Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
17-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
13-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
RONÎ WAR
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
KUBRA XUDO
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 517,391
Wêne 105,687
Pirtûk PDF 19,152
Faylên peywendîdar 96,425
Video 1,307
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnameg...
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
Rojnamegeriya kurdî
Xebatên xwe bi formateke baş ji Kurdipediyayê re bişînin. Emê wan ji bo we arşîv bikin û ji bo we biparêzin!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rojnamegeriya kurdî

Rojnamegeriya kurdî
Rojnamegeriya kurdî karê kovar û rojnameyên ku bi kurdî yan jî beşek jê bi kurdî derketine, anku yên ku cih dane nivîsarên kurdî jî.
$Nêrînek giştî bo medya û medyaya kurdî$
Ragihandin bi destpêbûna mejûya mirovan destpêkirîye. Pêwîstiya ragihandinê bi amûr û şêwazên cûda berdewam kirîye. Lê di nava amurên ragihandinê de herî bibandor ku hîma wî dema romayiyan hatîye avetin û di sedsala 17an de bi awayê rojnemegerîye derketîye holê û her berdewame. Ber çemê Nîlê tabletên 3500 sal berê hatîye ditîn ku ser wan de buyerên rojane hatiye nivîsandin û her wiha tabletên ku ji dema imparatoriya Roma hatîye çêkirin ku ser wan de jî wekî rojnameyek bûyerên rojane heye jî em nekin nava hesabê rojnameyên bi navê The weekly News From Italy and German, La Gazette, Avisa, Gedenck Wurdige Zeitung û çend rojnameyên din rojnameyên pêşîn a cîhanê ne. Niha jî rojnamegerî bi giştî media bi amurên curbecur didome. Niha rojname, kovar, tv, radio, înternet û amûrên hwd. di rojnamegerî de tê bi kar anîn. Medya îro ro de wek “Hêza Çaremîn” tê bi nav kirin. Dibe ku dahatû de bibe hêza yekemîn. Rojnamegerî bi giştî medya hewcedarîyeke xwezayîye. Bandora mezin a medyayê ji ser modernîzim, postmodernîzm, ol, guherîna civakî, têgihiştina hêz û desthilatdarîye, pêşketinên idolojîk, pêşketina teknolojîk-zanistê heta beralî kirina civakê, pêkanîna guherînên bingehîn û gewre, veşartina karên qirêj a deshilatdariyê, pergala aborî û hwd. de heye. Em dikarin gelek xalên bipeyvendî zêde bikin. Her xal hejayê nirxandinêye, belam ev tişt encax di pirtûkekî lêkolînî de dikare pêk be. Lê ev rewş bo kurdan hinek diguhere. Çunke dewletekî navendî a Gelê kurd tuneye. Ji ber vê him şêweya rojnamegerî di nav gelê kurd de cewaze him jî sedema bikaranîna media cûdaye. Piştî peymana Lozanê welatê kurdan bû çar perçe. Her perçeye de dewleta ku vê perçeya xakê kurdan dagir kiriye, bi şewazên cuda hemberî hebûna kurdan derketiye. Ji ber vê yekê jî her perçeye de rewşa gelê kurd jî ji perçeyeke din cewaztir bûye. Hêmanên ku bo medyaya cihanê dabaşa gotinê ye, medyaya kurdî de hêmanên wekî standartize kirina û pêşxistina zimanê kurdî, hewla rizgarkirina xaka Kurdistan, dîplomasî, pêşxistina muzîk û bi giştî çanda kurdî, pêk anîna hişa neteweyî ya kurdî, modernîze kirina civaka kurdî, pêk anîna hişmendiya dîrokî ya kurdî jî zêde dibin. Her wiha partiyên Kurdistanê dezgehên xwe yên çapamenî bo propagandaya rexistinê xwe jî bi kar tînin. Ev yek li ber medyaya kurdî de astengiyek din e ku divê were bihartin. Rojnamegeriya kurdî jî ji dema zayîna xwe ve bi dijwarî, êş, asteng û qedexeyên bi curbecur re rûbirû maye. Rêwîtiya ku em niha derkevin ne tenê rêwîtiya çapemeniya kurdî an jî mediyaya kurdî ye her wiha rêwingiya bibiryarî, dijwarî û serkeftinêye jî.
$Destpêka rojnamegeriya kurdî$
Wekî tê zanîn rojnamegeriya kurdî bi Rojnameya Kurdistanê ku di sala 1898an de derketîye, dest pê dike. Ev rojname di 22yê Nîsanê de dest bi weşanê kirîye. 22yê Nîsanê lewma wekî salvegera rojnamegeriya kurdî tê pîroz kirin û li Kurdistana Başûr jî ev roj bi awayekî fermî wekî roja “Rojnamegeriya Kurdî” tê qebûl kirin. Ev rojname di sirgunê de derket holê ango mejûya rojnamegeriya kurdî bi sirgunê derdikeve holê. Rojnameya Kurdistanê ji alîyê Mîqdad Mîdhet Bedirxan ve li Qahîreyê hatîye derxistin. Di dîroka me de gelek tiştên cara pêşîn ji alîye malbata Bedîxanan ve hatîye pêkanîn. Rojnamegeriya kurdî jî wisa bûye. Piştî Mîqdad Mîdhet Bedirxan birayê wî Ebdurrehman Bedirxan dest bi weşandina wê kir. Rojnameya Kurdistanê piştî Qahîreyê li Swîsre û Londonê jî hatîye derxistin. Hejmara dawîn ya Rojnameya Kurdistanê (no: 30-31) 14ê Nîsanê, di sala 1902yê da derket. Destpêbûna rojnamegeriya kurdî li gorî ciranên me pir dereng nîne. Ahmed KANÎ, Analîzek Li Ser Rojnameya Kurdistanê, APEC 2019. Lê ji ber astengiyan bi qasê cîranên me pêşveneçuye.
$Rojnamegeriya kurdî di navbera salên 1900-1950an de$
Piştî Rojnameya Kurdistan di sala 1918 de ji alîye rewşenbîrên me ku ji pêşveçunên vê demê sudvergirtibûn bi navê Jîn kovarek derxistin û 21 hejmara wî kovarê derçu. Di heman demê de him li her perçeyê Kurdistanê de him ji di gelek welatên din de gelê kurd gelek rojname û kovar derxist. Şark ve Kurdistan-1908 li stenbolê hat derxistin. Kürd Teavun Ve Terakki Gazetesi 1908 ji aliyê Kürd Teavun Ve Terakki Cemîyetî li stenbolê hat drexistin. Di wê demê de ev rojname gelek deng da û bandorekî mezin li ser gelê kurd kir. Her wiha kovara Kurdistan1908-1909-Stenbol, Amîda Reş 1909, Peyman1909-Dîyarbekir, Rojî Kurd-Hetawî Kurd 1913 ji aliyê Komala Hêvî, Yekbûn 1913 û hin kovar û rojnameyên din jî hat weşandin. Di sala 1919 kovara KURDISTAN li Stenbolê hat derxistin. Di sala 1923an de li Siwêrg rojnama Îrfan derket. Di 1929 an de ji aliyê serokê serhildanê Agirî îhsan Nurî Paşa Rojnameya “Agirî” ji gelê kurd re hat pêşkeş kirin. Li Tirkîye ji ber zordestiya rejîma faşîst a Tirkan gelê kurd maweyekê dirêj bêdeng ma.
Lê perçeyên dinê Kurdistanê de bi taybetî Kurdistana Başur de gelek rojname û kovar wekî Rojnama Umêdî istiqlal, Suleymanî, 1923, Rojnama Bangî Heq, Suleymanî, 1923, Rojnama Pêşkewtin, Suleymanî, 1920, Kovara Peyje Bexdad 1927, Rojnama Rojî Kurdistan, Suleymanî, 1922, Rojnama Rêya teze, Erîvan, 1930, Kovara Rûnakî, Hewlêr, 1935, Kovara, Rojnama Rojanû, 1943, Rojnama Rêga li rojhilatê Kurdistanê jî Mehabad, 1948, Rojnama Rawêj, Mehabad hatibûn derxistin. Salên çilan di dîroka başurê Kurdistanê de, bi xwe re geşbun û pêşketinê di jiyana siyasî û çandî ya wê perçeyê de tînin. Ew salên xurtbuna tevgera kurd ya netewî bun û salên damezirandina partiyên siyasî bi taybetî PDK ku programên wan yên pêşketî di warê guhertinkariyên civakî de hebûn. Di gel vê yekê bi heman rihê gelek kovar derdiketin. Gelawêj kovarekê wê demê bu ku roleke mezin belavkirina bîrûbaweriyên peşketinxwaz û çandî de lîyst Kovara Gêlawêj bi rastî jî stêra geşa rojnamegeriya kurdî bû. 1949ê de jî kovara serbixwe ya sîyasî bi navê Nizar derket.
Di sala 1932an de li şamê kovara bi navûdeng Hawar dest bi weşanê kir. Xwedîye wê kovarê Celadet Alî Bedirxan bû dîsa Bedîrxanek di dîroka Kurdan de guhertin û erxekek mezin pêk anî. Hawar bi tîpên latinî dest bi weşanê kiribû. Cara yekem bu ku elfebeya latinî bo kurdî dihat cêbecekirin. Bi Hawarê edî kurdî xwe ji elfebeya erebî ku zirar dida kurdî rizgar kiribû. Hawar despêkek nû bû. Bi Hawarê kurdî bi taybetî Kurmancî û dimilî derbasî tîpên latini bûbun ku niha jî piranî ev elfebeya ku Celadet Alî Bedirxan destnîşan kiribû tê bikaranîn. Hawar dibistanek bu, Hawar wê demê de morelekê mezin da gelê kurd. Vê kovarê şanenava xwe li dîroka Kurdan da ku ev şanenav êdî naye jêbirîn. Kovara Hawar hejmarê xwe ya dawîn (hejmara 57. ) sala 1943an de derxist. Di sala 1998an de ji Weşanên Nûdemê hemû hejmarên kovara HAWAR bi 2 cild hat weşandin. Piştre Celadet Alî Bedirxan kovarekê biwêne bi navê Ronahî derxist. Ronahî de giranî dengûbas hebun. Ronahî jî bo çapameniya kurdî de gavekê girîng bû. Li Komara Kurdistanê ku li Mahabadê hatibu avakirin rojname û kovarên fermî wekî Bangî Kurdistan hat derxistin û di varê rojnamegeriya kurdî demekê kin de gelek tişt hat pêk anîn. Piştî rûxandina Komara Kurdistanê jî ev pêşveçun bi avayekî xwezayî qut bû.
$Rojnamegeriya kurdî di navbera salên 1950-1980$
Piştî demekê dirêj rojnamegeriya kurdî bêdengiya xwe li Kurdistana Bakur şikand û bi rêberiya wek kesên Musa Anter, Edîp Karahan bi tirkî be jî hêdî hêdî ber bi dewlementir buyîne ve çû. 1949 an de ji aliyê Musa anter ve rojname Dicle Kaynağı (Çavkaniya Dicle), 1950 de jî Şark Mecmuası(Kovara Rojhilatê) hatiye derxistin. Di wan rojnameyan de kêşaya kurd dihat nîqaş kirin û hin nivîs û helbestên kurdî jî dihat weşandin. Şarkin Sesi (Dengê Rojhilatê) jî rojnameyekê girîg ê wê demê bû. Piştre rojnameya Îleri Yurd(Welatê Peşketî) di sala 1958 an de li Diyabekirê hat derxistin. Di vê rojnameyê de helbestekê kurdî bi navê Qimil di nav nivîsa Musa Anter de hatweşandin. Li ser vê helbestê gelek doz ser perpirsyarên rojnameyê hat vekirin û ev buyer gelek deng ve da. 17'ya Çileya pêşin a 1959an de digel hin xwendekarên zanîngehan 49 ronakbîrên kurd hatin girtin. Ev buyer bi navê buyera 49an tê nas kirin. Salên 60î de hejmara weşanên perîyodîk zêde bûbû. 1962an de li Ferqînê Silvan Sesî (Dengê Ferqîn), dîsa 1962 de ji aliyê Edîp Karahan û Yaşar Kaya ve rojnameyê Dicle-Firat het derxistin. Di sala 1963 de ji alîye Ergun Koyoncu û Yaşar Kaya ve kovareke bi navê Deng hate derxistin. Ev kovar jî di nav çapameniya kurdî roleke baş lîst. Her wiha li Kurdistana Bakur rojname û kovarên wekî -bi kurdî û tirkî- Roja Nêwe 1963, Çira 1965 ji aliyê Kemal Burkay ve, Yenî Akiş(Herîkîna Nû) 1966, Dengî Teze 1966, Karakoçan 1969, Mardin'in Sesi(Dengê Merdînê) 1969, Doğu(Rojhilat) 1969, Dengê Siwêreg 1969, Bultena DDKO 1970 hatibun derxistin. Sala 1975an de kovareke bi navê Ozgurluk yolu(Riya azadî) dest bi weşanê kir û heta 1980an 44 hejmarê ev kovarê derket. Di kovara Ozgurluk yolu(Riya azadî) de bi zaravaya dimilî jî nivîs hebûn. Li gor gotina xwediya kovarê Faruk Aras tîraja vê kovarê nêzî 10 000 bû. Ji ber zordestiya Dewleta tirk weşana Ozgurluk yolu(Riya azadî) hate rawestandin. 1976an de ji aliyê PDK-Tirkîye kovara Xebat hat derxistin. Sala 1976an de kovareke mehane bi navê Rizgarî dest bi weşanê kir. Ev kovar 4 sal weşanê xwe domand. 1977an de Pêşeng Bo Şoreş cihê xwe di nava kovarên temenkin de girtibû. Kovara Devrimci Demokrat Gençlik di sibata 1978an de li Stenbolê dest bi weşana xwe kir. Piştî 3 hejmarên pêşîn îdarexaneya wê ji Stenbolê guhaztin Diyarbekirê. Kovar ji mehê carekê bi tirkî û kurdî(kurmancî-dimilî) derket. Kovar li ser hev 11 hejmar derket. Hejmara yekem 20 rûpel yên din jî her yek 16 rûpel bû û hejmarên 5-6 û yên 7-8 bi hev re çap bûn. (1) Tîraja wê di navbera 10.000 û 12.000 de bû. Dîsa 1977an bi navê Roja welat rojnameyekê giranbuha dest bi weşanê kir û heta sala 1986 a weşanê xwe domand. Her wiha Xebat bo rizgariya Kurdistan 1978-ji aliyê PDK-T, Dengê Kawa 1979, Kawa 1978, Ala Rizgarî 1979, li Wanê Jîna Nû 1979, li Entabê Têkoşîn 1979, û gelek kovar û rojnameyên din jî hatibun derxistin. 1979an de li Kurdistana Bakur yekem car xwerû bi kurdî kovarekê bi navê Tîrêj derket. Ev kovar jî bi hewlên cewsandinê re dûçar ma.
Li Kurdistana başur di navbera salên 1950-1980 bi girêdayê têkoşîna rizgariyê ve bi rêberiya Nemir Mistefa Barzanî çapameniya kurdî jî pêşve diçu. Di vê konaxê de, rojnameya Xebat ya ku 1955ê wekî organa Partî Demokratî Kurdistanê (PDK) derdiket. Berê navê vê rojnameyê Rizgarî bû li 1953ê kongireya PDK de navê wê kirin Xebat. Wê demê de rojnameyekê din jî li Kerkukê bi navê azadî dihate derxistin. Her wiha kovar û rojnameyên wekî Dengî Das, Suleymanî 1950, Peyam 1952, Kestin 1958, Kovara Çareserkirdinî Kiştukal 1959, Dengê qutabyan, Bexdad 1960, Afret1960, Rojnama Çiray Kurdistan, Suleymanî 1962, Tûtun 1964...Piştî morkirina peymana otonomiya Kurdistan di rojnamegerîye kurdî peşkeftinek berbiçav çêbû. Di wê demêde rojnameya Hewkarî 1970, kovara Beyan 1970, kovara Rojî Kurdistan 1971, kovara Roşibbîrî Nwê 1973, rojnameya Xebatî Kurdistan derket. Wê konaxê de tenê rojnameye Birayetî ku organa PDK bû bi duristî rojane derdiket. Asoy zankoy 1977, Estêre 1974, Bîrî nuwê 1973, Bilawkirawey Berew ronakî, Çiya hewlêr 1970, Dengî mamosta 1970, Dengî Cotyar 1971, Estêre 1971, Nûserî Nwê 1972, Amanc1973, Huşyarî Kirêkaran 1973, Korî Zanyarî Kurd, 1973, Baba Gurgur 1973, Bo Pêşewe 1973, Rêbazî nû 1975, Gizing, Kerkûk 1973, Hewalnamey Şoreş 1978 jî hin kovar û rojnameyên wê demê bûn. Di salên 1976-1984an de şerê birakujiyê, yê di navbera hêzên kurdî de, di rojnamegeriya wan de jî cihê xwe girt û ew şerê gotinan di radyo û rojnameyên wan de bû egera dilsariya gelê kurd û şervanên wan û devberdana gelek kesan ji endamtiya xwe di wan partiyan de. Paşe ew hemu partî di Bereyê Kurdistanî de gihane hev û şerê birakujî rawestiya.
$Rojnamegeriya kurdî di salên 1980an de$
Di destpêka salên 80an de li Kurdistana bakur û tirkîye cunteya leşkerî hat ser hukmê. Bi hezaran kurd hate girtin û kuştin. Zulm û zordariyên nedîtî li ser gel hat pêk anîn. Lê têkoşîna gelê kurd jî ber bi xurt bunê ve diçû. Edî gelê kurd li bakur hêdî hêdî hişyar di bû. Di wê konaxê de jî hin partîyan şaşiyên mezin dikirin. Lewma jî çapamenîyeke yekgirtî çênedibû. Salên 80an de li her perçeyê Kurdistanê de têkoşîna rizgariya netewî geştir bûbû. Bi wê yekê re girêdayî di her warê jiyanê de gelê kurd pêşdiket. Rojnamegeriya kurdî jî hin xurtir bû wê konaxê de. Li bakurê Kurdistanê tesîra şoreşa başur ku bi rêberiya Mistefa Barzanî pêk dihat gelek mezin bû. 1981an de kovareke bi navê Xebat Ser Riya Barzanî dest bi weşanê kir. Dewleta Tirk nedixwest şoreşa başur ser gelê Kurdistana bakur de bibandor be. Ev armanca xwe jî bi destê hin partiyên kurd dikir. Li bakurê Kurdistanê kovar û rojnameyên wekî Pêşmerge 1983, Berhem, Dengê Partîzan 1986(Organa TKP/ML navçeya Kurdistan), Toplumsal Diriliş(Vejîna Civakî) 1987, Ozgur Gelecek(Dahatûya Azad) 1988, Şewqa Berxwedan Amed 1989 hatibûn derxistin. Kovarekê herî girîng a wê demê kovara Medya Guneşi(Roja Medya) bû. Medya Guneşi kovara yekem bû ku piştî cuntaya 12ê îlonê derket û bi derketina xwe şîmaqeq mezin li rejima Îlonê xist. Bêhêvitiya ku di nav gel de peyde bûbû şikand, moralek mezin da gelê kurd. Berpiriyarên rojnameyê Osman Aytar, Cemal Ozçelik, Yakûp Karademir, Salih Bal, Mahmûd Metîn, Abdullah Kiran, Vedat Aydin, Nusrettin Yuksekkaya, Murat Kizilirmak, Nesih Çilgin û berpirsiyarên buraya Anqerê Abdullah Güler û yê Diyarbekirê Hamdullah Akyol hatin girtin, di hepsan de man, ceza girtin, teda û zilm dîtîn. Bêguman Medya Guneşî di dîroka rojnamegeriya kurdî de ciyekî taybetî digre ji ber ku di dema xwe de bersîva hevcedariyeke mezin da. (2) Kovara Deng ku hin jî weşanê xwe didome di sala 1989an dest bi weşanê kir. Weşanê ev kovarê nêzî sîyaseta PSK(Partîta sosyalîsya Kurdistan) ye.
Li başurê Kurdistanê bi xurtbuna şoreşê gelek rojname û kovarên kurdî jî bo belawkirina ramana neteweyî dihat çapkirin. Riwangey azad 1980, Rêbazî pêşmerge 1980, Bilawkirawey Dengî lawan 1981, Kovara Alay surî kurdayetî 1981, Nûserî Kurdistan 1981, Estêre 1982, Raperîn 1982, Xebatî mamosta 1982, Kovara Kurdistan 1982, Kariwan 1982, Bilawkirawey Edebî bêgane 1982, Dengî Pêşmerge, Şoreşa başûr 1983, Rêya serkeftinê 1983, Rojnama Serbexoî 1983, Kurdayetî 1983, Rêbazî lawan 1983 Dengî xwêndekaranî Kurdistan 1983, Bilawkirawey Asos 1984, Bilawkirawey Edebî mindalan, Rojnama Behdînan 1982, Kovara Pîrozî islam 1982, Bilawkirawey Hawdeng 1983, Peyamî şoreşî kurdistanî başur 1984, Bilawkirawey Nîrgiz 1984, Pala 1984, Roşinbîrî pêşmerge 1984, Rizgarî 1985, Dengê me 1985, Peyamî birayetî 1986, Peyamî kirêkaran 1986, Tendurustî û komel 1987, Qendîl 1987, Rojnama Berey kurdistanî(Organa Berey Kurdistanî)(1988), Helwêstî Edebî(1988), Terazû(1989), û gelek kovar û rojnameyên din jî wê demê de li başurê Kurdistanê li bajarên wek Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Duhok dihatin derxistin. Derbarê rojname û kovarên han de agahiyên berfirehtir -wekî navên perpirsyarên wan û bi giştî serpehatiya wan bi çi rengîye- tuneye ku bidim.
Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê jî kovarên wekî Sirwe 1984, Lawan 1983, Dengî Lawan 1984, Pêşrew 1984 û hwd. derketibûn. Li Kurdistana Surîye jî Xunav û 4-5 kovarên din hebû.
$Rojnamegerî û medyaya kurdî di salên 90î de$
Salên 90î di mejûya Kurdistanê de werçerxanek girînge. Bizûtneweya rizgariya Kurdistan li her beşê Kurdistanê de geştir bû. Hemû bajarên Kurdistanê de serhildanên mezin pêkdihat. Li bakurê Kurdistanê hesta neteweyî bilind bû bû. Di serî de Amed, Şirnex, Merdîn, Wan û gelek bajarên bakurê Kurdistanê serhildanên mezin çêdibû. Li başurê Kurdistanê têk çûna şoreşê, qetlîamên ser xalkê Kurdistan ku ji aliyê rejîma Iraqê dihat kirin morela gel xirab kiribû. Karesatên wekî anfal, Helebce hêviya gel şikandibû. Lê sala 1992an de gelê kurd li başur delfetek baş bi dest xistin û cara yekem gelê kurd bi hêvîyen mezin hilbijartina Parlemana xwe çêkir. Edî beşekî Kurdistan ne bin destê dagirkeran bû. Edî gelê kurd li beşekê Kurdistanê de dikarî bû bêhn bigre. Bi zor û zahmetiyan be jî hêviya sedsalan pêk hat gelê kurd jî mafê xwe ya xwezayî bikar anî. Wekî hemû netewan pêwist bû ku gelê kurd jî xwediyê dewletek be. Piştî avakirina Parlemen û Hikumeta Kurdistan DEWLETA FEDERE A KURDISTAN (DFK) jî hat îlan kirin. Ku hin jî ser pîyaye. Li bakurê Kurdistanê weşana bi tirkî di nav rojnamevaniya kurdî de wê konaxê de jî berdewam kir. Destpêka salên 90î de rojnameya Halk Gerçeği (Rastiya Gel) dest bi weşanê xwe kir û di nava salekê de ji aliyê dewleta Tirk hat girtin. Ev rojname îcar bi navê Yenî halk gerçeğî (Rastiya Gel a Nû) weşanê xwe berdewam kir, ev jî heman salê de hat girtin. 1990an de rojnameyeke din bi navê Yenî Ulke (Welatê Nû) dest bi weşanê kir û ev rojnameye rekora Cîhanê şikand, di nav salekê de 55 doz hat vekirin, 30 caran hat girtin, 18 car jî hat civandin. Ev rojname jî 1993an de hat girtin. Her wiha wê demê de bi navên Ozgur Halk(Gelê azad) 1990, Serhildana Gel 1990 2 kovar derket. 1991an de kovarekê îllegal ku navê wî Xebat Bo Serxwebûna Kurdistan bû ji aliyê komîteya Navendiya PDK li bakurê Kurdistanê 6 hejmar hat derxistin. Li Welat jî ku organa weşaniya nav welat a KUK-SE(Rizgarîxwazên Netewî yên Kurdistanê) bû 1991an de derket. Dîsa 1991an de kovara Newroz hate derxistin. 1991 an de cara yekem di dîroka rojnamegeriya bakurê Kurdistanê de rojnameyekê xwerû bi kurdî bi navê ROJNAME hat derxistin. Çi mixabin ev rojname ji aliyê hin derdoran hat asteng kirin û tenê hejmareke vê rojnameyê derket. Her wiha 1991an de li Dîyarbakirê kovarekê bi Kurdî-tirkî bi navê Govend derket. 1992an de ku ev sal tekoşîna gelê kurd jî û zilma dagirkeran jî gihîşt asta xwe ya herî bilind ji aliyê Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) kovareke bi kurdî (kurmancî û dimilî) hat weşandin û demekê dirêj weşanê xwe domand. Kovarên bi wî rengî tevkarîyek pir mezin dida wêje û çanda kurdî. Kovarên Newroz ateşî (Agirê Newrozê), Ehmedê Xanî, Serketin, Yurtsever Gençlik (Ciwaniya Welatparez), Komel jî hin kovarên girîn ê wê demê bûn. Kovara Nûdem jî 92an de li Swêdê de dest bi weşanê kiribû lê dihat bakurê Kurdistanê jî. Ev kovar di pêşxistina wêjaya kurdî de rolekî ciwan lîst. 1992an de piştî rojnameya ROJNAME duyemîn rojnameye xwerû bi kurdî rojnameya Welat dest bi weşanê kir. Dîsa 1992an de yekemîn kovara pêkenînî li bakur kovara Tewlo derket. Her wiha rojnameya Azadî jî 1992an de dest bi weşanê xwe kir. Ev rojname bi kurdî û tirkî bû. 1992an rojnameyekî din Ozgur Gundem(Rojeva azad) jî dest bi weşanê kiri bû. Ev rojname jî ji aliyê Dewleta Tirk ve hat asteng kirin, rojnamevanên vê rojnameyê hat kuştin û eşkenece kirin, belavkerên wan jî dihatin kuştin. Rojnameya Armanc jî rojnameyeke hêja bû ku 1992an dest bi weşanê kir û di dîroka rojnamegeriya kurdî de cihê xwe girt. Rojnameyên kurdî wê demedê dihatin girtin û bi navêke din weşanên xwe berdewam dikirin. Mînak Welat hat girtin bû Welatê me (1995), Azadî hat girtin bû Dengê azadî (1994), Dengê azadî bû Ronahî, Ronahî bu Hêvî, Hêvî bû Roja Teze, Roja teze jî niha Dema Nûye. Piraniyên kovar û rojnameyên kurdî wek perperikan temen kin bûne. Lewma listeyeke pir dirêj derdikeve holê û em li vir de nikarin derbarê hemûyan de agahî bidin, ev encax bi pirtûkek lêkolînî de dikarê bêne kirin. Piştre bi girtin û zordariyên mezin Ronahî(1995), Hêvî(1996), Jiyana Nû(1995), Roj(1995), Nû roj(1996), Yenî Polîtîka(Polîtîkaya Nû) 1995, Ozgur Yaşam(Jiyana Azad)(1996), Demokrasî(1996), Jiyana Rewşen(1997) gelek kovar û rojname hat derxistin. Wê demêde zordarîyeke pir mezin ser rojnamegeriya kurdî hebu. Dewleta Tirk di hovîtî de sînor nasnedikir. Mînak 1994an de avahiya rojnameya Ozgur ulke hate bombekirin. Lê edî Komara Tirk fêm kiribu ku bi tu avayî nikaribe dengê gelê kurd qut bike. Weşanvaniya kurdî de heta destpêka salên 2000î bi kovar û rojnameyên wekî Ulkede Gundem, Stêrka Rizgarî, PêşeROJ, Yenîden Newroz, Jujin, 2000'de yeni Gundem, Roza, Zend, Demokrasiya Nû, War, Roja teze, Gulîstan, Pêlîn, Yedîncî Gundem(Rojeva Heftemîn), Rojev, Kovara mîzahî Pîne serpêhatiya xwe domand. Her wiha salên 90î de gavek pir mezin vebûna Televîzyona yekemîn a kurdî ku li seranserî Kurdistanê û 80 welatên Cîhanê de weşan dikir MED TV bû. Her çikas wê demêde hin televîzonên kurdî li başurê Kurdistanê hebe jî ne satalytî û netewî bûn. MED TV sala 1994an de dest bi weşane kir û sînorên navbera perçeyên Kurdistanê hinek be jî rakir. Di serîda Tirkîye û dagirkerên din gelek caran bi cureyên curbecur êrîşî MED TV kirin. MED TV 1999an de hat girtin.
Başurê Kurdistanê de piştî îlan kirina DEWLETA FEDERAL A KURDISTAN(DFK) wê perçeya Kurdistanê de her çikas ne fermî be jî dewletek serbixwe hat avakirin. Parlemena Kurdistan, Hikumeta Kurdistan, Wezaretên Kurdistan hemû dezgeh, sazî, komale, sendîka, yekîtî, partî bi nasnameya xwe ya Kurdeyatî li gor rêzikên hikumeta Kurdistan li ser karê bûn. Ev azadî tesîra xwe ser çapameniya kurdî jî kir. Destpêka DFK de ji ber astengiyên polîtîk û aborî dezgehên media tunebu. 2-3 katjimêr televîzyonên PDK Û YNK weşan dikir. Organên fermiya Hikumeta Kurdistan tunebun tenê organa Hikumetê rojnameya Herêm hebû. Belam başurê Kurdistanê her roj berew pêşkewtin û dewlemend buyîne ve diçu. Ev pêvajo de şerê birakujî derbeyek mezin moral û baweriya gelê kurd û pêşketina Kurdistana azad xist. Ji ber ku li Kurdistan azad wekî Kurdistan Bakur girtin tune bu lewma jî rewşa rojnamegeriya Kurdistan başur wekî bakur bi girtin, kuştin û ji nû ve vebûnên re ne tijîye. Li Kurdistana başur weşanvanî de profesyonelî pêşket û kovar û rojnameyên curbecur hat derxistin. Kovarên tenduristî, siruştî, wêjeyî, musîkî, çandî, hunerî, wênekeşî, erdnîgarî, zanistî, nuçeyî, werzişî û hwd. Piştî azadiya beşekê Kurdistan başur rojname û kovarên wekî Alay şoreş, Baban, Bûn, Demokrasî, Êsta, Gazî, Gelawejî Nwê, Gulan, Karwan, Serab, Serboxoî(oragana Partî Serboxoî Dîmukratî Kurdistan), Wêran, Raman, Rûnakî dest bi weşanê kiribun. Piştre roj bi roj kovar û rojnameyên nû dest bi weşanê kirin. Ji ber ku hejmarên wan gelekin ezê tenênav û salên wan bidim. Her yek bi serê xwe di pêşxistina çand, huner, muzîk, edebîyat, hestên neteweyî, modernîzasyona Kurdistan, dîplomasî û pêşxistina civaka kurdî de cihêkî girîng girtine.
$Weşanên ku heta salên 2000î li Kurdistana Başur derketine$
Kovara Karwan bo zanistî mirovayetî(1990),
Rojnama Alay azadî(1991)
Kovara Edebî kirêkar(1991)
Rojnama Aborî-Hewlêr-(1992)
Bilawkirawey Encûmenî Niştimanî Kurdistan-Hewlêr-(1992)
Kovara Alternatif(1993)
Rojnama Mafnas(1991)
Kovara Newroz-Duhok-(1992)
Rojnama Werziş û lawan(1992)
Kovara Berhemî bawer(1992)
Rojnama Pale-Raniye-(1992)
Rojnama Parêzgaran(1992)
Kovara Sînema(1992)
Kovara Nojdar(1992)
Kovara Peyamî wergêr(1992)
Kovara Mehabad-Duhok-(1992)
Kovara Perîsitan(1993)
Kovara Çeleng-Zaxo-(1992)
Rojnama Dengê Mirov, Hewlêr
Kovara Dengê Zana(1993)
Bilawkirawey Dengî kirêkaran(1993)
Bilawkirawey dengî zanko-Suleymanî-(1993)
Kovara Riwangey cîhan(1992)
Rojnama Rizgarî(1993)
Rojnama Serhildan-Duhok-, Kovara Kazêwe(1994)
Rojnama Emro(1994), Kovara Cemawer-Helebçe-(1994)
Kovara Peyv(1995), Rojanama Ayinde(1996)
Kovara Ayind(1997)
Kovara Bizava pala(1998), Kovara Peyv(1997)
Kovara Pêla serbest
Bilawkirawey Tekan, Kovara Dengêk(1996)
Kovara Dozinewe(1997)
Kovara Dengê xondevan-Duhok-
Kovara Kildanî-Duhok-(1999)
Rojnama Rêgay dîmokrasî(1998)
Kovara Nivar-Suleymanî-(1998)
Kovara Roşenbîrî kildanî(1999)
Kovara Serdem(1999)
Kovara Serê rê(2000), Kovara Huner
Rojnama Awedanî(1991)
Kovara Ezmûn (1991)
Kovara azadî-Silêmanî-(1991)
Kovara Aborî û komel-Silêmanî-(1992)
Kovara Kelepûrî kurd(1992)
Rojnama Babe gurgur-Kerkuk-(1991)
Kovara Nûxazî(1991)
Rojnama Bopêşewe(1992)
Rojnama Hewlêr(1992)
Kovara Beyan-Kerkuk-1992, Kovara Belên(1992)
Kovara Pirone-Kerkuk-(1992)
Kovara Senger
Bilawkirawey Şepol(1992),
Kovara Şebeng(1992), Kovara Şaristaniyet(1992)
Rojnama Perlemana Kurdistan(1992)
Kovara Meşixel(1992), Kovara Piştgîrî(1992)
Rojnama Peyman-Duhok-(1994)
Kovara Çermû-Çemçemal-(1992)
Bilawkirawey Dengî kirêkaran-Duhok-(1992)
Kovara Heng(1993)
Kovara Derwaze-Raniye-(1992)
KovaraDiwaroj(1994), Rojnama Dahênan
Kovara Pênîsans(1993), Rojnama Rêgay Rencderan-Duhok-(1993)
Kovara Jîn(1993), Kovara Jîyar-Duhok-(1993)
Rojnama Alay Hilbijartin(1994), Kovara Aştî(1994)
Kovara Ezmir-Helebça-(1995), Kovara Pêşmerge(1995)
Kovara Eşkeft, Kovara Awat û Hêvî(1998)
Kovara Avêsta-Duhok-(1998), Rojnama Behra(1998)
Belavoka Pale-Duhok-(1998), Kovara Peyrew(1998)
Bilawkirawey Taman, Kovara Tûeşûî zanistxiwazan(1998)
Kovara Duhok(1997), Kovara Dicle(1998)
Kovara Diyalog(1998), Rojnama Dengî qela(1999)
Kovara Dengvedan-Zaxo-1997, Belavoka Dengê pîroz(1998)
Rojnama Raperîn(1997), Kovara Rêbazî çandî(1998)
Kovara Qelay Hewlêr(1998), Kovara Namey akrê-Akrê-(1998)
Kovara Hamûn-Koye-(1998), Rojnama Rêberî pêşmerge
Bilawkirawey Rojnamenûs(1999)
Rojnama Rojnamewanî(2000), Kovara Jîyar-Duhok-
Kovara Senterî lêkolînewey sitratîcî(2000)
Rojnameya Dilname - Sûriya, Kobanî - (1-12-2010) - www. dilname. wordpress. com.
û gelek kovar û rojnameyên din jî heye nivîsandina navên wan zehmete li Kurdistana azad hatîye derxistin.
Li Kurdistana rojhilat jî gelek kovar û rojname derketîye. Hinek wana ewin. Rojnama Auyer-Sine-(1997), Kovara Rewandiz-Rewandiz-(1996), Rojnama Şehade...
Hin kovar û rojnameyên ku di salên 90-2010 an de li Kurdistana Surîye derketine evin: Kovara Aso (1992), Rojnama Xwendevan(1997), Rojnama Deng(1995), Rojnameya Dêmoqratî, Rojnameya Yekîtî, Rojnameya Dilname - Sûriya : Kobanî - (1-12-2010) - www. dilname. wordpress. com.
$Rojnamegeriya kurdî ya derveyî welat$
Gelek kovar û rojnameyên kurdî li derwey Kurdistanê jî derketîye lê çerçoveya ev nivîsê de nînin, çunke ên ku qet nakevin hundirê Kurdistanê zêde sûda wan tuneye. Ez dîsa jî navê hinek wan didim.
Rojnama Rêya teze, Erîvan, 1930
Rojnama Kurdistan, Azirbeycan, 1947
Kovara Kurdistan, Îngilistan, 1958
Kovara Kurd, DYA, 1963
Rojnama Bangî Kajîk, Berlîn, 1968
Kovara Pêşmerge, Finland, 1974
Kovara Kolnedan, London, 1976
Rojnama Armanc, Swêd, 1979
Kovara Belavok, Swêd, 1979
Kovara Rizgariya Kurdistan, Swêd, 1979
Rojnama Barzan, DYA, 1981
Kovara Berbang, Swêd, 1982
Kovara Bangî Kurdistan, Hungarya, 1982
Rojnama Berxwedan, Swêd, 1983
Kovara Berbangî Kurdistan, Swêd, 1984
Kovara Helebçe, DYA, 1986
Kovara Berhem, Swêd, 1987
Kovara Bingeh, Frankfurt, 1988
Kovara Peyvînuiê, London, 1991
Kovara Bangî rastî, London, 1991
Kovara Aware, Holenda, 1992
Kovara Dîdar, Swêd, 1992
Kovara Penaberîkurd, Pakistan, 1991
Kovara Kilawrojene, Pakistan, 1991
Kovara Çanda gel, Beyrût, 1991
Kovara Kurd, Kazaxistan, 1992
Kovara Gelavêje, Gurcistan
Kovara Roj, Swêd, 1993
Kovara Raperîn, DYA, 1993
Kovara Dengî Gel, DYA û Keneda, 1982
Bilawkirawey Dengî kurd, Finlenda, 1994
Kovara Çira, Swêd, 1995
Kovara Helwest, Swêd, 1995
Kovara Jîndan, Swêd, 1996
Kovara Nûdem Werger, Swêd, 1996
Kovara Rojbaş, Swêd, 1996
Kovara dengubasî Kurdistan, 1996
Kovara Avaşîn, Stokholm, 1996
Kovara Agahdarî, Brusel, 1996
Rojnama Zayele, Darmstadt (Almanya), 1996
Kovara Peyam, London, 1997
Kovara Însîyatîf, Swêd, 1997
Kovara Çiwarçira, Yogoslavya, 1998
Bilawkirawey Awedanî, London, 1998
Kovara Helale, Nürnberg (Almanya), 1998
Kovara Pênûs, Almanya, 1999
Kovara Bîrnebûn. 1997 Swêd
$Rojnamegerî û mediyaya kurdî ya îroyîn$
Piştî destpêka salên 2000î wekî hemî Cîhan, Kurdistan jî xwe guhert. Belê Kurdistan hin jî ne serbixwe ye, hin jî ne yekbuyîye. Lê gelê kurd li gel hemu şaşitî û xete yên xwe, niha asta geşepêdan de ye. Tevgera netewiya kurd hêdî hêdî fêrî xwe helsengandine dibe. Teknolojî di leha xalkê kurd de pêşdikeve. kurd nêzî hev dibe. Buyerake li Hewlêr an Qamişlo, Amed an jî Mehabad dikare kurdên hemû perçeyê rake ser piyan. Di vê tiştî de bandora herî mezin bi pêşketina teknolojî û livdarbuna hişmendiya neteweyî gelê Kurde. Jixwe ji ber ne serbixwe buyîna welatê Kurdan bi %100 rêkûpek bûyîna mediyaya kurd ne gengaze. Kêşeya zaravayan jî mîna berê ne mijareke ku di nava gelê kurd de bibe egera sar bûyînê. Tenê hin pirsgirêkên teknîkî derdixe holê. Bi bikaranîna yek elfebe dibe ku ev problem jî ji holê rabe. Êsta bi dehan rojname, bi dehan tv û radyo, bi sedan kovar, bi hezaran jî malper hene. Û heta niha ji dûhezarî(2000) zêdetir kovar, belawok û rojnameyên kurdî derketîye. Li Kurdistana Azad wekî GULAN, XAK, SERDEM, RESEN, DUHOK grubên medya jî mewcûde. [1]
Ev babet 819 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://wikiwand.com/ku 26-10-2023
Faylên peywendîdar: 1
Gotarên Girêdayî: 43
Dîrok & bûyer
Kurtelêkolîn
Partî û rêxistin
Pirtûkxane
Weşanên
1. HAWAR
8. Rabûn
12. Rengiz
14. RIZGARI
20. ROJAVA
23. Ronak
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 19-09-2019 (5 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Medya, Ragîhandin
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Burhan Sönmez ) li: 26-10-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 26-10-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 26-10-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 819 car hatiye dîtin
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.2113 KB 26-10-2023 Burhan SönmezB.S.
Dosya wêneyê 1.0.1115 KB 26-10-2023 Burhan SönmezB.S.
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Kurtelêkolîn
Cureyên helva Urmiyê yên herî baş û bi navûdeng
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Jiyaname
Viyan hesen
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Jiyaname
Necat Baysal
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Kurtelêkolîn
Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de
Jiyaname
KUBRA XUDO
Jiyaname
RONÎ WAR
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
Cihên arkeolojîk
Temteman
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
Jiyaname
AYNUR ARAS
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Kurtelêkolîn
Çanda xwarinê ya Kurdan
Kurtelêkolîn
Destpêka Nivîsandina Kurdan
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Jiyaname
Kerim Avşar
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî

Rast
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
24-04-2024
Burhan Sönmez
Rojnameya Serbestî
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
24-04-2024
Burhan Sönmez
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Şekroyê Xudo Mihoyî
Babetên nû
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
17-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
13-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
RONÎ WAR
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
KUBRA XUDO
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 517,391
Wêne 105,687
Pirtûk PDF 19,152
Faylên peywendîdar 96,425
Video 1,307
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Kurtelêkolîn
Cureyên helva Urmiyê yên herî baş û bi navûdeng
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Jiyaname
Viyan hesen
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Jiyaname
Necat Baysal
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Kurtelêkolîn
Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de
Jiyaname
KUBRA XUDO
Jiyaname
RONÎ WAR
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
Cihên arkeolojîk
Temteman
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
Jiyaname
AYNUR ARAS
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Kurtelêkolîn
Çanda xwarinê ya Kurdan
Kurtelêkolîn
Destpêka Nivîsandina Kurdan
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Jiyaname
Kerim Avşar
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.594 çirke!