورد


لێ گەڕیان
لێ گەڕیانا هویر
پەرتوکخانە
ناونامە بو زاروکێن کورد
کرونولوژیا ڕویدانا
ژێدەر
پاش
کومکری
چالاکی
چەوا لێ بگەڕهم؟
بەلاڤوکێن کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
دارشتنا پولا
بابەت ب هەلکەفتێ
ڤڕێکرن
ڤڕێکرنا بابەتی
ڤرێکرنا وێنەی
ڕاپرسی
بوچوونێن هەوە
پەیوەندی
کوردیپیدیا پێدڤی ب چ زانیاریانە!
ستاندارد
رێسایێن بکار ئینانێ
کوالیتیا ڤی بابەتی
ئامراز
دەربارێ مە
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
دەربارەی مە چ گوتیە؟
کوردیپیدیایێ بکە د مالپەرێ خودا
تومارکرن / ڤەمراندنا ئیمێلی
ئامارێن مێهڤانا
ئامارا بابەتا
وەرگێرێ فونتا
گهوڕینا دیرۆکان
کۆنترلکرنا ڕاست نڤیسینێ
زمان و شێوەزارێ لاپەرا
کیبورد
لینکێت پێدڤی
ئێکستێنشنا کوردیپێدیا بو گوگڵ کروم
کوکیز
زمان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هژمارا من
چوونا ژوور
دێ بمە هەڤکارێ هەوە
پەیڤا نهێنە تە ژبیر کریە!
لێ گەڕیان ڤڕێکرن ئامراز زمان هژمارا من
لێ گەڕیانا هویر
پەرتوکخانە
ناونامە بو زاروکێن کورد
کرونولوژیا ڕویدانا
ژێدەر
پاش
کومکری
چالاکی
چەوا لێ بگەڕهم؟
بەلاڤوکێن کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
دارشتنا پولا
بابەت ب هەلکەفتێ
ڤڕێکرنا بابەتی
ڤرێکرنا وێنەی
ڕاپرسی
بوچوونێن هەوە
پەیوەندی
کوردیپیدیا پێدڤی ب چ زانیاریانە!
ستاندارد
رێسایێن بکار ئینانێ
کوالیتیا ڤی بابەتی
دەربارێ مە
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
دەربارەی مە چ گوتیە؟
کوردیپیدیایێ بکە د مالپەرێ خودا
تومارکرن / ڤەمراندنا ئیمێلی
ئامارێن مێهڤانا
ئامارا بابەتا
وەرگێرێ فونتا
گهوڕینا دیرۆکان
کۆنترلکرنا ڕاست نڤیسینێ
زمان و شێوەزارێ لاپەرا
کیبورد
لینکێت پێدڤی
ئێکستێنشنا کوردیپێدیا بو گوگڵ کروم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونا ژوور
دێ بمە هەڤکارێ هەوە
پەیڤا نهێنە تە ژبیر کریە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارێ مە
 بابەت ب هەلکەفتێ
 رێسایێن بکار ئینانێ
 ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
 بوچوونێن هەوە
 کومکری
 کرونولوژیا ڕویدانا
 چالاکی - کوردیپێدیا
 هاریکاری
بابەتێ نوی
پەڕتووکخانە
رەوشنبیرییا کوردی د ناڤبەرا شیانێن تاکی و رێکخستنا جڤاکێ دا
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
پیڤەرێن رێکخستنەڤەیا جاڤاکا هەرێما کوردستانێ
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
گەهنۆم ڤارێبوون ژ بهایان
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
بێهۆدەییا جانی
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
گۆگەمێلا، چەپا کەنیزەکێن پایتۆنان
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
کەسایەتی
عەبدوڵڵا سمایل ئەحمەد
25-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
فەیروز ئازاد
25-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
جهـ
ڕەمبوسی
24-04-2024
ڤەژەن کشتۆ
کەسایەتی
ساکار
14-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
ساکار نەجم
14-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
ئامار
بابەت 517,638
وێنە 106,172
پەرتوک PDF 19,172
فایلێن پەیوەندیدار 96,585
ڤیدیۆ 1,317
جهـ
تل قەسەب
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
کەسایەتی
ئەڤریم ئالاتاش
کەسایەتی
خالد بەگێ جبری
جهـ
ڕەمبوسی
Mîr Celadet Elî Bedirxan Bersiva Samî Tanî Daye
کوردیپێدیا، (مافێ گەهشتن بو زانیاری یێن گشتی) ژبو تەڤایا کوردان دەستەبەر دکەت!
پول: کورتەباس | زمانێ بابەتی: Kurmancî - Kurdîy Serû
هەڤپشکی کرن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
هەلسەنگاندنا بابەتی
نایاب
گەلەك باشە
ناڤنجی
خراب نینە
خراب
بو ناڤ لیستا کومکریا
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!
گهوڕنکاریێن بابەتی!
Metadata
RSS
گووگلا وێنا بو بابەتێ هەلبژارتی!
گوگل دەربارەی بابەتێ هەلبژارتی!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bahoz Baran

Bahoz Baran
Mîr Celadet Elî Bedirxan Bersiva Samî Tanî Daye
#Bahoz Baran#

Xwezî şaşî û kêmasiyên pirtûka birêz Samî Tan yek û dudo bûna û me li ser wan li hev bikira. Lê hejmara şaşî û kêmasiyan pir zêde ye. Bû çar nivîsên dirêj in ku ez qala wan şaşî û kêmasiyan dikim. Mijarên ku ez qala wan dikim aşkera û diyar in. Mirov şaş dimîne, çawa di pirtûkeke rêzimanî de ew qas şaşî û kêmasî hene? Ji ber ku ew pirtûk di nav perwerdehiyê de pir tê bikaranîn û ji ber ku çewtî û kêmasiyên wê pirtûkê  pir in û belav dibin, ez li ser wê dinivîsim.    Pêşî divê mirov bizanibe ku ziman ne statîk e; guherbar e û xwedî pergaleke xurt e. Zimanê heftê sal berê û yê îro ne weke hev in. Lewma jî bersivên Samî Tan têra îro nakin, statîk in û bi nakokî ne. Îcar, ji pirtûka birêz Celadet Elî Bedirxan ya bi navê: “Elfabeya Kurdî û Bingehên Gramera Kurdmancî” jêgir dane. Qasî ku em dizanin ew pirtûk, nivîsên Celadet Elî Bedirxan ên Hawarê ne. Gelo çima  Samî Tan qala pirtûka Celadet Elî  Bedirxan û Roger Lescot ya nûjen nekiriye, çima ji wê jêgir negirtine? Samî Tan wê pirtûkê qebûl nake? Çima di hin nivîsên xwe de agahiyên wê pirtûkê bi kar tîne? Amadekarê pirtûka Celadet Elî Bedirxan Arif Zêrevan di pêşgotinê de dibêje: Pirtûka Celadet Elî Bedirxan ya kamil, ya dawî ye. Tiştê balkêş hin jêgirên ku ji wê pirtûkê dane, şaşiyên wî dipeyitînin! Di mijara tewangê de jî xuya ye Samî Tan ketiye nav lêkolînan. Lê tiştê ku ew qal dike, dîsa wî, ji şaşiyan xelas nake.  Di nivîsa xwe de jî  Samî Tan ji şêwaza zanistî dûr ketiye, ji dêvla ku qala mijaran bike, rabûye qala min kiriye! Ev şêwaz, li şêwaza zanistî nake. Belê, me di nav pergala tirkan de xwend, lê em ‘vê dawiyê’ kurdî hîn nebûne. Ji aliyê mentiqa tirkî de jî birêz, me rexne dike. Ravekirinên ku me kirine li gorî rêzimana navneteweyî ne. Eleqeya wan bi tirkî tune ye. Ji aliyê mentiqa tirkî de, di pirtûka Samî Tan de û di kuncika wî ya “Azadiya Welêt” de gelek mînakên balkêş ên mentiqa tirkî hene. Û jixwe zimanzanê me di rojnameyan de, mijarên rêzimana kurdî bi tirkî(bi zimanê asîmile-keran) nîqaş dike!  Tiştê balkêş min qala gelek mijaran kiribûn, min mînak dabûn; lê Samî Tan qet qala wan nake! Dibêje ez nenivîsim dê tiştên ku wî gotine rast bên qebûlkirin, tu binivîsî jî, nenivîsî jî; rastî rastî ye, qad jî qada zanistî ye. Birêz, weke ku her tişt çewt be tevdigere; lê ez ê di dawiya vê nivîsê de wan kêmasî û şaşiyên ku wî kirine, weke lîsteyê bidim. Di Hînkerê de jî gelek şaşî û kêmasî hebûn, lê  Samî Tan qet qala wan jî nake.  Em ê li ser mijarên rêzimanî binivîsin, em ê ji şêwaza zanistî jî dûr nekevin. Qada me ya yekemîn jî qada rêzimanê ye.  Dibe ku Samî Tan aciz bibe, em ê vê helwestê bidomînin; lewre mafê tu kesî tune ye ku rêzimana kurdî di nava şaşî û kêmasiyan de bihêle. Ne Cînavka girêkî-Pronava Girêkî,  Gihaneka “Ku”yê Samî Tan bi israr dibêje “ku” cînavk e. Em jî dibêjin “ku” gihanek e”. Ji ber ku du tiştan digihîne hev dibe gihanek.  Ev tiştekî diyar e. Samî Tan, bersiva pirsa min nade, diçe ji pirtûka Celadet Elî Bedirxan ya bi navê “Elfabeya kurdî û bingehên gramera kurdmancî” jêgiran radigihîne. Ji kerema xwe bila li pirtûka Celadet Elî Bedirxan û Roger Lescot jî binihêre. Tiştê ecêb dema ku qala wê pirtûkê dibe dibêjin:” Ew pirtûk Celadet tenê nenivisiye.” Ma Roger Lescot jî ne hevalê Celadet Elî Bedirxan bû, ew jî ne zimanzan bû! Di pêşgotina wê pirtûkê de, qala wê xebatê tê kirin. Qey Samî Tan pirtûka Celadet Elî Bedirxan û Roger Lescot qebûl nake?! Di wê pirtûkê de “ku” di beşa gihanekan de cî digire, ne di beşa cînavkan de.Lê ez ê a niha nekevim wan nîqaşan. Ka em bala xwe bidin pirtûka Samî Tan, da ku em bibînin, ew çawa xwe bi xwe ketiye nav nakokiyeke kûr:Em bala xwe bidin raveya cînavkê ya pirtûka Samî Tan:“Cînavk di nava hevokê de,cihê navdêran digirin.”Em bala xwe bidin ravekirina “cînavka girêkî” ya pirtûka  Samî Tan:“Cînavka girêkî, du hevokan bi hev ve girê dide.” Kerem bikin, her du jêgirtin jî ji pirtûka Samî Tan hatine dayîn û li ber çavan e ku her du ravekirin jî li hev nakin. De ka em bibêjin çi? Ji ravekirina Samî Tan ya diwemîn diyar e ku “ku” gihanek e, lewre wî bi xwe gotiye “bi hev ve girê dide”. Li jorê jî dibêje cînavk ciyê navan digirin. Rastî ev qas diyar li ber çavan be û mirov wê qebûl neke! Ji xwe mînakên “ku” yê didin xuyakirin ku “ku” gihanek e. Min di nivîsa berê vê de gotibû: “ku” dema şûna ciyekî bigire dibe cînavka pirsiyariyê, weke din tim gihanek e.Çû ku?  Çû malê.Tiştê balkêş di mijara gihanekan de,  Samî Tan  cî daye “ku” yê!?
Cînavkên Xweditiyê Xuya ye Samî Tan nivîsa min baş nexwendiye. Lewre min gotiye ku, xwedîtî bi cînavkên diyarkirî çêdibe û bi pişt re min gotibû dibe ku cînavkên pêwendiyê jî bi wan re bên bikaranîn, ew jî dibe tiştekî din. Dîsa ji pirtûka”Elfabeya Kurdî û bingehên gramera kurmancî” hin tişt ragihandine. Em jî li pirtûka Celadet Elî Bedirxan Û Roger Lescot binihêrin:“Eğik durumdaki şahis zamirleri iyelik(mülkiyet) rolü oynar.”Hespê min( te, wî, wê , me , we, wan)Hespên min, mehîna min, mehînên min..”Bê veqetandekên serbixwe aîdiyet çêbû. Tenê bi cînavkên diyarkirinê.Cînavkên PêwendiyêDema ku raveber bikeve veqetandek(a, ê,ên) dikevin rola pêwendiyê. Ciyê peyvê digirin.Mînak:  Deriyê dibistanê           ê dibistanê            Gula çiya                     a çiya            Hevalên baş                 ên baş Pir aşkera ye ku veqetandekan ciyên raveberan girtine. Dema ku cî bigirin dibin cînavk û ji xwe pêwendiyê çêdikin. Ji ber ku pêwendî çêdibe parçeyek aîdîyet jî çêdibe.Eger em cînavkên pêwendiyê û yên xweditiyê bi hev re bi kar bînin:Mînak:  Hevala min                 a min            Hevalê min                 ê min            Hevalên min               ên minPêwendî û aîdiyet çêbûn. Ev mijar ev qas diyar e û li ber çavan e!
Rengdêr Samî Tan di vê mijarê de jî ketiye nav nakokiyeke kûr. Ravekirina ku dide û mînakên pirtûkên wî li hev nakin:Ravekirina ku wî ji pirtûkê daye:“Rengdêr ew bêje ye ko bi navdêrê ve dibe û wesfekî wê dide zanîn; an wê navdêrê di mana wê de tayîn dike û texsîs dike.”Mînakên pirtûka wî:Ev dar hişk e, hevalên min jêhatî ne, birayên min delal in, xaniyê me fireh e Ew ciyê bin wê xêzkirî nîşan dide ku rengdêr bi navê ve dibin û ravekê çêdikin. Lê dema ku em mînakên Samî Tan dinihêrin, rewş berevajî vê yekê ye. Rastî li ber çavan e!
Tewang Di vê mijarê de jî brz Samî Tan fam nekiriye ku me çi gotiye. Ravekirina ku ew dikin û mînakên wan li hev nakin. Celadet Elî Bedirxan jî di pirtûka xwe de, li ser vê mijarê hin tiştên wisa dibêje ku em pê riya xwe ronî dikin. Dema ku em mijareke rêzimanî vedibêjin, divê têgînên rêzimanê, di çarçoveya rêzimanê de bên bikaranîn, ne di çarçoveya teng ya ferhengî de. Di mijara tewangê de me ev binpê kiriye. Divê mirov teng nefikire.Eger em li ferhenga Kurdî binihêrin, em ê vêya bibînin: Badan, çivandin, xwarkirin, verês, hwd. Eger em li lîteratora rêzimanê binihêrin, em ê vêya bibînin: Di çêkirin, kişandin û  diyarkirina peyvan de, eger di kok an jî di gewdeya peyvê de guherîn çêbibe, ev dibe tewang. Carinan, peyv pir diguherin; carinan jî hindik. Bi piranî dengdêr diguherin û ev taybetî, bêtir di zimanên Hînd-Ewropî de heye. Ev ravekirineke navneteweyî ye. Taybetiyên zimanan hene; lê guherîna kok an jî gewdeyê tune be mirov nikare qala tewangê bike. Dema ku mirov bala xwe dide Celadet Bedirxan , ji bo vê rewşê peyva “büküm”ê, bi kar tîne; lê di heman mijarê de ji oblîk-xwarkirinê re jî dibêje “eğik”. Celadet Bedirxan “büküm” û “eğik”ê, ne di heman wateyê de, di du wateyên cuda de  bi kar tîne. Lewre Celadet Bedirxan di vê mijarê de wiha dibêje:“Navên nêr yên ku “a” û “e” dihundirînin, ji bo ku têkevin rewşa “oblîk-xwarkirî yan jî têrkerî”, ditewin.” Yanî sedema tewandina wan ew e ku bikevin rewşa oblîk, bibin têrker û bireser, bi vî awayî zayend û mêjera wan jî diyar dibe.  Ji bona ku ew peyv bibin têrker û zayend û mêjera wan diyar bibin ditewin, deforme dibin.. Em li pirtûka Celadet Bedirxan û Roger Lescot li xala 114 û 115’an binihêrin. Ango Celadet Elî Bedirxan jî weke ku me di pirtûka xwe de diyar kiriye dibêje: tewang(büküm) tiştek e, oblîk(eğik durum-tümleç olma durumu) tiştek e. Di kurdî de peyv bi tena serê xwe xwerû ye, di rola kirdeyê de ye. Dema ku qertafên diyariyê(î, ê,an) bistîne ji xwerûtiyê derdikeve dibe bireser û têrker. Bi vî awayî zayend û mêjera wî jî diyar dibe. Ev ravekirin ravekirinên Celadet Elî Bedirxan in. Samî Tan ketiye nav lêkolînan û çûye ji Rasim Birlik wateya tewangê ragihandiye. Belê ew ravekirin rast e, li gorî wê ravekirinê divê guherîn çêbibe di peyvê de, lê qertafên me yên diyariyê(ku ew dibêje yên  tewangê) vê guherînê çênakin. Ango jêgira ku ji Rasim Birlik ragihandiye li gorî me ye. Guherîn tune be tewang çênabe. Birêz berê xwe daye Îngilizî û qala “Declension”ê jî kiriye. Lê baş qal nekiriye, divê qala “inflection” û rewşên “Declension”ê jî bikira.  Declension tê wateya “kişandinê”. Di vê mijarê de divê Samî Tan qala “genitive(qertafên rewşa pêwendiyê), dative(qertafên rewşa berpêçûnê), accusative(qertafên rewşa diyarkirinê), vocative(qertafên rewşa bangkirinê), ablative(qertafên rewşa jê derketinê, male-she(qertafên cinsiyetê)”yê jî bikira. Ku ev hemû dikevin bin baniya “declension”ê. Di hinik zimanan de ev rewşên rêzkirî, di peyvê de guherînê çêdikin, navê wê rewşê “tewang” e, lê di hinek zimanan de dema ku ev qertafên rewşan tên bikaranîn, di kok an jî gewdeya peyvê de guherîn çênabe, tewang pêk nayê. Di kurmancî de jî dema ku li gorî van rewşan qertaf tên bikaranîn tu guherîn di kok an jî gewdeya peyvê de çênabe. Lê carinan di peyvên nêr de ev guherîn çêdibe wê çaxê em dikarin bibêjin tewang jî çêdibe. Ango peyv wan qertafan nastîne, ji bo ku têkeve wan rewşan ji hundirê xwe de diguhere. Di tu zimanî de mijara “Qertafên Tewangê” tune ye. Qertafên din hene: Ên zayend û mêjerê, pêwendiyê, berpêçûnê, diyarkirinê, bangkirinê, jê derketinê… Ev qertaf xwedî rolên girîng in û divê li gorî rolên xwe bên binavkirin ne li gorî tewangê. Tewang, dibe ku li gorî encama wan pêk bê, yan jî pêk neyê.
?xml:namespace prefix = o ns = urn:schemas-microsoft-com:office:office / 
TABLOYA KIŞANDINA PEYVAN LI GORÎ REWŞAN
Rewş
Nêr

Yekjimar
Pirjimar
Yekjimar
Pirjimar
Nominative
Gur
Guran
Gul
Gulan
Genitive
Çavên gurî
Çavên guran
Bêhna gulê
Bêhna gulan
Dative
Çû gurî
Çû guran
Ji gulê re bibêje.
Ji gulan re bibêje.
Accusative
Ez gurî dibînim.
Ez guran dibînim.
Gulê bîne
Gulan bîne.
Vocative
Guro!
Gurino!
Gulê!
Gulino
Ablative
Ez ji gurî ditirsim.
Ez ji guran ditirsim.
Bêhn ji gulê tê.
Bêhn ji gulan tê.
Ji tabloyê jî diyar dibe ku dema peyvên kurdî tên kişandin di kok an jî di gewdeya peyvan de guherîn çênabe. Qertafên diyariyê “î,ê,an” hem peyvê ji aliyê peywirê ve diyar dikin hem jî cinsiyet û mêjera wî diyar dikin. Di hin ciyan de daçek jî alîkariyê dikin. Di kurmancî de tenê peyvên nêr yên ku tîpên “a-e” dihundirînin ditewin. Tewanga wan jî bi sînor e. Bi rastî ew jî dikarin qertafên diyariyê bistînin; lê dema ku nestînin dikarin ji hundirê xwe ve bitewin. Ev bikaranîn jî bi giştî nîn e.Mînak:       Bi Riya Qertafên Diyariyê                           Bi Riya Tewangê                                  Nanê mastî                                               Nanê mêst                              Ez mastî dixwim.                                       Ez mêst dixwim.
 Lîsteya şaşî û kêmasiyên pirtûka Samî TAN ên ku bûne mijara nivîsên me1- Qertafên navgir(  Ew tîpên alîkar in, li ciyên ku pêwîst bin der dikevin holê.)2- “Tîpên kelijandinê”(Rasterast ji tirkî hatiye girtin, ew tîp jî li dijî kelijandinê ne.)3-  Dûbarekirina tîpan( Dûbarekirina tîpa  peyva “xurttir” û peyva “pirr” ji hev cuda ne. Li ser pirsgirêka esas nehatiye sekinandin.)4- Ji aliyê sazbûnê ve peyv( Peyv sê cure ne: xwerû, pêkhatî, hevdudanî; ne hewce ye ku mirov mijarê dirêj  û tevlihev bike.)5- Pêşgir û paşgir( Hin peyvan wateya xwe winda nekiriye: Binhiş,)6- Ergatîvî(Di dema boriya gerguhêz de kurdî ergatîv e di demên din de çi ye?)7- Tewang (Ravekirina tewangê nehatiye dayîn, ku bihata dayîn dê mînakên ku dane li hev nekirina.)8- Tewanga nebinavkirî( Mijareke wisa tune ye, Samî Tan xwe bi xwe çêkiriye û şaş çêkiriye. Ên ku nebinavkirinê çêdikin qertafên nediyariyê ne: hevalekê)9- Veqetandek( Veqetandek ne cureyeke bêjeyan in, qertaf in ew.)10- Veqetandekên nebinavkirî( Ev qertaf bi qertafên nediyariyê re hatine tevlihevkirin.)11- Ji aliyê taybetiyên xwe ve navdêr( di vê mijarê de Samî Tan çûye “komenav” jî xistiye nav vê mijarê, şaşiyeke berbiçav.)12- Paşgira ku navê ciyan pêk tîne: (Xane, gelo ev peyv e an paşgir e?)13- Di mêjera navdêrên xwerû de alozî(Pêşniyara ku hatiye kirin, çewtiyeke mezin e: “a mişk û mirovan”)14- Cureyên cînavkan(Hatiye dirêjkirin û tevlihevkirin.)15- Cînavkên xweditiyê(Bi yên pêwendiyê re hatine tevlihevkirin.)16- Cînavka girêkî(Ev gîhanek e, ne cînavk e.)17- Rengdêr(Mînak û ravekirin li hev nakin li gelek ciyan.)18- Di hevalavan de paye( Hin mînak çewt in.)19- Hevalnavên pirsiyariyê(Mînakên şaş pir in.)20- Hokerên cî û bergehê(Bi têrkera cî re hatine tevlihevkirin.)21- Hokerên demê(Hin mînak hokerên  çawaniyê re hatine tevlihevkirin.)22- Hokerên çendanî û hevrûkirinê(Çend mînakên ku hatine dayîn ên çawaniyê ne.)23- Hokerên pirsiyariyê(Hin mînak bi cînavkan re hatine tevlihevkirin)24- Jimarnav (Ev ne cureyeke bêjeyan e! Peyv li gorî peywirên xwe dibin: Navdêr, rengdêr, cînavk, hoker, daçek, gihanek.)25- Lêker (Mijar berovajî hatiye dayîn, peyvsazî di dawiyê de tê dayîn, hemû mijaran de ev şaşî hatiye kirin.)26- Mijara paşgirên lêkerçêker(Rader, bi qertafan re hatine tevlihevkirin)27- -ijîn, -isîn,-ijandin –isandin(Ev hêman weke hêmanekê hatine dayîn, lê ji sê çar hêmanan pêk tên.)28- Gerguhêz-negerguhêzî(Lêkerek ji bingehê xwe de yan gerguhêz e yan jî negerguhêz. Lê Samî Tanî hin lêkerên negerguhêz pêşî dike gerguhêz paşê dike negerguhêz! Mesela pêşî “qelişîn” heye paşê dibe “qelişandin”. Li gorî birêz ev berevajî ye. )29- Qertafa gerguhêzî “and” ê li hev siwar dike( Bihîstandin, “t” ji “and”ê veguheziye. Du car nayê ser hev.)30- Rader(Di kurdî de rader yek e: -(i)n, li gorî pirtûkê hejmara wan diguhere.)31- Çîrokiya dema boriya têdeyî(Dema boriya têdeyî jixwe çîrokiyê çi dike, ew dibe çîrokiya dema boriya dûdar, çirokiya wê çênabe. Çirokiya dema boriya têdeyî tune ye)32- Dema boriya dûdar li gorî kesê diwemîn(Qertafa dema boriya dûdar nehatiye bikaranîn “ketiyî”.  Bi vî awayî di hin lêkeran de alozî der dikeve, mesela di kişandina lêkera “çûn”ê de.)33- Di lêkeran de avanî( Kirde mirov be pirsa “çi” jê nayê kirin. Lê di pirtûkê de ev heye. Bêrîvan hat. “çi” hat?)34- Lebatî û tebatî( Tenê pirsa “kê” na, pirsa “kî” jî divê ji lêkerê bê kirin.)35- Dançêker (Lêkerên gerguhêz dibin dançêker, yên negerguhêz dibin çi? Ji bo “pirsîn” û “revîn”ê rewş cuda ye.36- Raya dema niha(Ew ray, ne tenê raya dema niha ye, raya dema bê ye jî  û yên xwestekî ye jî.)37- Raweya çêbiwar(Ev ne rawe ye, dikeve mijara lêkernavan.)38- Raveka zincîrîn(Mijar hatiye tevlihevkirin, divê du ravek biketina nav hev du, lê ravekek tenê heye di mînakên wî de.)39- Pêveber (Pêveber qalib be ji hev venaqete. Elî mirovekî baş e, ciyê xêzkirî kiriye pêveber.)40- Xalbendî( Mirov dikare bibêje ku ev gelek xalên vê mijarê kêm in.)  Fermo, ku mirov bi çend zimanan zanibe ev şaşî çi ne? Gelo zimanzanî rê dide ku mirov ew qas şaşiyan bike?
 Divê bê pirsîn, kîjan pirtûka Celadet Elî Bedirxan esas tê girtin? Pirtûka ewil dibe krîter an ya dawî? Samî Tan pirtûka xwe ya berê esas digire yan a niha? Helbet tiştên bingehîn her û her hene, lê li gorî zanistiyê bingeh pirtûka dawîn e. Di pêşgotina pirtûka “Elfabeya kurdî û bingehên kurmancî de jî Arif Zêrevan gotibû:”Jixwe gramera kamil ya kurmancî, paşê ji aliyê Roger Lescotî ve bi ravekên fransî hatiye çapkirin. Ew berhem(Grammaire Kurde-dialecte kurdmanjî) berhema mîr Celadet Alî-Bedir-xanî ye…” Divê mirov di qada zanistê de li gorî krîterên zanistî tevbigere.
[1]
ئەڤ بابەت ب زمانا (Kurmancî - Kurdîy Serû) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب ڤی زمانا کو پی هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 454 جار هاتیە دیتن
هاشتاگ
ژێدەر
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 04-11-2023
بابەتێن پەیوەستکری: 7
زمانێ بابەتی: Kurmancî - Kurdîy Serû
روژا تمام کرنێ: 29-09-2009 (15 سال)
جوڕێ دۆکومێنتێ: زمانی یەکەم
جوڕێ وەشانێ: دیجیتاڵ
زمان - شێوەزار: ک. باکوور ت. لاتین
وەڵات - هەرێم: کوردستان
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: ئەدەبی
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: زمانزانی
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: وتار و دیمانە
تایبەتمەندی یێن تەکنیکی
کوالیتیا ڤی بابەتی: 99%
99%
ئەڤ بابەتە ژ لایێ: ( ئاراس حسۆ ) ل: 04-11-2023 هاتیە تومارکرن
ئەڤ بابەتە ژ ئالێ: ( سارا کامەلا ) ل : 05-11-2023 پێداچوون ژبوو هاتییە کرن و ڕەها بوویە
ئەڤ بابەتە بو دویماهیک جار ژ لایێ: ( سارا کامەلا )ڤە: 05-11-2023 هاتیە ڕاست ڤەکرن
ناڤ و نیشانێن بابەتی
ئەڤ بابەتە ب ستانداردی کوردیپێدیا هێشتا نە دروستە و پێدڤی ب داڕشتنەکا بابەتی و زمانی هەیە!
ئەڤ بابەتە 454 جار هاتیە دیتن
کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!
کورتەباس
شاعرەکی نەنیاس و دوو هوزان
کەسایەتی
بلند محەمەد
وێنە و پێناس
نەورۆزا ساڵا 1972
کورتەباس
نەڤسیا ژنبابی
وێنە و پێناس
لالش ل ساڵا 1976
کەسایەتی
خەیری ئادەم
کورتەباس
تۆسنێ رەشید دەنگکی هەلبەستڤانێ گەش ژ کوردێن سۆڤێتێ
کەسایەتی
عیسا هادی شەکر فارس
کورتەباس
مەردینی ب دلی یە نە ب مالێ یە
پەڕتووکخانە
گۆگەمێلا، چەپا کەنیزەکێن پایتۆنان
کەسایەتی
فادیا فێسەڵ ڕەڤۆ حسێن
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
کەسایەتی
فایزا دربۆ حسێن
پەڕتووکخانە
پیڤەرێن رێکخستنەڤەیا جاڤاکا هەرێما کوردستانێ
کەسایەتی
عەبدوڵا ساڵح ئاکرەیی
شوینوار و جهێن کەڤنار
پرا دەلال
وێنە و پێناس
مستەفا بارزانی ل دەمێ پێشکێشکرنا گۆتارەکێ ل کۆیە، ساڵا 1963
پەڕتووکخانە
رەوشنبیرییا کوردی د ناڤبەرا شیانێن تاکی و رێکخستنا جڤاکێ دا
وێنە و پێناس
زەلامێن کورد ل دەمێ یاریا تاولێ ل باژێڕۆکێ کۆیە، ساڵا 1963
شوینوار و جهێن کەڤنار
شکەفتا گوندێ گوندکی ل ئاکرێ
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها سارتکە
کەسایەتی
سەرهات ناریمان خەمۆ
کورتەباس
گەنجینەکا زێڕین
پەڕتووکخانە
بێهۆدەییا جانی
کەسایەتی
عەیشان مجۆ بەرکات جۆمەر
پەڕتووکخانە
گەهنۆم ڤارێبوون ژ بهایان
کەسایەتی
عەیشان هەسن دەروێش حەمۆ
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها کوردا
وێنە و پێناس
کۆمەڵەکا دانعەمرێن ئێزدی ل لالش، ساڵا 1976

روژەڤ
جهـ
تل قەسەب
01-02-2024
ڤەژەن کشتۆ
تل قەسەب
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
21-02-2024
زریان سەرچناری
سەبریا هەکاری
کەسایەتی
ئەڤریم ئالاتاش
14-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
ئەڤریم ئالاتاش
کەسایەتی
خالد بەگێ جبری
14-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
خالد بەگێ جبری
جهـ
ڕەمبوسی
24-04-2024
ڤەژەن کشتۆ
ڕەمبوسی
بابەتێ نوی
پەڕتووکخانە
رەوشنبیرییا کوردی د ناڤبەرا شیانێن تاکی و رێکخستنا جڤاکێ دا
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
پیڤەرێن رێکخستنەڤەیا جاڤاکا هەرێما کوردستانێ
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
گەهنۆم ڤارێبوون ژ بهایان
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
بێهۆدەییا جانی
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
گۆگەمێلا، چەپا کەنیزەکێن پایتۆنان
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
کەسایەتی
عەبدوڵڵا سمایل ئەحمەد
25-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
فەیروز ئازاد
25-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
جهـ
ڕەمبوسی
24-04-2024
ڤەژەن کشتۆ
کەسایەتی
ساکار
14-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
ساکار نەجم
14-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
ئامار
بابەت 517,638
وێنە 106,172
پەرتوک PDF 19,172
فایلێن پەیوەندیدار 96,585
ڤیدیۆ 1,317
کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!
کورتەباس
شاعرەکی نەنیاس و دوو هوزان
کەسایەتی
بلند محەمەد
وێنە و پێناس
نەورۆزا ساڵا 1972
کورتەباس
نەڤسیا ژنبابی
وێنە و پێناس
لالش ل ساڵا 1976
کەسایەتی
خەیری ئادەم
کورتەباس
تۆسنێ رەشید دەنگکی هەلبەستڤانێ گەش ژ کوردێن سۆڤێتێ
کەسایەتی
عیسا هادی شەکر فارس
کورتەباس
مەردینی ب دلی یە نە ب مالێ یە
پەڕتووکخانە
گۆگەمێلا، چەپا کەنیزەکێن پایتۆنان
کەسایەتی
فادیا فێسەڵ ڕەڤۆ حسێن
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
کەسایەتی
فایزا دربۆ حسێن
پەڕتووکخانە
پیڤەرێن رێکخستنەڤەیا جاڤاکا هەرێما کوردستانێ
کەسایەتی
عەبدوڵا ساڵح ئاکرەیی
شوینوار و جهێن کەڤنار
پرا دەلال
وێنە و پێناس
مستەفا بارزانی ل دەمێ پێشکێشکرنا گۆتارەکێ ل کۆیە، ساڵا 1963
پەڕتووکخانە
رەوشنبیرییا کوردی د ناڤبەرا شیانێن تاکی و رێکخستنا جڤاکێ دا
وێنە و پێناس
زەلامێن کورد ل دەمێ یاریا تاولێ ل باژێڕۆکێ کۆیە، ساڵا 1963
شوینوار و جهێن کەڤنار
شکەفتا گوندێ گوندکی ل ئاکرێ
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها سارتکە
کەسایەتی
سەرهات ناریمان خەمۆ
کورتەباس
گەنجینەکا زێڕین
پەڕتووکخانە
بێهۆدەییا جانی
کەسایەتی
عەیشان مجۆ بەرکات جۆمەر
پەڕتووکخانە
گەهنۆم ڤارێبوون ژ بهایان
کەسایەتی
عەیشان هەسن دەروێش حەمۆ
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها کوردا
وێنە و پێناس
کۆمەڵەکا دانعەمرێن ئێزدی ل لالش، ساڵا 1976

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| دروستکرنا لاپەری 0.813 چرکە!