Ehmedê Huseynî
Ehmedê Huseynî helbestvanekî navdar ê kurd e. Wî bandoreke mezin li helbestvanên ciwan kiriye. Di
Roj TVRoj TV'ê de bernameya wî heye.
Ehmed Huseynî di sala 1955’an de li
AmûdêAmûdê ji dayik bû. Amûdê bajarekî Kurdistana Başûrê Rojava ye. Huseynî dibistana seretayî, navendî û amadeyî li bajarê Amûdê qedand. Piştre li Zanîngeha Şamê ya Sûriyê beşa Felsefeyê qedandiye.
Hikûmeta Sûriyê nehişt ku Ehmed Huseynî bi dîplomeya xwe bixebite. Ew neçar ma ku karên ne li gorî xwe bike. Lewra Huseynî jî mîna gelek xortên kurd berê xwe da Ewropayê.
Huseynî di sala 1989’an de çû Swêdê. Niha jî li Îngilistanê dijî. Gelek pirtûkên Ehmed Huseynî hatine çapkirin.
Di sala 2002’yan de berhemên wî yên giştî yên bi navê Dîwan ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hatin çapkirin.
Berhem
Mistek ji şîna bêcir, Stockholm, 1990 Weşanên Komeleya Jinên Kurdistanê
Bi xewna we pênûsê dilorînim, Stockholm, 1993, Weşanên Jina Nû
Rono û sirûdên bêrîkirinê, Stockholm, 1994, Weşanên Jina Nû
Sîriskên hesinî (Selîm Berekat) Wergerandin, Stocholm, 1997, Weşanên Apecê
Dîwan (Berhemên Giştî), Stenbol, 2002, Weşanên Avestayê
Bajarê Dirinde, 2003, Weşanên belkî
Çend Dîmenên Xemgîn ên Kurmanciya Nivîskî 2004, Weşanên Aram
⚠️ ئەڤ بابەت ب زمانا (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا
بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب ڤی زمانا کو پی هاتیە نڤیساندن!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!