Qamişlo
Qamişlo, bajarekî Başûrê Rojavaya Kurdistanê ye.
Bajarê Qamişlo bajarekî nû ye ku li ser zemîneke dîrokî ye ku, berî sînordanîna navbera Sûrî û Tirkiyê, ya bajarê Nisêbînê bû. Li gorî Samiyê Mela Ehmed Namî, li ser zimanê bavê xwe, dibêje ku: Frensî di 20 tebaxa sala 1926an de bajarê Qamişlo bi endezyariyeke pir rast û dirûst û bi destê endezyarekî frensî hat danîn û avakirin. Zemîna ku Qamişlo li ser wê hatiye avakirin pan û fireh e.
Niha nêzîkî 500.000 mirov tê de hene. %70 ji wan kurd in. Qamişlo qezaya li parêzgeha Hesîçeyê ye. Qamişlokê balafirgeh heye, 6 km dûrî bajêr e.
Qamişlo dikeve navbera bajarê Serê Kaniyê (120 km li Rojava), bajarê Dêrikê (100 km li Rojhilatê) û Hesîçe (85 km li Başûrê Rojava). 30 km dûrî Amûdê ye, ji Dirbêsiyê jî 60 km (li rojava), ji Tirbespî 30 km û Rimêlan 60 km (li Rojhilatê) dûr e.
Qamişlo bi nav û darê Qamişloka Evînê ye.
Bidin
Ew bajarê ku ji aliyê me yên belavbûnê Suryanî weke Beth Zalîn (ܒܝܬ ܙܠܝܢ) navê wî hat tê wateya cihê xizmên xwe qamîşada reeds li dora Aljakjq River derbas ew belav bû. Wek paşê ew navên wan bi navê (Qamişlo)Ev Kurdifying wateya peyva Suryanî ku tê maneya qumaşên kamış Qamish qamîşan li ser zimanê kurdî.
Dîrok
Şerê li nav beyna Ebasî û Emewî li cihe bajarê çêbû.
Li navberî sala 1914-1922 piştî qirkirina pitir ji 250.000 asûriyan li Tirkiyê û hatina asûriyan û herwesa kurdan, bi damezrandina îstgeheke trênê vî bajêr li sala 1925-1926an hat sazkirin.
Di meha avdara 2004an de leşkerên Sûriyê piştî raperîna gelê kurd li wê bajarî pêtir ji 30 kesan kuştin û bi sedan birîndar bûn û bi hezaran girtin.
⚠️ ئەم بابەتە بەزمانی (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!