Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
17-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
13-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
RONÎ WAR
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
KUBRA XUDO
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 517,411
Wêne 105,688
Pirtûk PDF 19,152
Faylên peywendîdar 96,427
Video 1,307
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnameg...
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
Muhendîsiya zimanan û kemalê bêkemalî
Kurdîpêdiya rojane dîroka Kurdistanê û Kurdan tomar dike.
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Muhendîsiya zimanan û kemalê bêkemalî

Muhendîsiya zimanan û kemalê bêkemalî
#Îbrahîm Seydo Aydogan#
Muhendîsiya zimanan û kemalê bêkemalî
Amadekirina Rêbereke Rastnivîsê û roja zimanê dayikê
Celadet Bedirxan jê re digot « Zimanê Mader » lê divê were gotin ku mirov bi tenê ji « dayikan » fêrî zimên nabe.
Ev nîqaş ne ya îroj e û ji sedsala 10’an ve heye, lewre wê dewrê keşeyên fransî li dêran zimanên herêmî di nava şîroveya olî de bi kar dianî. Hingê zimanekî mader li hember zimanekî giştî û hevpar çêdibe. Yanî, devera ku behsa zimanê dayikê li wira tê kirin, divê mirov fahm bike ku ew ziman û zimanekî din li dijî hevdu ne.
Bi wergera « mother tongue » an jî « langue maternelle » ve, ev binavkirin li ser wî esasî hatiye avakirin ku « dayik zarokan xwedî dikin ».
Bi kurdî 3 navên vê têgehê hene: zimanê mader, zimanê dayikê, zimanê zikmakî. Hemû jî tên fahmkirin û em ne mecbûr in ku illeh yekî ji nav hilbijêrin.
Ew kesên ku weke nexweşiyeke hîsterîk tim û daîm rexneya Bakuriyan di devê xwe de kiriye benîşt, dê gellekî aciz bibin, lê belê « zimanê dayikê » wergera « anadil » ya tirkî nîne. Bi hemû zimanan ve wateya wê weha ye û ji dayikê tê.
Wateya vê têgehê, îroj ji ber cinsiyetparêziyê tê rexnekirin; lewre ziman bi tenê bi destê dayikan ve nayê fêrkirin. Hê di zikê dayikê de ev fêrbûyin dest pê dike û civat bi giştî beşdarî vê perwerdehiya zimanî dibe. Axir, navê wê ji dewra kevn e.
Ziman li gorî war û asta civakî tê tesnîfkirin. Lewma peyvên mîna « zimanê sereke, zimanê serdest, zimanê hevpar, zimanê bazarê, zimanê fermî, zimanê malê, zimanê bav û kalan, cotzimanî, duzimanî, pirrzimanî » û hwd peyda bûne.
Ya ku li cem me nîqaşa van çend salên dawîn e, standarta kurmanciyê ye. Divê em bizanin ka gelo ew standart ya kîjan warî ye. Lewre, bi hemû zimanan ve, ziman di nava herêman de diguhere. Ingiliziya Skoçiyan û ya Kanadiyan mîna hev nîne. Fransiya Parîsiyan û ya Marsiliyan qet weke hev nîne digel ku du mezintirîn bajarên heman welatî ne. Tirkên Afyonê û yên Trabzon an Stenbolê, mîna ku bi 3 zimanên cuda dipeyivin, dikarin ji hevdu fahm nekin.
Tirkan ya xwe nedidît, dixwast bi Kurdan ve bidaya bawerkirin ku zimanê wan bêkêr e, lewma berê digot ku Kurdê gundekî ji gundê cîran fahm nake; ji zimanê kurdî re digotin « zimanê gundiyan » lewre bindest bû û bi xwezayî « warê bikaranîna wî » hatibû bisînorkirin. Qedexeya fermî ne pêwîst bû. Ew hêdî hêdî ji warên din bi dûr diket, bi tenê « zimanê nav malê bû ».
Tirkiyeya ku zimanê me 70 salan bi qanûnan ve qedexe kir, di ber re bi plansaziyeke ciddî ve hewl da ku Kurd terka zimanê xwe bikin. Bi xêra van qedexeyan, kurdî bû alaveke siyasî, hem li cem Kurdan û hem jî li cem Tirkan. Heger na, îroj kurdî dê ji holê rabûbûya. Lewre bazar û dibistan û televizyon û dewlet bi kîjan zimanî nebe, ew ziman dimire. Nebûna dibistanên kurdî rê li ber digirt ku perwerdehiyeke kurdî û hingê standardeke kurdî peyda bibe, weke ku di hemû zimanê serdest de weha bûye. Ya me, ji xwe kurdî qedexe bû, lê li gellek deveran dibistanên tirkî jî nebûn. Dê û bavê me bi xwe qet dibistan nedîtibûn û bi xwendinê nizanîbûn, lewma kurd mabûn. Hingê cihê ku dibistanên zimanê serdest lê hebe, qedexe lê tunebe jî zimanê bindest dê ji holê rabe. Bala xwe bidinê: Ev 30 sal in ku qedexeya li ser zimanê kurdî rabûye, lê ev 30 sal in ku bikaranîna zimanê kurdî kêmtir bûye. Hingê mirina zimanan ne bi tenê bi qedexeyan e, lê qedexe pêvajoya mirinê amade dike.
Pîvana mirina zimanan ew e ku kes êdî pê nepeyive an jî zarok êdî li nava malê fêrî wî zimanî nebin.
Bila di nava me de zelal û aşkere be: kurmancî li ber mirinê ye. (Tew em behsa kirmanckî nakin jî).
Kurdiya heyî, hem nivîskî û hem devkî ye û li hember vê pêvajoya mirinê li ber xwe dide. Li Başûr û bi taybetî jî li Rojava kurmancî tê parastin. Lê, hin tevgerên ecêb jî carê şûrekî li vî zimanî dixin û bi têgihîştinên xelet û xeternak ve nêzîkî babetên zimanî dibin. Lewma herkes ji hêla xwe ve hewl dide ku standartekê jê re ava bike. Weqfa Mezopotamyayê çima bi pereyên dezgeheke xaçperest a amerîkiyan ve zimannasên kurd bîne cem hevdu, aqlê mirov nagire. Lê, standart bi zagonên heyî ve ava dibe, ne bi zagonên çêkirî an îthal ve.
Standarda zimanî ancax di warê nivîsê de dikare were peydakirin. Mirov nikare bi qanûnan û Rêberên rastnivîsînê ve kilîtan li devê xelkê bixîne. Ji xwe Rêbera Weqfa Mezopotamyayê, tecrubeyeke pirr xerab bû. Heger mesele hêsankirin be, ka em nêr û mêyan ji kurmanciyê rakin, û em tewangê jî rakin. Aha min jî da pey we û min çareser kir. Lê, tişta ku li nava xelkê belav nebûye, nikare ji jor de bibe qaîde. Ya heyî dikare bibe qaîde li hember zagonên çêkirî.
Weke mînak, di fransî de du şikl ji bo dema bihurî ya têdeyî hene. Rêzimanên berê, weke Grammaire de Port Royal hewl dida ku yekê bikin dema bihurî ya nêzik ji bo bûyerên ku di nava 24 saetên bihurî de pêk hatine û ya din jî dema bihurî ya ji 24 saetan dûrtir. Lewre yek devkî dihat bikaranîn lê ya din nivîskî bû.
Gava ku Albert Camus romana “Biyanî” bi dema bihurî ya devkî nivîsand, herkesî ew rexne kir, lê îroj êdî wêjeya ku bi dema bihurî ya kevn tê nivîsandin, ji holê radibe û marjînal dibe. Lê belê kes bela xwe di zimanê devkî de nade, lewre zimanê devkî cîhê jîndarî û veguherîn û nûkirina zimên e, azadiya wî bêsînor e û ji xwe bandora xwe li zimanê nivîsê jî dike.
Standarda zimanan hingê standarda nivîskî ye û ji xwe ber peyda nabe. Bandora zimanê devkî li gorî dînamîzmê û Mudaxaleya desthilatdariyê pêwîst e. Ev desthilatdarî yan hikumet e, yan jî dezgeh an kesine meşrû ne ku dibin otorîte û herkes bi ya wan dike. Mirov li mala xwe nabe otorîte û di nava Kurdan de jî otorîte tuneye. Heger pêşniyar maqûl bin, otorîtebûn bi awayekî xwezayî û bi demê re xwe diyar dike.
Kesên ku ne hakimî zimên in û tim pirsan ji xwe dikin, ji xwe re li otorîteyan digerrin, lê standarta kurmanciya nivîskî ji xwe hebû û li ser bingehê Rêzimana Celadet Bedirxan û Hawarê hatibû avakirin.
Bê guman, pêdivî pê nîne ku em bi bîra hevdu ve bixin ku hin şiklên ku Celadet Bedirxan pêşniyar kiribûn îroj nayên bikaranîn, ji % 90’ê qaîdeyên me yên heyî û hetta termînolojiya zimannasiyê jî ji wî tên. Em dibînin ku hin kes hê jî behs dikin bê kîjan qaîdeyên Celadetî îroj nayên bikaranîn. Hewce nîne ku em li ser naskirina xebatên Celadet Bedirxan dersê bidin hevdu, lewre me berê bi delîlan ve îspat kiriye ku « Celadet hê baş nayê naskirin » (bnr: Guman2: Wêjeya Kurdî û Romana Kurdî, beşê « Celadet Bedirxan, çavkaniyên Hawarê û Kurdaniya bîrewer »). Hingê em bawer nakin ku xebatên wî jî baş hatibin fahmkirin. Her kesekî ku nuh ew kişf kiribe, bila ji kerema xwe re, zanîna xwe nefroşe me, lewre hê nizane ku xelk berî wî pê dizanin.
Di rêzimana xwe de ku me ji bo şagirtên İnalcoyê amade kiriye, me nîşan daye ku gava ku li hesabê me Kurdan hatiye, me pişta xwe spartiye wî û gava ku li hesabê me nehatiye, me gotiye « Celadet û Hawar ne ayetên Qur’anê ne! ». Weke mînak, Celadet Bedirxan behsa bandora dengê “y” li ser dengên din kiriye ku di kurmanciya devkî de heye û wî jî xwastiye standartekê jê re deyne. Mînakên “rêya min, riya min, reya min” û “dêya min, diya min, deya min” dane ku mijara dengê y’yê ye dîsa.
Mînaka me bila Rêzimana Samî Tan be ku axirîn rêzimana pêbawer e û bi salan e ku tê nûkirin. Digel rêkûpêkbûn û zelaliya xwe, hêj pirsgirêk di sîstema wî ya deman de heye ku min sala 2007’an bi gotareke di kovara Zendê de çapkirî ve ew rexne kiribû. Samî Tan hingê berpirsiyarê kovarê bû, lê belê di çapa di pey wê re ew kêmanî nehatibûn sererastkirin. (Bnr: Guman1).
Babet ne sîstema deman e, lê Samî Tan behsa « dema bê ya nêzîk » kiribû ku ji Rêzimana Kemal Badillî hatibû.
« Dema bê ya nêzîk » demeke sîstema fransî ye ku zanayên me xwastiye weke pîne bînin kurmanciyê. Samî Tan heman demê dixe nava sîstema kurdî û mînaka « Ez dikim bikevim » dide, digel ku di vê hevokê de amadekariya dema bê nîne û ne weke “Ez ê bikevim” an “Ez ê bixwim” e. Bi fransî dema bê ya nêzîk, demeke serbixwe ye û di şûna dema bê bi xwe de tê bikaranîn ku êdî nêzîk û dûr tê de nemaye.
Hingê cudahiyeke wê mînakê (Ez dikim bikevim) heye. Ziman gellek formên lêkeran ava dikin, lê her forma nû nabe demeke nû. Di nirxandina van formên cuda de pîvanên cuda hene ku divê mirov bala xwe bidiyê. Eynî mîna « Ez hergav diçim » ku Rêzimana Mûrad Ciwan jê re digot « Dema fireh », yanî « geniş zaman » a tirkî. Li cem Tan jî ev şîrove heye.
Xebatên ku biyaniyan kirine jî hene ku divê behsa wan were kirin. Digel feydeya wan, xerabiya hin nirxandinên wan jî çêbûne. Joyce Blau û kesên ku mîna wê di ser zimanekî din re li kurdî niheriye, present progressifa ingilizî an demên domdar anîbûn zimanê me; Badillî di hin waran de daye dû wan, lê Samî Tan guh nedaye hemû lêkolînên biyaniyan an jî ew nedîtine. Bi dû re behsa demên domdar ji bo hemû deman bûye û tevlihevî zêde bûye ku Samî Tan jî behsa demên domdar dike. Gava ku li hesabê me hatiye, me li biyaniyan guhdar kiriye; gava ku nebûye jî me guh nedaye wan. Çima gelo? Ew jî nayê zanîn. Ew xanim a ku digot ku zazakî ne kurdî ye, digel ku ne bi zazakî û ne jî bi kurmancî dizane, otorîte ye an na, divê mirov biryarekê bide. Madem ne otorîte ye, hingê çima di nava Grûba Kurmancî de ye; û heger otorîte be, gelo çima neketiye nava Rêbera Rastnivîsînê. Pirsên me maqûl in: Kengî dem dibe “berdewam” kengî “fireh û teng” kengî “nêzîk an dûr” dibe, divê em zelal bikin. Sihheta camêr û canikan xweş, her ji wê dewra ku xebat pirr kêm bûn, kedeke baş dane zimanê me; lê îroj rêzimanine nû ji vî zimanî re divên ku ne karê takekesan û ne jî karê komikên heval û hogiran e ku bi pereyên dezgehên cemaatên oldar an desthilatdariyê ve dicivin. Meşrûbûyin bi demê re diyar dibe û mirov pê dibe otorîte û referans.
Gava ku mirov perwerdehiya zimannasiyê nedîtibe û ji derve jî zimannasî ji hev dernexistibe (lewre mirov bi dîplomayan nabe zimannas), zanîn jî dibe cîhê nîqaşê. Kesî ji me bi kurdî ew perwerdehî nedîtiye, kesî ji me zimannasiya kurdî nexwendiye, bi taybetî jî di nava Bakuriyan de, em hemû di ser zimanekî din re fêrî zimannasiya kurdî bûne. Lewma ev nîqaş ji me re pêwîst in û bila kes ji rexne an gazind û şêwaza rexne û nîqaşan dilê xwe negire. (Yê ku dilê xwe bigire jî, bila serê xwe li dîwaran xe). Şerha xemî dil e, mijarên din dibin behane.
Di têgihîştina « ramana demên lêkeran » de, du taybetmendî û pîvanên bingehîn hene. Yek dem e û yek jî pêvajoya pêkhatinê ye ku em jê re dibêjin “xuyang” ku bi ingilizî û fransî jê re dibêjin « aspect ». (Em behsa raweyê (mood) nakin lewre babet dê bi temamî ji hev belawela bibe). Em kurt û kurmancî ji hevdu re bibêjin, lewre min di Guman1 de behsa vê mijarê kiriye: di mînaka “dema bê ya nêzîk” a Samî Tan de « aspect immédiat » heye ku nehatiye nirxandin û bûye sedema xeletiyê; yanî ew bûyer hew maye ku pêk bê, lê pêkhatina wê teqez nîne; yanî raman ne li ser dema bê ye; lê li ser îhtimal û pêvajoya pêkhatina wê ye. Dikare pêk neyê jî. Aha ramana dema bê di vira de wenda dibe: « dikare pêk neyê » û amadekariya ku di dema bê de pîvan e, di vê mînakê de xuya nabe. Hingê, ramana demê bi xwe jî ji holê rabûye. Ji xwe gava ku em heman mînakê vediguhezînin ser cîhana bihurî, dibe « Ez dikira biketama », yanî em dizanin ku « neketiye » û qet behsa dema bê nabe. Lê, gava ku ez bibêjim « Ez ê bixwim » û « Min ê bixwaraya » (erê, -aya, eynî weke Min ê bidaya û Ez ê vegeriyama), ramana amadekariya dema bê her wek xwe maye.
Weke mînak: « Min ê şîv bixwaraya. Min dît ku xwêya min nemaye. Ez çûm dikanê û min xwê kirrî ». Yanî « hê jî ez ê bixwim ». Heger min xwê peyda nekiraya jî, min xwe amade kiribû ku bixwim.
Di vê mînakê de mirov nikare bifikire ku ramana dema bê şikestiye. Lê « ez dikim bikevim » behsa tu amadekariya kirdeyê nake. (Amadekariya beyî xwe jî amadekarî ye). Weke “Je suis sur le point de tomber” a fransî û “I am about to fall” a ingilîzî ye ku herdu jî dema nuha ne. Heger em bibêjin ku tenê behsa ketinê dibe û ketin jî dê di dema bê de pêk were, ji lewma ev dem dibe dema bê, hingê “Ez dixwazim biçim” jî divê dema bê be, lewre “çûyin” dê paşê pêk were.
Pirsgirêka şîroveya vê formê ew e ku di devokê Kobanê de li şûna dema bê “Ez kê herim” û li şûna dema bê ya bihurî jî “ez kê biçûma” heye. Ew “kê” carinan weke “kim” carinan jî weke “dikim” e. Lê ne dema bê ya “nêzîk” e: ew her dema bê ye û alaqeya wê bi “Ez dikim bikevim” a devokên bakurî ve nîne. Tenê, şiklekî herêmî û devokî ye ku di şûna dema bê de tê bikaranîn.
Ez tew behsa “dema fireh” nakim jî ku di gellek rêzimanan de behsa wê dibe. “Ez hergav diçim sînemayê” dema fireh nîne, “Ez diçim sînemayê” ji xwe wateya dema fireh dide ku çima “fireh” e an ne “teng” e, ew babeteke din e û em jê re dibêjin “wateyên raweyî”. Mîna “Ez diçim Amedê, êvarî saet 8’an bi rê dikevim”, ku herdu lêker jî dema nuha ne, lê belê wateya dema bê didin.
Heger dem fireh bibin, hingê divê bikarin teng jî bibin. Bi kurdî dema fireh tuneye. Lê rêzimanên me bi şaşî hokerên “hergav û herroj” lê zêde kirine û muhendîsî kirine. Lewre hoker demên nû ava nakin. Karê hokeran ji xwe ew e ku alîkariya wateya lêkeran bikin. Bi taybetî jî lêkerên ku li gorî deman hatine kişandin. (Hin ziman hene ku kêşana lêkerên wan ne mîna zimanê me ye û hingê ew tenê bi hokeran ve deman ava dikin).
Ji ber rewşa Kurdan ya siyasî, zimannasiya me jî beyî qaîdeyên zanistî hatiye kirin ku îroj em mecbûr dimînin ku behsa hin xebatên ecêb jî bikin: mîna rêzimanên ku gellek in û tiştekî li hevdu zêde nakin.
Em vegerin ser mînaka « rêya min, reya min, riya min » û y’ya ku bandorê li dengê berî xwe dike. Celadet Bedirxan (r. 12-14) behsa vê mijarê kiriye û rêyek pêşniyar kiriye. Gotiye ku dengê y gava ku li pey dengên « ê » û « î » tê, wan dike « i » (r.13). Bi dû re gotiye, bila şepqe ji ber y’yê rabe û bibe “reya min”.
Samî Tan qaîdeya li ser dengê « î » pejirandiye, lê belê ya li ser dengê « ê » nepejirandiye û gotiye ku telafûza wan peyvên ku bi « ê » xilas dibin, zehmetiyan nîşan nadin (r.364-365) û divê em bibêjin « pêyên min, dêya min, rêya min ».
Em dibînin ku hêsanî û zehmetî ji bo Samî Tan pîvan e. Lê belê « Hêsanî û Zehmetî » ne pîvaneke zimannasiyê ye, tenê dikarin ji bo şîroveyên veguherîna zimanî werin bikaranîn lê nikarin bibin sedema tercîha zimannasan.
Heman helwêst li cem Mistefa Aydogan jî xuya dibe, lewre ku dibêje ku heger ezafe jî ji bo navên diyar û nediyar her yek bin, hingê perwerdehiya zimanî hêsantir dibe. Madem pîvana me hêsankirin e, hingê divê em vê pîvanê li her derê bi kar bînin: em veqetandek, zayend, tewang, ergatîf, subjonctîf (raweya bilanî) biavêjin, kurmancî dê hêsantir were fêrkirin.
Ev ne cara yekem e ku hin zanayên kurd ji cem xwe ve qaîdeyên balkêş ava dikin. Arif Zêrevan yê ku li Çankayayê li qesra serokkomariya Tirkiyeyê wêneyê wî heye di pirtûka xwe ya li ser Rastnivîsînê de heman pêşniyar dikir. Camêr digot bila neynûk ne ber bi der ve bin (« iii-hi ») bila ber bi hundir ve bin. Yanî, em qîma xwe bi ya ingilîzan jî û almanan jî û fransiyan jî naynin. Camêr gîhaneka Ku dikir ko. Ew jî bi pereyên TRT6 ve ji malpera Nefel û Kerkuk Kurdistane hatibû ser maseyên Çankayayê, lê nuha dîsa bûye “Kurdistanî”.
Meseleya wî ya ko’yê jî meseleya mehallî ye: “yerlî malı, millî mali; herkes bunu kullanmali”.
Gelo çima em jî weke Qoseriyan « ku » nakin « gi »? Kurdên ku “ko” bi kar naynin hene ku dibêjin “ki, ke, ku, gi, ge, gu, go”. (Romana min ya nû bi “ke” hatiye nivîsîn, lewre ez jî bawer dikim ku heger soranî û kurmancî nêzîkî hev bibin, li xêra me ye, heger xêra me pîvanek be).
Mirov tercîha gîhanekê fahm dike, serhişkî û gundîtî ye, lê ya neynûkê bi rastî cîhê pêkenînê ye. Digot ku qûnika neynûkan divê peyva diyarkirî nîşan bide, lê li tu deverên din qaîdeyeke weha nîne. Mêrik ne zimannas e lê qaîdeyine weha datanîn ku ji dêleva têkûzkirinê, ziman têk dibir. Lewre gotibû barê êzingê min û hew! Bê delîl û bê bingeh!
Mala xwedê ava ku kesî bi ya wî nekir. Lewre armanc xirakirin bû û pirêzeyên vî camêrî ne paqij bûn; lewre kî xwedan pere bû, vî camêrî xizmeta wî dikir. Weke dewra TRT6’ê ku Arif Zêrevan berpirsê wê yê Swêdê bû û hemû rewşenbîrên kurd bi rêya wî ve derketine ser wê qanalê û navê wê bi herfên zêrîn ve li ser CV’ya xwe nivîsîne. Digel vê eyb û qebeheta mezin jî, hê jî fedî nakin û tew li ser zimanê bindestan dipeyivin û şiklekî modern didinê ku bi dilê efendiyên wan be. Êdî hemû Kurdistanên ku li Swêdê ava bûne, Kurdistana derewan e, lewre kêm kes man ku bi TRT6’ê ve xerab nebûn.
Em ji vê metodê re dibêjin « muhendisî » yanî dixwazin tiştekî nû derxin holê, hingê mirovine nû fikrine nû û karine nû didin peydakirin ku aqlê xelkê şolî bikin. Weke gellek kesên ku li ser TRT’ê dewlemend bûne, lê li ser maseyên araqê (û li ser tora civakî) behsa Kurdistanîbûnê dikin. Ev kes berê li ku bûn, kes nizane. Gava ku Daeş hat, ev kes xuya nebûn û gava ku derdiketin ser TRT6’ê behsa serxwebûna Kurdistanê ji bîra wan diçe. Bi xanî û pereyan ve bin xwe tije kirin, hingê bila xwe rezîl nekin û aqil nedin me Kurdên feqîr, lê ne ehmaq.
Muhendîsî carinan bi destê desthilatdariyan ve tê kirin, lê carinan bi destê zanayan jî tê kirin.
Muhendîsiya xaniyan heye lê ya siyasî heye, ya civakî heye û ya zimanî jî heye; yanî « çêkirina zimanan ». Bi pirranî kesên ku dixwazin ya xwe li ser xelkê ferz bikin vê metodê bi kar tînin. Lê belê ji ber ku dizanin ku dikarin bên rexnekirin, sîmulasyona nefspiçûkî û maqûliyê jî weke metoda duyem bi kar tînin. Yanî, dibêjin « em vê pêşniyar dikin, lê hûn serbest in ha, em ya xwe li ser kesî ferz nakin », eynî mîna ku amadekarên Rêbera Rastnîvîsînê û Mikaîl Bilbilê rêvebirê Weqfa Mezopotamyayê di hevpeyvînên xwe de dibêje. Navê vê sîmulasyon e, yanî xapandin e.
Bi fransî mînakeke baş heye ku dê bi kêrî me were. Digel ku Akademiya fransî heye jî, Maurice Grevisse pirtûkek bi navê “Le bon usage” (bikaranîna rast) çap kiriye û piştî 80 salan jî êdî bûye referansa sereke. Min nedîtiye ku Maurice Grevisse tiştekî weha gotiye û xwe li nefpiçûkiyeke xapînok daniye. Zanîn tim xwe li zanînên berê radikişîne, cîh tê de ji van celeb nefspiçûkiyan re nîne. Grevisse dîtiye ku Rêzimanên Fransî tiştên dijberî hev dibêjin, sala 1936´an ew pirtûka navdar daye çapkirin ku îroj şiklên wê yên cuda cuda hene, weke pirtûka xwendekaran, pirtûka destan, pirtûka giştî hwd. André Gide û Paul Robert (Xwediyê ferhenga Le Robert) li ser vê xebata wî gotiye « baştirîn rêzimana zimanê fransî ». Heta îroj jî tu xebatê nekariye bi ser Rêbera Maurice Grevisse de bibe referansa fransî. Ya ecêb çi ye, hûn dizanin? Gava ku Maurice Grevisse yê zimannas ew pirtûka balkêş biriye ji weşanxaneyan re, kesî nexwastiye çap bike, eynî mîna romana Marcel Proust ya ku herkesî red kiribû. Lê îroj ev her du berhem mezintirîn referansên zimanê fransî ne.
Rêbera Grevisse her sal ji nû ve tê çapkirin û hemû xwendekar û mamoste pişta xwe dispêrin wî, digel ku wezareta perwerdehiyê biryareke taybet li ser wî nestendiye jî.
Metoda Grevisse çi bû ?
Grevisse pişta xwe spartibû 535 nivîskaran û berhemên wan û bi ser de 30 pirtûkên ku bê nav hatine heta dema wî jî jê re bûne referans. Camêr tiştek ji ber xwe ava nekiriye. Berî wî Vaugelas hebû ku Rêberek saz kiribû, lê Vaugelas pişta xwe spartibû zimanê desthilatdariyê û fransiya bilind ya arîstokrasiya qesrê pêşniyarî xelkê dikir. Grevisse bala xwe dabû dînamîka zimanî û bikaranîna wî ya giştî: bi hezaran nimûne ji wan çavkaniyan (16 997), ji wan pirtûk û nivîskaran danîne ber xwe û li gorî wê hikum daniye. Hingî mînakên wî pirr û zelal in, cîh ji nîqaşê re nahêle.
Bi dû re, Rêbera Grevisse cîh daye fransiya herêmî jî û fransiya devkî jî. Yanî camêr bi metod xebitiye. Ne ku li mala xwe rûniştiye an jî bi çend hevalên xwe re rûniştiye û ferman li ser bikaranîna zimanî daye. Mirov bi metoda xwe û delîlên xwe û xebatên xwe ve meşrû dibe û hingê dibe otorîte. “Mirov bi pirsên çewt nagihije bersivên rast, di rêya şaş re naçe dera baş”. (Xwediyê vê peyvê heye, hay jê hebin).
Me got Celadet Bedirxan:
Di nava civata Kurdî de hin kes dixwazin bi me bidin fahmkirin ku Celadet Bedirxan « demên hevedudanî » yên wek çîrokiya dema bihurî (Ez çûbûm) weke « Ez çû bûm » dinivîsand. Yanî dibêjin ku îroj dewra wî xilas bûye.
Fahmkorî zehmet e. “Xanî ji kemalê bêkemalî meydanê kemalî dîtî xalî”. Nezanî û cahilî mirov kor dike. Divê hin tişt ji hevdu bên cudakirin. Beyî besmeleyan kes nikare navê Celadet Bedirxan bi kar bîne; lewre ew û Mûrad Ciwan û Samî Tan û Mistefa Aydogan ne eynî ne. Çima? Bersiv eşkere ye: di dewra Celadet Bedirxan de Rêzimana kurmanciyê tunebû, lewma wî jî pêwîst dît ku yekê amade bike, lewre berî wî sirf biyaniyan rêzimana kurmanciyê danîbû. Celadet bi xwe jî dibêje « ez dikarim ji biyaniyan bêtir zimanê xwe bidim naskirin »; yanî kêmaniya yên berî wî heye û pêwîst e ku yekî « kurd û kurmancziman » pê ve dakeve. Camêr hingê alfabeyeke têkûz jî adapte kir. Nivîsandina çirokiya dema bihurî (yanî Ez çû bûm) ku bi koka lêkera “bûyinî” (bû) ava dibe û cuda dihat nivîsandin, ji ber Rêzimana ingilizî û fransî anîbû. Ji ber ku di van her du zimanên ewropî de lêkera ku demê diguherîne bi serê xwe ve û cuda tê nivîsandin, (wek “J’avais mangé” an jî “I had eaten”, Min xwari bû), Celadet jî weke wan kiriye û qet ne dûrî aqilan e. Lê bi dû re ev şiklê ku wî danîbû hat terikandin. Tiştek ji me kêm nebûye bi vê guherînê ve. Lewre, ev guherîn ne mîna veqetandek û gîhanekan e ku alavên rêzimanî ne, ne weke « -eke û -ekî » ye ku bûne « -eka û -ekê » an jî « de û re » yên ku bûne « da û ra » an jî « Ew tê » ku bûye « Ew dihê », “Min anî” bûye “Min îna”. Eve êdî zimanekî din e, muhendîsiya zimanî ye, rahiştine çakûç û tevşo û bêr û birrek û meqesê, ji me re kirasekî nû difesilînin, lê ji vî qumaşî tu kiras çênabe; bi du textik û bizmarekî ve ji me re zimanekî nû çêdikin, lê êdî divê em nepejirînin ku herkes xwe li vî zimanî biceribîne û herkes xwe li ser serê me bielimîne berberiyê.
Ji bilî çend xalên ku ne bingehîn in û me mînakên wan berê dane, Rêzimana Celadet Bedirxan hê jî Rêbera me ya sereke ye. Lê, bê guman, ziman jîndar e, diguhere û vediguhere û hingê divê zimannas û rêzimannas jî guh bidinê û kar û xebatên xwe li gorî vê dînamîzma zimanî ava bikin. Eynî mîna Le Bon Usage an jî Rêbera Grevisse yê ku xwe weke zimannas nedihesiband û li ser vê Rêbera xwe ya navdar digot ku berhema wî « fikra hevpar e di nava nivîskarên çak û xemxwirên zimanî de », hem bala xwe dida metnên nivîskî û hem jî guh dida guherînên zimanî. Lewma gava ku Grevisse behsa lêkera « se rappeler » (bibîranîn) dike, mînakekê ji nameyeke Flaubert dide ku Flaubert daçek xelet bi kar aniye. Lewre ev lêker divê beyî daçeka « de » were bikaranîn. Lê sînonîma heman lêkerê bi daçekê tê bikaranîn ku yek bandorê li ya din dike.
Di fransî de lêkera « se souvenir (de)» heye ku lêkereke daçekî ye, hevwateya lêkera « se rappeler » e, yanî “bibîranîn”; ya yekem bi daçek e lê ya duyem bê daçek tê bikaranîn. Grevisse hewl daye ku fahm bike ka çima Flaubertê mezin ev şaşî kiriye. Hingê fahm dike ku hevwateya wê bandor li wê lêkerê kiriye. Grevisse bi rêya vê delîlê ve çavdêriyeke balkêş dike û dibêje ku ne dûrî aqilan e ku ev şiklê ku di zimanê devkî de heye axir xwe li ser zimanê nivîskî ferz bike. Grevisse dînamîzma zimanî zevt kiribû û baş têgihîştibû. Ji ber wê ye ku îroj li hemû malan teqez du berhem hene: yek ferhenga Robert e, ya din jî Rêbera Grevisse e. Her du jî bi heman metodê ve hatine amadekirin. Xelk bi giştî çawa bi kar bînin, ya rast ew e. Ne bi metoda Vaugelas ve ku şêwaza nava qesrê (cîhê desthilatdarî û pereyan) li ser xelkê ferz dikir.
Weke ku me berê jî gotibû: dev ji zimanê me berdin û bela xwe di me nedin! Nirxandinên Celadet Bedirxan ne ayetên Quranê ne, mirov dikare şîrove bike û rexne jî bike, û biguhere jî, lê bi salawatan behsa wî bikin.
Li ser tirba camêran dinivîsîne « lawê kurdistan » û jê re dibêjin « Mîrê ziman û edebiyata kurdî ». Ew bi pereyên dezgehên amerîkî û li ser TRT6’ê nebûye zimannas. Herkes bila bi heddê xwe bizane. Weke ku bi tirkî dibêjin “mekanın sahabı geldi” an jî bi kurdî “xwediyê malê hat”.[1]
Ev babet 1,519 car hatiye dîtin
Haştag
Gotarên Girêdayî: 50
Belgename
Dîrok & bûyer
Kurtelêkolîn
Pirtûkxane
Vîdiyo
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 21-02-2023 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 94%
94%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 21-02-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 21-02-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 21-02-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,519 car hatiye dîtin
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Jiyaname
RONÎ WAR
Jiyaname
AYNUR ARAS
Kurtelêkolîn
Cureyên helva Urmiyê yên herî baş û bi navûdeng
Jiyaname
Viyan hesen
Jiyaname
Kerim Avşar
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
KUBRA XUDO
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Kurtelêkolîn
Çanda xwarinê ya Kurdan
Kurtelêkolîn
Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
Jiyaname
Necat Baysal
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Cihên arkeolojîk
Temteman
Kurtelêkolîn
Destpêka Nivîsandina Kurdan
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
Cihên arkeolojîk
Kereftû

Rast
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
24-04-2024
Burhan Sönmez
Rojnameya Serbestî
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
24-04-2024
Burhan Sönmez
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Şekroyê Xudo Mihoyî
Babetên nû
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
17-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
13-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
RONÎ WAR
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
KUBRA XUDO
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 517,411
Wêne 105,688
Pirtûk PDF 19,152
Faylên peywendîdar 96,427
Video 1,307
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Jiyaname
RONÎ WAR
Jiyaname
AYNUR ARAS
Kurtelêkolîn
Cureyên helva Urmiyê yên herî baş û bi navûdeng
Jiyaname
Viyan hesen
Jiyaname
Kerim Avşar
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
KUBRA XUDO
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Kurtelêkolîn
Çanda xwarinê ya Kurdan
Kurtelêkolîn
Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
Jiyaname
Necat Baysal
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Cihên arkeolojîk
Temteman
Kurtelêkolîn
Destpêka Nivîsandina Kurdan
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
Cihên arkeolojîk
Kereftû

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.437 çirke!