Azad Hecî di dîroka 5'ê meha 8'an di sala 2000'î de li bajarê Kobaniyê ya ser bi #Rojavayê Kurdistanê# ji dayîk bûye û heta roja îro de de li bajarê Kobanî jiyana xwe ya asayî berdewam dike.
Azad dibistana xwe ya seretayî, navîn li kobaniyê bi zimanê erebî xwendiye, lê di salên xwe yên navîn de ji ber şert û mercên şoreşa rojavayê Kurdistanê ji xwendinê qut û bêpar dibe, ew şerê Daişê hîşt ku ji xwendinê dûr bikeve û bibe sedem ku ji malbat û warê xwe were qutkirin û koçberkirin.
Piştî rizgarkirina bajarê Kobaniyê û geşedanên xwendina bi zimanê kurdî, wî biryar da ku bi zimanê xwe bixwîne û binivîsîne, çiku hîn di dema xwendinên dibistanê de tekst û helbest li ser rûpelên xwe dinivîsandin û di bera hezkirina wî ji xwendin û nivîsandina helbestan re pirtir û geştir dibe.
Heta ji wî hatiye wî gelek helbestên helbestvanên payebilind xwendiye û di bera helbestên li ser êş, hezkirin, derbiderî û koçberiyê nivîsandine. Her wiha mirov di nava tekstên helbestên wî rast hêmana rikberiya xwe bi xwe re, bi derorê re û bi dijmin re tê, hingê mirov fêm dike ku di nava helbestên wî ew derûniyan bîrdanka kurdan derbasdar e.
Di sala 2018'an û şûn ve, êdî di gotin û nivîsandina helbestan de herikbar dibe, û gelek caran derdikeve ser dikên şahiyan bi zimanê xwe helbestan dixwîne. Her wiha ji bilî nivîsandina helbestan jî Azad di behremedniya xwe de amûra gîtarê dijene û di gelek şahiyê kurdewar de derdikeve û hewl dide xwe pêş bixîne.
Azad hecî niha di zanîngeha Kobaniyê de di fakulteya bijîşkî de, Labratuwara bijîşkî dixwîne.[1]