Fêrîkê Ûsivê
Helbestkar û wergêr Fêrîkê Ûsiv di 2’yê Sermaweza 1934’an de li gundê Sîpanê yê Yêrêvanê ji dayîk bûye. Kurê Ûsivê Îvo û Cemeda Emer e. Pêşîyên wî ji bajarê Qersê, ji gundê Emançayîrê, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, wek malbateke Kurd-Êzdî li gel Kurdên Êzdî yên din û Ermenîyên wê deverê derbasî alîyê Ûris bûne, bi rê de ji malbata wî gelek kes mirine. Wî dibistana seretayî li gundê xwe, li Sîpanê, di sala 1951’ê de kuta kirîye. Zarokatîya wî di ber xwendinê re di nava xwezaya çîyayên Kurdan ên li alîyê Ermenistanê de derbas bûye, vê yekê jî hiştîye ku ew bibe tebîyetbêjekî yekta.
Piştî xwendina xwe ya çar salan di dibistana navînî de, Fêrîkê Ûsiv di 1955’an de li Enstîtuya Pedagojîyê ya Xaçatûr Abovyan dest bi xwendina xwe ya bilind a di ferike_usiv_dawiPara Fîlolojî û Dîrokê de kirîye. Heman salê, ku rojnameya Rya Tezeyê dest bi weşana xwe kirîye, dest pê bûye helbest û bendên wî di vê rojnameya navdar û temendirêj de weşîyane. Wî di sala 1960’î de enstîtu kuta kirîye. Paşê di Radyoya Kurdî ya Yêrêvanê de wekî serokê Beşa Wêjeyê dest bi xebatê kirîye. Pirtûka wî ya pêşîn, Çavkanî, di sala 1961’ê de hatîye çapkirin. Piştî vê yekê bi demeke kurt, ji ber ku ji ber rastgotîya xwe ya di jîyana xwe ya xebatê de tûşî êrîşan bûye, rojekê girtîye hemû helbestên xwe yên çapbûyî û çapnebûyî giş şewitandine. Bi hanedana Hecîyê Cindîyê xezûrê xwe, di sala 1963’yan de beşdarî pêşbirka wergerê ya bo berhemên Sayat-Nova bûye û bi wergera xwe ya bo Kurmancî xelata sêyemînîyê wergirtîye. Wî di navbera salên 1963 û 1967’an de ji Mîmnêrmos, Anakrêon, Firdewsî, Shakespeare, Sayat-Nova, Pûşkîn, Lord Byron, Heinrich Heine, Lêrmontov, Yêvtûşênko, Mayakovskî, Avedîk Îsahakyan, Hovhannês Tûmanyan, Hovhannês Şîraz û gelek navên din î gewre berhem wergerandine Kurdî, lê di saxîya wî de, wek helbestên wî û berhemên wî yên bi cureyên din, ev wergerên wî nehatine berhevkirin û hemû nehatine çapkirin.
Di sala 1964’an de pirtûka wî ya helbestan a bi navê Gula Elegezê hatîye çapkirin, di 1967’an de jî ya bi navê Lîrîka.
Di 1968’an de li gundê xwe dest bi mamostetîyê kirîye. Di sala 1971’ê de destana wî ya bi navê Xewna Mîrmih, li Moskovayê di nava pirtûka Hikayet Der Heqê Bar Mûraz De bi Rûsî hatîye weşandin. Fêrîkê Ûsiv di sala 1974’an de bûye endamê Yekîtîya Nivîskaran. Destana wî ya bi navê Ûsivê Nevîya di 1973’yan de hatîye weşandin. Pirtûka wî ya helbestan a bi navê Narê di sala 1977’an de hatîye weşandin. Du destanên wî yên din, Rihana Reso û Hesretdefter, di 1984’an de di berhevoka helbestkar û nivîskarên Kurdên Sovyetê, Bahara Tezeyê de hatine weşandin. Di warê helbestê de du helbestkarên mezin hene, ku Fêrîk ew ji xwe re wekî hoste qebûl kirine: Pûşkîn û Yêsênîn. Ji ber vê yekê, di sala 1987’an de Fêrîkê Ûsiv derketîye gereke demdirêj, ji bo ku bajarên Pûşkîn lê mayî bibîne, li danzdeh bajarên welatê Ûris gerîyaye, wî li wan deveran helbest nivîsîne.
Di payîza 1996’an de çûye dîtina keça xwe, Zerê û nevîyên xwe, Narê û Alîk, ên ku li bajarê Nîjnî Tagîlê diman, lê êdî nexweş bûye. Di 28’ê Nîsana 1997’an de vegerîyaye Yêrêvanê, mala xwe. Lêbelê nexweşîyê lê giran kirîye, Fêrîk di 1’ê Gulanê de rakirine nexweşxaneyê. Tevî hewildanên pakkirinê, Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêrê mezin di 3’yê Gulana 1997’an de, di 63 salîya xwe de, li Yêrêvana paytextê Ermenistanê kiras guhestîye û tevî karwanê nemirên Kurd bûye. Li ser xwestina wî, ew li gundê Sîpanê, li berpala Çîyayê Dibûrî bi xakê hatîye spartin.
⚠️ ئەم بابەتە بەزمانی (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!