Navê pirtûkê: LÊKOLÎNÊN KURDÎ
Navê nivîskar: Dilazad A.R.T.
Cihê çapkirina pirtûkê: Stenbol
Navê çapxaneyê: Zanîngeh
Sala çapê:2013
$Destpêk$
Qaîdeyeke civaknasîye ku her kom an her netew bi saya rewşenbîrên xwe şaristanîya xwe avadikê. Rewşenbîr, mejî û hişê civakan e. Peşketina civakan bi zanayên pêktê. Civak li
ser şopên zana û rewşenbîrên xwe dimeşin.
Her rewşenbîr di sirûşta xwe de, xwe deyndarê gelê xwe û ê mirovatîye dibîne. Bi vê armancê kesên zana ew emanet û deynê di stûye xwe de ji bo bidin xwedîye wa - gel – tekoşîneke bêhempa dimeşenin. Piştî hilweşandina Împaratorîya Osmanî tev netewên diben fermandarîya Osmanîyan de azadîya xwe bidestxistin.
Tenê Kurdan rizgarîya bidestnexist. Her çiqas sedemên vê pirsê gelekbin jî a sereke nezanîne. Gelê Kurd bi aşîrtî dizanê bijê. Li gorî Kurdekî feodal sînorên dinye bi sînorên êla wî
giredane. Di rewşeke bi vî rengî de rewşenbîrên Kurd têgihiştin ku çare û dermanê civaka Kurdan zanîne, xwendine,peşketina zanistîye, hişmendîye... Bi vê armancê dest bi hişyarkirin û perwerdekirina gel kirin.
Kovara Hawar bi armancên hişyarkirin û perwerdekirina gel hate sazkirin û çapkirin. Di nav vê komê de gelek rewşenbîr, zana, mela, şêx cîhgirtin. Hawar bû bû deng û qîra zanayên Kurd ku di guhê gelê Kurde çingînêye bênê. Kurdan hişyar û perwerdebikê.[1]