🔓 Çûna jûr
➕ Virrêkirin
📁 Zêde ...
🏠|📧|Em kîne|Pirtûkxane|📅 24-06
🏠 Destpêk|📧 Peywendî|💡 Em kîne
|
📅 Evru 24-06 di dîrokêda
📅Krunulujiya rwîdana
📅 Roj
📆24-06-2019
📆23-06-2019
📆22-06-2019
📆21-06-2019
📆20-06-2019
📆19-06-2019
📆18-06-2019
📂 Zêde ...
📅24 June
📝 Belgename
📊 Amar u Rapirsîya
✌️ Şehîdan
💚 Enfalkirî
😞 Q. şerê nawxo
👩 Q. tundutîjî
📅 Date of Birth
📅 Date of Death
|💳 KomekHarîkariya me bike ji bu Kurdîpêdiyayeka başitir.|📕 PirtûkxaneMezntirîn perrtûkxana dîcîtalla Kurdî! - (10,259) perrtûk|||
👫 Segvan Yusifî
Sakfan Mustafa Abdulrahman
L sala 1961 nêzîk çemê Xabûrê heyran u sewdalîyê l bajarê zaxo j dayk bûye
L sala 1979 dema qutabî dest b belavkirin rîportajn krîyê l govar u rojnameyê kurdî
Paşan dest b belavkirna berhemên edebî dikt.
L sala 1987 lpeymangeha berhevkrina mamustayan l Erbilê (Hewlêr) b dawî anî
1986 l rojnama (Karwanî werzişî) a werzişî desteys nvîseran.wergêr .Hewlêr
1986 -1989 desteya nvîsînê l govara werzî (Dengê me) a wêjeyî. Dihuk
1987-1991 desteya nvîseran l govara (
👫 Segvan Yusifî
🏷️ Pol: Kesayetî
Segvan Yusifî
Klîk bike bu pêzanên zêdetir û wêneyê mezntir!
👫 Ahmed Arîf
Ahmed Arîf (* 21'ê avrêlê Nîsan 1927ê li Amedê; † 2'ê pûşperê Hezîran 1991'ê li Enqereyê) helbestvanekê bi esilê xwe kurd e ko bi zimanê tirkî dinivîsî.
Jînenîgar
Navê wî yê rast Ahmed Önal e. Di 21ê Nîsanê da li Amedê hatiye dinê. Navê bavê wî Arîf Hikmet, navê diya wî Sarê ye.
Zaroktiya wî li Amedê û Sêwrekê derbaz bû. Li Sêwrekê dibistana seretayî qedand. Li Rihayê dest bi dibistana navendî kir û li Afyonê qedand. Bi dû ra, li Enqereyê li Zanîngeha Enqereyê li fakulteya Ziman, Dîrok û Erdn
👫 Ahmed Arîf
🏷️ Pol: Kesayetî
Ahmed Arîf
Klîk bike bu pêzanên zêdetir û wêneyê mezntir!
🏰 Qereçan
Qereçan navçeyeke Erziromê ye. 182 km ji Erzîromê dûr dikeve.
Di sala 1966'î de bûye şaredarî û di sala 1987'î de jî kirine navçe. 1 nehiye, 17 gund û çend jî mezreyên wê hene.
Hin agahiyên bikêr
Rûber: 525 km²
Gelhe: Gorî statîstîkên dewletê sala 2000'î li navenda navçeyê 12.500 û bi giştî jî nêzîkî 32.000 nifûsa wê heye. Tê texmînkirin ku ev statîstîkan bêbawer in û nifûs bêhtir e.[1]
🏰 Qereçan
🏷️ Pol: Cih
Qereçan
Klîk bike bu pêzanên zêdetir û wêneyê mezntir!
👫 Seyid Rizayê Dêrsimî
Destbidekerdişê Şerê Yewin ê Dinya ra ver bi hereketê Qoçgirî
28ê Temmuza serra 1914î de orduya Awistirya sînorê Sirbîstanî vêyarna û kewte ardê Sirbîstanî mîyan. Eno şer, beno destbidekerdişê Şerê Yewin ê Dinya. Rusya paştî daynê Sirbîstanî û Almanya zî paştî daynê Împeratorîya Awistirya-Macarîstanî. Navbeynê Rusya, Brîtanya û Fransa de peymanêke ameybî bestiş. Bi peymana îmzakerda gore, lazim bi ke Brîtanya û Fransa talebanê Rusya qebûl bikê, yanî Bidlîs, Wan, Qers, Ezirgan û qorî şeharanê bî
👫 Seyid Rizayê Dêrsimî
🏷️ Pol: Kesayetî
Seyid Rizayê Dêrsimî
Klîk bike bu pêzanên zêdetir û wêneyê mezntir!
📊 Babet 287,318 | Wêne 53,408 | Pertuk PDF 10,259 | Faylên peywendîdar 32,141 | 📼 Video 147 | 🗄 Çavkanî 11,388 |
📖 Ermenên bajarê Amûdê di salên 1960-1970yî de | 🏷️ Pol: Kurtebas | Zimanê babetî: 🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr
⭐ Helsengandna babetî
⭐⭐⭐⭐⭐ Nayab
⭐⭐⭐⭐ Gelek başe
⭐⭐⭐ Navincî
⭐⭐ Xirap nîne
⭐ Xirap
Vî babetÎ baştir bike

Ermenên bajarê Amûdê di salên 1960-1970yî de

Ji bîranînên Fawaz Husên di (Piçek Jiyan Qetek Asiman) de
Li Amûdê، xortên Ermenan di danê sibehan de diçûn dibistanê da ku paşê bibûna doktor û mehendis. Danê piştî nîvro، piştî ku dersên xwe dixwendin û spartekên xwe çêdikirin، ew fêrî kar û pîşeyekî dibûn ji ber ku gava mirov ermen be، kesek nizane çi dikare li pêşiya wî be! Piştî hemû bobelat û komkujiyan، ew ji roviyan zîrektir û dûrbîntir bûbûn. Ew li kîjan welatî bûna، xwe wekî şekir di nav çayê de dihelandin û tev li gel û miletan dibûn، lê kesayetiyên xwe yên ermenî ji can û dil diparastin. Da ku zinde bimana، her ermenê ji Amûdê ji bo rojên geş û xêrê xwediyê kar û pîşeyekê bû û ji bo demên tengasî û zehmetiyan de xwediyê karekî din bû û jixwe dîroka wan çîroka xwîn û kuştin û wêranî bû.
Li Amûdê، me ji mesîhiyan، ji xirîstiyan re digot (fileh) û wan hemû bajar xistibû bin destên xwe. Vêga ji dikana xurdemeniyê bigir heta nalbendan، zêrkeran، dikana titûn û pakêtan û meyxaneyan، te bigota dikana çi، ya wan bû. Bi ser de jî، nav û dengên wan li her derê، bi dirûstiyê derketibû û gelek Kurdên dikandar bi zikreşî li wan dinihêrî. Xwedê، di Qurana xwe de، ji me dixwest ku em ji vê dunyayê hez bikin، wekî ku em ê herdem bijîn û hertiştî ji bo axiretê، ango dunyaya din bikin، wekî ku em ê sibehê bimirin. Ji ber ku em gundiyên nexwende û nezan bûn، me dikarîbû ji bo cihana fanî pir tişt ji wan fêrbibûna. Lê ji bo jiyana sermedî، em li pêşiya hemû ol û baweriyên din bûn û baweriya me wekî betonê xurt bû û nedihejiya.
Di çavên me Kurdan de، Ermen، di nav hemû filehan de، başên başan bûn û cewhera nîvişkê meşka civaka me bûn. Ew di ser filehên din، wekî aşûrî û suryaniyan، re bûn çunkî kurdiya wan pir xweş bû û gelek caran ji ya me çêtir bû. Paşê، pêwendiyên me yên xwînê bi saya sinetkirinê bi wan de hebûn û ew kirîvên me bûn. Ji bo me، Ermen Kurd bûn، lê ji ber hin sedemên ku mejiyên me nedikişandin، Xwedê teala girîng nedîtibû ku ew bixistana ser rêya rast a ola îslamê. Eger pirs bihata ser Bavfilehan، ango Ermenên ku di salên reş ên komkujiyê de bûbûn misilman، bêguman da ku ji mirinek misoger bifilitin، ew Kurdên Kurd bûn. Ew tenê bi jîrbûna xwe ya pir di warê dan û standinên bazirganiyê de ji me cihêwaz bûn. Dilê min bixwe pir bi wan jin û mêrên hêja dişewitî gava min di mejiyê xwe de didît ku ew ê di nav agirên dojehê de heta ebed ê bên birajtin tenê ji ber ku ew ne wekî me misilman bûn. Tu rê li ber wan belengazan nebû û ew ê tucarî neçûna bihişta peyrewên ola Mohemet، pêxemberê dawîn.
Eger jinên ermen ên ji nifşê dapîra min xwe wekî Kurdan girêdidan، keçên ciwan her kêlî kolanên taxa filehan li Amûdê dikirin Champs-Élyséesa Parîsê. Wan bê şerm kirasên bi dawên kurt û şelwarên tengî ziqziqî li xwe dikirin û ji ber tilmeqûnên xwe yên gurover û agirî û ranên xwe yên mehînên kihêl eşkere şanaz bûn. Wan por û guliyên xwe venedişartin û zend û bendên wan ên tazî wekî nîvişkê meşkê ewçend spî bûn. Wan bêhnên xweş bi paş guhên xwe ve û bi gerden û nav memikên xwe de dikirin. Li ser bextê Nûriyê di temenê me de، Nûriyê wekî me ji filmên hindî hez dikir، ji ava binçengê mamosteya wî ya ermen çaya herî xweş derdiket.
Êvaran، li taxa mesîhiyan، ango taxa filehan، jinan ber deriyên xwe avreşandî dikir û berdida germa di hundirê çimentoyê û qîra rê de mayî. Wan sendelî û terebêze datanîn، qehwe an vexwarinên sar vedixwarin، dendikên şebeş û berberoyan diçirizandin. Keçên ciwan destên xwe dixistin bin çengên hev û porên xwe yên bi dermanên ji Şamê، Beyrûdê û belkî jî ji Parîsê şuştî dispartin hênikahiya bayê şeva Mezopotamyayê. Di çavên me de، ew bercesteya kêfxweşiya jiyînê û azadiyê bûn û me xwe hîs dikir ku em ji kêfxweşiya wan bê pişk û bê par bûn. Di bin lempeyên kolanê de، kenê wan ên zelal wekî pêlên almasan ber bi kûrahiya asimanan ve hildikişiyan û didihîşt heyva tembel û ronahiya milyarên stêrên mezin û piçûk.
Xortên misilmanan ku ne ji mêj ve av di gunê wan de geriya bû ji ber pêparî û nakokiyên bêhejmar ji malên xwe direviyan، diçûn taxa filehan û diketin bexçeyê kêfxweşiyê، çavkaniya reng û bêhnên xweş. Wan ji ber şehwet û besta xurt bi taybetî êrîşî kolanekê dikir، me navê wê kiribû Kolana Evînê û ew di navbera kenîsa katolîkan û xuşka wê، kenîseya suryanan de bû. Li wê dêrê xortan dikaribûn bi dirêjayî li bedenên ciwan temaşe bikira û dilê xwe bibijanda wan bejnên ku xwînê di bin kirasên kurt û rengarengî de bi hêrs di hundirê wan de digeriya. Mafê wan hebû ku çavên xwe biçêrandana، di serê xwe de bêhnên wan gulên bestê payda bikirana، lê wan nikaribû destên xwe dirêj bikirana، ew gulên dilrevîn jê birikana an pir ji nêzîk bêhn bikirana. Erê ola îslamê ji me re soza bihiştê û perî û horiyên wê yên ku çiqasî mirov bikute wan dîsa keçikaniya wan li wan vedigere، gelek amade bûn ji bo ramûsaneke bi dizî an hembêzkirinek hinekî dirêj bida pey dînê evînê، ola Hezretê Îsa.
Ermen û fileh bi giştî ji me cihêwaz bûn û ruhê wan ji şer، pevçûn û serêşên beradayî diçû. Me، Kurdan، dikaribû ji bo mirîşkekê ku duçerxiyekî pê lê kiribû an du zarokên ku li ser çend xaran rabûbûn hev şerekî cîhanê sêyemîn li dar xista. Mêr dibûn wekî deveyên hêç، kefa riqê bi devê wan diket û wan radihişt çi tiştê ku dikaribû mirinê bi xwe re bîne wekî xincer، sator، qazme، mer û kulingan. şerê giran، yê ne ji bo tiştekî، radiwestiya û aşitî veneditenê tenê gava polîs û cendirme dihatin an şerx û maqûlên navçeyê diketin navberê.
Eger yekî girê xwe bifrote ermenekî، wekî nimûne jê re digot: (Ez bikutim diya te ya qep î gemarî). Mirovê ermen bêhnteng nedibû، an ew yek diyar nedikir û vedigerand: (Bi zanebûna min، diya min ne gemarî û ne jî qehp e. Lê eger tu bixwazî biniyê û eger bi dilê wê be، here، çima na?). Bersivek wisa helbet devê dîn û haran jî digirt. Piraniya caran، kesên amedebûyî dikeniyan û mirovê ermen bi rêya xwe ve diçû. Di wan kêliyan de، me gelek caran ew bêzirav û tirsonek didîtin. Ma ne gerek herkes xwe biparêze û devê kesê ku sixêfên ewçend pîs dikirin bişikîne. Lê tevî van tiştan، me rûmetek mezin dida wan mêrên ku di dan û standinên xwe de ewçend dirûst bûn. Em heyranên bilindî û xweşiyên jiyana wan bûn.
Riataza.com
⁉️ Taybetmendiyên babetî
🏷️ Pol:📖 Kurtebas
🏳️ Zimanê babetî:🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr
🏙 Bajêr⚪ Amêdî
📄 Corî dokumênt⊶ Zimanî yekem
📙 Pertûk⚔ Mêjû
🗺 Ulat - Herêm⬆️ Bakûrê Kurdistan
🌐 Ziman - Şêwezar🏳️ Kurmancî Bakûr - T. Latîn

⁉️ Technical Metadata
✨ Kwalîtiya vî babetî: 80% ✔️
80%
✖️
 30%-39%
Xirap👎
✖️
 40%-49%
Xirap
✖️
 50%-59%
Xirap nîne
✔️
 60%-69%
Navincî
✔️
 70%-79%
Gelek başe
✔️
 80%-89%
Gelek başe👍
✔️
 90%-99%
Nayab👏
✔️
Ev babete ji layê: (Manu Berzincî) li: Nov 8 2015 12:01AM hatiye tumarkirin
✍️ Ev babete bu dwîmahîk car ji layê: (Manu Berzincî)ve: Nov 8 2015 12:04AM hatiye rast vekirin
☁️ Nav û nîşanên babetî
🔗
🔗
⚠️ Ev babete bi 📏 Standardî kurdîpêdiya hêşita ne druste û pêdivî bi darrşitineka babetî û zimanî heye!
👁 Ev babete 1,208 car hatiye dîtin

📚 Attached files - Version
Cur Version 💾📖🕒📅 👫 Navê tumarkerî
📷 Fayla wêneyî 1.0.162 KB Nov 8 2015 12:01AMManu Berzincî
✍️ Vî babetÎ baştir bike
☰ Zêde
⭐ Bu nav lîsteya kumkirîya
💬 Raya xu derbareyi vî babeyi binvêse!

✍️ Ghurrinikariyên babetî!
🏷️ Metadata
RSS

📷 Gûgla wêna bu babetê helbijartî!
🔎 Gugl derbareyi babetê helbijartî!

Ermenên bajarê Amûdê di salên 1960-1970yî de

📚 Faylên peywendîdar: 0
🖇 Babeten peywestkiri: 1
👫 Kesayetî
1.👁️Fawaz Husên
📂[ Zêde...]
🏁 Ziman...
🏁 Ziman Babet%
کوردیی ناوەڕاست215,168%74.88
Kurmancî - Kurdîy Bakûr48,130%16.75
عربي9,596%3.33
کرمانجی - کوردیی باکوور4,686%1.63
هەورامی3,741%1.30
English1,700%0.59
فارسی1,189%0.41
Kurdîy Nawerast - Latînî1,181%0.41
Türkçe479%0.16
Nederlands186%0.06
Française185%0.06
Deutsch151%0.05
Pусский59%0.02
Svenska40%0.01
لەکی37%0.01
Italiano35%0.01
עברית29%0.01
Español27%0.00
日本人18%0.00
Ελληνική13%0.00
中国的11%0.00
Fins11%0.00
Norsk10%0.00
Հայերեն10%0.00
🏷️ Pol...
🏷️ Pol Babet%
🔤 Wişe u destewaje159,861%55.75
👫 Kesayetî24,674%8.60
📕 Pertûkxane21,303%7.43
✌️ Şehîdan18,394%6.41
🏰 Cih13,854%4.83
💬 Pend u îdiyom11,053%3.85
📅 Rêkewt û Rûdaw9,989%3.48
🚼 Navên Kurdî4,852%1.69
📝 Belgename4,765%1.66
📷 Wêne u pênas4,757%1.65
📊 Amar u Rapirsîya4,623%1.61
📖 Kurtebas2,138%0.74
☂️ Part û Rêkxiraw1,503%0.52
🔣 Hemecore1,145%0.39
📄 Bilawkirawekan937%0.32
😊 Pêkenîn722%0.25
🎵 Kar hunerî538%0.18
💎 Şwînwar û cihên kevinar461%0.16
💚 Enfalkirî422%0.14
👪 Hoz - Tîre - Binemalle193%0.06
🌏 Nexşe167%0.05
📼 Vîdiyo147%0.05
🍛 Lênangeha Kurdî74%0.02
🌳 Environment of Kurdistan54%0.01
🎥 Albumekan32%0.01
🔧 Berhemêt Kurdistanî28%0.00
🏆 Yarîye Kurdewarîyekan18%0.00
🔬 Zanist8%0.00
💣 2%0.00
👫 Hevkarên Kurdîpêdiya...
📩👫 Hevkarên Kurdîpêdiya📷 Babet%
📩Ziryan Serçinarî127,995%44.54
📩Hawrê Baxewan111,360%38.75
📩Manu Berzincî20,877%7.26
📩Seryas Ehmed12,950%4.50
📩Naliya Ibrahim1,819%0.63
📩Aras Îlncaxî1,300%0.45

Kurdipedia.org (2008 - 2019) version: 11.06
| 📩 contact@kurdipedia.org | ✔️CSS3 | ✔️HTML5
| dirustkirina laperî 0,203 çirke!
☎ +9647701579153 +9647503268282
| ☎ +31654710293 +31619975574