Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Pirtûkxane
Berencama 2021 an Komek analîzên siyasî û xwendinên Ramanî û Dîrokî
25-02-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Mîran Janbar
25-02-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Kamer Söylemez
25-02-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
KURDICA (Kurdika)
22-02-2024
Sara Kamela
Cihên arkeolojîk
Zêwiye
20-02-2024
Aras Hiso
Cih
Girreban
20-02-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 37
20-02-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Burhan Sönmez
18-02-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Jiyanameya Kurdînivîsên Rojavayê Kurdistanê
14-02-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Dewlet û Mîrgehên kurdî di Serdemên Naverast û Nû da
13-02-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 510,272
Wêne 102,984
Pirtûk PDF 18,716
Faylên peywendîdar 92,757
Video 1,191
Kurtelêkolîn
Dîroka Kurdên Êzdî yên Wela...
Kurtelêkolîn
PANORAMA-2023-5
Jiyaname
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 37
Cihên arkeolojîk
Zêwiye
ROMANEKE SIYASÎ Û TRAJEDIYA ”KOMKUJIYA QAMIŞLIYÊ”
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kuştina Winda

Kuştina Winda
=KTML_Bold=ROMANEKE SIYASÎ Û TRAJEDIYA ”KOMKUJIYA QAMIŞLIYÊ”=KTML_End=
#Lokman Polat#

…. dema çavên mirov li berga romanê dikeve, di bergê de kujerên artêşa dagirker a komara Tirkiyê hene. Ew likur bin li wir mirin û kuştin heye. Kujerên leşker ên tirk gule bera qaz û werdegan jî didin, çi bikeve berwan dikujin.
Komeke kadirên siyasî ên ji rêxistina Kawa li Qamişliyê ji alî çekdarên aretêşa tirk û malbateke sîxur ve hatin kuştin. Di nav wan de Necla Baksî jî hebû. Necla Baksî dema hate kuştin hemîle bû, ducan bû. Wê bi bebika di zikê wê de kuştin.
Min du romanên romannivîserên kurd Lokman Silêman di pirtûkxaneya xwe di, di refên pirtûkên ku ez ê bixwînim de xist dorê. Yek jê; navê wê ”Vîna Evînê”a din jî navê wê ”Kuştara wenda” ye.
Dibe ku hinek xwendevan maneya peyva ”kuştar” nizanibin. Ez jî baş nizanibûm loma min ji dostê xwe Ferhan Şîrîn pirsî. Min got : ”Niha ez bi navê ”kuştara winda” romanek dixwînim. Li herêma Amedê û di navçeya me de vê peyvê bikar naynin. Diyare koka peyvê ji kuştinê tê. Nivîskarê romanê ji rojavayê Kurdistanê ye. Tu jî ji wir î. Li cem we ev peyv bi çi maneyê tê bikar anîn.” Wî bersîv da û got :
” Kuştar = komkujî (katliam) e. Ji raweya dema borî (kuşt) û paşgira (ar) hatîye dariştin. Bide ber: Got + ar = gotar. Nivîsî + ar = nivîs(î)ar = nivîsar. – Gotarek li ser rewşa zimanê kurdî..- Nivîsarek li ser penaberîyê.. – Romanek li ser kuştara Helebçe..”
Belê, peyv bi maneya komkujî tê bikaranîn. Lêbelê di seranserê Kurdistanê de bi gelemperî peyva komkujî tê bikaranîn. Diyare kuştar herêmî ye.
Min herdu romanan jî xwend, lê ez ê behsa romana bi navê ”kuştara winda” bikim. Ez qala naveroka herdu romanan bikim û herduyan binirxînim, şîrove bikim dê nivîsa min gelek dirêj bibe. Ez naxwazim gotarên pirrdirêj binivîsim. Nivîsên kin û kurt lê bi naverok ji bo xwendevanan hîn baştir e.
Ez ê romana L. Silêman a bi navê ”kuştina wenda” ji bo we xwendevanên kurd bidime nasîn, binirxînim û bi kurtahî şîrove bikim. Romana Lokman Silêman li Almanyayê di nav weşanên ”Sersera” de hatiye weşandin. Roman 159 rûpel e. Wêneya berga wê hunermend Yahya Silo çêkiriye. Nivîskarê romana ”kuştara winda” ji rojavayê Kurdistanê ye û li Almanyayê dijî. Ev romana wî a yekê ye. Piştî vê romanê romana wî a duduyan ”Vîna Evînê” ye.
Nivîskar pirtûka xwe a yekan diyariyê zarokên xwe dike. Navên zarokên wî jî hemû navên kurdî ne. Narvîn, Latşîn, Arî û Ariya. Herçar nav jî navên xweş in, navên xwerû kurdî ne. Divê kurd navên weha kurdî li zarokên xwe daynin.
Roman romaneke balkêş e. Romana tradejiyê ye. Di romanên tradejîk de trajedî qedera romanê ye. Ji xwe dema çavên mirov li berga romanê dikeve, di bergê de kujerên artêşa dagirker a komara Tirkiyê hene. Ew likur bin li wir mirin û kuştin heye. Kujerên leşker ên tirk gule bera qaz û werdegan jî didin, çi bikeve berwan dikujin.
Kurdekî bi navê Mihemed Şêxo ji bo romanê du rûpel weke pêşgotin nivîsiye. Ew di pêşgotinê de bal dikşîne ser rewşa kurdan, daxwaza pêwîstiya yekîtiya kurdan û rewşa jiyana gelê kurd tîne zimên.
Roman bi komkujiya/qetlîama Qamişloyê dest pê dike. Ev destpêk, ravekirina qetlîamê dilê xwendevanan dişewitîne û xwendevan dixe nav meraqê. Kî vê komkujiyê pêk anî? Kê vê hovîtiyê, vê wahşetê li hember gelê kurd vê komkujiyê kir û ewqas kadirên siyasî di yek şevek de bi zarok, jin û jineka hemîle ve qetil kir.
Serlehengê romanê Hesenê ku ji serxetê, ji ber zilma cunta faşîst a leşkerî (ku di sala 1980yî de li Tirkiyê darbeyeke leşkerî a faşîst pêk anîbû û bubû desthilatdar) reviyabû û hatibû bin xetê. Hesen bavê 5 kur û 3 keçan bû. Wî ji bo debara malbata xwe, ji bo nanê zarokên xwe li ser sînor karê qaçaxiyê dikir.
Wî herweha zilamên partî û rêxistinên kurd ên başur di sînoran de derbas dikir, ji wan re rêberî dikir. Dema çûyin û hatina wan de ew li mala Hesen dibûne mêvan û Hese new dibir û dianiya. Di derbasbuyina binxetê û serxetê de Hesen bi rêxistinekî kurdên bakurê Kurdistanê re jî dibû alîkar û wan di mala xwe de dihewand.
Rojeke Hesen nameyeke tirkî werdigre. Zarokek nameyê tîne dide Hesen û dibêje ”yekî biyanî ew da min, got bibe bide Hesen.” Di nameyê de ji Hesen dixwazin ku; ew kesên siyasî ji mala xwe derbixe, wan di mala xwe de nehewîne, mêvanên xwe ji mala xwe bike der. Nameyê malbateke serxetê ku têkiliya wan bi îstixbarata dewleta tirk re heye şiyandiye. Hesen ji tehdîda/çavtirsandina malbata sîxur natirse û dibêje : ”Bêminetî ye. Ez îro binxetî me tu desthilatdariya we li ser min nîn e.” Mêvanên Hesen kurdên siyasî ne. Kadirên siyasî ên rêxistina Kawa yê ne. Kawa berê Maocî bû, paşê bû du beş, hinek bûn Enwer Xocecî û hinek man Maocî. Mêvanê Hesen piştî ku nameyê dixwînin, ew dixwazin ji mala Hesen herin, lê Hesen nahêle ku ew herin.
Romana Lokman Silêman ”Kuştara Winda” romaneke siyasî a li ser bûyerek trajîk a komkujiya kadirên rêxistinek siyasî ye. Di romanê de rewşa siyasî a salên 1980yî li Tirkiyê û li û rewşa gelê kurd û siyasiyên kurd li bakurê Kurdistanê tê taswîrkirin. Di nav edebiyata cîhanê de romanên siyasî gelek hene û hinekên wan ji hêla hunera wêjeyê ve romanên serketî ne.
Di nav edebiyata – wêjeya – cîhanê de û herweha di nav edebiyata tirkan û kurdan de gelek romanên siyasî – polîtîk – û îdeolojîk hene. Di nav edebiyata cîhanê de hinek romanên siyasî hene ku bûne navdar. Ev romanên siyasî li gelek zimanên cîhanê hatine wergerandin.
Romannivîser romana xwe li ser bûyerek trajîk, qetlîamek hovane, komkujiyek rastîn hunandiye û afirandiye. Di romanê de navê rêxistina Kawa derbas dibe, ji xwe navê rêxistinê derbas nebana jî diyare, mirov zane ku behsa kuştina komeke kadirên siyasî ên rêxistina Kawa tê kirin. Wek tê zanîn, dîroka Kurdistanê dîroka qirkirin, komkujî, wêrankirin, agir û talanê ye. Van hemî xirabiyan piranî ji hêla dagirkerî û kolonyalîstên Tirk ve li ser gelê Kurd hatine kirin. Li bajarê Qamişliyê, di 12.12.1980 de, bi dehan kadroyên pêşkeftî yên Kurd bi hovîtî ketin kemînê û hatin kuştin. Vê operasyona qetlîamê, ku ji hêla arteşa Tirk a dagirker ve li ser bingeha hevkar û derdorên xayîn ên herêmî hate meşandin, rasterast kadroyên pêşeng ên vê tevgera Kurd, Tevgera Kawa, ku di serxwebûna Kurdistanê diparastin ango derbarê serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê de parastvan bû, bû hedef.
Roman tam li gorê realîzma civakî hatiye afirandin Tê de fîkşîon, xeyal, fantazî û sembol tune, bûyer heye, bûyer jî bûyerek çêkirî a xeyalî nîn e, bûyereke trajîk a rastîn e. Taswîrên derbarê rewşa civakî, netewî a gelê kurd û bûyer bi xwe rengekî siyasî daye naveroka romanê û roman bûye romaneke siyasî û trajedîkî a li gor realîzma civakî a wêjeyî.
Komeke kadirên siyasî ên ji rêxistina Kawa li Qamişliyê ji alî çekdarên aretêşa tirk û malbateke sîxur ve hatin kuştin. Di nav wan de Necla Baksî jî hebû. Necla Baksî dema hate kuştin hemîle bû, ducan bû. Wê bi bebika di zikê wê de kuştin.
Kawa rêxistineke bakurê Kurdistanê bû. Wek parastina îdeolojîk û siyasî Maocî bû. Têkiliyê wan bi YNKa başurê Kurdistanê re ango bi Celal Telebanî re hebû. Ev rêxistin pêşî bu ducî. Beşek Maocî man û beşek bûn Enwer Xocacî. Wek nav beşeke bi navê Kawa man, beşa din bû Dengê Kawa. Paşê di nav Kawa de du navên hêzên çekdar derketin holê. Navê yekê ”Kizil Peşmerge / Pêşmergeyên sor” û navê a din jî ”Seyyar gerîlla” bû. Kawa û Dengê Kawa paşê ji holê rabûn. Niha bi van navan rêxistin tune ye.
Di şeveke baran dibarê, şilî û şelepe, şeveke tarî û zelemat, şeş çekdarên kujer ê xwînxwar diavêjin ser mala Hesen, Di malê de kadirên rêxistina Kawa hene. Ew di odeyek de runiştîne. Jin û zarok jî di odeyek din de runiştîne. Fermandarê kujeran dibêje : ”…em ê di pencerê de li wan bireşînin…pêşî xwe ji zilaman xilas bikin duvre li pîrekan vegerin û li wan bireşînin, divê yek sax nemîne ta zarokê di dergûşê de nebê hûn kesî sax bihêlin…” Binêr rûpel 97.
Û kujer komkujiyê pêk tînin. Hemû kadirên Kawayê, Hesenê xwediyê malê bi jin, bûk, zarok û newiyên wî ve hemûyan dikujin. Lê, du kes birîndar tifilitin, ew namrin. Yek ji wan Medenî ye û ê din Heybet e.
Di romanê de, di ravekirina komkujiyê de, kî vê komkujiyê pêkaniye de nakokî, dubendî û dîtinên cuda hene. Vebêjê romanê, ango nivîskar di cihek de dibêje mirovên malbata Nîhad (Ev Nîhad berê ji alî Kawa ve hatiye kuştinê) hatine ew kuştine tola Nîhad helanîne. Di romanê de di beşên din de jî tê qalkirin ku Nîhad zilamê dewletê ye, li dijî doza kurd û Kurdistanê bûye û hevkarê dewletê ye. Rojeke Nîhad bi yekî Kawayî re pev diçe û paşê Kawayî ew dikujin. Mirov û malbata Nîhad jî li pey tolhildanê digerin. Di ciheke romanê de jî behsa ji hevûdu cudabûna Kawa û Dengê Kawa dike û dibêje wan ji hevûdu gelek kes kuştine û herweke ku zilamên Dengê Kawa ev komkujî pêk anîne.
Vebêj carna komkujiyê dixe stuyê malbata Nîhad û carna dike stuyê Dengê Kawa. Bi qasê ku min bihîstibû û di beyanên rêxistina Kawa de ew dem hatibû gotin ku hêzên dewleta dagirker a tirk wê komkujiyê kirine. Heta hate gotin ku Jîtema dewleta tirkan di bin berpirsiyariya fermandarê ku navê wî Cem Ersever e ew bi xwe bi komeke çekdar ê Jîtemê çûne di binxetê de vê komkujiyê pêkanîne, hemûyan kuştine. Jîtem navê rêxistineke Jandarmayên dewleta tirk a ku tim li dijê gelê kurd kuştinan pêkaniye, kurd kuştiye.
Roman be jî, dema fîkşîon nebe, hunandina bûyereke xeyalî nebe, bûyereke rastîn bê qalkirin divê mirov bi rastiya bûyerê ve sadiq bimîne. Heger vê bûyera komkujiyê/qetlîamê Jîtema tirk kiriye, yan jî heger malbateke kurd ji bo tolhildanê kiriye, nabe ku mirov wê têxe stuyê rêxistinekî kurd. Û heger Dengê Kawa ew bûyer kiriye nabe ku mirov bûyerê têxe stuyê malbata kurd.
Li gor dîtina min vebêj/nivîskar nebaş kiriye ku bûyera komkujiyê hem xistiye stuyê malbata kurd û hem xistiye stuyê rêxistina Dengê Kawa. Ji du kesên ku ji qetlîamê filitîn yek jê Heybet e. Ew çil sale ku li Swêdê dijî. Xwezî nivîskar beriya ku romana xwe binivîsiya, li ser mijarê, awayê û sedemê komkujiyê lêkolîn bikira û hêj binivîsiya. Lêbelê wî pêşî bêku lêkolîn bike romanê nivîsiye û paşê ji ew kesê ku di romanê de navî Medenî ye û birîndar filitiye pirsiye, pê re hevpeyvîn çêkiriye û di dawiya romanê de wek ”têbinî” rave kiriye.
Li gor romanê berpirsê koma kujeran navê wî Qedrî ye. Ev Qedrî kî ye? Gelo ew zilamê Jîtemê/dewletê ye? Mirovê malbata Nîhad e? Gelo ji rêxistina Dengê Kawa ye? Bersîva van pirsan di romanê de diyar nîn in. Lê li gor hevpeyvîna ku bi Medenî re hatiye kirin yên ku komkujiyê pêkanîne 3 kes birayên Nîhad in, 2 kes netiştekî Nîhad in, Qedrî jî kurê xalê Nîhad e. Yanî li gor gotinên Medenî malbata Nîhad ew komkujî pêkaniye.
Sedheyf û mixabin, heyf ku kurd bi destê kurd hatine kuştin û hêj jî têne kuştin. Kurd li hemberê kurd komkujiyê pêk tînin. Kuştinên di dema şerê birakujiyê de, kuştinên di nav YNK û PDKê de, kuştinên di nav Apoyî û Pdk/Ynkê de, kuştinên ku beriya salên 1980yî ku ji alî Apoyiyan ve li dij partî û rêxistinên din ve hate birêvebirin û herweha kuştina çekdarên Apoyî ji alî cerdewanan ve û kuştina cerdewanan ji alî Apoyiyan ve, ev hemû kuştinên kurd bi destê kurd di dîroka Kurd û Kurdistanê de trajediyeke kurdan e û wek rûpelên reş di nav dîroka Kurdistanê de cihê xwe girtiye.
Di pirtûkê de gelek şaşiyê teknîkî, rastnivîsînê/gramerê û şaşnivîsîna peyvan hene. Navên netew û welatan carna bi tîpa biçûk û carna bi tîpa mezin hatine nivîsîn. Wek mînak; navê Kurdistanê hem bi tîpa biçûk û hem bi tîpa mezin nivîsiye. Diyare dosya tekstê çawa çûye ber destê weşanxaneyê bê ku were raçavkirin, bê etîdkirin, bê redakte kirin, bê kontrolkirinê hema weha bê sererastkirin weşandine. Ez bawerim nivîskar bi xwe jî piştî ku nivîsîna romanê qedandiye, carek din nexwendiye, pêveçûnek di serde neçûye, kontrol nekiriye. Heger nivîskar û edîtorekî weşanxaneyê beriya çapê pirtûkê raçav bikira, baş kontrol bikira dê ewqas şaşî nebana.
Digel nivîsîna navan bi tîpên biçûk û mezin, gelek şaşiyên din jî tê de hene. Ji hêla rastnivîsînê/gramerê, sazkirina hevokan, bi cih kirina werb, subjek, objek û hwd, di romanê de şaşiyên biloq hene. Divê ev roman ji alî edîtorekî jîr û zana bihata redakte kirin. Piraniya weşanxaneyên kurdan girîngî nadine karê edîtoriyê, redaktoriyê, lê divê bêzanîn ku ev kar di weşangeriyê de ciheke girîng digre.
Nivîskarên kurd romanên trajediya evîndaran gelek nivîsîne, dive romanên trajediyên siyasî jî binivîsin. Lokman Silêman baş kiriye ku vê romana siyasî û trajîk nivîsiye. Divê romanên şerê qirêj ku dewleta tirk li hemberê kurdan pêk aniye û tine, trajediya ku di dema şerê hendekan de hate pêkanîn, bi destên hêzên dewleta tirk qetilkirina gundiyê kurd û li çiyanan nêçîra xortên kurd ji alî hêzên şerker ên dewleta dagirker a hov dive were nivîsîn.
Bûyera komkujiya kadirên siyasî ên Kawa li Qamişliyê di sala 1980yî de bû. Di ser bûyerê de 40 sal derbas bûye û nivîskarê kurd Lokman Silêman romana wê bûyera trajedîk nivîsiye. Wî karekî baş kiriye, xebatek hêja pêkaniye, afirandineke bi nirx e. Ji bo bîranîna komkujiya wan kadirên siyasî ew roman hêjayê xwendinê ye.[1]
Ev babet 1,063 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/- 07-05-2023
Gotarên Girêdayî: 10
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 30-04-2022 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Roman
Kategorîya Naverokê: Danasîna pirtûkan
Welat- Herêm: Kurdistan
Ziman - Şêwezar: Kurdî Kurmancî Bakûr - T. Latîn
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 29-07-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 30-07-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 07-05-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,063 car hatiye dîtin
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.212 KB 07-05-2023 Aras HisoA.H.
Dosya wêneyê 1.0.151 KB 29-07-2022 Aras HisoA.H.

Rast
Kurtelêkolîn
Dîroka Kurdên Êzdî yên Welatê Xalta
11-05-2022
Burhan Sönmez
Dîroka Kurdên Êzdî yên Welatê Xalta
Kurtelêkolîn
PANORAMA-2023-5
10-02-2024
کاکۆ پیران
PANORAMA-2023-5
Jiyaname
Burhan Sönmez
18-02-2024
Burhan Sönmez
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 37
20-02-2024
Sara Kamela
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 37
Cihên arkeolojîk
Zêwiye
20-02-2024
Aras Hiso
Zêwiye
Babetên nû
Pirtûkxane
Berencama 2021 an Komek analîzên siyasî û xwendinên Ramanî û Dîrokî
25-02-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Mîran Janbar
25-02-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Kamer Söylemez
25-02-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
KURDICA (Kurdika)
22-02-2024
Sara Kamela
Cihên arkeolojîk
Zêwiye
20-02-2024
Aras Hiso
Cih
Girreban
20-02-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 37
20-02-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Burhan Sönmez
18-02-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Jiyanameya Kurdînivîsên Rojavayê Kurdistanê
14-02-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Dewlet û Mîrgehên kurdî di Serdemên Naverast û Nû da
13-02-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 510,272
Wêne 102,984
Pirtûk PDF 18,716
Faylên peywendîdar 92,757
Video 1,191

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.25
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.156 çirke!