Navê pirtûkê: ÇAVÊN DIL
Navê nivîskar: NARÎN OMER SEYFEDÎN
Cihê çapkirina pirtûkê: Rojavayê Kurdistanê
Navê çapxaneyê: Yekîtiya giştî a nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriya ye
Kenê çavan kenê lêvan
nerînên dil dibin mêvan
pevokên geş bi wan xweş tên
demarên wate bûn rêvan
ne poşman im ji vê Eşqê
spasdar imji van lêvan
hemî peyvên te xweş tamin
wek hingiv wekî sêvan
li ser ritma dilê mestyar
niyaz xweş bûn li gel lavan
[1]