Danasîna Dîwana MEHWÎ
Hemin OMAR AHMAD
Navê wî Mela Muhemmed kurê Mela ‘Usmanê Balixî ye. Nasnavê wî Mehwî ye. Di helbesteke wî de nasnavê wî Meşwî bûye. Paşê hingê wî bi xwe kiriye Mehwî. Wateya wê nemabûn, mehûbûn e. Balix gundek e, li devera Mawetê, li derdora bajarê Silêmanîyê ye. Li ser dîroka jidayîkbûna Mehwî boçûnên ji hev cuda hene. Gelek lêkolîneran li ser vê babetê raman û şîroveyên xwe weşandine. Bi gelemperî dîyar e ku Mehwî di sala 1831’ê mîladî li gundê Balixê hatiye dinyayê. Bavê wî xelîfeyê Şêx ‘Usmanê Sîraceddînê Tewêle bûye. Di heftsalîya xwe de li cem bavê xwe dest bi xwendina xwe a seretayî a ‘ilmê kiriye. Piştî hingê ji bo ku xwendina xwe berdewam bike çûye bajarê Sineyê û Sablaxê (Mehabad) li cem Mela ‘Ebdullahê Pîrebab xwendiye. Piştî hingê vegerîyaye Silêmanîyê û li cem hin melayên navdar ên wê demê xwendina xwe domandiye.[1]
Cet article a été écrit en (Kurmancî - Kurdîy Serû) langue, cliquez sur l'icône
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 618