Husein Muhammed ( z. 1'ê berfanbara 1980 li Zaxo, Başûrê Kurdistanê ) wergêr, dadnas û nivîskarekî kurd e. Husein Muhammed sala 1980ê li gundekî nêzî Zaxoyê li başûrê Kurdistanê hatiye dinyayê. Ew ji sala 1994ê ve li Fînlendayê dimîne û niha dadparêz e.
Husein Muhammedî berî karê xwe yê dadweriyê ji gelek dezgehên kargêrî (îdarî) yên Fînlendayê re tercimaniya zimanê kurdî (kurmancî û soranî) û zimanê tirkî kiriye. Di wan daîreyan de ew herwiha wek şêwirmendê zimanên Rojhilata Navîn jî (kurdî, tirkî, erebî û farisî) bû.
Husein sala 1995an dest bi nivîsîna bi kurdî kiriye. Ta niha berhemên wî di çendîn kovar û rojnameyan de belav bûne. Ew ji 1999an ve yekemîn kovara kurdî ya xwerû-elektronîkî,
MehnameMehnameyê, bi rêya Internetê diweşîne. Tevî ku Husein hem helbest, hem kurteçîrok û hem jî gelek gotar nivîsîne jî, ew herî zêde wek wergêr tê nasîn. Wî berhemine Xelîl Cibran, Anton Çexov, William Shakespeare û gelek ji nivîskarên din ên li hemî cîhanê navdar bi zimanê kurdî arasteyî xwendevanan kirine. Husein herwiha ferhengokek peyvên dadwerî ya kurdî-îngilîzî amade kiriye. Niha ew li ser ferhengokek soranî-kurmancî dixebite.
Xebatên niha
Husein Muhammed ji salan 1999ê ve sernivîserê Kovara Mehname ye. Ji bilî Mehnameyê, ew di heman demê de li ser gelek projeyên çandeyî, wêjeyî û zimannasî dixebite.
H. Muhammed çalaktirîn avakerê Wîkîferhengê ye ku yekem ferhenga kurmancî - kurmancî ya berdest e. Ferhenga din ya ku Husein Muhammed amade dike ferhengek soranî - kurmancî ye ku ta niha ji tîpa A ta ya P hazir e.
Yek ji xebatên wî yên giring jî amadekirina rêzimanek hevbeş ya kurmancî - soranî ye wek pêşniyar bo danîna bingehekî bo zimanek yekgirtî yê kurdî.
Husein Muhammed bi berdewamî klasîkên cîhanî li zimanê kurdî werdigerrîne.
erhemên wergerrandî
Hafizê Şîrazî: Sorgul û bilbil
Mewlana Celaledînê Rûmî: Ev agirê evînê me dihelîne
Xelîl Cibran: Baskên Şkestî
Xelîl Cibran: Peyamber[1]
Xelîl Cibran: Bexçeyê Peyamber.