Başkulok
Başkulok (Saxicola torquata), cureyekî mêşgirtan (Muscicapidae) e ku xweciyê welatên binebaybana Afrîkayê, nîvgirava Erebistan û li Kurdistanê tê dîtin.
Şayes
Mezinahî û kelwaşa xwe 12 cm dirêj e. Yê nêr, di payîzê de qehweyîyekî tarî ye, ji milê piştê ve, hinek pinîyên reş lê ne, û binpişta wî spî ye û gîxên qemer lê ne, kurîya wî qehweyîyekî tarî ye û binê wê di bin binpiştê de spî ye. Tokeka spiya pan li stûyî werhatiye, û gîxeka spîya mezin li çengveşêran e. erzink û heftik û alek, reş in û piçeka soratîyê li dûmahîya perrên wan e. sing sorve ye û zik spî ye. demê têjikînanederê ser û pişt reş dibin. ya mê, ji milê piştê ve, qehweyîyeka gîxdara gîxreş e. Binepişt qemerekî vekrîye. kurî wekî ya yê nêr e. Qana spîya li çengan ne gelek diyar e. erzink û heftik xwelîkîyekî tarî ne. berçêlk sorve ye û zik û binzik spîve ne. Têjik wekî ya mê ye, û ji milê piştê, pinîpnî ye.
Jîngeh
li Kurdistanê, zivistanan (ji dûmahîkê meha tebaxê heta dûmahîkê meha Avrêlê), û bi rêberî jî, biharan (ji dûmahîya meha subatê heta meha nîsanê) û payîzan (ji dûmahîya meha tebaxê û herdu çirîyan), li erdên beyar û şorik û şêlên têrdexel û qerram û li ser teraş û darik û dartêl û pejanan (gelek caran, dadayî û navbeyn navbeyn, kurîyê û herdu çengan dijenit) diête dîtin.
Xwarin
Xwarina wî dubarî mêş û mûr û kurmik in.
Pirbûn
Hêlîna xwe, ser erdê yan nêzîkî erdê û di nav gil, giyayî û qerramî de, çê dikit. ji (4 - 6) hêkên şînveyên pinîsor dikit. Cihên lê belav: li nîveka ewropa û devera deryaya spî û jêrîya Ûris heta joriya rojavaya Afrîka, Tirkiyê, Qefqaz, devera deryayê Qezwîn, gizîrteya Erebî, Ermenistanê, Azerbaycanê, jorî û jêrîya rojavaya Îranê têjikan diînte der. zivistanê xwe, bi qetlazî li Kîprosê , Îraqê û li jorîya rojhilata Afrîka (jorîya Hebeşe, jorîya Misrê, Sudan, Somal, Libya) û nîvgirava Erebî û Hindistanê û jêrîya rojhilata Asya diborînit.
[1] ⚠️ Merk: Kurdipedia ønsker å samle " alle " kurdiske ord og uttrykk fra alle dialekter. Vennligst hjelp Kurdipedia...
⚠️ Dette produktet har blitt skrevet på et språk (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr), klikk på ikonet
for å åpne elementet på originalspråket!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!