-Rê li rêwî livî, rêwî li livî
Ji vê gotinê we nas kir ku îcarê mijara me li ser zûgotinokan e. Vê carê em ê çanda zûgotinokan di nav civaka me de bi we bidin naskirin. Zûgotinok beşek ji wêjeya devkî ye û ji bo zarokan tê bikaranîn. Ji bo rewaniya ziman, ji bo hişyarî û awayê bilêvkirina zimên bi awayekî qafiye û coş tê vegotin û bikaranîn. Ew gotinên bi pîvan û bi wezin in. Ji bo ku zarok bi awayekî baş hînî axaftinê bibin, şa bibin û bilîzin zûgotinok tên gotin an bikaranîn. Ji bo mezinkirin û gihandina zarokan xwediyê roleke girîng in. Zarok bi riya zûgotinokan taybetiyên ziman, çi pergala ziman a giştî çi jî hûrgiliyên wî- di hiş û bin hişê xwe de bi cih dikin. Di derbarê zûgotinokan de gelek pênaseyên cuda cuda hene, binavkirina wan li gorî deveran diguhere, her herêmek li gorî rewşa xwe navekî lê dike. Li herêmên cuda cuda bi navê; Zûbêjok, Zorbêjok, zûgotinok, çîvanok, bizelêv û hwd tê naskirin. Lê mirov dikare bêje ya herî zêde ku di nava xelkê de tê bikaranîn zaûgotinok e. Di bingeha zûgotinokan de carinan metelok û çîrokên bi wate, carinan jî ên bê wate tê gotin. Ji xwe gelek caran gotinên di nav zûgotinokan de jî bê wate ne. Hinek zûgotinok jî hene bê dawî ne û hinek jî hene kin in. Jixwe mirov dikare bêje ku zûgotink wek helbestên kurdan ên kevin tê qalkirin, lê di rastiya xwe de ne helbest in.
Dema ku mirov bi şeklekî berfireh li zimanê kurdî binêre, em ê di ferqa dewlemendiya kûrahiya zûgotinokan kevin. Ji ber vê yekê bi saya zûgotinokan zimanê kurdî li ser piyan maye. Lewma bi xêra zûgotinan zarok dikarin bi rihetî fêrî zimanê xwe bibin.
Mirov dikare bi dubarekirina zûgotinokan, zimanê dayîkê bi zarokên xwe bide hezkirin. Ji ber ku di zûgotinokan de ziman kesayetiya mirovan pêşve dibe. Û bi riya ziman cîhana xwe ya fikrî ava dikin. Ji ber ku aliyê wan ê lîstikê heye zêdetir bala zarokan dikişînin û zarok ji wan hez dikin. Hinek zûgotinok bi serê xwe ne, hinek beriya çîrokan tên gotin, hinek di nav çîrokan de tên gotin û hinek jî di dawiya çîrokan de tên gotin. Ên ku ji bo destpêka lîstikan tên gotin jî hene. Hinek jê jî ji hejmaran û lîstikên hejmarî pêk tên. Di şanoya gelêrî de jî tên bikaranîn. Her çiqas zûgotinok wek beşekî têkildarî zarokan bê binavkirin û nirxandin jî di civatên mezinan de jî cih digrin. Di hînkirina ziman de bi hêsanî mirov dikare bi kar bîne û sûdê ji wan bistîne. Dîsa ji bo sererastkirin û çareserkirina pirsgirêkên vegotin û bilêvkirinê jî sûd jê tê standin.
-Ji bo zûgotinokên destpêka çîrokan bi vî awayî tê gotin:
Kêzê kêzê kêzxatûnê
Bi şimika reqreqûnê
Bi şalê gulavdûnê
Ketiye heriyê heta qûnê
Tu ya xwe bigihînê, ya negihînê
-Ji bo yên dawiya çîrokan jî bi vî awayî ye.
Min striyek da bi du nanan
Du nan da bi du beranan
Du beran da bi bûkekê
Bûkek da bi tûtûkekê
-Ji yên serbixwe jî:
Ez çûm mala xalê Mele Remezan
Min got mala xalê Mele Remezan
Ka mera mala xalê Mele Remezan
-Ji bo hejmaran:
Çil û çar û çardeh
Bîst û pênc û pazdeh
Hevdehek û du hejdeh
- Hinek zûgotinok ji hevokekê pêk tên wek; kurm qurm qul kir
Weke ku tê zanîn çanda kurdan, bêhtir bi jiyana gundewariyê şekil
girtiye. Di vê çandê de nemaze çandiniyê gelekî giringî bi dest xistiye. Ji
ber vê yekê demên biharan divê baran li zeviyan bibare da ku debara
aboriyê bê kirin. Lewre dema ku baran dibare, zarok xwe dicivin û weke
derfeteke lîstikê ji xwe re dibînin, bi kêf û şahî kolan bi kolan digerin û bi
hev re zûgotinokê dibêjin. Zarok bi vî awayî mizgîniya baranê didin Şêniyên derdora xwe:
Baranê bibar bibar
Çivîka genimê te xwar
Qijika li te hawar
Dilê me sala şîn
Bûka me dibê amîn.
Heke mirov li nav û çand û folklora kurdî em ê rastî hezaran zûgotinok, gotinên pêşiyan, qewlêk, mamikan û hwd werin.[1]