Library Library
Search

Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!


Search Options





Advanced Search      Keyboard


Search
Advanced Search
Library
Kurdish names
Chronology of events
Sources
History
User Favorites
Activities
Search Help?
Publication
Video
Classifications
Random item!
Send
Send Article
Send Image
Survey
Your feedback
Contact
What kind of information do we need!
Standards
Terms of Use
Item Quality
Tools
About
Kurdipedia Archivists
Articles about us!
Add Kurdipedia to your website
Add / Delete Email
Visitors statistics
Item statistics
Fonts Converter
Calendars Converter
Spell Check
Languages and dialects of the pages
Keyboard
Handy links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Languages
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
My account
Sign In
Membership!
Forgot your password!
Search Send Tools Languages My account
Advanced Search
Library
Kurdish names
Chronology of events
Sources
History
User Favorites
Activities
Search Help?
Publication
Video
Classifications
Random item!
Send Article
Send Image
Survey
Your feedback
Contact
What kind of information do we need!
Standards
Terms of Use
Item Quality
About
Kurdipedia Archivists
Articles about us!
Add Kurdipedia to your website
Add / Delete Email
Visitors statistics
Item statistics
Fonts Converter
Calendars Converter
Spell Check
Languages and dialects of the pages
Keyboard
Handy links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Sign In
Membership!
Forgot your password!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 About
 Random item!
 Terms of Use
 Kurdipedia Archivists
 Your feedback
 User Favorites
 Chronology of events
 Activities - Kurdipedia
 Help
New Item
Library
KURDISH NATIONALISM: AMERICAN INTERESTS AND POLICY OPTIONS
22-05-2024
Hazhar Kamala
Library
GERMAN COVERT INITIATIVES AND BRITISH INTELLIGENCE IN PERSIA (IRAN), 1939-1945
21-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Iraqi Kurdistan and Beyond: the EU’S Stakes
15-05-2024
Hazhar Kamala
Library
The Kurds in the Policy of the Great Powers, 1941-1947
15-05-2024
Rapar Osman Uzery
Library
A Transitional Justice Approach to Foreign Fighters
14-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Kurdish Political and Civil Movements in Syria and the Question of Representation
13-05-2024
Hazhar Kamala
Library
The Anfal Trial and the Iraqi High Tribunal Update Number Three: The Defense Phase and Closing Stages of the Anfal Trial
10-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Creation and First Trials of the Supreme Iraqi Criminal Tribunal
10-05-2024
Hazhar Kamala
Library
On the KRG, the Turkish-Kurdish Peace Process, and the Future of the Kurds
07-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Untangling the Turkey-KRG Energy Partnership: Looking Beyond Economic Drivers
07-05-2024
Hazhar Kamala
Statistics
Articles 519,071
Images 106,674
Books 19,296
Related files 97,290
Video 1,392
Articles
Diyarbakir Bar Association:...
Library
Caucasica IV, I. Sahl ibn-S...
Articles
Female Humiliation versus M...
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIAL...
Library
Woman’s role in the Kurdish...
Bersivek ji Nivîsa Samî TAN re
Kurdipedia's contributors archive important information for their fellow speakers from all parts of Kurdistan.
Group: Articles | Articles language: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking item
Excellent
Very good
Average
Poor
Bad
Add to my favorites
Write your comment about this item!
Items history
Metadata
RSS
Search in Google for images related to the selected item!
Search in Google for selected item!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bahoz Baran

Bahoz Baran
Bersivek ji Nivîsa Samî TAN re
#Bahoz Baran#

Dema ku bi giştî mirov bala xwe dide xebatên rêzimanê yên vê dawiyê, mirov dibîne ku zêde zêde bêhna dogmatîzmê ji wan tê. Ji xeynî xebata Celadet Elî Bedirxan û Roger Lescot, heta niha xebatên berfireh û xurt nehatine kirin. (Çima nehatine kirin divê mirov vêya ji xwe bipirse.) Xebatên ku hatine kirin, ne zêde dewlemend û berfireh in ji dûbarekerinê xelas nebûne. Herçend ziman guherbar û zindî bin jî xebatên ku hatine kirin, mixabin zêde zêde teng in û ne li gorî giyanê zimên û demê ne.
Niha li Kurdistana bakur, gelek xebatên rêzimanî yên rêxistinî li ser weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê û li ser pirtûka Samî Tan didomin. Bû heft-heşt nivîsên dirêj in ku ez di heqê pirtûka Samî Tan de dinivîsim û di nivîsa herî dawîn de min lîsteya çewtiyên pirtûka wî da. Di hejmara kovara Zendê ya dawîn de Samî Tan ji bo wan nivîsên min dîsa bersivek daye1. Dema ku min dest bi xwendina wê nivîsê kir, pêşî ez kêfxweş bûm û min got, dê tiştên cuda û nuh gotibin. Lê dema ku min nivîs bi temamî xwend ji xeynî dûbarekirinê û çewtiyên nuh, ez rastî tiştekî cuda nehatim. Di ser de ji fikrên min re jî gotiye ‘tez’. Tê zanîn dema ku mirov tiştekî nuh bibêje ew tişt dibe tez. Lê ez bi piranî qala çewtiyên wî yên berbiçav dikim û dixwazim hinek tiştên çewt bên rastkirin. Bersivên ku Samî Tan dide bi nakokî ne û xwedî lêkolîn û lêgerîneke qels in. Hinek çewtiyên wî wisa berbiçav in ku, ku mirov  ji rêzimanê piçekî jî fam bike dikare tê derxe. Gelo Samî Tan çima wan çewtiyên berbiçav qebûl nake?(Wî hinek qebûl kirine û rast kirine, jixwe ez qala wan nakim.) Ez dibêjim, sedema herî girîng ev e:  “Dema ku Samî Tan wan çewtiyên berbiçav qebûl bike, dê mecbûr bimîne ku di hemû pirtûkên xwe de wan serast bike, wê çaxê di serî de ‘hînker’ û  alavên perwerdehiyê yên din divê bên guhertin. Ev jî karekî pir zor e.”  Sedema din ya herî girîng jî ev e: “Deh panzdeh sal in ku ew mijarên bi nakokî û çewt weke ku tu pirsgirêk di wan de tune bin hatine qalkirin, loma jî zû bi zû nikare wan çewtiyan qebûl bike.” Lê çi dibe bila bibe, rastiya zimên çi be divê mirov li gorî wê tevbigere.  Mijareke din a girîng jî ew e ku Samî Tan bersivê nade vê pirsê: Pirtûka Celadet E. Bedirxan ya dawîn kîjan e û çima Samî Tan geh ji notên Hawarê jêgirtinan digire geh ji pirtûka dawîn? Min baş bala xwe da vê yekê û ez gihiştim vê encamê: Dema ku nikare fikrên xwe piştrast bike diçe ji pirtûka ku Arif Zêrevan ji notên Hawarê ên Celadet E. Bedirxan amade kiriye jêgirtinan dide,(Di wê pirtûkê de Arif Zêrevan dibêje, pirtûka Celadet E. Bedirxan ya kamil, ya dawîn e.) dema ku di wê de tiştekî nabîne îcar berê xwe dide pirtûka nuh. Lê dema ku ji pirtûka nuh jî jêgirtinan dide, qala hinek tiştan dike qala hinek tiştan jî nake. Di mijara ‘tewang’ê de nikare ji pirtûka Celadet E. Bedirxan ya dawîn jêgirtinan bide;  tiştên ku ew digere di wê pirtûkê de tune ne. Di mijara gihaneka “ku”yê de berê xwe dide pirtûka nuh û ji wir qala beşa cînavka pêwendiyê “ku”yê dike; lê bala xwe nade qalkirina “ku”ya gihanek û ya rengdêr. Li gorî pîvanên zanistî, pirtûka mirov a dawîn kîjan be divê ew bibe krîter.  Loma jî di warê rêzimanî de pirtûka Celadet E. Bedirxan û Roger Lescot, pirtûka dawîn e û krîter ew e.Di nivîsa xwe de Samî Tan qala “dogmatîzmê” dike û dibêje divê mirov di warê rêzimanî de ne dogmatîk be. Belê, ev tiştekî pir rast e; lê divê mirov bi liv, tevger û fikrên xwe jî li dû vî tiştî be û wî biparêze. Rêzimana ku Celadet E. Bedirxan 70-80 sal berê amade kiriye qet naguhere? Du sed sal paşê em ê dîsa li gorî  heman rêzimanê tevbigerin? Ku em ne dogmatîk bin divê em van pirsan jî ji xwe bikin.Dema ku min bala xwe da hinek jêgirtinên din ên Samî Tan, min dît ku di wan mijaran de ne xwedî agahiyên xurt e û hema weke rasthatinekê cih daye wan jêgirtinan, weke mînak, dema ku qala “ku”yê kiriye gotiye, Tirk ji vêya re dibêjin “İlgi zamiri”. Ev agahî ji sedî sed şaş e. “İlgi zamiri”ya Tirkan, bi mijara “Cînavkên Pêwendiyê” re eleqedar e. Çawa eleqeya wan bi hev re çê kiriye min fam nekir.Ez ê di vê nivîsê de hinek çewtiyên Samî Tan ên nivîsa wî dest nîşan bikim û behsa çewtiyên wî yên nuh bikim.
Hinek Hêman Peyv in ne Qertaf inDivê mijarê de nîqaş ew bû ku min digot, peyvên mîna “man, zir..” bi wate ne û divê qertaf neyên hesibandin. Lê dema ku min bala xwe da nivîsa Samî Tan, min dît ku hin mînakên din jî dane û peyva “saz” û rayên lêkeran yên mîna “bêj, avêj, kuj…”ê weke qertaf nîşan dane. Ev hêman nabin qertaf, xwedî wateyekê ne, weke lêker tên bikaranîn û ji wan peyvên nuh tên bi dest xistin:“Sazî, bêje, bêjer, ajovan, kujer” Ku “saz” qertaf be “î” jixwe qertaf e, qertaf bi piranî bê wate ne, ev peyv çawa ji qertafan çê bû?Ku “bêj” qertaf be “e” jixwe qertaf e, ev peyv çawa çê bû? Lêkerên me ji qertafan çê dibin?
“Min ew saz kir” baş xuya dibe ku “saz” bi lêkera alîkar re hatiye bikaranîn û peyv e, ne qertaf e. “Tîravêj, mêrkuj,komkujî” li gorî zanîna Samî Tan dibin peyvên pêkhatî. Lê divê mirov baş bala xwe bide vê mijarê, li holê du hêmanên bingehîn hene. Ji mînakan baş diyar dibe ku “tîr”ek heye “avêtin”ek heye. Du hêmanên serbixwe hatine ber hev û peyveke nuh çê bûye. Ji ber vê yekê ew peyv ne pêkhatî ye, hevedanî ye. Ji xwe rayên lêkeran ên dema niha û bê diguherin û ji wan gelek peyv çê dibin. Mirov nikare wan hêmanan weke qertafan nîşan bide. Ku wisa be ew ê çawa bibin lêker? Lêker qertaf in?Di cihekî nivîsa xwe de Samî Tan piçekî li mijarê mikur tê û dibêje, ev qertaf carinan weke peyv jî tên bikaranîn û peyvên mîna “bêje, bêjer” ji wan çê dibin. Lê dîsa jî ji  nakokiyê xelas nabe. Ew peyv in loma peyv ji wan tên çêkirin, ku qertaf bûna hem dê weke lêker nehatina bikaranîn û dê hem jî peyvên nuh jî ji wan çê nebûna.
Di Kurmancî de Navgir Tune ne Tîpên Alîkar HeneDi Kumancî de navgir tune ne, tîpên alîkar hene. Ev di gelek zimanan de wisa ye. Lê Samî Tan bi israr ji dengên alîkar re dibêje navgir.(Taybetiyeke wisa bi me re çê bûye ku, em dibêjin qeyde tiştên me çiqas pir bin dê em ewqas dewlemend bin.)Di peyvên mîna ”Serobino, xwaromaro, rasterast” de tîpên ku binê wan hatine xêzkirin ne navgir in, ew tîp alîkariyê dikin ji bo peyv hêsantir bên xwendin û bigihin hev. Çend mînakên din jî “Şewt-şewat, lebt-lebat, xebt-xebat” in ku Samî Tan her û her wan mînakan nîşan dide. Di wan hêmanan de tîp ketine.
Veqetandek Ne Peyv in û Ne Cureyên Bêjeyan in, Qertaf inDi nivîsa xwe de Samî Tan dibêje ziman ne “dogtamtîk”e; lê dema ku mirov li şîroveyên wî dinihêre bêhna dogmatîzmê ji wan tê. Dema ku li raveyên îro dinihêre, dibîne ku tiştê ku ew di vê mijarê de dibêje li gorî rastiya îro nîn e; berê xwe dide notên Hawarê yên Celadet E. Bedirxan( Berê xwe nade pirtûka Celadet E. Bedirxan a dawîn, ji ber ku li wê derê, nikare tiştê ku dibêje piştrast bike.) Dibêje veqetandek cureyeke peyvan e, ka em baş bala xwe bidin qertafên xwe yên “-a, -ê, -ên”ê. Belê berê belkî peyv bûne lê îro qertaf in. Di mijara qertafan de wî ev tişt diparast û digot “Dema ku wateya xwe winda kiribin û êdî ne weke peyvê bin qertaf in” qey mijar bibin veqetandek raveya wî ne derbasdar e? Çima di vê mijarê de qala pirtûka Celadet E. B. û Roger L. nake, ji ber ku nikare li gorî wê pirtûkê fikrê xwe pişrast bike. Ji ber ku di wê pirtûkê de ew weke qertafan tên binavkirin. Tiştek gotiye û naxwaze ji ya xwe dakeve; lê ziman ne dogmatîk e! Veqetandek, ku ew qertafên raveberê ne û ji wan re “hevbendî” jî tê gotin, ne peyv  in, qertaf in û zayend û mêjerê diyar dikin.
Cînavka Girêkî Tune ye Gihaneka “ku”yê HeyeDi vê mijarê de jî Samî Tan ketiye nava çewtiyeke berbiçav û naxwaze jê derkeve. Cînavk ciyê navan digirin, hêmanan nagihînin hev, gihandina hêmanan peywira gihanekê ye. Ji ber vê yekê “ku” gihanek e, ne cînavk e. Di mînaka wî ya Ansîklopediya Azad de jî ew bi xwe dibêje “digihîne” hev,  ku gihand hev nabe cînavk gihanek e, nav li ser e û diyar e. Samî Tan çûye eleqedariya wê bi “İlgi zamiri” ya Tirkan re jî çê kiriye û çewtiyeke din jî kiriye. Tu eleqeya “ku” ya Kurmancî ya gihanek, bi “İlgi zamiriya” Tirkan re tune ye. “İlgi zamir”iya Tirkan, bi cînavkên me yên pêwendiyê re eleqedar e. Em bibînin “ku” çawa hêmanan û hevokan digihîne hev û dibe gihanek.  Ez hatim ku te bibînim Bavê min got ku:” Here çayê bistîne.” Kesên ku bang dikin bila werin.Celadet Elî Bedirxan tenê li gorî mînaka dawîn dibêje “ku” di rola cînavka pêwendiyê de ye. Lê dema ku mirov baş bala xwe bide hevokê dê bibîne ku, jixwe pêwendî di navbera wan peyvan de heye, ango mirov dikare bibêje-tê gotin jî- “Kesên bang dikin bila werin”. “Ku” li wê derê tenê hêmanan digihîne hev û dikeve rola gihanekê. Jixwe di vê mînakê de “Lêkernava rengdêrîn” heye. Kîjan kes? Yên ku bang dikin. Ku’ya me ya gihanek bi awayekî çalak di nava lêkernavan de cih digire. Hevalê ku hat, nas e.(Lêkernava Rengdêrîn) Pirtûka ku stûr e, ya min e.(Lêkernava Rengdêrîn) Dema ku ez li ser xwe bûm, tu nehatî.(Lêkernava Hokerî) Beriya ku ez werim, bila bînin.(Lêkernava Hokerî) “Ku” Dibe Cînavka Pirsiyariyê “Ku”ya ku dibe cînavka pirsiyariyê jî heye. Ew “ku” şûna “cîhekî” digire loma jî dibe cînavk. Celadet Elî Bedirxan jî di pirtûka xwe de qala vê cînavka pirsiyariyê dike. Ew çû ku? Ew li ku ye? “Ku” Dibe Rengdêr“Ku”ya ku dibe rengdêr jî heye. Ew jî beriya peyvê tê û wê dinimîne. Celadet E. Bedirxan qala wê jî dike; lê Samî Tan qet qala wê jî nake. Ew çû ku derê? Ew li ku derê ye? Di van mînakan de baş diyar dibe ku “ku” peyvê(derê) dinimîne ji ber vê yekê dibe rengdêr.  
“Cînavkên Xwedîtiyê” û “Cînavkên Pêwendiyê” Divê Neyin Tevlihevkirin
Cînavkên XwedîtiyêDi vê mijarê de jî çewtiyeke berbiçav tê kirin. Samî Tan cînavkên xwedîtiyê û cînavkên pêwendiyê têkilhev dike û wan dike “Cînavkên Xwedîtiyê”. Lê cînavkên xwedîtiyê cuda ne, cînavkên pêwendiyê cuda ne. Cînavkên xwedîtiyê di Kurmancî de de bi koma ‘Cînavkên Diyarkirî’ çê dibin.Min → Dara min, birê min, pirtûkên minTe       →     Dara te, birê te, pirtûkên teWî/wê  →     Dara wî/wê, birê wî/wê, pirtûkên wî/wêMe      →     Dara me, birê me, pirtûkên meWe      →     Dara we, birê we, pirtûkên weWan    →     Dara wan, birê wan, pirtûkên wan
Cînavkên PêwendiyêDema ku raveber dikeve, qertafên raveberê(hevbendiyê) dikevin rola cînavkê û şûna hêmana ku ketiye digirin, ji ber ku ciyê wê digirin û pêwendiyê çê dikin,  dibin cînavkên pêwendiyê.Mitbexa malê     →     a malêDestê jinikê       →     ê jinikêPelên pirtûkê     →     ên pirtûkê
Qertafên raveberê dema ku di nava raveka rengdêrîn de bin, lêkernavan çê dikin.Hevala baş        →     a baş (başbûn)Deriyê xwar        →    ê xwar (xwarbûn)Keçika jîr           →     a jîr (jîrbûn)
Cînavkên xwedîtî û yên pêwendiyê bi hev re jî dikarin bên bikaranîn. Çewtiya ku Samî Tan dike jî bi vê mijarê re eleqedar e. Ew, her du cînavkan bi hev re bi kar tîne û ji vêya re dibêje “cînavkên xwedîtiyê”.Hevala min → a minDestê te → ê teGulên me → ên me
TewangDi mijara tewangê de jî Samî Tan dixwaze hinek tiştan li pênaseyê zêde bike. Ji ber ku qertafên diyariyê(-î,-ê,-an) weke qertafên tewangê dihesibîne û ji ber ku di pênaseya tewangê de qala ‘qertafan’ nayê kirin ew dixwaze bibêje ku “qertafên tewangê” hene. Di warê rêzimanî de tiştekî wisa tune ye û dûrî mentiqa rêzimanî ye. Di nivîsa xwe de birêz dibêje ez ji xeynî Doğan AKSAN li tu cihekî rastî raveya ku Bahoz B. dike nehatime. Ravekirina ku em dikin li herî derî heye, ravekirina ku Samî Tan dike li tu cihî tune ye. Ravekirina ku heye û tê kirin di malpera Enstituya Kurdî ya Stenbolê de jî hebû. Zana Farqînî jî di gotara xwe ya bi navê “Tewang û Rayeka Lêkeran” de heman pênase bi kar aniye. Min di nivîsa xwe ya bi navê “Qertafên tewangê tune ne, tewang heye” de bi awayekî berfireh qala tewangê kiribû2. Weke ku min diyar kiribû, di vê mijarê de Samî Tan nikare berê xwe bide pirtûka Celadet Elî Bedirxan û Roger Lescot, ji ber ku li wê derê tewang li gorî ravekirina ku me kiribû tê qalkirin. Celadet Elî Bedirxan di heman mijarê de qala “eğik durum”ê jî dike qala “büküm”ê jî dike. Di pirtûka wî de “eğik durum” û “büküm” ji hev cuda ne. Di rewşa “eğik” de peyv qertafan distîne û tê kişandin, zayend û mêjer diyar dibin; di rewşa “büküm”ê de peyv ji hundirê xwe diguhere û xwe diyar dike. Ev jî bêtir ji bo peyvên nêr e. Jixwe Celadet E. Bedirxan ji rewşa “eğik” re dibêje “Tümleç olma durumu”. Di vê mijarê de divê mirov li gorî feraseta ferhengî li peyvê nenihêre, li gorî feraseta rêzimanî li peyvê binihêre.
RengdêrDi mijara rengdêran de jî Samî Tan hinek peyvan ji binyadê ve weke rengdêr nîşan dide. Belê, peyvên wesfîn jixwe çawaniyê di hundirê xwe de dihewînin; lê weke ku ji ravekirina rengdêrê jî diyar e, peyvek heta ku bi peyveke din re neyê bikaranîn, nekeve nava ravekê û wê diyar neke nabe rengdêr. Celadet Elî Bedirxan jî di vê mijarê de diyar dike ku di Kurmancî de peyv gelek peywiran digirin ser xwe. Weke mînak em li peyva “xweş”ê binihêrin.Dema ku bi navdêrê re bê bikaranîn û qalibê çê bike dibe rengdêrJiyana xweş, baxçeyê xweş
Dema ku bi lêkerê re têkildar bê bikaranîn dibe hoker.Ew xweş dixwe.Tu xweş dipeyivî.
Dema ku bi tena serê xwe be jî, navdêr e.Jiyana me xweş e.Xweşî, bibe para te.
Qertafa Lêkerçêker “t”Di vê mijarê de Samî Tan bala xwe baş nedaye mijarê û şîroveyeke çewt kiriye. Belê, “t” qertafa lêkerçêker e, rola wê û “and” ê yeke, mirov dikare bibêje ku “and” di hinek lêkeran de veguheriye “t” yê.Guher+t+in= Guhertin      Guher+and+in= GuherandinPelax+t+in=Pelaxtin        Pelix+and+in=PelixandinQeşar+t+in                    Qeşir+and+in=QeşirandinAxaf+t+in                      Axiv+and+in=AxivandinMe di vê mijarê de nîşeyek jî dabû û  gotibû di Kurmancî de “t”yeke din jî heye divê ew bi vê “t” yê re neyê tevlihevkirin. Ew “t” aîdê koka lêkerê ye. Hat(in), ket(in), cût(in)…Samî Tan gotiye qey me qala vê “t”yê kiriye. Lê ev “t” û “t”ya lêkerçêker ji hev cuda ne.-Bedirxan, C.A û R. Lescot, 1991, Kürtçe Dilbilgisi Doz-Ciwan, M. 1992, Türkçe Açıklamalı Kürtçe Dilbilgisi Jiyana Nû-Ebdulfettah, D.2006, Nav Di Zimanê Kurdî De Enstîtuya Kurdî ya Amedê-Bilbil M. û Baran B. 2008, Rêzimana Kurmancî Enstîtuya Kurdî ya Amedê-Aksan D. 2007, Her yönüyle Dil Ana Çizgileriyle Dilbilim, Türk Dil Kurumu1Zend-12 R.80, Zivistan
[1]
This item has been written in (Kurmancî - Kurdîy Serû) language, click on icon to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 467 times
HashTag
Sources
[1] Website | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 04-11-2023
Linked items: 6
Group: Articles
Articles language: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 10-03-2010 (14 Year)
Content category: Literary
Content category: Linguistic
Content category: Articles & Interviews
Country - Province: Kurdistan
Document Type: Original language
Language - Dialect: Kurdish - Kurmanji - Latin
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Item Quality: 99%
99%
Added by ( ئاراس حسۆ ) on 04-11-2023
This article has been reviewed and released by ( Sara Kamela ) on 05-11-2023
This item recently updated by ( Sara Kamela ) on: 05-11-2023
URL
This item according to Kurdipedia's Standards is not finalized yet!
This item has been viewed 467 times
Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
Biography
Abdullah Zeydan
Archaeological places
Cendera Bridge
Image and Description
Yezidi boys 1912
Biography
Bibi Maryam Bakhtiari
Biography
Shilan Fuad Hussain
Biography
Ayub Nuri
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
Library
A Transitional Justice Approach to Foreign Fighters
Library
Iraqi Kurdistan and Beyond: the EU’S Stakes
Biography
Nurcan Baysal
Articles
CASE OF SELAHATTİN DEMİRTAŞ v. TURKEY (No. 2)
Biography
Antonio Negri
Archaeological places
Mosque (Salah al-Din al-Ayyubi) in the city of Faraqin
Library
The Kurds in the Policy of the Great Powers, 1941-1947
Biography
Jasmin Moghbeli
Articles
An Overlooked Aspect of Sexual and Gender-Based Violence
Biography
HIWA SALAM KHLID
Image and Description
The Kurdish Quarter, which is located at the bottom of Mount Canaan in Safed, Palestine in 1946
Biography
Havin Al-Sindy
Library
KURDISH NATIONALISM: AMERICAN INTERESTS AND POLICY OPTIONS
Archaeological places
The tomb of the historian Marduk Kurdistani
Image and Description
A Kurdish army in Istanbul to participate in the Battle of the Dardanelles in 1918
Biography
KHAIRY ADAM
Library
GERMAN COVERT INITIATIVES AND BRITISH INTELLIGENCE IN PERSIA (IRAN), 1939-1945
Articles
The Israel Factor and the Iraqi-Kurdish Quest for Independence
Archaeological places
Hassoun Caves
Image and Description
Kurdish Jews from Mahabad (Saujbulak), Kurdistan, 1910
Archaeological places
Shemzinan Bridge
Articles
Shanidar Z: Archeologists studying Neanderthal behavior patterns in Kurdistan
Articles
Carpet inscription; Evidence of the prosperity of the tradition of endowment in the era of Karim Khan Zand (1193-1163 AH)

Actual
Articles
Diyarbakir Bar Association: Faith in judiciary has decreased
01-09-2022
Hazhar Kamala
Diyarbakir Bar Association: Faith in judiciary has decreased
Library
Caucasica IV, I. Sahl ibn-Sunbat of Shakkī and Arrān
10-11-2022
Rapar Osman Uzery
Caucasica IV, I. Sahl ibn-Sunbat of Shakkī and Arrān
Articles
Female Humiliation versus Male Glorification in the Discourse of Kurdish Proverbs
15-11-2022
Rapar Osman Uzery
Female Humiliation versus Male Glorification in the Discourse of Kurdish Proverbs
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
09-06-2023
Rapar Osman Uzery
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
Library
Woman’s role in the Kurdish political movement in Syria
25-04-2024
Hazhar Kamala
Woman’s role in the Kurdish political movement in Syria
New Item
Library
KURDISH NATIONALISM: AMERICAN INTERESTS AND POLICY OPTIONS
22-05-2024
Hazhar Kamala
Library
GERMAN COVERT INITIATIVES AND BRITISH INTELLIGENCE IN PERSIA (IRAN), 1939-1945
21-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Iraqi Kurdistan and Beyond: the EU’S Stakes
15-05-2024
Hazhar Kamala
Library
The Kurds in the Policy of the Great Powers, 1941-1947
15-05-2024
Rapar Osman Uzery
Library
A Transitional Justice Approach to Foreign Fighters
14-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Kurdish Political and Civil Movements in Syria and the Question of Representation
13-05-2024
Hazhar Kamala
Library
The Anfal Trial and the Iraqi High Tribunal Update Number Three: The Defense Phase and Closing Stages of the Anfal Trial
10-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Creation and First Trials of the Supreme Iraqi Criminal Tribunal
10-05-2024
Hazhar Kamala
Library
On the KRG, the Turkish-Kurdish Peace Process, and the Future of the Kurds
07-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Untangling the Turkey-KRG Energy Partnership: Looking Beyond Economic Drivers
07-05-2024
Hazhar Kamala
Statistics
Articles 519,071
Images 106,674
Books 19,296
Related files 97,290
Video 1,392
Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
Biography
Abdullah Zeydan
Archaeological places
Cendera Bridge
Image and Description
Yezidi boys 1912
Biography
Bibi Maryam Bakhtiari
Biography
Shilan Fuad Hussain
Biography
Ayub Nuri
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
Library
A Transitional Justice Approach to Foreign Fighters
Library
Iraqi Kurdistan and Beyond: the EU’S Stakes
Biography
Nurcan Baysal
Articles
CASE OF SELAHATTİN DEMİRTAŞ v. TURKEY (No. 2)
Biography
Antonio Negri
Archaeological places
Mosque (Salah al-Din al-Ayyubi) in the city of Faraqin
Library
The Kurds in the Policy of the Great Powers, 1941-1947
Biography
Jasmin Moghbeli
Articles
An Overlooked Aspect of Sexual and Gender-Based Violence
Biography
HIWA SALAM KHLID
Image and Description
The Kurdish Quarter, which is located at the bottom of Mount Canaan in Safed, Palestine in 1946
Biography
Havin Al-Sindy
Library
KURDISH NATIONALISM: AMERICAN INTERESTS AND POLICY OPTIONS
Archaeological places
The tomb of the historian Marduk Kurdistani
Image and Description
A Kurdish army in Istanbul to participate in the Battle of the Dardanelles in 1918
Biography
KHAIRY ADAM
Library
GERMAN COVERT INITIATIVES AND BRITISH INTELLIGENCE IN PERSIA (IRAN), 1939-1945
Articles
The Israel Factor and the Iraqi-Kurdish Quest for Independence
Archaeological places
Hassoun Caves
Image and Description
Kurdish Jews from Mahabad (Saujbulak), Kurdistan, 1910
Archaeological places
Shemzinan Bridge
Articles
Shanidar Z: Archeologists studying Neanderthal behavior patterns in Kurdistan
Articles
Carpet inscription; Evidence of the prosperity of the tradition of endowment in the era of Karim Khan Zand (1193-1163 AH)

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Contact | CSS3 | HTML5

| Page generation time: 0.266 second(s)!