$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Adar Çiya
Nav paşnav: Canda Îsmaîl
Cihê jidayikbûnê: Amûdê
Dayik-Bav: Zekiye-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Mijdara 2022 / Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Adar li bajarê kevnar ê Rojavayê Kurdistanê li Amûdê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Di salên destpêkê de yên ku tevgera me xwe li Rojavayê Kurdistanê bi rêxistin kir, ji malbat û derdora wê tevlîbûn li nava partiya me çêbû. Hevrêya me Adar jî bi vê wesîleyê hîn di zarokatiyê de partiya me PKK nas kir. Hevrêya me Adar bi çanda welatparêziyê ya ji derdora xwe wergirtî mezin bû û ev çand ji xwe re kir pîvanek. Her ku mezin bû armanca xwe ya tevlîbûna li nava gerîla jî mezin kir û ji aliyekî ve li hemberî zextên civakî yên li dijî jinê bû xwedî nerazîbûn, li hemberî jiyana ku li jinê tê ferzkirin bû xwedî nakokî. Li gel nakokiyên xwe têkoşîna jinê ya bi Rêberê me û PKK'ê re mezin bû ji nêz ve nas kir. Xwest ku tevlî nava vê têkoşînê bibe û armanca xwe ya zarokatiyê pêk bîne. Di sala 2014'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Hevrêya me Adar diyar kir ku di tevlîbûna wê de bandora hevrêyên me yên şehîd hebû û ji roja ku tevlî bû û pê ve ji xwe re kir esas ku li ser xeta hevrêyên me yên şehîd bimeşe. Perwerdeya şervanên nû bi serketî qedand û li garê dest bi pratîkê kir. Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst êrîşî Kerkûkê kirin, ji bo gelê me yê li wê derê biparêze û li dijî mejiyê paşverû şer bike, tevlî komên destpêkê bû ku çûn Kerkûkê. Hevrêya me Adar wezîfeya xwe ya li vê derê bi serketî bi cih anî. Hevrêya me adar ku di vî şerî de bû xwedî tecrûbeyeke girîng a leşkerî, careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Tevî zehmetiyên fîzîkî jî bi israra xwe derbasî herêma Zapê bû ku şer lê giran bû. Bi tevlîbûna xwe ya bi fedakarî û hezkirina xwe ya li gerîlatiyê, zor û zehmetî hemû ji pêşiay xwe rakir. Li qadên ku lê ma bi hezkirian mezin a ji hevrêyên xwe û hêza çareserkirina zehmetiyan, bala hevrêyên xwe kişand. Di nava wan şert û mercên herî giran de ku mirovên bi tenduristiyeke baş jî zehmetiyan lê dikişîne, bi daxwaz û îradeya xwe ya bilind bû yek ji neferên pêşeng ên têkoşîna jinê. Weke milîtaneke YJA Starê ya şareza, hestiyariya jinê, bicihanîna pîvanên jin a azad û têkoşîna vê yekê ji xwe re ki sekneke girîng. Bi qasî aliyê îdeolojîk hewl da ku xwe ji aliyê leşkerî ve jî bi pêş ve bibe û di bicihanîna taktîk û rêbazên gerîlatiya serdema nû de xwe gihand asteke girîng.
Ji roja 14’ê Nîsanê ku êrîşên dijmin dest pê kir heta roja gihişt asta şehadetê, di gihandina pêngava pêwîst a serdemê de û pêşengiya hemû hevrêyên xwe de roleke girîng lîst. Ji roja destpêkê ya êrîşên dagirkeriyê ve, tevî hemû zehmetiyên fizîkî jî bê dudilî di nava berxwedanê de ma. Di hemû xebatên ku di vê pêvajoyê de hatin pêşxistin bi awayekî aktîf cih girt, di çalakiyên ku derbên giran li dagirkeran hatin xistin de roleke pêşeng lîst û tevî hemû êrîşên dagirkeran jî hevrêyên wî hêza berxwedanê ji kenê li ser rûyê wî digirt. Hevrêya me Adar, herî dawî di eniyên şer ên Şehîd Xursî de ji helwesta xwe ya milîtanîyê tawîz neda û ji berxwedanê re pêşengî kir, bi vê ruhê berxwedanê careke din nîşanî hemû cîhanê da ku îradeya Apoyî têk naçe û bi her tiştî dikare.[1]