Misilman û Kurdên li Ewropayê
Sıraç Oğuz
Sala par Serokwezîra Avusturya Brigitte Bierlein, bi misilmanek fanatîk ra diaxifî û jê dipirsî.
„Hûn ҫima ewqas kevneperest in?
Hûn ҫima li Erebistana Siûdî an jî li Îranê û Tirkîyê najîn?
Hûn ҫima dewletên bi ruknê şerîatê tên birêvebirin, terk dikin?
Ew dewletên ku hûn wan bi navê Xwedê û Îslamê pîroz dibînin li paş xwe dihêlin û berê xwe didin Europayê?“
Dûra bersiva pirsên xwe bixwe dida û digot, “Hûn ji welatê xwe yên Misilman koҫber dibin û tên, li dewletên bi navê kafirtîyê sucdar dikin, bicîh dibin û dijîn.
Ji ber ku li van dewletan, ji bo we jî azadî, edalet û mafên mirovan he ye.
Gor qanûnên Europayê herkes wekhev e û firsenda xebatê jibo herkesî he ye, pêşeroja zarokan ronahî ye, ew bi fikrên xwe azad û dibin garantîya dewleta ciwakî da hûn dijîn.
Jibo vê yekê ji kerema xwe hûn ji bo me, behsa fanatîkîyê û nefretê nekin.
Ji ber ku, ew tiştê we nedîtîye û wendakirîye me qanûnên xwe daye we“.
Ev gotin û nêrînên Serokwezîr bi ditîna min jî rast û di cîh da ne.
Ji ber ku Misilmanên hatine Europayê bicîh bûne, bi piranî ji twna demokrasî û ji hebûna mafên mirovan dûr in.
Li Ewropayê dibin xwedî maf û azadîya xwe ya şexsî û tenê jibo xwe bikar tînin
Dest bi avakirina mizgeft û komelên olî dikin.
Li Europayê bi bendê demokrasî û azadîyê digrin, dema vedigerin welatên xwe yên bi şerîat û dîktatorîyê tên birêvebirin, destên xwe li ber mele û polêsan girê didin, histûyê xw xar dikin û ji gotina Qiral û dîktaorên xwe dernakevin. Qiral û dîktator nanê wan ji devên wan bigrin, ji Xwedê ra şikûr dikin û bi birçîbûna xwe razî dibin.
Kurd jî ji wan cudatir nînin, lê rewşa Kurdên Misilman jî, ji Misilmanên Tirk û Ereb cûdatir e. Ji ber ku Kurd bê dewlet û ji sedem zilm û zordarîya dewletên dagirker berê xwe dane Europayê.
Îro li seranserî Eurpayê bi sedan mizgeftên Tirk û Ereb û Farisan he ne. Hemû bi saya qanûnên Europayê ji bo welatê xwe karê mîsyonerîyê dikin. Ji bo wan berî her tiştî ҫand, ziman û nasname û netewa wan tê. Xwe bi ҫand û zimanê xwe, bi ol û mezheba xwe xwe diparêzin.
Misilmanên Tirk û Ereb û Ecem li welatên Xiristîyanan, bi ҫavsorîya xwe li Xiristîyanan mêze dikin, ji destên wan were, koka wan tînin.
Kurdên Misilman jî li Tirk û Ereb û Eceman mêze dikin û mîna wan tevdigerin.
Halbûkî jibo Kurdên Misilman jî tişta herî evzel, ne ol ne jî neyartîya Xiristîyana ye.
Kurd bi ziman û ola xwe jî pirrengin e. Kurd ne tenê Misilman, Ezidî, Elewî ne.
Mixabin, li Ewropayê jî ҫawa ku di nav hêzên Kurdan da yekitîyek sîyasî û tune be, di nav ol û oldarên Kurdan da jî yekîtî û yek rêzî tune.
Kurdên Misilman li ser ruknê Îslamîyetê, mîna Tirk û Ereb û Eceman difikirin û tevdigerin. Yên din jî bi aweyek din.
Kurdên Misilman daw û doza biratîya olî, Elewî jî daw û doza biratîya gelan dikin. Piranîya wan bi ҫepgir û Kemalistan ra tevdigerin. Cîyê îbadet û komelê xwe kirine wek wargehên Kemalizmê.
Komel û Malên Ezidîya jî xêncî Êzdayetîyê çavên xwe ji her tiştî ra girtine. Bi ҫand û zimanê xwe Kurd, lê bi tevger û gotinên xwe ji netewetîyê dûr in. Bi Kurdî diaxifin, lêbelê xwe miletek cuda dibînin û ji Kurdayetîyê dûr disekinin.
Divê kar û xebata Kurdên li Europyê jî ji bo daw û doza neteweyî û ҫand û zimanê Kurdî be. Ji ber ku Kurd xwedî dewletek serbixwe nînin. Heta ku azad nebin, ola wan çi dibe bila bibe, îbadetên xwe jî nikarin serbest bînin cîh.
Jibo vê yekê divê her Kurd berê xwe ji koletîya dewletên dagirker xilas bike, ku dûra bikaribe îbadetên xwe serbest û bi zimanê bijî.
Misilmantîya gor Tirk û Ereb û Eceman jî, Elewîtîya gor kemalîstan jî jibo kuradan xilasî nîne.[1]