KURDTIYA MÎREKİYA MENTEŞAYÎ
YA KU BERÎ OSMANİYAN LI ANADOLUYA ROJAVA DEWLET AVAKİR
(1)
anadolu-beylikleri-haritası
(Beşa yekê)
#Mûrad Ciwan#
Ev xebat, derbarê eslê etnîkî yê xanedaniya damezrêner û rêvebir a wê mîrekiyê de ye ku Tirk jê re Begîtiya Menteşe(Menteşe Beyliği), Menteşeoğulları (Benîmenteşe) yan Emareta Menteşe(Menteşe Emirliği) dibêjin. Armanca xebatê ew e ku bi perspektîfeka cuda ji ya heta nuha heyî li vê meseleyê binêre.
Lê divê di serî de bê destnîşankirin; navê mîrekiyê û xanedanê di hemî çavkaniyên Îslamê, Selçûqiyan û Osmaniyan de wek Menteşa, Menteşaoğulları, Weledê Menteşa, Ferzendê Menteşa yan jî İbn Menteşa derbas dibe. Her wiha, di çavkaniyên Bîzansî, Cenevizî, Venedîkî û yên din ên Ewropî de ev gotin tê esasgirtin û formên wê yên Grêkî û latînîzekirî tên bikaranîn; her wekî Mandachias, Mandasias, Mantaxias. Navê ‘Menteşe’, piştî avabûna Cumhuriyeta Tirkiyeyê hatiye çêkirin. Loma di vê xebatê de, ji niha û pêve li her cihê ku hat, ev gotin ê wek Menteşa bê nivîsîn.
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=558798&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin KURDTIYA MÎREKİYA MENTEŞAYÎ=KTML_Link_External_End=
[1]