#Amed# (/ˌaˈmɛd/) (1928: دياربكر / Diyarbekir; bi tirkî: Diyarbakır) bajarê mezin (metropolîs) ê bakurê Kurdistanê ye. Amed yek ji mezintirîn bajarên Tirkiyê ye û di nav kurdan de weke paytextê serbajarê rastî ya Kurdistanê tê binavkirin. Amed îro di qada neteweyî û navneteweyî de bi sûr û zebeşên xwe bi nav û deng e.
Navên bajêr
Bajar 1300 sal berî Îsa di dema asûriyan de, bi navê Amîd (Amîda) hatibû naskirin. Piştre bi dorê Amed, Ameda Reş, Diyar-ê Bekir, Diyarbekir û wek Diyarbakır nav hatine guhertin. Li gorî nerînekê binyada navê bajêr, Diyarbekirê peyva sûryanî ya Deyr ul Bikr ango Dêra Bikrê, hê jî dêreke giring e ku li nava bajarê mezin ê Amedê ye.
Cihê erdnîgarî û sînorên bajêr
Bajar di nav paralelên 37° 30´ û 38° 43´bakûr û merîdyenên 40° 37´ û 41° 20´ rojhilat de ye. Li rojhilat bi Batmanê û Sêrtê, li başûr bi Mêrdînê, li başûrê rojava bi Rihayê û Semsûrê û li bakûr jî bi Elezîz û Çewlîgê ve tê girêdan.
Taybetiyên erda bajêr
Pîvana erda herêmê 15.354 km² ye . Ji vê erdê, çiya 37,0%, deşt 30,6% û plato jî 30,4% e. Erda herêmê 95%´ê wê ji bo ziraetê bikar tê. Tene, petêx (gindor), zebeş, titûn û pembo herî pirtir li herêmê tên çandin.
Avûhewa
Li herêmê klîmayek reşayî hikum dike. Havînan pir germ û ziha, zivistanan jî li gora bajarên din hinek hêniktir derbas dibe.
Ol û civak
Nifûsa bajêr piranî misilman in. Wekî din êzîdî û xiristiyan jî li herêmê hene. Civaka misilmanan ji mezhebên şafiî, henefî û elewî pêk tê. Tarîqeta Naqşîbendî li herêmê ya herî xurt e. Turbeyên ku ji aliyê gel ve tên ziyaret kirin jî hene. Ya herî pir gel ziyaret dike, turbeya Siltan Şêxmûs e. Ji bilî wê, li Diyarbekirê turbeya Siltan Silêman, li Pîranê turbeya Pîr Xetab, ji alî gel ve tê ziyaret kirin. Nifûsa bajêr piranî kurd in, ji bilî kurdan, suryanî, ereb û ermenî jî li herêmê wek nifûsek biçûk hene.