Navê pirtûkê: LÊKOLÎNÊN KURDÎ (2)
Navê nivîskar: Dilazad A.R.T.
Cihê çapkirina pirtûkê: Stenbol
Navê çapxaneyê: Zanîngeh
Sala çapê:2013
Pêşketina civakan li gor pêşketina mirovên ku wê civakê avadikin derdikevê meydanê. Ji bo civakeke pêşketî dibe mirovên pêşketî hebin. Civakên pêşketî bi saya zana û rewşenbîran pêşdediçin. Mirovên ku ji rêderketî bi saya şîretan tên ser rêya rast. Bi vê armancê kesên ku serkeşîya mirovan dikin ji bo ku mirovên li pey wan şopa wan biajon şîretan li mirovan dikin. Şîret; perwerdekirina hin tiştên diyarkirî ye.
Ku ev tiştên diyarkirî orf û edet û ehlaq û toreya komên mirovan e. Di edebîyata klasîk ya kurdî de bi van armancan nivîsakarên kurd ê mîna Cizîrî, Teyran, Xanî hwd. Bi rêya şîretan peyrevê xwe hişyarkirine. Di vê xebatê te bi giştî di edebîyata klasîk ya kurdî de şîret û bi taybetî jî li ser Nûbihara Biçûkan ya seydayê Xanî birawestin.1]