Em ê nû denbêjekî din ji nav dengbêjên çand û kevneşopiya kurdî nas bikin. Denbêjekî ku bi dengê xwe yê zîz û bandorker û di nav koşeyên vê jiyanê de veşartî maye. Em ê bi pênûsa xwe, xwe berdin nava gundê şêranê ka nas bikin ew denbêj kî ye?
Ew dengbêjê me yê navdar Xidirê Hebeşê, bavê Mehmûd ji gundê Şêranê ya ser bi kobanê ve ye. Wî gelek stranên folglorî û kevneşoî li ser kurdan strane. Xidirê Hebeşê di sala 1931'an de ji dayîk bûye, ku ji sê bavan ve ew li gundê şêranê dijîn. Ew bavê şeş qîzan û kurekî ye. Hevaltî bi Derwêşê Miskê, Hecî cawir, Mêmadê Dêlî, Hemedê Miso û Miçê Miso re kiriye ku niha jî yek ji wan tune ne û ew jî bi temenê xwe yê 89 salî di vê jiyanê de dijî. Di temenê xwe yê 22 salî de dizewîce. Dema ku ew hîna biçûk bû bavê wî diçe ser dilovaniya xwedê. Ew her tim dibêje ''Şêran e, gola egîd û mêran e''
Ew bi strarana Teyar û Xezalê navdar bûye. Wî di 17 saliya xwe de bi meraq û hezkirina xwe ji dengbêjiyê re guhê xwe dide ser denbêjên wekî apê xwe Miso Eyşik û fêrî dengbêjiyê dibe ku apî wî bixwe jî ji Xidoyê Hindawî fêr bûye.
Dengbêjê Kurd Xidirê Hebeşê, di strana Teyar û Xezalê de dibêje: Wexta ku Rebê Alemê çelengî û cemalî parve vekir, wê çaxê 2 par dane dilber Xezala Kurdan e, û ez jî kirime me'imûrê xeman e, û du parên xemên dunyayê bi ser min de berdane.
Dema ku ew hîna ser xwe bû, Mislimê Çîmo û Husênê gewande vê re tembûr lêdixist. Ji aliyê Hemedê Misemîrê li korpîngarê piraniya stranên weke Teyar û Xezalê, Siyabend û Xecê hatine qeyt kirin. Li gundê Şêranê odeyên mîna ên Seydo, Haço, Hecî Zîto û Miço Zîto de, hebûye. Li gorî ku ew dibêje ''Dema ku ew hîna zarok bûye li ber devê odeyan rûniştiye û guhdariya dengê Mişoyê Bekebûr û Xidoyê Hindawî kiriye''. Wî jî diodeya xalê xwe ya Haço de, bi dehan stran gotiye.
Niha ji ber mezinbûna temenê wî û kalbûnê ku rûyê qurmiçî û ji temenê westiyayî yên bi salan ku di ber xizmeta çand û kevneşopiyê de derdaye, ji mêj ve ye ku ew dûrî stranbêjiyê ketiye.
Xidirê Hebeşê xwediyê dengê zelal û zîz behsa serdema berê dike û dibêje: “Berê xweş bû, em birçî bûn, me nanek du nan ji cîranan deyn dikir me kêf dikir, tiştek tinebû, ne hikûmet hebû. Niha cîhan gişt li hev ketiye û mirov xembar û dilgiran in.”
Ew behsa dema xwe berê dike û dibêje: Berê xweş bû, me nanek dixwar bi hev re parve dikir, me arvanên xwe bi hev re parve dikir. Me berê pir yardimî hev dikir û qîrete pir bû. Xwedî gumgum û qehwan pir bû.[1]