Library Library
Search

Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!


Search Options





Advanced Search      Keyboard


Search
Advanced Search
Library
Kurdish names
Chronology of events
Sources
History
User Favorites
Activities
Search Help?
Publication
Video
Classifications
Random item!
Send
Send Article
Send Image
Survey
Your feedback
Contact
What kind of information do we need!
Standards
Terms of Use
Item Quality
Tools
About
Kurdipedia Archivists
Articles about us!
Add Kurdipedia to your website
Add / Delete Email
Visitors statistics
Item statistics
Fonts Converter
Calendars Converter
Spell Check
Languages and dialects of the pages
Keyboard
Handy links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Languages
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
My account
Sign In
Membership!
Forgot your password!
Search Send Tools Languages My account
Advanced Search
Library
Kurdish names
Chronology of events
Sources
History
User Favorites
Activities
Search Help?
Publication
Video
Classifications
Random item!
Send Article
Send Image
Survey
Your feedback
Contact
What kind of information do we need!
Standards
Terms of Use
Item Quality
About
Kurdipedia Archivists
Articles about us!
Add Kurdipedia to your website
Add / Delete Email
Visitors statistics
Item statistics
Fonts Converter
Calendars Converter
Spell Check
Languages and dialects of the pages
Keyboard
Handy links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Sign In
Membership!
Forgot your password!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 About
 Random item!
 Terms of Use
 Kurdipedia Archivists
 Your feedback
 User Favorites
 Chronology of events
 Activities - Kurdipedia
 Help
New Item
Library
GERMAN COVERT INITIATIVES AND BRITISH INTELLIGENCE IN PERSIA (IRAN), 1939-1945
21-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Iraqi Kurdistan and Beyond: the EU’S Stakes
15-05-2024
Hazhar Kamala
Library
The Kurds in the Policy of the Great Powers, 1941-1947
15-05-2024
Rapar Osman Uzery
Library
A Transitional Justice Approach to Foreign Fighters
14-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Kurdish Political and Civil Movements in Syria and the Question of Representation
13-05-2024
Hazhar Kamala
Library
The Anfal Trial and the Iraqi High Tribunal Update Number Three: The Defense Phase and Closing Stages of the Anfal Trial
10-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Creation and First Trials of the Supreme Iraqi Criminal Tribunal
10-05-2024
Hazhar Kamala
Library
On the KRG, the Turkish-Kurdish Peace Process, and the Future of the Kurds
07-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Untangling the Turkey-KRG Energy Partnership: Looking Beyond Economic Drivers
07-05-2024
Hazhar Kamala
Library
SITUATION IN IRAQ/UK FINAL REPORT FINAL REPORT
06-05-2024
Hazhar Kamala
Statistics
Articles 518,999
Images 106,685
Books 19,298
Related files 97,309
Video 1,392
Articles
Diyarbakir Bar Association:...
Library
Caucasica IV, I. Sahl ibn-S...
Articles
Female Humiliation versus M...
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIAL...
Library
Woman’s role in the Kurdish...
Kurdên Azirbêcanê- Pêwendîyên civakî-aborî li bal kurda (5)
Kurdipedia's collaborators record our national archive objectively, impartially, responsibly and professionally.
Group: Articles | Articles language: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking item
Excellent
Very good
Average
Poor
Bad
Add to my favorites
Write your comment about this item!
Items history
Metadata
RSS
Search in Google for images related to the selected item!
Search in Google for selected item!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kurdên Azirbêcanê- Pêwendîyên civakî-aborî li bal kurda (5)

Kurdên Azirbêcanê- Pêwendîyên civakî-aborî li bal kurda (5)
#Kurdên Azirbêcanê# - Pêwendîyên civakî-aborî li bal kurda (5)
Wergêr û Nivîskar: #Têmûrê Xelîl#
Eger V.Gûrko-Kryajîn şaş kirîye, dema cûrê jîyana malhebûnî yê kurdên Azirbêcanê (yên herêma Kurdistana berê) beramberî cûrê jîyana afxanîya kirîye, û eger ew şaşîtî ji dest wê yekê ye, ku ew serra-berra bi jîyana binecîyên navçeyên ku kurd lê dimînin ra bûye nas, lê ewî di hindava pêwendîyên civakî-aborî yên wî miletî da şaşîyên mezin berdane, û ew şaşî dikarin wan meriva bixalifînin, yên ku bi lêkolîna pêvajoya pêşdaçûyîna bi riya nekapîtalîstîyê ya di şertên Sovêtîyê va mijûl dibin. V.Gûrko-Kryajîn li ser bingehê lêkolînên xwe (wek em hatine bawerkirinê, bi tevayî tu tiştekî îzbatîyên wî bi rastîyê ra tunene) hatîye ser wê bawerîyê, ku pêwendîyên civakî-aborî di nav kurda da yên bi cûrê eşîrtîyê ne.
Rast e, V.Gûrko-Kryajîn ew pêwendî bi nav kirine wek yên jihevçûyî, ku dewra xwe îdî buhurandine. Ev taybetî di wê yekê da ne, wek ku xudanê nivîsê destnîşan dike, ku di jîyana eşîrtîyê da, wek nimûne, di oba da, em texmîn dikin, ku cûrê jîyana eşîrtîyê difelişe, destbi cûrê jîyana pêşketî dibe, li ku dîwan di dest milet da ne.
Em wê jî bêjin, ku fikrên V.Gûrko-Kryajîn yên pişt ra hinek cîya dijî hev in. Dema ew sîstêma jîyana oba ya kurdên Êrîvanê himberî ya kurdên Azirbêcanê dike, dinivîse, ku cûrê jîyana kurdên Azirbêcanê diha dêmokratîk e, ne ku yê Êrîvanê. Lê berê V.Gûrko-Kryajîn fikrên lap eksî vê gotine.
Usa dertê, ku diha dêmokratîkbûna obeyên Azirbêcanê bi saya serê dîwana Sovêtîyê ye. V.Gûrko-Kryajîn bi vî awayî fikrên xwe mak dike: Em dibînin, ku bal kurdên Azirbêcanê, xwesma piştî hukumê Sovyêtî, cûrê jîyana oba bi teherekî mayîn e (himberî cûrê jîyana kurdên Êrîvanê.- A.B.). Vira jî milet ne bi tek-tûka, lê bi koma (qefla) dewsa mala kona bi kar tîne. Berê dema navçê dixwest zozanên wê hebin, ewê ji koçera an jî bega ax kirê dikir. Piştî testîqbûna dîwana Sovêtîyê, ew axê ji dayîrên ku karê parevekirina xwelîyê va mijûl dibin, distînin û ew gorî jimara neferên malê û heywana perçekî axê ji koçera û milkedara distînin û didine wan.
Em îdî derheqa wê yekê da nabêjin, ku xudanê nivîsê tu tişt nabêje derheqa pêvajoyên nû yên di nav sîstêma oba da, ku xudêgiravî (qaşo) hetanî niha jî bal kurdên Azirbêcanê wek berê mane û ji bo wê yekê îzbatîyên usa tîne, ku kenê meriva tê.
Wek ku ji miqelên V.Gûrko-Kryajîn xuya dibe, salixên (malûmatîyên) derheqa kurdên Êrîvanê û sîstêma oba ya wira da ewî ji xebata Yêgîyazarov ber girtîye, ku ewî sala 1878a nivîsîye û, bi gotina wî, lê hela nehatibû çapkirinê. V.Gûrko-Kryajîn ne daye ber çeva, ku di navbera weşandina miqalên wî û xebata Yêgîyazarov da weke nîv sedsal heye. Ewî ew yek tê berdaye, ku di nav wê demê da, him li Ermenîstanê,- herêma kurdên Êrîvanê da, him jî li Azirbêcanê Şoreşa Oktobirê bûye û oba Êrîvanê jî di nav wê demê da gelek guhêrîye.
Me dikaribû guh neda evê şaşîyê, eger ew bê hemdî xudanê nivîsê bûye, an jî eger ewî bigota, ku ew bawerîyên wîne. Lê vira xeter di wê yekê da ne, ku temamîya sîstêma bûrjûazîyê, Marksîstîya qelp, oportûnîstîyê, ku heta van dema jî tesîra wê li ser karê rohilatzanîyê hebû, rola Oktobirê û kemala Şoreşa Oktobirê him di jîyana Rohilata welatên dereke, him jî ya navçeyên paşketî yên Rohilata Sovêtîyê fêm ne dikirin û qîmet ne dikirin. Em dibînin, ku cûrê jîyana nû ji guhdarîya V.Gûrko-Kryajîn û hevalbendên wî der mane. Hema ev yek xudanê nivîsê tîne ser wê bawerîya şaş, ku temamîya rola Şoreşa Oktobirê li ser Kurdistana Azirbêcanê ew bû, ku obên Azirbêcanê yên nû diha dêmokratîk in, ne ku yên di salên 80î yên sedsala XIXa li Êrîvanê hebûn.
V.Gûrko-Kryajîn, ku ewê îzbatîyê bi testîqbûna dîwana Sovêtîyê li Azirbêcanê va dide girêdanê, dinivîse, ku niha wek ku xuya ye, serkarîkirina oba ketîye destê endamên şêwra gunda.
Bi gotina V.Gûrko-Kryajîn hema ev e serdestîya jîyana cûrê eşîrtîyê - oba, di dema Sovêtîyê da, di dewrana piştî Şoreşa Sosîyalîstîyê da.
Pişt ra V.Gûrko-Kryajîn ev fikrên xwe yên sereke berdewam dike.
Emê li jêr dîsa vegerine li ser azirûkirina van pirsa.
Lê niha em bala xwe bidin çika V.Gûrko-Kryajîn rewşa kurdên Azirbêcanê ya berî dîwana Sovêtîyê, berî Şoreşa Oktobirê çawa tîne ber çeva. Derheqa vê yekê da ew ha dinivîse: Berî dîwana Sovêtîyê di van navçeyên gelek paşketî da pêvajoya sazkirina malhebûna bi cûrê eşîrtîyê serdest bû û, bi gotina Êngêls, cûrê jîyana eşîrtîyê tam ji bin destê milet derketibû û ketibû bin destê derebeg û milkedara, yên ku zordarî li milet dikirin û hukumê xwe li situyê milet dialandin.
Ev gotinên Êngêls (Proîsxojdênîyê semiî, çastnoy sobstvênnostiî î gosudarstvo, îzd. Pêtrogr. Sovêta R. î K. D. 1918g., str. 69) (Xuliqandina malbatê, arzîtîya teknevsî û dewlet, weşanxana Pêtrogradê ya Şêwra R. û K. D. sal 1918, rûpel 69), ku V.Gûrko-Kryajîn di nivîsa xwe da bi kar anîye, tu şikberîyê nahêle, ku bi bawerîya wî kurdên Azirbêcanê berî dîwana Sovêtîyê di nav rewşa here xirab da bûn, dihatine talakirin û şêlandinê.
Mixabin, di bin destê me da serkanîyên nivîskî tunene, ka rewşa wan kurda ya civakî, ku di salên 70-80î yên sedsala buhurî li ser axa Kurdistanê diman, çawa bûye. Lê çi nivîsên ber destê me hene, îznê didine me em bêne ser wê bawerîyê, ku berî ku qeydê Sovêtîyê li Pişkavkazê bê testîqkirinê, rewşa kurda rewşeke wek nemir-nejîyînê bû.
Jihevçûna civaka kurdên Pişkavkazê gelek dema berî hukumê Sovêtîyê destpê bûbû. Îzbatîyên V.Gûrko-Kryajîn û Yêgîyazarov tenê derheqa cûrê jîyana kurda ya eşîrtîyê-qebîltîyê bi awakî zelal tînine ber çeva. Hela di wan dema da axa an jî milkedarên, ku warên koçerîyê di bin destê wan da bûn, serkarî li oba dikirin(1) û eva yeka ji bo V.Gûrko-Kryajîn bûye delîl, ku kurda wek miletekî pir paşketî nîşan bide.
Karê axê yê kardar ew bû, ku ew rola teşkîldarê malhebûna heywanxwedîkirinê dilîst. Lê ew rol ne ji wê yekê dihat, ku ew ketibû heyra milet da, lê ji bo dewlemendbûna wî bû û hebûna wî jî ji wê yekê dihat, ku axên zozana bin destê wî da bûn.
Serokê obê, ku jê ra axa, an jî rûsipî digotin, keda wan şivana dixwer, ku ewî kirê kiribû bona herine ber kerîyê pêz û garana dewara, zor li miletê obê dikir û bac ji wan berev dikir.
Axatî ji nisletekê derbazî nisleteke mayîn dibû, ji bavê derbazî kur û nebîya dibû.
Fûnksîyonên teşkîldarîyê yên axa wî çaxî ji holê radibûn, dema hebûna wî ji dêst diçû. Wek ku Yêgîyazarov destnîşan kirîye, hema ku ew (axa) feqîr dibû, axa bin destê wî derbazî destê merivên diha dewlemend dibû, lê ew jî dibû endamekî olkê yê sade(2).
Xênji zêrandina di nav olka xwe da, kurd ji alîyê derebegên xwe û yên der va jî dihatine zêrandinê, ku ji wan ra bavê milet, êlbeg, xan digotin, an jî derebegên turk zordarî li wan dikirin, ew jî bi wê va girêdayî bû, çika ew li ser axa kêne.
Zêrandina kurda bi zêdebûna hasileta malhebûna gundîtîyê va pirtir dibû û ew pêvajo ewqas wext berdewam bû, heta kurd ji jîyana koçerîyê derbazî jîyana riatîyê bûn. Em ser wê bawerîyê ne, ku bona kurdên navçeyên Kurdistana berê, ku me lêkolîn li ser wan kirine, koçerî karê gelek sala berê bûye û ew jî ne bi daxaza dilê wan bûye, lê ji wê bûye, ku ew di nav koçera da diman û gelek tişta da çev didane wan.
Me îdî derheqa wê yekê da gotîye, ku hetanî îro jî li ser axa herêma Kurdistanê gelek koçerên Azirbêcanê tên û derbaz dibin û bi kurdên riat ra danûsitendinan çê dikin.
Vira cîye em gotinên Marks yên derheqa wê yekê da bînin, ku di van şerta da diha pir pêwendî çê dibin, karê malhebûnîyê baştir pêşda diçe, cûrê kirîn-firotana bi pera pêşda tê.
Em binhêrin çika Marks derheqa vê yekê da çi dinivîse: Gelên koçer ji hemîyan zêdetir hewcê cûrê kirîn-firotana bi pera ne, ji ber ku temamîya hebûna wan hasilet û xurekê malhebûna gundîtîyê ye û cûrê jîyana wan usan e, ku ew mecbûr in xurekên xwe bifroşine merivên ku cûrê jîyana wan ji wan cuda ye(3).
Di hêlekê da koçer bi dinya dervayî xwe ra dihatine girêdanê, di hêleke mayîn da jî ew di dema kirîn û firotanê diketine destê derebegên mezin, ku him bi kîsî wan dewlemend dibûn, him jî ew dizêrandin.
Dema ku Azirbêcan nû bûbû komara Sovêtîyê, vira hukum di dest du malbetên derebeg-milkedarên mezin da bûn - malbeta Sultanov beg û Koturli beg.
Navçeyên Laçînê, Kelbecarê û Kubetlîyê di dest begên turka yên ji malbeta Sultanova dizêrîyan. Hukumeta mûsafeta hukumê wan nas dikir û serkarîkirina herêmê di dest Sultanova da bû, lê yek ji wê malbetê jî - Xosrow beg Sultanov, hatibû kivşkirinê wek welîyê Qerebaxê.
Di navbera serekeşîra û derebeg-milkedarên ji malbeta Sultanova da carna nerazîbûn hebûn, heta pevçûn jî dibûn, lê herdu jî karek dikirin - milet dizêrandin.
Begên Koturlînê, ku heta serketina şoreşa Oktobirê li Azirbêcanê di navça Kelbecarê da hukum di dest wan da bû, 80 hezar hêktar erdê rêj (ku tê bêcerkirinê) û 45 hezar hêktar erdê dêm (ku nayê bêcerkirinê, xozan) xistibûne bin destê xwe.
Wek ku binecîya ji me ra gotin, ji wan bega yê herî feqîr - Qadî begê Rizabeg oxlu, xweyê 105 çêlekên doşanî, kerî-sûrîya, xulam û xizmetkara bû.
Gundîyên navçeyên Laçînê û Kubetlîyê di hêla aborî da bin destê begên Sultanova da dizêrîyan. Bacên mezin ji wan distendin, xweserîtîyên nebînayî dikirin, heta mafê şeva pêşin jî di dest wan da bû (razana şeva pêşin bi bûka teze ra).
Gundîyên Kelbecarê û Laçînê hetanî niha jî nikarin rehet navê zordestên xwe yên berê bînine ser zar-zimana. Gundîya gelek nimûne ji me ra dianîn, ku malbeta Sultanova di dema hukumdarîya xwe li Kurdistanê çi ecêb-nenere anîne serê wan, çawa ew zêrandine, talan kirine, şêlandine, kuştine.
Destên malbeta Sultanova heta enîşkê di nav xwîna gundîyên sexîr da ne, hebûna wan bi saya serê xûdana enîya gundîya saz bûye, heta niha jî di nav gundîya da merivên seqet hene, ku di dema xwe da derbên van hov û wehşa xwerine.
Xênji derebegên xelqê, kurd ji alîyê beg û milkedarên xwe da jî dihatine zêrandinê. Gundîyên kurd di bin du derba da bûn.
Ev cûrê jîyanê milet kiribû du beşa: alîyek beg û zordestên mayîn yên dewlemend bûn, alîyek jî gundîyên belengaz bûn û şerê çînî di navbera wan da di şertên eşîretîyê da dibûn.
Li wan hemû gundên kurda da, ku em lê qesidîn, di nav gundîyan da femdarîya rizgarbûna ji bin nîrê zordarîyê xurttir bûbû, hêrs û eynata wan ya hindava derebega û zordesta bi deha sala berevî ser hev bûbû û niha, piştî ku şoreşa Oktobir li Azirbêcanê bi ser ketîye û girêdayî wê yekê ra, ku her tişt tê kirinê bona gund bi riya soîyalîstîyê pêşda herin, ew femdarî rengekî nû wergirtîye.
Gelek zehmet bû ku newekehevtîya jîyana aborî di her gundekî da dîyar bikin, ji ber ku dewlemendên gund bi her awayî dixwestin rewşê usa bidin xuyanîkirin, ku dest li hebûna wan nekeve û firsend bikeve wan ew vir şûnda jî kîsî gundîya dewlemend bibin. Û ew rewşa, ku V.Gûrko-Kryajîn di nivîsên xwe da tîne ber çeva, ji rastîyê gelekî dûr e.
Berî ku qeydê Sovêtîyê li Azirbêcanê testîq bûbû, di piranîya gunda da rewşa kûlaka (dewlemenda) ji ya gundîyên orte û feqîr lap cuda dibû. Gundî di hêla aborî da bin destê dewlemenda da bûn. Cûrê jîyana nû ev hemû gerekê ji bingehê va biguharta.
Berî Sovyêtê gelek malbet dewlemend bûbûn, hebûna wan ji nisletekê derbazî yeke mayîn dibû. Ji ber wê jî wana hewl dida, ku cûrê jîyana eşîrtîyê wek berê bimîne, ji bo bikaribin hebûna xwe di dest xwe da xwey bikin û zêde bikin. Eger em gotinên Êngêls hindava gundîyên Kurdistanê da bi kar bînin, emê binhêrin, ku çîna desthilatdar bona efûkirina zêrandin û şêlandinên xwe, di hêla jîyana eşîrtîyê da ji çapê zêde zordarî li milet kirîye(4).
Wek ku me îdî destnîşan kirîye, ev yek ne hîştîye şerê çînî bi ciddî pêşda here û ji ber wê jî karê hukumdarîya dewlemenda û zordesta daye sivikkirinê.
Em hatine ser wê bawerîyê, ku di wan hemû gunda da, ku em çûnê, rîspîtî (ne rûspî) hetanî niha jî serdestîya dewlemendan e. Bawerîyên V.Gûrko-Kiryajîn derheqa wê yekê da, ku li Azirbêcanê qedirgirtina rîsipîya di nav kurdên Êrîvanê da ne ji hebûna wan tê, lê ji tiştên mayîn e, û bi wê yekê ra tevayî jî ew dibêje, ku ya sereke ew e, çika merivê rîsipî çiqasî bi nav û deng e, zane ye, ji kîjan kokê û malbetê ye,- bi bingehê xwe va şaş e û ji bo rast qîmetkirina rola rîsipîya fikrên wî meriva dixalifînin.
Gerekê ji bo wê yekê guhdarîke taybetî daynine ser evê fikrê, ji ber ku rîspîtî hetanî niha jî ji holê ranebûye û ewê wî çaxî tam rabe, eger sîyaseta me ya nû bi ser keve.
Wan meriva ra aksakal (rîspî) tê gotin, yên ku dewlemend in, xwîna milet dixwin, wî dizêrînin. Ji wan meriva ra qedirgir jî dibêjin, û ji ber wê ye, ku hukumê wî li gund hetanî niha jî maye.
Me dikaribû bi deha nimûneyên usa banîyana, ku rastîya gotinên me bidana testîqkirinê, ku aksakal zordarê milet e.
Ji bo wê yekê em tenê nimûneyekê bînin.
Berî qeydê Sovêtîyê hebûna merivekî bi navê Samed Hecî-oxluyê ji malbeta Terallûya (Şahverdîler), ku li Mînkendê dima, ewqas bû:
25 hesp, 100 serî heywanên gir, 200 mî, 30-40 çêlek, 200-250 hêktar erd. Bilî vê, 30-40 çêlekên wî yên doşanî hebûn. Bavê wî, Hecî Welî Xudavêrdî hela di saxîya xwe da ji bo ku kal bûbû, serkarîkirina malhebûna sipartibû kurê xwe. Him bav, him jî kur rîspî bûn. Xênji wê yekê, ku rîspîya şivan, xulam-xizmetkarên xwe dizêrandin, ser da jî zor didane wan, ku xizmetî temamîya malbetê bikin.
Zordestîyeke mayîn jî hebû. Rîspî dikaribû pera bi deynî bide merivên malbetê, lê hîç cara ne dida merivên ji eşîreke mayîn. Gundîyên feqîr ji dest tunebûnê da dizêrîyan.
Tiştekî balkêş e, ku fûnksîyonên cendirmîyê jî di dest rîspîya da bûn. Ew dikirine yûzbaşî û gundî ji dest wê yekê jî dihatine zêrandinê.
Eger di malekê da du rîspî hebûna û bixwestana yekî tenê hilbijartina, ew yek hildidane ser hesêb, ka çiqas hebûna wî heye, fûnksîyonên cendirmîyê di dest ji wan kîjanî da ne (wek nimûne, kî ji wan yûzbaşî ye). Nimûneke usa berê me di navça Laaçînê da dîtibû, di gundê Mînkendê da.
Rîspîtî - ew aleteke ku destûrê dide bin perda erf-edetên miletîyê da gel bizêrînin. Carna melle jî dikaribû bûbûya rîsipî, eger ew ji malbeteke dewlemend bû. Piranîya wan xwendina xwe ya ruhanî (olî) li Farizistanê distendin bona pişt ra bikaribin miletê feqîr bixapînin. Rîspîyên çend gunda melle bûn. Yek ji wan li gundê Axcekendê bû, li navça Laçînê. Mellê wira xênji fûnksîyonên melletîyê (yên dîndarîyê), yên rîspîtîyê jî dikir. Û gundên usa dîsa hene.
Femdarîye, ku di van şerta da, berî dîwana Sovêtîyê binecî mecbûr bûn bona peydakirina nanê zikê xwe, him bal milkedar û dewlemendên xwe, him jî bal yên xelqê her karî bikin, heta xulamtî jî. Di dema zivistanê da piranîya kurdên gunda karê usa dikirin. Dema ew ji gund derdiketin û diçûne warên mayîn bona kar peyda bikin, fikreke usa peyda dibû, ku ew kurd di demsalên mayîn li zozanan in, ango koçer in, dû ra jî karên mayîn dikin. Ji ber wê jî hinek lêkolîner ser wê bawerîyê ne, ku piranîya kurdên navçeyên Laçînê û Kelbecarê koçer in. Kurd bona kar berê xwe didane Axdemê, Berdûyê, Axcebadê, bal gundîyên dewlemend karê gîhadirûnê, nandirûnê, berevkirina pembu dikirin, li ser karê çêkirina riya dixebitîn, dibûne hembal û h.w.d.
Em rastî gelek belengazên usa hatin. Hinek ji wana eva bîst salî zêdetir e, ku karê usa dikin. Di gundê Bozluyê, navça Laçînê da me bi gundîkî ra sohbet kir, ku 35 sala zivistana ji mal derketîye û ji bo kar çûye cîyên mayîn.
Di nav binecîyên mayîn da, tenê yên gelek dewlemend, ku xwedî gelek serî dewaran in, zivistana ji dest sermê bi dewarên xwe ra tevayî ji warên çiyayî dadikevine rasta. Lê yên usa pir hindik in, heta di wan gunda da jî, ku heywanxwedîlkirin karê wan yê sereke ye.
Em dijî bawerîyên V.Gûrko-Kryajîn in û ser wê fikrê ne, ku koçerîya zivistanê ji dest feqîrîyê bû, dema milet ji çîya berjêr dibû deşt û rasta û ebûra gundîya bi wê yekê va girêdayî bû, çika filan salê ekin çawan e. Bi gotina gundîya, wana ew kar ji neçarîyê dikir, ku ji birçîna nemirin.
Di ser van hemû tişta ra lazim e bê zêdekirinê, ku di wan navça da, ku me lêkolîn li ser wan kirine, gundî ne wekehev malên xwe dihîştin û ji bo peydakirina kar diçûne warên mayîn. Ew bi şertên her gundekî va girêdayî bû: di gundên paşketî da çûyîn pirtir bû, yên mayîn da hinekî ji wan kêmtir bû.
Bi wê yekê ra girêdayî em çend malûtaîya bînin (sala 1930î):
Di navça Laçînê da
Gundê Zêrtîyê: ji 42 mala 32 mal çûne
Gundê Mînkendê: ji 270 mala 50 mal
Gundê Bozlûyê: ji 71 mala 3-4 mal
Gundê Qeleçê: ji 16 mala 5 mal
Gundê Çênlanliyê: ji 65 mala heta 20 mal.
Di navça Kelbecarê da
Gundê Şûrtanê: ji 70 mala 5-10 mal
Gundê Soyuz-bûlaxê: ji 41 mala 3-7 mal
Gundê Zeylikê: ji 119 mala 7-8 mal.
Ji vê navnîşa me anî xuya dibe, ku ser her malekê hesibandî (bi selefa, ango prosênta) pirtir ji gundê Zêrtîyê, navça Laçînê çûne. Û ev tiştekî text-bext (tesedûf) nîne. Ew gund di navçeyên Laçînê û Kelbecarê da gundê herî feqîr bû. Perçekî binecîyên wî hetanî niha jî di holik û şikefta da dimînin. Ev gundê ku ji riya û dirba dûr e û pişt guha va hatîye avîtin, jîyana wan kurda tîne ber çevan, ku berî 2.500 sala Ksênofon di pirtûka xwe da derheqa wan da nivîsîye.
Lê gelek gund jî hene, ku neferên tu malekê zivistana ji gund dernayên an jî qet dernayên. Ji bo nimûnê, gundên Axcekendê, Kerekeşîşê û yên mayîn.
Wek me gotibû, pir kêm merivên dewlemend zivistana ji gund dertên, diçine rasta. Wek mînak, ji gundê Mînkendê ji her 50 mala tenê 2 mal bi heywanên xwe ra tevayî diçine deştê. Herdu mal jî dewlemend in. Em wê jî bêjin, ku ji navça Laçînê diha zef mal diçin, ne ku ji navça Kelbecarê û wan herdu navça da jî karê gundîya yê sereke heywanxwedîkirin e. Ev hemû careke mayîn dide îzbatkirin, ku ew gotina kurd hemî koçer in bi bingehê xwe va şaş e.
Di nav kurdên herêma Naxçiwanê da jî hinek mal zivistana bona peydakirina xebatê ji gundên xwe yên çiyayî dertên, diçine arana, lê jimara wan ji jimara kurdên usa yên navçeyên Laçînê û Kelbecarê gelekî kêmtir e. Ew bi wê yekê va tê şirovekirinê, ku di herêma Naxçiwanê da piranîya kurda di navça Stalîn da (Şarûra berê) dijîn û jîyaneke nîvkoçerîyê derbaz dikin, piranîya merivên feqîr bal dewlemend û milkedarên xwe dixebitin, û rewşa wan wek rewşa qûlan e (hêsîr). Ew zordestî carna dibe sebeb, ku hinek kurdên belengaz warên xwe dihêlin û diçin gundên turka yên cînar da bi cî dibin. Li vira meaşê xulama diha zêde ye, ne ku gundên wan da. Wek mînak, li gundê Sederekê, ku serhevdu çend kîlomêtra dûrî Erezdeyanê ye, her sal weke 20 kurd wek hêsîr kar dikin û piranî jî havînê, di dema berevkirina ekin da. Lê çend gundîyên belengaz yên ji gundê Sederekê, ku turk in, havîna bal kurdên dewlemend karê gîhadirûnê dikin. Bi vî awayî, çûyîna kurda ji malên xwe ne ji wê ye, ku ew nikarin di gundê xwe da kar bibînin, lê ji wê ye, ku ew ji alîyê dewlemend û derebegên xwe da têne zêrandinê.
1. S.A.Yêgîyazarov, rûpel 18.
2. S.A.Yêgîyazarov, rûpel 20.
3. K.Marks, Kapîtal, cilde 1, rûpel 47, Weşanxana ”Prolêtarîy”, sal 1923.
4. F.Êngêls, Proîsxojdênîyê sêmyî, çastnoy sobstvênnostî î gosûdarstvo. Weşanxana Pêtrogradskogo Sovêta R. î K. D., Pêtrograd, sal 1919, rûpel 38.
[1]
This item has been written in (Kurmancî - Kurdîy Serû) language, click on icon to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 248 times
HashTag
Sources
[1] Website | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xelat.org/ 25-12-2023
Linked items: 12
Group: Articles
Articles language: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 22-11-2023 (1 Year)
Content category: Kurdish Issue
Content category: Economy
Content category: History
Country - Province: Kurdistan (Red)
Country - Province: Azerbaijan
Document Type: Translation
Language - Dialect: Kurdish - Kurmanji - Latin
Original Language: Russian
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Item Quality: 99%
99%
Added by ( Rapar Osman Uzery ) on 25-12-2023
This article has been reviewed and released by ( Sara Kamela ) on 26-12-2023
This item recently updated by ( Sara Kamela ) on: 26-12-2023
URL
This item according to Kurdipedia's Standards is not finalized yet!
This item has been viewed 248 times
Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
Archaeological places
Mosque (Salah al-Din al-Ayyubi) in the city of Faraqin
Articles
Carpet inscription; Evidence of the prosperity of the tradition of endowment in the era of Karim Khan Zand (1193-1163 AH)
Image and Description
Kurdish Jews from Mahabad (Saujbulak), Kurdistan, 1910
Library
Iraqi Kurdistan and Beyond: the EU’S Stakes
Image and Description
The Kurdish Quarter, which is located at the bottom of Mount Canaan in Safed, Palestine in 1946
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
Articles
CASE OF SELAHATTİN DEMİRTAŞ v. TURKEY (No. 2)
Biography
Bibi Maryam Bakhtiari
Biography
KHAIRY ADAM
Biography
Abdullah Zeydan
Library
The Kurds in the Policy of the Great Powers, 1941-1947
Biography
Shilan Fuad Hussain
Biography
Jasmin Moghbeli
Archaeological places
The tomb of the historian Marduk Kurdistani
Image and Description
Yezidi boys 1912
Archaeological places
Cendera Bridge
Articles
The Israel Factor and the Iraqi-Kurdish Quest for Independence
Biography
Nurcan Baysal
Library
Kurdish Political and Civil Movements in Syria and the Question of Representation
Biography
Ayub Nuri
Archaeological places
Hassoun Caves
Library
A Transitional Justice Approach to Foreign Fighters
Biography
Antonio Negri
Articles
Shanidar Z: Archeologists studying Neanderthal behavior patterns in Kurdistan
Library
GERMAN COVERT INITIATIVES AND BRITISH INTELLIGENCE IN PERSIA (IRAN), 1939-1945
Image and Description
A Kurdish army in Istanbul to participate in the Battle of the Dardanelles in 1918
Archaeological places
Shemzinan Bridge
Biography
Havin Al-Sindy
Articles
An Overlooked Aspect of Sexual and Gender-Based Violence
Biography
HIWA SALAM KHLID

Actual
Articles
Diyarbakir Bar Association: Faith in judiciary has decreased
01-09-2022
Hazhar Kamala
Diyarbakir Bar Association: Faith in judiciary has decreased
Library
Caucasica IV, I. Sahl ibn-Sunbat of Shakkī and Arrān
10-11-2022
Rapar Osman Uzery
Caucasica IV, I. Sahl ibn-Sunbat of Shakkī and Arrān
Articles
Female Humiliation versus Male Glorification in the Discourse of Kurdish Proverbs
15-11-2022
Rapar Osman Uzery
Female Humiliation versus Male Glorification in the Discourse of Kurdish Proverbs
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
09-06-2023
Rapar Osman Uzery
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
Library
Woman’s role in the Kurdish political movement in Syria
25-04-2024
Hazhar Kamala
Woman’s role in the Kurdish political movement in Syria
New Item
Library
GERMAN COVERT INITIATIVES AND BRITISH INTELLIGENCE IN PERSIA (IRAN), 1939-1945
21-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Iraqi Kurdistan and Beyond: the EU’S Stakes
15-05-2024
Hazhar Kamala
Library
The Kurds in the Policy of the Great Powers, 1941-1947
15-05-2024
Rapar Osman Uzery
Library
A Transitional Justice Approach to Foreign Fighters
14-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Kurdish Political and Civil Movements in Syria and the Question of Representation
13-05-2024
Hazhar Kamala
Library
The Anfal Trial and the Iraqi High Tribunal Update Number Three: The Defense Phase and Closing Stages of the Anfal Trial
10-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Creation and First Trials of the Supreme Iraqi Criminal Tribunal
10-05-2024
Hazhar Kamala
Library
On the KRG, the Turkish-Kurdish Peace Process, and the Future of the Kurds
07-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Untangling the Turkey-KRG Energy Partnership: Looking Beyond Economic Drivers
07-05-2024
Hazhar Kamala
Library
SITUATION IN IRAQ/UK FINAL REPORT FINAL REPORT
06-05-2024
Hazhar Kamala
Statistics
Articles 518,999
Images 106,685
Books 19,298
Related files 97,309
Video 1,392
Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
Archaeological places
Mosque (Salah al-Din al-Ayyubi) in the city of Faraqin
Articles
Carpet inscription; Evidence of the prosperity of the tradition of endowment in the era of Karim Khan Zand (1193-1163 AH)
Image and Description
Kurdish Jews from Mahabad (Saujbulak), Kurdistan, 1910
Library
Iraqi Kurdistan and Beyond: the EU’S Stakes
Image and Description
The Kurdish Quarter, which is located at the bottom of Mount Canaan in Safed, Palestine in 1946
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
Articles
CASE OF SELAHATTİN DEMİRTAŞ v. TURKEY (No. 2)
Biography
Bibi Maryam Bakhtiari
Biography
KHAIRY ADAM
Biography
Abdullah Zeydan
Library
The Kurds in the Policy of the Great Powers, 1941-1947
Biography
Shilan Fuad Hussain
Biography
Jasmin Moghbeli
Archaeological places
The tomb of the historian Marduk Kurdistani
Image and Description
Yezidi boys 1912
Archaeological places
Cendera Bridge
Articles
The Israel Factor and the Iraqi-Kurdish Quest for Independence
Biography
Nurcan Baysal
Library
Kurdish Political and Civil Movements in Syria and the Question of Representation
Biography
Ayub Nuri
Archaeological places
Hassoun Caves
Library
A Transitional Justice Approach to Foreign Fighters
Biography
Antonio Negri
Articles
Shanidar Z: Archeologists studying Neanderthal behavior patterns in Kurdistan
Library
GERMAN COVERT INITIATIVES AND BRITISH INTELLIGENCE IN PERSIA (IRAN), 1939-1945
Image and Description
A Kurdish army in Istanbul to participate in the Battle of the Dardanelles in 1918
Archaeological places
Shemzinan Bridge
Biography
Havin Al-Sindy
Articles
An Overlooked Aspect of Sexual and Gender-Based Violence
Biography
HIWA SALAM KHLID

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Contact | CSS3 | HTML5

| Page generation time: 0.75 second(s)!