Navê pirtûkê: KURD Û KURDISTAN
Navê nivîskar: Kemal Mazhar Ahmed
Navê wergêr: Ziya Avci
Zimanê Werger: Tirkî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2012
Ev berhema hêja ku ji gelek belgenameyên nehênî yên Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê hatine berhevkirin pêk tê, der barê rewşa pirsgirêka kurd û Kurdistanê de gelek agahiyên muhîm ên di salên pêşîn yên sedsala 20an de bi awayekî zelal radixe ber çavan. Ji bo fêmkirina meseleya kurdî û rewşa îro kurd tê de ne, hewcedariya her kurd û her lêkolînerekî bi hûr û kûrî, bi xwendina van belgenameyan heye. Bi sedan belgenameyên nehênî yên Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê ku bi taybetî piştî Şerê Cîhanê yê Yekem ji aliyê sefîr û konsolosên cihê cihê yên Brîtanyayê ve ku hem ji hev re û hem jî ji wezareta xwe ya karên derve re, şandine di vê kitêbê de cih digirin.
Hema bibêje der heqê hemû serok, rêber û tevgerên kurd yên wê demê de, gelek agahiyên berfireh di vê kitêbê de cih digirin.
Ji pênûsa Kemal Mezher Ahmed, dîroknasê mezin î Kurd…[1]