Tenê welatê kurda dabeş nebûye wusa jî ruh û hişmendîya kurda parçe - parçeyîye. Kurd rewşek gellekî xirab û şepirzeda dijwaryadane.
Bobelata lape mezin hevdu fehm nekirine. Gellekî dûrî nirxên xwe ê netewî ketine bi hevdura bi zimanê bîyanîyanva dipeyivin. Lewma jî bê hest û helwest ê gelêrî mane.
Partîyên kurdan herekê ji xwe re alek efirandîye mecalê nadin netewa kurd li bin alekê de kom bibe wek miletekî xwe nas bike û pêşda bimeşe bigêhije xastek û daxwazên xwe dîrokî ê pîroz. Hemberî hevdu bi kîn û bi hestin. Bi van kêmasîya û şaşîyanva kurd nikarin bibin xwedan pêşero. Ev rewş bi giştî kurda ji serdestîyê dûr dixêre.
Mixabin, di navbera partî, rêxistin û sazîyên kurdada danûstandinên cîddî tunenin, nexşerêyeke sîyasî mîllî (netewî) çênebûye. Van partîyana gel hemberî hevdu hejandîye.
Li dijî gelê kurd êrîşek mezin, gerdûnî heye. Gel wek netew nikare xwe biparêze. Pirsgirêk di hişmendîya me daye. Di hemberî van êrîşan karekî hevbeş sîyasî xuya nake. Pîvanên gel parastinê stratêjîya netewî tune.
Yek helwest, yek rêzîyêra pêdivî heye. Zarokên me jî bê xayî, bê teyax mane.
Belê, li ser netew a kurd êrîşek gerdûnî berdewame. Hewil didin destkeftîyên kurdan ji holê rakin. Kurd kirine hedef. Li ser gel û welatê me zulmê dimeşînin. Gel ber xwe dide. Lê mixabin, di hêla sîyasî ve di navbera partî û rêxistinanda nakokî berdewam dikin. Ji bo yekbûn û yekrêzîyê hewildan pir zeîfin. Ji me îro çi tê xwestin pêwîste wê jî bikin. Kesayetên azad dikarin yekbûnê pêyda bînin.
Wek gel em peywirdarin destkeftîyên ku bi xwîna şehîdan dest anîne çi buhayî dibe bila bibe pêwîste biparêzin. Him li herêma KURDISTANA AZAD, HIM JÎ LI ROJAVA. Ev erka gelê kurde. Ji bo vê jî yekbûnek netewî sîyasî lazime. Destûr û îxtîyara partî rêxistinan ên netewî tune, ku pêşeroja gel ra xemsar bimînin. Yekbûn ji bo me azadîye, jîyana bi rûmete.
Azadîya me çopandine, hewil didin me koletîyêda bitewsînin ji dîrokê bavêjin. Dewletên mezin hevbeş li ser çarenûsa gelê kurd sîyasetek qilêr, durî dimeşînin. Hewil dikin hemû derfetên pêşdaçûyînê, serkeftinê lawaz û hêç bikin. Li hemberî gelê kurd ji pilan û projeyên xirab dest venakşînin.
Lê heza gelê kurd, mêrxasî û egîdtîya gelê kurd meydana koledaran lerizandîye.
Pêwîste kurd ji dîrok û ji zargotina gelê xwe îbret û dersê (sûd) werbigirin.
Dîrok û zargotinek me pir wetadar bê hempa û dewlemend heye. Ev jî badilhewa nînin. Em nirx û menewîyata gelê xwe, nexşerêya jîyana netewa xwe ya bi hezar salan destan, kilam, cîroka de dibînîn fêr û şanaz dibin.
Dîroka me dîroka mêrxasîyê, evîndarîyê, biratîyê, bawertîyê, mertdîyê, dilsoz, dilpakî u qencîyêye. Wisa jî rewş a gel ê me ê cîvakî gelêrî, helwest û gerdûna me, kêmasî û şaşîyên bapîrê me a li ber jîyanê cîrok, kilam, dastan, dîlok bi gilîkîva zargotina gel ê meda hatîye vegotin.
Zargotin û dîroka kurd neynik û salname gelêrîye. Ji dîrokê xuya dibe ku gelê kurd netewek efrîner, azadîhez, aştîxwez û bi menewîyete tu wext li ber însanîyetê neheqîyê nake, ne êrîşkar ne jî dagirkere. Lê mixabin îro dîmena rewşa kurda a sîyasî û cîvakî me zehf dilxor dike. Em gellekî dûrî hevdu ketine, dijî hevdu bi hêrsin. Di ketina me a vê rewşa xirab partî û rêxistinên kurdan jî gunehkarin. Ji bo berjewendiyên xwe îdîolojî gel parçe parçeyî kirine, dijî hevdû rakirine. Hevdura nayên rayê. Kurd beş beşî kirine û kirine li bin bandora xwe. Bapirê me vê derbarêda weha gotine : kurm ê darê ne ji darêbe dar narize. Mixabin, vê rewş û astêda kurd nikarin ji kemîna çarenûsê derkevin. Tenê rêyeke me, siloganeke me jîyanê heye - Y e k bin keç xort ên kurdan , bin alekêda bicivin, bi kurdî bimeşin, heskin, bipeyivin, bi kurdî rizgarbin. Îro hun vî gelê şepirze temsîl dikin. Hewil bidin bi kurdî xwe îfade bikin. Netewa xwe ra, dîroka xwe ra, wêje û çanda xwera, çarenûsa xwe xwedî derkevin. Bibin pêşeng. Dem dema weye, gelê berdest hêvîdarê weye. Êstafêt ya weye . Hun hêjayî jîyanek azad û serbestin. Pêşeroj ya weye.
Tu wext destûr nedin maf û nirxên netewa we pêpez bikin, nexastîyê resena xwe re ti dem razî nebin, ji wan dost nabe. Serê xwe ber ti kesî ji bo berjewendîyê xwe şexsî netewînin, şerefa netewa xwe biparêzin. Serê ku tewya mafê wî namîne ji şerefê behs bike. Wekî xwe nasbikî tu dê netewa xwe jî nasbikî, kesê nikaribe hemberî te bê heqîyê an jî zorê bike. Mirovên ku xwe nasdikin bi hêz û çalakin, di her karî de serketîne..
Dîrok jîyana mirovahîyêda pêşengtîyê di warê dilsozî, mêrxasî û xêrxwasîyêda dide kurda. Lê dagirker û dirindê mirovahîyê hertim hemberî vî gelê maqûl û torin neheqî kirine. Ev neheqî îro jî hemberî kurda bi şêwazekî gerdûnî pêş çav e, hevbeş hewil didin kurda ji jîyanê qud bikin. Hemberî vê neheqîya dîrokî berxwedana netewî heya naha kurd li ser pîya hîştine. Hevgirtin a kurda yê pêşîya her tehdîdê bixitmîne.
Fikir û daxwaz a gelê kurd a stratêjîk azadîya Kurdistanê ye lê ya rêxistin û partîyan berjewendîyên sîyasî û îdîolojî ye. Dema ku rêveberîya netewekî an jî cîvakekî bê ruhê gelêrîbe ew netew, ew cîvak ser nakeve. Wekî civak û netewek bikaribe bi çand û menewîyata xwe bijî serketîye, azad e.
Kurdayetî bê şik ji her rêxistin û partîyên sîyasî durustdir û bi hêztire. Dîrokek me zindî û gewre a berxwedanê heye. Hevbeş, bi ruhekî (gîyanek) neteweyî (mîllî) lê xwedî derketin erka her kurdekî bi şerefe. Li pêşeroja xwe xwedî derketin şanazîtîye.
Hevgirtinek neteweyî dikare kurda bigihîne serdestîyê.
Dem dema yekdeng û yekdestîyêye.
Yekrêzî û hemahengîya kurdara pêdivîya dem û dîrokê heye.
Rabe ey kurd welatê te hêlûna qencî, xêrxasî û qehremanîyê ye, lê xwedî derkeve û bê firnaxbe...[1]