Navê pirtûkê: Elfabêyakurdî, bingehên gramera kurdmancî
Navê nivîskar: Celadet Alî Bedir-Xan
Cihê çapkirina pirtûkê: İstanbul
Navê çapxaneyê: Doz
Sala çapê: 1998
[1]
Elfabêya kurdî ji sih û yek herfan hevedudanî ye:
a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z
Herf di dengdayiyê de du texlît in: dengdêr û dengdar.
Dengdêr ew herf e ko dixwedeng e, û dengê wê bi serê xwe derdikeve û dengê dengdaran derdixîne.
Dengdar ew herf e ko dixwedeng e, lê belê dengê wê bi serê xwe û bê arîkariya dengdêrê dernakeve.
Di zimanê kurdî de heşt dengdêr hene:
a, e, ê, i, î, o, u, û
Lewra ko di dengdaniya kurdî de dengdêrek geh kin û geh drêj nabe, dengdêrên kurdî di drêjahiya dengên xwe de sersekinî ne: kin û drêj in.