Navê pirtûkê: Sî’bera Zeyno
Navê nivîskar: H.Kovan Baqî
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: J&J
Sala çapê: 2017
“H. Kovan Baqî, serdemeke nû di edebiyatê de daye dest-pê-kirin, ku sînor û bêsînoriya wê bi gotinan hatiye danîn; yanê sînor û bêsînoriya vê edebiyatê, ji HÎÇbûneke bêserî digihîne HÎÇbûneke bêbinî.” [Asya Dawid] “Ji bo çavên ku dikarin bibihîzin, guhên ku dikarin bibînin, ruhên ku dikarin bipelînin metnên Kovan cîhanên mezin in ku ji giroverika hundirê 0’ê dizên û ji îro xwe digihînin do, ji do xwe digihînin pêr, ji pêr xwe digihînin pitir pêr û ji helbestê digihînin çîrokê ji çîrokê digihînin efsaneyê ji wê digihînin destan û romanê û antîromanê û dîsa vedigerin di hundirê 0a xwe de rûdinên an jî îluzyoneke werê çêdikin...” [Umran Aran] “Dikare bê gotin ku bi ezmûnên modernîst re gelek berhemên ecêb, metnên li dijî adetên edebî derketin. Heta hinek jê seba ku pêwendiya navbera bûyeran pirr sist e, ne diyar e ka xwediyê rêzebûyerekê ne an na. Mesela Ulyssesa Joyce, Kara Kitapa Orhan Pamuk, Kapanda Üç Kaplana Cabrera Infante, di edebiyata kurdî de Heteroglossîaya H. Kovan Baqî…” [Ramazan Alan][1]