Nivîskar: #Abdusamet Yigit#
Şêwe: felsefe û Zanist
Ziman: Kurdî
Dîrok: 2016
Weşanxane: Soran
Rûpel: 250
Li ser pêşketin û pêşveçûna zarokê, navê pirtûka nivîskarê kurd Abdusamet Yigit a. Pirtûk li ser pêşketin û pêşveçûna zarokê ya. Ji destpka bûyîna zarokê ji dayikê û heta mazinbûna wê, di pirtûkê de pêvajo bi pêvajo bi pêşketina zarokê re tê hanîn li ser ziman. Pirtûk, weke pirtûkek lêkolînî û zanistî ya. Nivîskar, di pirtûkê de li ser mazinkirina zarokê a dayikên kurd jî disekinê. Di serdemên berê de dayikên kurd, çawa zarok mazin dikirin û çawa bingihê pêşketina zarokê bi ziman û aqilî re çê dikirin, di pirtûkê de nivîskar pirr zêde li ser wê sekinî ya. Mijara mazinkirina zarokê a ji aliyê dayikên kurd ve heta roja me, li ser wê lêkolîn ne hatina kirin. Ev lêkolîna nivîskarê kurd Abdusamet Yigit ku bi kurdî jî nivîsandîya, di vê warê de weke berhemek ku ew pêvajo bi pêvajo wan deman tînê ser ziman a. Weke lêkolîneka ku ew bi zanistî hatîya kirin pirtûka ´li ser pêşketin û pêşveçûna zarokê´, di xale mazinkirina zarokê de weke pirtûkek dest ya fahmkirina rastîya zarok û dayiktiyê û pêvajoyên wê yên bi fizyolojikî, gîyanî, derûnî û hwd ve, dihilde li dest.
Navaroka pirtûkê
Pirtûk, weke pirtûkeka zanistî a bi rêbazên pedegojikî li ser mazinkirin û pêşketina zarokê disekinê. Wê zarok, di her demê de wê çawa bijî, wê bi wê re wê li ser wê bisekinê. Pirtûk, wê weke pirtûkeka lêkolînî wê van mijaran wê ji gelek aliyan ve wê hilde li dest. Zarok, mazinkirina zarokê û pêşketina wê, di pirtûkê de wê bi hûr û kûr li ser wê bê sekin in. Pirtûk, wê weke pirtûkek bingihîn bê. JI aliyê mijara zarokê ve wê mijarên ku wê di serdema me de bi aqil û pêşketina zarokê re wê were rojevê, wê werina hildan li dest. Nivîskar, di destpêka pirtûkê de di beşa ku weke ´pêşketin´ de tînê ser ziman û dibêjê ku ´ev dem û serdema zanistê, ku wê gelek derfetên pirr zêde mazin ji pêşketina mirov re wê derkevina li holê. Lê wê herî zêde jî wê di vê mijarê de wê pirgirêkên bingihînî wê di pêşketina zarokê de wê derkevin.
Nivîskar wê van mijarên mazinkirina zarokê, wê ji aliyê fîzyolojikî, derûnî û pedegojikî ve wê bi beş bike û wê bi hevdû re di nava hevdû de wê hilde li dest. Ev pirsgirêkên mazinkirina zarokê, wê nivîskar ji dû aliyan ve wê wê hilde li dest. Aliyê pêşî û giring wê weke aliyê dêûbav û dordora zarokê wê bînê ser ziman û wê weke alî û fektorek mazin a ku wê di pêşketina zarokê de wê rol bileyizê li ser wê disekinê. Bo vê yekê, wê di pirtûkê de wê nivîskar biqasî zarokê wê li ser kirin, tevger, gotin û rewşên derûnî ên ji dêûbav ku wê li ser zarokê bina xwedîyê bandûra mazin, wê li ser wan bisekinê.[1]