Navê pirtûkê: Çîn û Maçîn
Navê nivîskar: Paşa Amedi
Cihê çapkirina pirtûkê: İSTANBUL
Navê çapxaneyê: Nubihar
Sala çapê: 2013
[1]
Kitêbxaneya xwe bi vê berhema delal va dewlemend bikin!
“Çîn û Maçîn” di edebiyata rojhilatê de bi nav û deng e. Herdu kelîme geh bûye nav, geh bûye navên welata… carna jî bûye navê warê nenas û cihê dûr; weka çiyayê Kafê ne heye ne jî nêz e. Çi awayî dibe bila bibe, di nav me Kurdan de jî bi awayeke çîrokî jî hatiye gotin û di çîrokên gelêrî de cih girtiye.
Pirtûka “Çîn û Maçîn” nivîskar Paşa Amedî amade kiriye û di Weşanxaneya “Nûbiharê” de hate weşandin û ji 20 heb çîrokan pêk tê.
Pirtûka Paşa Amedî ya ewilî Çûka Keko Peko/Pepûk di Weşnxaneya “Nûbiharê” de hatibû weşandin (2013) çapa wê qediya bû, “Nûbiharê” dîsa “Çûka Keko Peko” ji nû ve çap kir.
Ev herdu pirtûkên çîrokan li Fuara Amedê de di standa “Nûbiharê” de dê li pêşberê xwendevanên xwe be û nivîskar Paşa Amedî wê beşdarê fuarê be û pirtûkên xwe dest nîşan bike.
Fuara Pirtûkan ya Diyarbekirê di rojên 28 îlonê de dest pê dike, di 6 Cotmehê 2019an de dawî dibe.