Arekî ku sor e, pak û şîr e.
Ji ber ku di baweriyên kurdan ên kevn de agir pîroz hati ye dîtin, îro jî ev gotinên bi vî rengî di zargotina kurdan de heyîna xwe diparêzin. Yanê ji ber ku agir weke av, hewa û axê ji çar nesneyên ku dinya anîne pê yek e, ji aliyê pêşiyên kurdan ve wek şîrê dayikê pak û pîroz hatiye dîtin. [1]